Têkoşîna li dijî tundiya zayendî: Li Fransa pêşnûmeya qanûna “loi intégrale”

- Newaya Jin
15 views
Gotina ku ji aliyê tevgera jinan ve bi salan e tê dubarekirin ev e: Ne dema ku jinek tê kuştin, lê dema ku cara yekem alîkariyê dixwaze li kêleka wê bin.

Carinan dengê ku ji nav kolanên welatekî bilind dibe, ne tenê dengê jinên wî welatê ne. Li meydaneke Parîsê, çend peyvên ku li ser pankarteke di destê jinekê de hatine nivîsandin, dikarin çîroka jineke din ku bi salan e neçar maye bêdeng bimîne, vebêje. Tirsa dayikekê, hêrs û nerazîbûna keçeke ciwan û pirsa keçeke biçûk a ku dibêje “Çima?” dikarin li heman cihê hev bibînin. Ji ber ku zimanê êşa jinan zimanekî gerdûnî ye.

Dema ku jinek rastî tundiyê tê, cihê ku lê dijî, zimanê ku pê diaxive, bawerîya wê an jî çîna civakî ya ku tê de ye, pir caran rastiya bingehîn naguherîne: Jin hîn jî dikare li hemberî sîstemeke ku divê wê biparêze, bêparastin û bi tenê were hiştin. Îro jî li Fransayê, tûndî di navenda rojeva jinan de mijara serete ye.

Lê vê carê ne tenê tundî bi xwe, her wiiha helwesta dewlet, dadwerî, pergala tenduristiyê, perwerde û civakê ya li hemberî vê tundiyê jî tê pirsîn. Û jin êdî naxwazin tenê behsa tiştên ku jiyankirine bikin. Ew guhertinê dixwazin.

Ev qanûn encama têkoşîna salan e

Li Fransayê, ji bo bersiveke berfireh bide tundiya li ser bingeha zayendî ya li dijî jin û zarokan, pêşnûmeya qanûna “loi intégrale” ango qanûneke berfireh li Meclîsa Neteweyî hate niqaşkirin.

Ev pêşnûme di 11’ê Tebaxa 2026’an de, bi mohra 242 parlementerên ji 8 komên sîyasî, pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Di nivîsa ku ji 69 maddeyan pêk dihat û ji pêşîlêgirtina tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokan bigire, heta parastina mexdûran, gihîştina edaletê, xizmetên tenduristiyê, perwerde, jiyana kar û tundiya di qada dîjîtal de, qadeke berfireh digire nav xwe. Bi gotineke din; ev peşnûmeya qanûnê ne di şevekê de derket holê.

Nivîsa pêşnûmeyê, di encama berhevkirina daxwazên ku rêxistinên femînîst, parêzvanên mafên zarokan, pispor û rêxistinên ku di qadên cuda de dixebitin, hatiye amadekirin. Di amadekirina nivîsê de xebatên koalîsyonekê ku ji rêxistinên femînîst û yên parastina mafên zarokan pêk tên, roleke girîng lîstin. Di encama niqaşên pêşnûmeyê de gelek maddeyên din lê hatin zêdekirin û nivîsa pêşnûmê gihişt 110 maddeyan.

Meclîsa Neteweyî di 13’ê Cotmehê de pêşnûmeya qanûnê bi 503 dengan li hemberî 0 dengên dijber pejirand. Niha qonaxa din a pêvajoyê Senato ye; lê ji ber ku Senato kevneparêz e, parêzvanên pêşnûmeyê ditirsin ku hin pêşketinên sereke yên ku di vê pêvajoyê de hatine bidestxistin werin lawazkirin an jî ji holê bên rakirin. Tevî vê yekê, hikûmet piştrast dike ku dê piştgirê armanc û mebesta vê pêşnûmeyê be. Pêşnûme dê ji vê gavê û pê ve di Senatoyê de were nîqaşkirin.

Mijar ne tenê cezakirin e

Yek ji aliyên balkêş ên vê pêşnûmeyê ew e ku tundiya li dijî jinan tenê wekî mijareke qanûna cezayê nabîne. Pêşnûme gelek xalên girîng destnîşan dike: pêşîlêgirtina tundiyê, parastin, gihîştina dadê, piştgiriya mexdûran, parastina zarokan, tenduristî, perwerde, jiyana karê, tundiya dîjîtal û ne tenê alîkariya piştî ku tundî çêbû, lê her wiha nasîna wê berî ku pêk were.

Di pêşnûmeyê de gelek rêzik hene; ji wan jî avakirina mekanîzmayên dadweriyê yên pispor ji bo dozên tundiya cinsî û tundiya li ser bingeha zayendê, perwerdekirina endamên dadweriyê, bihêzkirina mekanîzmayên parastina zarokan a li hemberî tundiyê û baştirkirina xizmetên tenduristiyê ji bo mexdûran.

Yek ji mijarên girîng ên vê nivîsê jî pênasekirina tundiya ensestê wekî sûceke serbixwe ye. Di qanûna heyî de, ensest di hin sûcên zayendî de wekî sedemeke girantirkirina cezayê tê hesibandin. Lê ev pêşnûme dixwaze ku ew bibe sûceke serbixwe. Rêzikên têkildarî parastina zarokan jî di navenda vê pêşnûmeyê de cih digirin. Ji ber ku dema zarokek behsa tundiyê dike, gotina wî ne tenê “agahdarkirinek” e. Dema zarokek dibêje: “Ew kesî ev tişt li min kir”, divê ev hevok bibe zengila hişyariyê ji bo mezinan.

