Tevgera jinên Kurd di navbera tekoşîna jinan, azadiya civakî, pêkanaîn azadî û demokrastiyê de her wiha tevlîbûna çalak a jinan di siyasetê de girêdaneke taybet ava kiriye. Di vê pêvajoyê de fikirên Rêber Apo jî roleke girîng lîstine û bandoreke mezin li jinan kirye.
Dîroka tekoşîna jinan li Îranê dîrokeke ku tenê bi protestoyên îroyîn dest pê kiriye nîne. Ev dîrok bi çend dehsalan û heta bi çend sedsalan berê ve diçe û bi tekoşîn, berxwedan û lêgerîna jinan a ji bo maf, wekhevî, azadî û beşdariya siyasî hatiye avakirin. Ji bo ku em bikaribin Jin Jiyan Azadî ya ku piştî qetilkirina Jîna Amînî di sala 2022’an de li Îranê bû dirûşmeya sereke ya tevgera protestoyê baştir fêhm bikin, divê em vê dîrokê ne wek rêzek bûyerên ji hev cuda, lê wek pêvajoyeke dîrokî bibînin ku gav bi gav hatiye hûnandin.
Di vê çarçoveyê de, Jin Jiyan Azadî ne destpêka tekoşîna jinan e. Di heman demê de, ew encama lihevhatina çendîn tecrûbeyên dîrokî, civakî û siyasî ye ku di nav demê de li ser hev hatine komkirin.
Ji Tevgera Tûtinê heta Şoreşa Destûrî
Di dawiyên sedsala 19. de, jinên Îranê di gelek bûyerên siyasî de bi awayên cuda beşdar bûn. Yek ji mînakên girîng Tevgera Tûtinê ya salên 1891–1892’an e. Di vê tevgerê de jin ne tenê wek temaşevan, lê wek beşdarên çalakiya civakî û siyasî xuya bûn. Ev beşdariya jinan di dema Şoreşa Destûrî ya salên 1905–1911’an de berfirehtir bû. Jin di xwepêşandanên siyasî de beşdar bûn, di çalakiyên civakî de roleke çalak lîstin, dibistanên jinan damezrandin û komeleyên jinan ava kirin. Lê tevî vê beşdariya berfireh, jin di pergala siyasî ya nû de mafê dengdanê nedîtin.
Ev nakokî yek ji taybetmendiyên girîng ên dîroka tekoşîna jinan e; jin di avakirina tevgerên civakî û siyasî de roleke çalak digirin, lê di gelek deman de ji mekanîzmayên fermî yên xwe birêvebirinê tên dûrxistin.
Serdema Pehlevî: Modernîzasyon û Nakokiyên Wê
Di serdema Pehlevî de şert û mercên jiyana jinan bi hin guhertinên girîng re rû bi rû bûn. Derfetên xwendinê ji bo jinan berfirehtir bûn, jin hêdî hêdî ketin qada karê û di hin warên civakî de beşdariya wan zêde bû. Di salên 1960 û 1970’an de jî hin reformên qanûnî, di nav de mafên malbatî, mafê dengdanê û beşdariya siyasî ya jinan, hatin pêşxistin. Lê ev guhertin di heman demê de ji aliyê dewletê ve bi awayekî ji jor ve hatin sepandin. Ji ber vê yekê, di dîroka jinan a Îranê de modernîzasyon û azadiya jinan her tim bi heman wateyê nehatine dîtin. Li gor berjewenediyên xwe hewl dane şekil bidin nasnameya jinan a ku li ser wan hatiye sepandin.
Di sala 1936’an de, di dema Riza Şah de, qedexeya hicabê ya mecbûrî hat sepandin. Ev siyaset ji aliyekî din ve nîşan dide ku dewlet dikare bi navê «azadiya jinê» jî mudaxele li ser beden û hilbijartina jinan bike. Di bin navê modernkirina civakê û jinan de yek ji kiryarên Şah ew bû ku bi darê zorê hijab li serê jinan radikir. Ne li gor rastiya civakî ya Îranê ya wê serdemê, li gor planên polîtîk ên qaşo modernkirina Îranê, jin wek amûrek dihatin bikaranîn. Hijaba bi zorê jî yek ji van qanûnan bû.
