Sembola wêrekî û serîhildanê: Sourjurner Truth

- Sebelan Kılıç
8 views
Ji Xwûşkên Mîrabal a ji Domînîkê heta Phoolan Devî ya ji Hindîstanê, ji berxweana jinên Polonî heta Arjantînê, ji serîrakirina Berîtan heta jinên Şengalê…Jin li dijî her cureyên tundiyê ji bo paşerojeke azadtir bê tereddût canê xwe feda kirine û serî netewandine

Tundiya li ser jinan îro yek ji pirsgirêkên herî mezin ên mirovahiyê ye. Bingeha vê çanda tundiyê bi qasî dîroka mirvahiyê kevn e. Ji destpêka şaristaniyan û vir ve tundî weke amûrekî serdestiyê hate sepandin. Di herikandina dîrokê de zihniyeta mêrserwer berê şûrê xwe zivîrand jinê û heya roja îro ev dijminatî didome. Li dijî vê dijminatiyê serîhildan û tekoşîna jinê jî rû da.

25’ê Mijdarê; roja ku ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye sembola berxwedan û têkoşînê.

Roja Têkoşîna li Dijî her cureyên Tundiya Li Ser Jinê. Li seranserê cîhanê jin di vê rojê de careke din dîroka têkoşîna jinê bibîr tîne.

Têkoşîna li hemberî zihniyeta desthilatdar, pergala ku 5 hezar salin jinê di bin serdestiya xwe de xwestiye bifetisîne û pergala kapîtalîst modernîte yê ku dijminatiya herî dijwar li hemberî jinê dike.

Di 25’ê Mijdarê de her wiha berxwedana jinên ku ji bo paşerojeke wekhev, azad û serbixwe canê xwe kirine mertal û bi mîrasa xwe hîn jî şewq didin têkoşîna jinê, tên bibîranîn.

Bêgûman, têkoşîna jinan di her serdem û kêliyên dîrokê de, li dijî hemû zext û zordariyan, bênavber û bi biryardariyeke xurt berdewam kiriye û hîn jî didome.

Lê wateya 25’ê Mijdarê ne pîrozbahiya destkeftiyên jinê ya li hemberî desthilatdariya pergala baviksalar e.

Di vê rojê de jin nahêle ku, rûyê qirêj û hovitiya ku vê pergalê li hemberî jinê pêkanîye û hîn jî pêktîne, ji bîr bike û her dem hişyar bimîne.

Ji Xwûşkên Mîrabal a ji Domînîkê heta Phoolan Devî ya ji Hindîstanê, ji berxweana jinên Polonî heta Arjantînê, ji serîrakirina Berîtan heta jinên Şengalê…. Jin li dijî her cureyên tundiyê ji bo paşerojeke azadtir bê tereddût canê xwe feda kirine û serî netewandine.

Yek ji wan jinên ku li dijî pergala bişaftina vîna jinê serî netewand Sojourner Truth e.

Soujourner di sala 1797’an de li New Yorkê, di koletiyê de hate dinê.

Ji ber ku Soujourner koleya malbateke Holendî bû, zimanê wê yê zikmakî flamanî bû. Hîn di zaroktiya xwe de malbata Holendî wê firotin malbateke Îngilîz. Ji ber ku Soujurner zimanê Îngilîzî fêhm nedikir malbatê dest bi tundî û lêdanê kir. Di heman demê de îstismara zayendî jî bibû rastiyeke jiyana rojane.

Jiyana ku bi tundîtî û kiryarên dijmirovî dagirtî bû

 Ji bilî ku jiyana wê ya koletiyê bi êşên giran re dagirtî bû,  her wiha bi awayeke sîstematîk ji aliyê xwediyê xwe yê sipî ve hat tecawîzkirin. Ji ber ku ‘zilamê sipî’ her mefê di xwe de didît ku kiryarên dijmirovî li hemberî koleyan pêkbîne.

Di sala 1815’an de bi koleyek din re bi zorê hate zewicandin û ji wê zewacê 5 zarok anî dinê.

