Di bin siya tundiya dewletê de têkoşîna ‘Jina Jiyan Azadî’

- Gelawej Ewrin
16 views
Ev rewş hem mîlîtarîzekirina eşkere ya civakê ye, hem jî nîşaneya tirsa kûr a pergala serdest e ku dixwaze nifşên nû di nava çandeke mirin û tundiyê de mezin bike. Di nava vê atmosfêra tarî de, yê ku herî zêde dibe armanca yekser a êrîşan, bêguman jin in.

Ji sala borî ve axa Îran û Rojhilatê Kurdistanê di bin siya şerekî giran û piralî de dinale; şerekî ku carnan bi rûyê xwe yê herî hov û xwînî geş dibe û carnan jî di bin rûpoşên cuda de rûyê xwe yê kirêt nîşan dide. Ji xwe rewşa nediyariyê rewşek e ku hêzên herêmî û sermayedarên cihanî bi zanebûn li ser civakan ferz dikin. Bi vê yekê re dixwazin civakan birizînin û ji zindîbûnê dûr bixin. Lê belê rewşa şer a li vî welatî bêguman ne tenê şerekî çekdarî ye ku di navbera du hêzan de tê meşandin, lê şerekî pir alî ye ku di demên krîtîk de dikeve meriyetê û birînên xwe yên kûr li ser ruh, hiş û bedena civakê bi cih dihêle. Em li vir tenê behsa şerê çekdarî nakin, di heman demê de behsa şerê derûnî û şerê taybet ê rejîmeke faşîzan jî dikin ku di bin nîqaba parastina welat û deskeftiyên qaşo “şoreşa îslamî” de, bi kîndariyeke mezin serî li her cure rêbazên qirêj dide.

Mîlîtarîzekirina civakê û bi taybetî jî ya jinan

Yek ji gavên herî bi xeter û tirsnak ên ku di van mehên dawî de em şahidiyê ji wan re dikin, mîlîtarîzekirina kûr a civakê û bi taybetî jî ya jinan e. Rojane bi sedan jin di bin navê saziyên wekî Besîc de li kolanan tên komkirin û fêrî perwerdeyên leşkerî tên kirin. Heta bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re li gelek dibistanan bi hezaran zarok û bi taybetî jî keçên di bin deh saliyê de, bi zanebûn fêrî bikaranîna amûrên leşkerî tên kirin. Ev rewş hem mîlîtarîzekirina eşkere ya civakê ye, hem jî nîşaneya tirsa kûr a pergala serdest e ku dixwaze nifşên nû di nava çandeke mirin û tundiyê de mezin bike. Di nava vê atmosfêra tarî de, yê ku herî zêde dibe armanca yekser a êrîşan, bêguman jin in. Rejîma Îranê ku di warê darvekirina jinan de li cîhanê di rêza pêşîn de ye, bi sedan jin bi cezayê darvekirinê re rûbirû hiştine. Tenê di salên dawî de bi dehan jin bi darvekirinê hatine qetilkirin û hejmara qetilkirina jinan bi hincetên “namûsê” an jî tundiya malbatî gihiştiye asteke ku wekî qeyraneke civakî ya mezin tê dîtin. Di gel vê yekê, girtinên sîstematîk û polîtîkaya wendakirina bi zorê bûne amûrên sereke yên rejîmê da ku bi sedan jinên çalakvan, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bêdeng bikin.

Tundiya sîstematîk gihiştiye lûtkeyê

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên mafên jinan ku amarên salên dawî (2025 û destpêka 2026’an) belge dikin, tundiya sîstematîk û polîtîkayên darvekirinê yên li ser jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gihiştine asteke pir metirsîdar û rekor. Ger em li gorî reqem û daneyên fermî û belgekirî yên van saziyan binirxînin:

  • Darvekirina Jinan:

Li gorî amarên salane, Komara Îslamî ya Îranê di warê darvekirina jinan de di cîhanê de di rêza pêş de ye. Di sala 2025’an de herî kêm 48 heta 61 jin hatine darvekirin, ku ev yek li gorî salên berê zêdebûneke mezin (nêzî 55-60%) nîşan dide. Piraniya van jinan bi hincetên wekî “kuştina mêrên ku zext û tundiyeke giran li wan kirine” (qisas) an jî bi tawanên tiryakê hatine darvekirin. Di sala 2026’an de darvekirinên bi vî rengî bi lez berdewam kirine û tenê di nava çend mehan de bi dehan jinên din re cezayê darvekirinê hatiye birîn an jî hatiye cîbicîkirin.