Ji ber vê yekê, tecrûbeya serdema Pehlevî nîşan dide ku pirsgirêka jinê tenê bi reformên qanûnî nayê çareserkirin. Pirsên derbarê cihgirtina jinan di nava siyasetê de, mafê hilbijartinê, xwedîderketina li bedena xwe û hemû mafên xwe yê biryardanê jî di nav vê pêvajoyê de cih digirin.
Şoreşa 1979’an û Serdema Nû ya Berxwedanê
Jin di Şoreşa Îranê ya 1979’an de roleke mezin lîstin. Wan di xwepêşandanên berfireh de beşdar bûn û di hilweşandina rejîma Şah de roleke girîng lîstin. Lê piştî şoreşê, hin polîtîkayên nû yên huqûqî û civakî bandoreke rasterast li ser jiyana jinan kirin. Di nav van guhertinan de sepandina hijaba mecbûrî jî hebû. Heman tişta ku Riza Şah dikir, Komara Îslamî berovajî wê dikir lê îfadeya heman tiştê dikir. Bi zorê xwe li ser îradeya jinan ferz dikirin.
Di 8ê Adara 1979’an de, bi hezaran jin li Tehranê û bajarên din derketin ser kolanan û li dijî sepandina hijaba mecbûrî û hin polîtîkayên nû yên li ser jinan protesto kirin. Ev protesto ji bo dîroka tekoşîna jinan a Îranê bûyereke girîng bû, ji ber ku nîşan da ku beşdariya jinan di şoreşê de bi dawîbûna şoreşê re bi dawî nebû. Lê mixabin Komara Îslamî dest danî ser şoreşê ku bi pêşengiya jinan pêk hatibû.
Di vê serdemê de, berxwedana jinan tenê bi xwepêşandanên kolanan ve sînordar nebû. Xwendin, kar, huner, nivîsandin, çapemenî û çalakiyên civakî jî bûn qadên ku jinan di wan de li dijî sînor û qedexeyan berxwedan kirin. Êdî her kêliya jiyana jinên Îranî bû mijara tekoşînê û her qadek bû qada tekoşîna li hemberî pergala Vilayetê Feqîh a ku hebûna jinan ji nedîtî ve dihat û înkar dikir.
Ji Berxwedana Rojane heta Tevgera Mafên Jinan
Di salên 1980 û 1990’an de, tevî astengiyên siyasî û civakî, jinên Îranê di warên cuda de hebûna xwe xurtir kirin. Hejmara jinên xwendekar zêde bûn, beşdariya wan di qada kar de berfirehtir bû û di çapemenî, wêje, sînema û hunerê de jî dengê jinan hêdî hêdî xurtir bû. Jinan tu caran ew astengî nas nekirin û dîsa bendên mezin li pêşiya xwe bi îradeyek mezin ji holê rakirin û radikin.
Di salên 2000’an de, tevgera mafên jinan bi awayekî rêxistinkirîtir xuya bû. Di sala 2006’an de «Kampanyaya Berhevkirina Milyonek Îmza» dest pê kir. Armanca vê kampanyayê guhertina hin qanûnên cudaker û pêşxistina mafên wekhev ji bo jinan bû. Êdî tekoşîna jinan derbasî qonaxeke rêxistinkirî bû. Ev pêvajoyên civakî û siyasî girîng in, ji ber ku nîşan didin ku tekoşîna jinan her tim tenê bersivek li hemberî tundiyan û qedexeyan nîne. Carinan ev tekoşîn bi avakirina torên civakî, agahdarkirin, xwendin, nivîsandin û daxwaza guhertina qanûnan tê pêşxistin.
Ji Tevgera Kesk heta «Keçên Kolana Şoreşê»
Di protestoyên sala 2009’an de jî jin bi awayekî berfireh beşdar bûn. Wêneyên jinên ciwan di kolanan de bûn yek ji sembolên girîng ên wê tevgerê. Di salên 2017–2018’an de, «Keçên Kolana Şoreşê» bi awayekî sembolîk li dijî hijaba mecbûrî rabûn. Hin jinan li ser kursiyên kolanan rawestiyan, şalên spî li destan girtin û wan wek sembola protestoyê bilind kirin.
