Di dîrokê de jina Kurd her wext weke stûna jiyanê çand û civakê parastiye. Ji Meryemxan heta Fatma îsa, ji Eyşeşan heta Mizgîn û Delîlayan, di hunera Kurdî de her wext çandeke berxwedêr a li derdora jinê ava bûye.
Çand û hunera Kurdî ya ku li Ewropayê di sala 1982’an de, bi pêşengtiya Şehîd Mizgîn û Sefkan de, bi avakirina Hunerkom û Koma Berxwedan dest bi xebatên hunerî kir, xwediyê mîrateyeke gelekî grînge. Îro gelek xebatên ku têne meşandin li ser vê bingehê xwe birêxistin dike.
Ev mîrate îro jî qadeke çandî ya zindî û herikbar e, ku her tim ji nû ve tê afirandin. Li Ewropayê xebatên çandî ji Almaya heta Fransa, ji Belçika heta İsviçre, Hollanda û welatên Îskandînavya yê bi rêkûpêk têne birêxistinkirin. Xebatên ku di warên qursên ziman, atolyeyên zarokan, sînema, şano, çalakiyên hunerî yên jinan, komên muzîk û govendê, lêkolînên akademîk û festîvalan tên meşandin, qadeke fireh a çandî ava dike.
Taybetmendiya van xebatan ew e ku çandê tenê weke mîrateyek were parastin nagre dest. Ji bo hebûn û nasnameya civakekê her tim şîn û geş bibe û civaka Kurd bi reng û dengê xwe û zimanê xwe bijî, têdikoşe.
Bêguman hîn jî şerên qirkirinê li ser çand, ziman û hebûna me Kurdan berdewam e.
Gelê Kurd ê li diasporayê bi vê zanebunê li dor çanda xwe kom dibe û ji kolanan heta navendên çandî, ji bo pêşxistina xebatê hewldan dide. Hebûna Kurdan li Ewropayê êdî bi koçberî, diasporayê an jî tenê bi mijara entegreya antî demokrat nayê qebulkirin. Li gelek bajarên Ewropayê, Kurd bi ziman, muzîk, wêje, govend, şano û bîranîna xwe ya civakî, qadên çandî yên zindî ava dikin. Saziyên çandê, Tev Çand Ewropa û Hunera Mizgîn ji van saziyan e ku bi salane xwe di gelek beşên çandî û hunerî de bi rêxistin dike. Navendên çandê li seranserê Ewropayê roleke girîng dilîzin. Ne tenê çalakiyên çandî, ji bo feraseteke etîk û estetîk, civaka demokkratîk û bi hilberîna jinê pêş bikeve xwe bi rêxistin dike. Perwerdehiya ku tevlîbûna zarok û ciwanan dike navenda xwe, dibe yek ji aliyên bingehîn ên vê xebatê.
Bi taybetî di warê ziman û şêwaza jiyana Kurdewarî de, jin, zarok û ciwan li dora navendên çandî kom dibin. Ji bo zarok û ciwanên Kurd ên ku li Ewropayê mezin dibin, têkiliya wan bi zimanê Kurdî re her dem bi awayekî xwezayî pêş nakeve. Pergala kapîtalîst jî bi awayekê sîstematîk xwe bi rêxistin dike û civakan di nava xwe de dihelîne. Xala herî grîng jî ziman dihelîne. Ji ber vê yekê hînkirina zimanê Kurdî yek ji mijarên sereke yên xebatên çandî ye. Ziman bi rojane, di muzîk, şano, govend û beşên din yên çandî de tê bikaranîn. Lewra gelek zarok û ciwan di saziyan de, bi rêya van xebatan zimanê xwe fêr dibin.
Di çand û hunera kurdî de rola jinê
Di xebatên çandî yên Kurdî de divê rola jinan bi awayekî taybet were nirxandin. Jin di veguhestina çanda kevneşop de her dem xwedî roleke girîng bûye. Di dîrokê de jina Kurd her wext weke stûna jiyanê çand û civakê parastiye. Ji Meryemxan heta Fatma îsa, ji Eyşeşan heta Mizgîn û Delîlayan, di hunera Kurdî de her wext çandeke berxwedêr a li derdora jinê ava bûye. Li qada Ewropayê, hunermendên jin ku di bin banê Hunera Mizgîn de vê çandê berdewam dikin, di warê hişmendiya dîrokî de jî, xwedî ezmûn û hêzê ne. Di xebatên çandî yên li Ewropayê, jin her ku diçe zêdetir wek hunermend, perwerdekar, lêkolîner, organîzator û hilberînerên çandê derdikevin pêş. Li gelek qadên xebtên me û beşên hunerî de keda jinê li pêş e. Di pêşxistina jiyana folklorîk û xebatên hunerî yên girêdayî mîrateya çandî ya Kurdî cihê girîng digrin.
