Ziman û wêje

- Roza METÎNA
30 views
Ziman û wêje du têgehên girîng in û hevdu temam dikin. Ziman bingeha nasname û famkirina ji jiyanê ye. Wêje jî li ser esasê dewlemendiya ziman pêş ketiye. Her du jî wekî teşeyekî jiyanê di mejiyê mirovan de cihê xwe girtine. Loma car caran bêyî ziman û wêjeyê wateya jiyanê jî kêm dimîne.

Ziman û wejê xwediyên taybetmendiyên gelekî mezin in. Estetîk, jêneger, şêwazeyek ji jiyanê, efsûn, wateyeke ji dil, carinan xewneke kûr, carinan jî keleceneke li ser dil in…Her mirovek dikare ji aliyê xwe ve şîrove û wateyekê lê zêde bikin. Jixwe yek ji aliyên taybet ev e. Kesên têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de fêm bikin wê jiyanê û efsûna gelek tiştên dinê çêtir fêhm bikin. Ji ber ku ziman û wêje deriyekî dinê yê bi wate yê jiyanê ye. Perdeya li pêş çavên mirovan radike. Hêvî û birdoziya di hiş de xurtir dike. Heta bandorê li ser kesayet û şêwaza jiyana mirovan jî dike. Lê belê divê mirov berê vê rastiyê bikaribe fêhm bike. Ez pir caran li kesên dibêjin, “Ez ji helbestê hez nakim” rast hatime. Ji ber ku ew negihiştine efûna helbestê loma jî dibêjin “Ez ji helbestê hez nakim”. Jixwe helbest jî perçeyekî wêjeyê ye. Belê rast e her cureyekî wêjeyê xwediyê efsûn û taybetmendiyeke mezin e. Heta mirov li berxwe nede nikara zû bi zû xwe bigihîne vê efsûnê.

Gelek aliyên taybet ên vê efsûnê hene. Kesên li ser têgehên ziman û wêjeyê serwext in wateyeke cudatir û kûrtir dikarin li jiyanê bar bikin. Hişê wan ê analîtîk jî pêş dixe û di warê fikirandinê de asoya mirov berfireh dike. Mirovên bixwînin, bixwazin wêjeyê fêhm bikin di warê têkiliyên jiyanî de jî hîn bêhtir serkeftî ne. Dikarin rihê empatiyê bêtir pêş bixin û xwe hîn rehetir rave bikin. Dikarin têkiliya çima-encamê zûtir fêhm bikin. Dikarin nalîz bikin û bi awayekî gerdûnî li cîhanê binêrin. Mirov wê demê dikare kapasîteya çareserkirina pirsgirêkan bi xwe zêde bike. Xwînerên baş dikarin hêza xeyalên xwe jî bêtir pêş bixin. Metafor, kesayet, cih, sîmge, bûyerên di pirtûkan de cih digirin, hêza xeyal û ramanên mirov xurt dikin.

Ziman û wêje civakî ne

Di heman demê de ziman û wêje civakî ne. Jiyaneke hevpar û wekhev di nava xwe de dihewîne. Dîsa têgehên wekî edalet, demokrasî, azadî, aştiyê di nava xwe dihewîne. Xwediyê dewlemendiyeke erdnîgarî, herêmî, dîrokî, xwezayî ye. Mirov dikare li ser van dewlemendiyana xwe bi salan xwedî bike. Loma jî lêkolîn û hewldaneke ji dil pêwist e. Bi aliyê xwe yê hunerî û estetîk hêviyê geş dike. Kesên xwe hînî xwendinê bikin zû bi zû nikarin dev ji xwendinê û vê dewlemendiya ziman û wêjeyê berdin. Wêje ne tenê xwendin û nivîsandin e. Fêhmkirina wateya jiyanê ye. Ew tenê ne rabirdûyek e. Di heman demê de fêhmkirina siberojê ye. Fêmkirina dengbêjên ji dil dinale ye. Fêhmkirina çend bendên Dayê Tewrêza Hewramî, fêhmkirina dengê xweş ê Fatma Îsa, fêhmkirina Mestûre Kurdistanî, Baba Tahirê Uryan e…

Ziman û wêje stûn û nasnameya gelekî ye

Ziman û wêje stûn û nasnameya gelekî ye. Dewlemendiya şêwaza gelekî ye. Bingeha çand, huner û şaristaniyê ye. Têgihştineke kûr e. Aramiyekê di dil de ava dike. Ew pireke di navbera gelên cîhanê de ye. Ne tenê gotinên xemilandî ye. Her gotineke wêjeyê mirov ber bi asoyeke dinê ve vedike. Mirovên bi ziman û wêjeyê mijûl dibin xwe bera nava bîreke kûr didin. Li dû keşifkirinekê diherin. Ev nêrina wan a jiyanê diguherîne. Ziman û wêje nahêle, kêliyên jiyana mirovan vala derbas bibe. Eynika civakê ye. Ronahiyeke rabirdû û siberojê ye. Ev ronahî mirov tîne ser hemdê xwe. Bextewariyeke cuda di dil de ava dike. Wê demê jiyan nabe jiyaneke ji rêzê. Xwesteka lêgerîn û lêkolînê zêdetir dike.