Di protestoyên sala 2019’an de jî jin di nav beşdarên çalak de bûn.
Heke em van bûyeran bi hev ve bidin, xuya dibe ku di navbera 1979 û 2022’an de rêzek berxwedanên cuda li ser pirsek bingehîn hêza jinan a her çend bi temamî yekgirtî nebe jî nîşan dide. Bi taybet tekoşîna ji bo mafê jinê yê li ser bedenê xwe, jiyana xwe, hilbijartinên xwe û beşdariya xwe di civak û siyaseta de.
Ezmûnên tekoşîna Jinan di Kurdistanê de
Dîroka tekoşîna jinan li Îranê bê dîtina tecrûbeya jinên Kurd ne temam dibe. Ji ber ku Kurdistan, bi taybetî di çarçoveya Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê de, di pêvajoya avakirina hişyariya siyasî û rêxistinkirina jinan de xwedî ciheke taybet e. Tevgera jinên Kurd di navbera tekoşîna jinan, azadiya civakî, pêkanaîn azadî û demokrastiyê de her wiha tevlîbûna çalak a jinan di siyasetê de girêdaneke taybet ava kiriye. Di vê pêvajoyê de fikirên Rêber Apo jî roleke girîng lîstine û bandoreke mezin li jinan kirye. Jixwe em dizanin di gelek pirtûk û nirxandinên wî de, pirsgirêka jinê wek yek ji bingehên pirsgirêka civakê tê dîtin.
Di vê çarçoveyê de, Jineolojî wek qadeke zanistî û fikrî hatiye pêşxistin. Jineolojî, ku di nav Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê de hatiye geşedan, li ser girîngiya vegerandina jinê wek navenda zanist, dîrok û civakê radiweste. Di lêkolînên akademîk de jî Jineolojî wek rexneyeke li ser zanista navendî ya bi aqilê mêr hatiye hûnandin û wek hewldanek ji bo ji nû ve nivîsandina dîroka jinan hatiye nirxandin. Jin Jiyan Azadî ji vê rastiyê welidiye û bi pratîk bûye. Ji bo wê jî em dibêjin Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşmeyek, têgihiştine rast ji zanista civakî ye ku jinê wek bingeha guhertina civakê dixe navenda hemû nîqaşên sosyolojîk.
Jin Jiyan Azadî û Tevgera Jinên Kurd
Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî di çarçoveya Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê de bi salan e bi şêwazên cuda û di xizmeta şoreşa jinan de li Kurdistanê wateyek mezin bi dest xistiye. Rêber Apo ji bo dirûşmeya Jin Jiyan Azadî pênaseyek balkêş dike; ‘Ev dirûşmeyek Efsûnî ye, bigihêje kuderê wê guhertinên mezin çêbike!’ Me herî zêde ev yek li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dît.
Di sala 2022’an de, ev dirûşme di bûyera Jîna Amînî de roleke taybet girt . Piştî qetilkirina Keça Kurd Jîna Amînî di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de, li goristana Ayîçî ya Seqizê, jinan laçikê xwe avêtin û ji bo cara yekê dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bilind kirin. Di demek pir kurt de ev dirûme bû dirûşmeya tekoşîna hemû jinan. Pêl bi pêl û bi lez li Kurdistanê ber bi Tehranê û bajarên din ve belav bû û bû dirûşmeya sereke ya protestoyên berfireh. Girîng e ku ev bûyer tenê wek belavbûna dirûşmeyek Kurdî ber bi Îranê ve neyê fêmkirin. Ji ber ku di heman demê de dirûşme li ser şert û mercên civakî û dîrokî yên Îranê hat rûniştin. Lêkolînên li ser serhildana ku em wek şoreş pênase dikin jî nîşan didin ku protestoyên 2022’an li Seqizê û Kurdistanê bi çalakbûna jinan dest pê kirin û paşê li seranserê Îranê berfireh bûn. Ango rola jinan di destpêkirina vê şoreşê de gelekî li pêş e. Her wiha cara yekm li Îranê bê ku ferq û cudahiyên di navbera cins, ol, bawerî û netewan de bikeve nîqaşê, tevahiya gelan bi hevre li pey vê dirûşmeyê meşiyan. Ev di dîroka Îranê de bûyerek nadide û balkêş e.