  • Kuştina Jinan û Tundiya Malbatî:

Li gorî rapora saziyên mafên mirovan, her sal bi sedan jin di bin navê “namûsê” de an jî ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin. Ji ber ku gelek bûyerên tundiya navmalbatî di bin siyara kevneşopî û qanûnên rejîmê de veşartî dimînin, amarên rastîn ji yên hatine ragihandin pir zêdetir in. Lê belê zêdebûna rêjeya kuştina jinan di salên dawî de bûye sedema qeyraneke civakî ya mezin.

  • Girtinên Sîstematîk û Çalakvanên Siyasî:

Bi sedan jinên aktivîst, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û xwendekar bi tawanên siyasî û bi hincetên ewlehiyê hatine girtin. Hin çalakvanên jin ên kurd (mîna Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî) bi îdiayên giran û cezayên darvekirinê re rûbirû ne.

Tirsa rejîm ya herî mezin hevgirtina jinan e

Şêwazên tundiya li ser jinan her roj rengên cuda digirin; Komara Îslamî bi rêbazên pir zirav tundiyê bi zanebûn derdixe nava malbatan, li wir mêr jinan qetil dikin an jî rastî îşkencedanê tînin, lê di bin parastina qanûnên pergala mêr-serdest de nayên cezakirin. Dewlet bi vî rengî dixwaze civakê bi qeyranên rojane ve mijûl bike da ku tu carî nikaribe dengê xwe li hemberî zordariya sîstematîk bilind bike. Wekî din, rejîm di warê şerê taybet de polîtîkaya dabeşkirinê jî dimeşîne, jinên bi hicab û bêhicab li beramberî hev bikar tîne û hewl dide ku têkoşîna hevpar a jinan bi riya çêkirina nakokiyan bê wate bike. Lê belê rejîm pir baş dizane ku tirsa wê ya herî mezin hevgirtina jinan e.

Li hemberî vê tarîtiyê, bersiva herî bi rûmet û dîrokî ji nava ruhê azadiyê yê jinan bi xwe radibe. Çareseriya bingehîn û riya yekane ya rizgarbûnê ew e ku jin dest ji çarenûsa ku desthilatdarî ji wan re dibêje bernedin, berevajî vê yekê, li ser xeta şoreşa jinan a ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” deng veda, xwe birêxistin bikin. Xweparastin ne tenê bi çekan e, lê bi parastina hiş, çand, ziman, ruh û bedena xwe ye. Ji ber wê ye ku di vê dema nediyar de girîng e jin komînên parastinê, malên jinan û meclisên xweser ava bikin û bi zîhniyeta hevpar lîstikên rejîmê vala derxînin.

Pêşeroja Îranê wê bi destê jinan were hûnandin

Nabe ku ji bo me jinan tu carî ewqasî girîng be ku kesek serê xwe girtiye an vekiriye, ji ber ku ya girîng armancên me yên hevpar in. Ji xwe armanca esasî ya rejîmê heye ku Şoreşa Jin Jiyan Azadî ji cewhera xwe ya polîtîk û civakî derxîne û tenê bi mijara hicabê ve girê bide. Ji xwe niha zêde mudaxeleyî hicaba jinan nake. Wek ku nîşan bide wa ji we re me azadî aniye! Azadiyê û xwesteka ji bo jiyana azad dadixe asta herî kêm û bê wate dike. Em hemû bi awayekî mexdûrên vê rejîmê ne, her yek ji me bi awayekî ji Komara Îslamî birîndar bûye û darbe xwariye. Girîng e ku têkoşîna jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro bi vê hişmendiyê mezin bibe û xurttir bibe. Ev şoreş bi awayekî zelal nîşan dide ku ti sîstema faşîst nikare li hemberî îradeya jineke azad û rêxistinkirî bisekine. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, amadekariya jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo her cûre rewşeke ku di pêşerojê de biqewime jî xwedî girîngiyeke pir mezin e û divê ev yek bê xurtkirin. Bêguman, paşeroj ne ya zordaran e, lê ya jinên berxwedêr e ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ber bi siberojeke ronî ve dimeşin. Pêşeroja Îranê wê bi destê jinan were hûnandin û Îran jî wê bi hiş û aqilê azad ên jinan demokratîk bibe. Girînge di van demê zehmet û dijwar de, jinên Kurd û hemû jinên Îranî li hember nêzîkatî û hişmendiyên faşîzan ku ji her alî ve di bin kirasê şer de tê ferzkirin, bisekinin û tekoşîna xwe bilind bikin.