Soujourner tevî hemû dijwariya jiyan û koletiya ku lê hatibû ferzkirin, jinek xwedî rûmet û bi hêz bû. Di sala 1827’an de, salek beriya ku qanuna hilweşandina kolatiyê bikeve meriyetê, bi keça xwe ya 9 salî re ji koletiyê direve û xwe dispêre malbateke têkoşer. Malbat Sojourner û keça wê bi 20 dolaran ji koletiya wan dikrin û bi wî awayê ew rizgar dikin. Soujurner ji neçariyê çar zarokên xwe yên din li cem malbata ku ji wan reviyabû hişt. Piştî demekî agahî stend ku xwediyê wê yê berê kurê wê, Peter, bi awayekî neqanûnî firotiye malbateke din.  Ji ber ku li gor zagonên koledariyê ya wê demê, zarokên ku kole bên, pêwist bû ku heta 20 saliya xwe li cem malbata sipî bixebitin. Bi alîkariya malbata ku wê rizgar kirin û xwedî lê derketin, Sojourner li dijî xwediyê xwe yê berê doz vekir. Di heman demê de qanuna hilweşandina sîstema koletiyê jî ketibû meriyetê û doza ku Sojourner li hemberî zilamek sipî vekiribû deng da. Sojourner di doza xwe de bi ser ket û bu yekem jina ku li hemberî pergala koledariya demê bi ser ket û welayeta zarokê xwe stend.

Ji koletiyê ber bi pêşengiyê ve

 Sojourner di pêvajoya doza lawê xwe de tevlî tevgerên li dijî koledariyê dibe û her wiha ji bo mafê reşikan yên nû ji koletiyê azad bûne têdikoşe. Lewra her çiqas li gor qanuna nû koletî bi dawî bibe jî,  kiryarên nîjadperest ya li hemberî reşikan bedewam dikir.

Sala 1843’an ji bo Soujurner Truth rûpeleke nû vekir.. Tevî ku wê tu perwerde nedîtibû jî, xwedî hêzeke mezin a axaftinê bû. Soujurner bi axaftinên xwe yên bibandor dikarîbû bala girseyên mezin bikişîne û wan li dora xwe kom bike. Di sala 1844’an de, tevlî rêxistina dijî koledariyê ya bi navê Komeleya Perwerde û Pîşesaziyê ya Northamptonê bû. Soujurner bi hêzgirtina ji tevgera rizgariya ji koletiyê bi biryardariyeke xurt xebat meşand. Êdî ew veguherîbû çalakvaneke ku ji bo mafên wekhev ên mirovan û jinan têdikoşiya.

“Ma ez ne jinek im?’

Sojourner Truth di sala 1851’ê de, di Kongreya Mafên Jinan de ku li eyaleta Ohio hate lidarxistin, axaftina herî bibandor a jiyana xwe kir:

“Ew zilamê li wir dibêje ku dema ku jinek siwarî erebeyê dibe an ji çalan derbas dibe divê alîkariya wê bê kirin û di her rewşê de divê ew li cihê herî baş rûne. Lê dema ku ez siwarî erebeyê dibûm an di nav heriyê re derbas dibûm, kesî alîkariya min nekir û cihê herî baş jî nedan min. Ma ez ne jinek im?”

Di dawiya axaftina xwe de, wê milê xwe yê rastê ber bi jor ve rakir û got: “Min erd cotkir, çand, hilberîn berhev kir û bir ambaran, bêyî ku zilamek li ser serê min bû. Ma ez ne jinek im?” Piştî vê axaftinê, ew bêguman bû yek ji sembolên girîng ên tevgera mafên jinan û tevgera li dijî koletiyê.

Sojourner di tevahiya jiyana xwe ya piştî koletiyê ji bo mafê reşikan ê jinên reşîk têkoşîya. Di civînan de serpêhatiyên xwe vedigot, derbarê koledariyê û kiryarên pergala koledariyê de nivîsên bibandor nivîsand. Ji bo koleyên ku azad bûn ji mafê erd û milk bêpar nemînin di sala 1860’an de bi deh hezaran îmze kom kir û pêşkeşî Kongreyê kir. Lê Kongreya Netewî ev daxwaza reşîkan red kir. Sojourner heta dawiya jiyana xwe ji bo mafên wekhevîyê dev ji têkoşîna xwe berneda. Soujorner Truth li ser sepêhatiyên xwe her wiha pirtûkek jî nivîsand ku heya îro jî wek mînaka têkoşîna jinên reşik tê pênasîn.