Jîna Amînî; Ji Kesayetiyekê heta Sembola Şoreşek mezin
Qetilkirina Jîna Amînî di 16’ê Îlona 2022’an de di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bû sedema protestoyên berfireh li seranserê Îranê. Jîna yek ji wan jinan bû ku rojane bi behaneyên cur bi cur taybet di mijara hijabê de jin tên girtin, îşkence û tundî li wan tê kirin. Bi hezaran bûyerên bi vî rengî heye û hêjî heta radeyekî berdewam dike. Jin rojane rastî tundiyê hêzên ewlehiyê tên. Lê wek me li jor jî got carnan çirûskek dikare kêliyan biguherîne û rê li pêşiya şoreşên mezin jî vebike. Jîna keça ji bajarê Seqizê bi helwesta xwe ya li beramber hêzên ewlehiyê ku mudaxeleyî hijaba wê dikirin, bû destpêka pêxistina agirê şoreşek mezin ku heta niha jî berdewam e. Jîna Amînî di vê pêvajoyê de ji kesayetek ku mirina wê bû sedema destpêka protestoyan, derbasî asta sembola tevgera berfirehtir bû. Nasnameya Jîna êdî bû nasnameya polîtîk û civakî ji bo hemû jinan. Bêguman navê wê Jîna jî girîng e. Ji ber ku ew Kurd bû û bûyera li ser wê li Seqizê dest pê kir, çerxa protestoyê di nav çarçoveyeke Kurdî de dest pê kir û paşê li seranserê Îranê belav bû, ango di heman demê de nasnameyek Îranî jî bixwe girt. Ji vê aliyê ve, sala 2022’an ne bûyereke ku bê dîrok dest pê kiribe. Ew li ser qadên berê yên berxwedan, protesto û tekoşîna jinan hatiye avakirin.
Sê Peyv, Sê Qadên Siyasî; Jin Jiyan Azadî
Hêza vê dirûşmeyê di vê yekê de ye ku ew sê têgehên ku bi hev ve girêdayî ne dixe navendê: Jin, Jiyan û Azadî. Jin tenê kategoriyeke biyolojîk nîne. Di vê çarçoveyê de, jin wek kesayeteke civakî û siyasî tê dîtin ku mafê wê yê biryardan û xwedîderketina li ser jiyana xwe heye. Jiyan tenê hebûna fizîkî nîne. Ew jiyaneke ku di wê de mirov dikare bi ewlehî, rêz, maf û azadiyê bijî jî tê watekirin. Azadî jî tenê ji qedexeyekê rizgarbûn nîne. Ew tê wateya ku kes dikare li ser jiyana xwe, bedena xwe, nasnameya xwe û paşeroja xwe biryar bide.
Ji vê aliyê ve, dirûşmeyê pirsgirêka jinê ji çarçoveya tenê «mafên jinan» derxistiye û ew bi pirsgirêka jiyanê û avakirina civakeke azad ve girêdaye.
Ji Berxwedana Jinan heta Şoreşa Civakî
Yek ji taybetmendiyên girîng ên sala 2022’an ew bû ku tekoşîna jinan li seranserê civakê belav bû. Di gelek bajar û qadên civakî de jin û mêr, ciwan û kesên ji komên cuda beşdarî protestoyan bûn. Ji ber vê yekê, Jin Jiyan Azadî di heman demê de ku ji dîroka tekoşîna jinan tê, ji sînorên tevgera jinan jî derbas bû û bû dirûşmeya daxwazên berfireh ên civakî û siyasî. Lê belê di nav vê şoreşê de jin di pozîsyoneke taybet de bûn. Guhertinên ku şoreşê bi xwe re anî hîn jî berdewam in. Mijara Hijabê êdî li gel jinên Îranî bê wate bûye. Niha li kolanên Îranê temaşe bikin, her çend qanûnek ji bo vê nehatiye derxistin lê êdî jin serê xwe nagirin û hêzên rejîmê nikarin mudaxele bikin. Bi taybet di nava şer û aloziya heyî de naxwaze mudaxele bike. Her mudaxeleyek biçûk ji jinan re wê dîsa serhildanên mezin bi xwe re bîne. Ev şoreş di heman demê de şoreşek civakî ye. tenê di protestoyan de nema, niha êdî hem li Îranê hem li derveyî welat rêxistiniyeke bi hêza a jinan heye. guhertinên di mêr de jî destkeftiyek girîng a vê şoreşê ye. Hunera protestokirinê di vê pêvajoyê pêş ket û êdî ew hunera bi salan di bin sensor û qedexeyan de bû şîn bû û gul veda.