Me tenê dema ku em tên kuştin, bibîr neynin!

Gotina ku ji aliyê tevgera jinan ve bi salan e tê dubarekirin ev e: Ne dema ku jinek tê kuştin, lê dema ku cara yekem alîkariyê dixwaze li kêleka wê bin. Dema ku jinek diçe qereqolê, divê pergalek hebe ku gotinên wê cidî bigire. Dema ku jinek dibêje “Ez ditirsim”, divê bikaribe xwe bigihîne cihêkî bi ewle. Dema ku zarokek behsa tundiyê dike, divê mezinan bêdeng nemînin.

Dema ku jinek diçe dadgehê, divê neçar nemîne ku bi salan heman çîrokê dubare ji nû ve vebêje. Ji ber ku qanûn çiqas xurt be jî, ger polîs, dozger, dadger, karmendên tenduristiyê, pisporên xizmetên civakî û mamoste yên ku wan qanûnan pêk bînin ne xwedî zanîstî û çavkaniyên baş bin, dê ew nivîs tenê li ser kaxezê bimîne.

Ji ber vê yekê, divê bê dîtin ku rêxistinên femînîst ên Fransayê nîqaşê tenê bi maddeyên qanûnê ve sînordar nakin. Parêzvanên mafên jinan, ji bilî pejirandina qanûnê, daxwaza veqetandina çavkaniyên giştî yên têr jî dikin, da ku qanûn di pratîkê de jî were sepandin.

Ji ber ku ji bo jinekê, dadmendî ne tenê mafekî ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin e. Lê pêkanîna rastîn a wê mafê ya di jiyana rojane ye.

Bi taybetî di warê dadweriyê de, armanc ewe ku bi vê pêşnûme ji bo bûyerên tundiya zayendî û tundiya nav malbatê mekanîzmayên dadmendiya û dadgerên pispor bên avakirin. Lê nîqaş tenê bi pirsê “Kîjan dadgeh?” sînordar nabe. Pirsa bingehîn ev e: Dema ku jinek rastî tundiyê tê, dê pergala dadweriyê li hemberî wê be an li kêleka wê? Bersiva vê pirsê ne tenê di maddeyên qanûnê de, lê di sepandina wan a di pratîkê de dê bê dayîn.

Hêza gotina “Tu ne bi tenê yî”

Dibe ku yek ji aliyên herî xurt ên tevgera jinan ev be: êşa ku jinek dijî, ji qedera kesane veguherandina pirsgirêkekê civakî.

Dema ku jinek diaxive, jineke din wêrekî digire. Dema ku jinek dibêje “Ev tişt hat serê min”, jineke din a ku bi salan xwe sûcdar dibîne, yekem car dikare bibêje: “Wê demê sûc ne yê min bûye.” Dema ku jinek derdikeve kolanê, jineke din a ku di mala xwe de bêdeng li wê dinêre, êdî xwe tenê hîs nake. Wateya rastîn a piştgiriya hevbeş ev e.

Destê ku jin ji hev re dirêj dikin, carinan dikare tenê bi qasî têlefonekê biçûk be; carinan jî dikare bi qasî hezaran kesên ku qadekê tijî dikin, mezin be. Lê her du jî heman peyamê didin: “Ez li kêleka te me.” Ji ber vê yekê, qanûna ku li Meclîsa Fransa hate pejirandin, ne tenê nivîseke hiqûqî ye. Ev qanûn dê bibe bersiveke siyasî ji bo hêrs, êş, ezmûn û hêviya ku jin bi salan e di nava xwe de kom kirine. Lê daxwaza jinan ne tenê çend maddeyên nû ne.

Guhertina zihtinyetê

Daxwaza jinan zelal e: civakeke ku tundî normalîze nake. Pergaleke dadmendîyê ku mexdûr nayê sûcdarkirin. Nêrînekê ku tundiya mêran wekî “pirsgirêkeke taybet” nabîne. Cîhaneke ku tê de dengê zarokan tê bihîstin.

Têkoşîn dê bi derketina qanûnê re bi dawî nebe. Derbasbûna qanûnê ji Senatoyê dikare bibe qonaxeke girîng. Lê ji bo sepandina wê qanûnê dê budceya pêwîst, saziyên berpirsiyar, pispor û îradeya siyasî diyarker be.

Îro ji Parîsê heta Amedê, ji Hewlêrê heta Stenbolê, ji Berlînê heta Marsîlyayê, ji Brukselê heta Konyayê û heta jinên li çar aliyên cîhanê, bangewaziyeke hevpar didin: Em dixwazin bijîn. Bê tirs, bê tundî, wekhev û azad.

Her çiqas zimanê têkoşîna jinan cuda be jî, erd û welatên ku lê dijîn biguherin û çîrokên jiyana wan ji hev dûr bin jî, daxwaza azadiyê li hemberî tirsê, dadperweriyê, wekhevî û mafê jiyanê heman e.

Ji ber vê yekê, îro dema ku em guh didin dengê jinên li Fransayê, em tenê li ser rojeva welatekî nîqaş nakin. Em li ser jiyana xwe jî diaxivin.

Ji ber ku li ku derê cîhanê be jî, dema ku jinek dibêje “Êdî bes e!”, bersiva herî xurt a jinên din ji wê re ev e: “Tu ne bi tenê yî. Em li vir in. Û em ê bêdeng nemînin.”