Ziman wêjeyê, wêje jî ziman pêş dixe

Mirov wexta bixwaze çand û şêwazên jiyanê yên nû nas bike divê tu carî dev ji wêjeyê bernede. Xwedîderketina li nirxên civakî jî di nava xwe de dihewîne. Her wiha dibe sedema lêpirsîna nirxên cuda. Ji bo fêhmkirina ziman û wêjeyê sebir û deyax jî lazim e elbet. Ziman wêjeyê, wêje jî ziman pêş dixe. Lê fêhmkirina vê yekê tiştekî cudatir e. Fêhmkirina vî tiştî di heman demê de şêwaza şîrovekirina mirovan jî dikare biguherîne. Qezenckirina fikreke estetîk ev yek bi xwe ye.

Fêhmekirin, lêkolînkirin, hîskirin, lêpirsîna li ser ziman û wêjeyê berpirsiyariyeke mirovî ye. Ger em bixwazin çareseriyên nakokiyan û pirsgirêkan jî zû çareser bikin divê em ji aliyekî ve jî rastiya ziman û wêjeyê fêhm bikin. Hinek kodên çaresiyan di ziman û wêjeyê de jî veşartîne. Kesên hêz û behreya lêpirsînê winda kiribin, wê nexwazin vê yekê jî fêhm bikin. Ji ber ku ziman û wêje perçeyekî  hêz û behreya lêpirsînê bi xwe ye. Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya hestekî azad, fêhmkirina ziman û wêjeyê jênger e.

Nêrîn û hestên cuda

Kesên ji behreya ziman û wêjeyê ne dûr bin dikarin hestên cuda di dilê xwe de biafirînin. Tabloyekê bifikirin. Her kesên li wê tabloyê dinêrin bi nêrîn û hestên cuda lê dinêrin. Loma jî nêrîn û hestên cuda yek ji taybetmendiyên vê beşê ne. Li gel nêrîn û hestên cuda behreyeke mecazî jî mijara gotinê ye. Fêhmkirina aliyên mecazî yên metnên wêjeyî jî bi xwe hunereke giranbiha ye. Ev huner bandorê li derûniya mirovan jî dike. Kesên bi wêjeyê mijûl bin wekî derûnî jî xwe zexm hîs dikin. Ji ber ku ji aliyê hestan ve, ji aliyê zanebûnê ve, ji aliyê bîr û baweriyê ve, ji aliyê barkirina wateya li jiyanê ve, ji aliyê lêkolîn û lêpirsînê ve xwe pêş dixin. Xwe wiha xwedî dikin.

Fêhmkirina bi perspektîfeke birdozî

Mirovên bi wêjeyê eleqedar in di warê polîtîkbûn û birdoziyê de jî çend gavan li pêş in. Birdozî ji aliyekî ve xwedîkirina dewlemeniya di dilê mirovan de ye. Mirovên ji wêjeyê hez bikin û li ser wêjeyê bisekinin her wiha wê dewlemendiya di dilê xwe de jî xwedî dikin. Hêmanên polîtîk û birdozî gelek caran di wêjeyê de xwe derxistine holê. Fêhmkirina bi perspektîfeke birdozî ya metnên wêjeyî perçeyekî ji vê yekê yê girîng e.

Her wiha bi çavekî wêjeyî fêhmkirina têkiliya di navbera mirovan de, gelekî girîng e. Hewldane bi çavekî wêjeyî hişmendiyeke cuda ye. Her kes nikare bi vî çavî analîzên xurt bikin. Ji ber ku ev di heman demê de hişmendiyeke dîrokî û têkoşer jî di nava xwe de dihewîne. Heqîqetekê, şopekê, exlaqekî di nava xwe de dihewîne. Ev çavê wêjeyî berê xwe dide rastî û rûmetê. Mirov di nêviyê rê de nahêle. Têkiliyeke li diji berjewendî û zilmê pêş dixe. Lê ya girîng mirov bikaribe ziman û wêjeyê di nava qadeke wekhev, azad, aştiyane de pêş bixe. Ev her sê têgehên girîng her tim li her aliyên Kurdistanê ji Gelê Kurd hat girtin. Lê belê Gelê Kurd her tim li berxwe da û dev ji ziman û wêjeya xwe berneda. Ya girîng ji vê wextê şûnde jî em bikaribin vê dewlemendiyê biparêzin.

Bi xwîna xwe li dîwaran dinivîse

Dema azadiya nivîsandinê ji mirovekê/î bê girtin wê demê jiyan lê dibe zindan. Têkoşîna hilweşandina wê zindanê jî bi xwe rûmetek e. Gelek kes wê zindanê bi israra nivîsandinê hildiweşîne. Wekî gelek nivîskarên kurd ên bi salan di zindanan de de mane. Gelek caran ji temeşakirina film, belgefilm, sînema û şanoyên li ser wêjeyê gelekî hez dikim. Loma min xwest balê bibim ser mînakekê. Min ji zûde ye li filîmekî biyan temeşa kiribû. Navê filîm xwezî bihata bîra min. Di wî filîmî de, mêrek bi wêjeyê mijûl dibû. Herî dawî wî diavêjin zindanê. Hemû tiştên di destên wî de jê digirin. Lê belê ew dîsa dev ji nivîsandinê bernade. Ew herî dawî bi xwîna xwe heta bi pîsîya xwe li dîwaran dinivîse da ku wî agirê nivîsandinê yê di dilê xwe de hinekî be jî bikaribe vemirîne. Herî dawî ew nivîskar wiha jiyana xwe ji dest dide.