Ger dîroka tekoşîna jinan li Îranê ji dawiyên sedsala 19. heta sala 2022’an were şopandin, em dikarin çend qadên girîng bibînin;
Ji Tevgera Tûtinê û Şoreşa Destûrî re, jin hêdî hêdî wek aktorên civakî û siyasî derketin pêş.
Di serdema Pehlevî de, xwendin, kar û hin mafên qanûnî berfireh bûn, lê di heman demê de kontrola dewletê li ser jiyana jinan jî berdewam bû.
Piştî Şoreşa 1979’an, jin di 8ê Adara 1979’an de û di gelek berxwedanên rojane de li dijî sînor û qedexeyan rawestan.
Di salên 2000’an de, tevgera mafên jinan bi awayekî bi rêxistinî derketin pêş.
Di 2009, 2017–2018 û 2019’an de, jin di protestoyên siyasî de bi awayekî berfireh xuya bûn. Hema bêje jinan pêşengî ji hemû nerazîbûnên civakî re kirin.
Di 2022’an de, qetilkirina Jîna Amînî ji aliyê Komara Îslamî ve, beşên cuda yên civaka Îranê bi hev ve girêdan û Jin Jiyan Azadî bû dirûşmeya ku li Kurdistanê dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû.
Di vê xala dîrokî de girîng e ku em rola fikir û felsefeya Rêber Apo jî ji bîr nekin. Di nêzîkatiya wî ya li ser pirsgirêka jinê de, azadiya jinê tenê wek pirsgirêkeke jinan nayê dîtin. Ew bi azadiya civakê, guhertina civakê û rizgarbûna civakê ji pergala desthilatdariya mêr ve tê girêdan. Di vê çarçoveyê de, jin ne tenê wek kesek ku divê mafên wê bêne parastin, lê wek hêzeke bingehîn a avakirina civakeke azad tê dîtin. Ev nêzîkatiya fikrî û felsefîk di nava tevgera jinên Kurd de bûye yek ji bingehên girîng ên rêxistinkirin û têkoşînê. Ji bo wê jî dive Jin Jiyan Azadî wek têgeheke siyasî û civakî were xwendin ku di navbera azadiya jinê û azadiya civakê de pirekê çêdike. Di yekbûna dîroka berxwedana jinên Îranê, tecrûbeya jinên Kurdistanê, tekoşîna mafên jinan, protestoyên civakî û lêgerîna ji bo azadiyê de roleke esasî dilîze.
Ji ber vê yekê, dîroka Jin Jiyan Azadî ji îro ve destpê nake, lê xwe dispêre rabirdûyek bi hêza a jinên Îranî bi taybet tekoşîna azadiyê ya jinên Kurd. Ya em jê re dibêjin şoreşe ewe ku; dikare wek xala dîdar û lihevhatina çendîn dîrokên berxwedanê were xwendin. Dîroka jinên Îranê, dîroka tekoşîna jinên Kurd, dîroka tevgerên cuda yên jinan ji bo mafên xwe û dîroka lêgerîna tevahiya civakê ji bo wekhevî û azadiyê. Di pêşxistina şoreşa Jin Jiyan Azadî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, bandora parçeyên din ên Kurdistanê bi taybet tekoşîna jinan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, serdemeke dîrokî ye. Sirra di vê dirûşmeyê de ewe ku encamên pratîk yên li parçeyên din bandoreke mezin li ser civaka Îranî kir. Ji ber rabirdûya bi hêz, tekoşîna jinên Îranî di demek kurt de bû bingeheke girîng ji bo pêşketina şoreşê û bû sedema guhertinên mezin ên civakî û sîyasî .