Bê guman rola jin di qada çandê de, tenê bi çalakiyên hunerî ango hin xebatên qurs û perwerdehîyê ne sînordar e. Weke hilberînerên sereke di warê muzîk, dengbêjî, şano, sînemayê, wêje û nivîsandinê, govend û koreografiyê, lêkolînên çandî û heta perwerdehiya zarokan de rola jinê diyarker e. Bi taybetî di navendên çandî de, li derdora civaka demokratîk de, yên ku pêşengtî dike û erka perwerdê digre ser xwe dîsa endam û hunermendên jîn in. Ji ber vê yekê, di pêşeroja xebatên çandî yên Kurdî li Ewropayê, hunermendên jin û beşdariya wan di biryardayînên çandî de weke mijareke bingehîn tê dîtin. Hunera Mizgîn bi vê erka xwe ya grîng, xwe li hemu welatên Ewropayê birêxistin dike.
Pêşxistina hestên kurdewarî divê bingeh be
Di navbera kevneşopî û nifşên nû de, muzîka Kurdî yek ji qadên herî zindî yên çanda Kurdî ye li Ewropayê. Ji stranên folklorîk heta yên nûjen, di şevên çandî, konser û mîhrîcanan de, muzîka Kurdî roleke grîng ji bo nifşên nû dilîze. Gelek nirxên çandî bi rêya van çalakiyan tên parastin. Weke dîrokeke devkî, dengbejî heta roja me hatiye. Ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend û muzîkjen, bi kevneşopiya Hunerkomê xebatên xwe li Ewropayê didomînin. Xebata herî zindî jî ev e. Armanca xebatên muzîkê ne tenê li gelek komel û navendên çandê dayîna dersên muzîkê ye. Her wiha di pêşxistina hestên Kurdewarî de ku bi awaz û helbestên jiyanê tên hunandin, xurtkirina hişmendiyê ye jî.
Bêguman paşeroja muzîka Kurdî tenê bi dubarekirina berhemên kevn nayê mîsogerkirin. Divê nifşên nû jî derfet bibîne ku muzîka xwe biafirîne û mekanîzmayeke perwerdehîyê her tim li pêş be. Dema em behsa perwerdehiya muzîkê di navendên çandê de dikin, divê em tenê bi hînkirina repertuwara folklorîk re sînorkirî nemînin. Îro lewaz be jî, li gelek navendan, hînkirina enstrumanên kevneşopî, perwerdehiya deng, bestekirin, tomarkirin, karê stûdyoyê, amadekariya sehneyê, koroyên ciwan û zarokan, hilberîna muzîkê û heta ya dîjîtal jî weke parçeyên vê perwerdehiyê tê dîtin.
Ji pêşandaneke folklorîk wêdetir
Govend yek ji qadên herî xuya yên çanda Kurdî ye. Lê dîtina govendê tenê wekî pêşandaneke folklorîk, wate û girîngiya wê kêm dike. Govend tevgera laşî, muzîk, rîtm, hesta civakbûnê, cil û bergên kevneşopî, çanda merasîman û veguhastina çandê ji nifşên nû re di nav xwe de dihewîne. Cil û bergên kevneşopî, hunera deqê, dengbêjî û muzîkê, şêweyê jiyana civakê di hundirê xwe de dihewîne.
Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin kû, xebatên govendê dikare pêşeroja gelek ciwan û zarokan biguherîne û li ser nirxên çandî jiyanek pêş bixe. Perwerdehiya birêkûpêk a govendê di navendên çandî yên Ewropayê de dikare bibe veberhênaneke girîng a çandî. Bi salan e ji Şehîd Binevş heta Kasım Engîn, gelek rêwiyên dilsozê axa xwe di govendên Kurdistanî de cih digirin. Îro nêzî sê hezar ciwanên Kurd ji çar aliyên Ewropayê di xebatên govendê de cih digirin. Ji van ciwanan sedî heştê jin in.
Kampên perwerdehiya govendê û mîhrîcanên salane ahengekê didin van sînorên sar û bêdeng. Bi rastî, bi rêya govendê dîwarên koçberiyê tên hilweşandin. Ciwan bi vê xebatê nasname û çanda xwe nas dikin. Govend ji bo zarok, ciwan û mezinan dibe qadeke hînbûn û afirandinê.
Perwerdehiya govendê dikare bi hînkirina muzîkê û zimanê Kurdî jî were girêdan. Bi vî awayî, zarok ne tenê fîgurên govendê hîn dibin, lê muzîka wê, peyvên wê, cil û bergên wê û çarçoveya çandî ya ku tê de derketiye holê jî nas dikin. Govend di çanda Kurdî de tenê reqs e, lê pratîkeke çandî ye ku muzîk, laş, rîtm, civakbûn, bîranîn û hesta hevbeşiyê ye.
Pêşketina beşên nûjen
Xebatên sînemaya Kurdî li Ewropayê nû ye. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê (DKFF) festîvaleke sînemayê ye ku hewl dide sînemaya Kurdî û çîrokên Kurdan bi temaşevanên navneteweyî re bide nasîn. Di vê festîvalê de fîlmên dirêj, fîlmên kurt û belgefîlmên derhênerên Kurd tên nîşandan. Festîval di nav xwe de tenê mijara sînemayê nagre dest. Dîrok, jiyana civakî, serpêhatiyên jinan, ciwanan û komên cuda jî digre nav xwe. Di sala 2026‘an de festîval cara sêyemîn hate lidarxistin. Gelek berhemên balkêş ên gîştî û berhemên jin derketin pêş. Ev xebat di navbera şanoger û sînamegeran de jî dibe weke pirekê. Gelek lîstikvan, senarîst û derhêner tîne gel hev. Di encama vê pêvajoyê de, xebatgehke hate lidarxistin û biryar hate girtin ku sînemagerên jin rêxistinbûyîna xwe ya xweser ava bikin.
Ma polîtîkayeke nû ya çandî pêkan e?
Di pêşerojê de xebatên çandî yên Kurdî li Ewropayê dikarin bi sê pirsên bingehîn re rû bi rû bimînin:
Yekem: Mîrateya çandî dê çawa were parastin?
Duyem: Ev mîrate dê çawa bigihîje zarok û ciwanan?
Sêyem: Nifşa nû dê çawa hilberîna xwe ya çandî biafirîne, (bi kêjan hişmendî û polîtîkayê ) ji nû de avakirinê de wê çawa çanda xwe saz bike?
Bersiva van her sê pirsan ji hev ne cuda ye.
Xebateke çandî ku tenê behsa rabirdûyê dike, dibe ku di danîna têkiliyên bi nifşa nû re zehmetiyan bibîne. Xebateke ku tenê li ser hilberîna nû ya îroyîn disekine jî, dikare ji bîra dîrokî dûr bikeve. Ji ber vê yekê, pêdivî bi modelekê heye ku bîra dîrokî biparêze û di heman demê de derfetên nû yên hilberîna çandî veke. Ji bo guhertina hişmediya serdest çand dikare bibe hêza veguherînê. Modeleke ku hemu rengan bigre nava xwe pêş bixe. Çand ne hebunên homojen, sîyasî an jî hişk in, lê rengîn û xwezayî ne. Di modela civaka demokratîk de gelek rengan tîne gel hev û hîyerarşîyê qebul nake. Huner, etîk û estetîk şêweyê îfadekirina wê ye. Lewra nabe ku çand di destê hişmendîyên teng û deshilatan de were birêvebirin. Yên ku para xwe ji etîk û estetîkê negirtibe nikare di nava çandan de jiyan bike. Yên ku bi nexweşîyên deshilatdriyê dijîn nabe ku di modela civaka demokratîk de, bibe awaz û helbesta civakê. Lewra modela paradigmaya civaka demokratîk, wekî di despêka dîrokê de civaka xwezayî li derdora dayîk û dapîrên me de kom bibûn, îro dîsa bi heman hêza jinê a xwe dispêre cewhera xwe, jiyanî bibe.
Di vê modelê de piştgirîkirina hunermendên jin, perwerdehiya ziman û çandê ji bo zarokan, avakirina dibistanên muzîk û govendê, şano peyker û hwd. beşdarbûna ciwanan di huner û çandê de û pêşxistina projeyên hevpar di navbera saziyên Kurdî yên Ewropayê de dikarin bibin mijarên sereke. Dibe ku nêzîkatiya sereke ya serdema nû ew be ku em ji parastina çandê derbasî hilberîna hevpar a çandê bibin. Çand bi rastiya hilberînê an jî afirandinê jiyana xwe didomîne.
Çand, ne qadeke ku tenê ji aliyê saziyekê an jî komeke teng ve tê hilberandin. Li her deverên ku zindewar lê hene çand heye û tenê bi komekê ango saziyekê nikare were birêvebirin. Bêguman, pêwîst e ku çand bibe qadeke hevpar ku hemû beşên cuda yên civakê bikaribin hebûna xwe tê de bibînin.
