Eşkere ye ku qanûn bersiva hemû hêviyan nade. Lêbelê, di derbasbûna ji qada çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve pirek qanûnî ava dike, girîngiya dîrokî ya gavê hatî avêtin kêm nake.
Piştî bendewariyek dirêj, sebirê mezin û nezelaliyên ku carinan kûrtir dibûn, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk yekemîn astengiya xwe ya qanûnî derbas kir. Qanûna bi hejmara 7595, ku di 10ê Tebaxê de li Meclîsa Nûneran a Tirkiyeyê hate pejirandin, bû yekemîn encama berbiçav a qanûnî ya pêvajoya ku nêzî du salan e di qada siyasî û civakî de didome.
Eşkere ye ku qanûn bersiva hemû hêviyan nade. Lêbelê, di derbasbûna ji qada çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve pirek qanûnî ava dike, girîngiya dîrokî ya gavê hatî avêtin kêm nake. Sedema giştî ya qanûnê jî ewe ku rê li ber rêzikên nû yên qanûnî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn vedike. Ji ber vê yekê, me ew wek destpêkek ku divê qadên nû yên qanûnî biafirîne, xwend.
Nirxa dîrokî ya vê qanûnê jî bi vê pirsa ka dê di jiyana mirovan de çi diguhezîne tê destnîşankirin. Girtîgeh jî yek ji qadên herî girîng in ku dê li wir were ceribandin.
Berî derketina qanûnek jî dikarin hin tişt bên kirin
Girtiyeke nexweşê giran e di wext de bişînin nexweşxaneyê, dev ji muameleyên ku bi rûmeta mirovan dilîze berdin, girtiyan ji malbatên wan bi sedan, carinan bi hezaran kîlometreyan dûr neşînin. Rê li ber gihiştina wan a dermankirinê negirin; di şandinên nexweşxaneyê de kelepçe nekin amûra eziyet. Ji bo ku name, pirtûk, dîtin, sohbet û derketina hewayê nebin beşek ji pergala xelat û ceza, pêdivî bi rêziknameyek nû tunebû.
Ji bo ku derxistina girtiyên ku roja berdana wan a bi şert hatibû, ji aliyê Komîteyên Îdare û Çavdêriyê ve, li gorî ramanên wan, nasnameya wan a siyasî û gelo “poşman” bûne an na careke din neyê paşxistin, ne pêwist bû ku em li benda Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkê bimînin. Piraniya van pirsgirêkan ji ne sepandina qanûna heyî û ji hişmendiya siyasî ya ku polîtîkaya girtîgehan rê ve dibe, derdikevin.
Di Gulana 2025’an de, di nivîseke ku dîsa li ser vê mijarê nivîsandibûm de, min rejîma ku di girtîgehan de kûrtir dibû wekî awayekî biyo-desthilat û nekro-desthilat nîqaş kiribû. Her wiha rewşa girtiyên ku di qonaxa dawî ya nexweşiyên giran de tên berdan û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest didin, min bi peyva “berdana di tabûtê de” binav kiribû.
Di vê dema ku derbas bû de, li derve û di qada siyasî de gelek tişt guherîn. Lê di girtîgehan de, bi heman lezê de, guherînek di hişmendiyê de çênebû.
Bi taybetî jî ji ber vê yekê, muameleya xerab, sirgûna keyfî û şandinên keyfî, tecrîd, dîlgirtina girtiyên nexweş û dirêjkirina dema cezayê bi biryarên îdarî tenê nikarin wekî pirsgirêkek “polîtîkaya girtîgehan” bêne dîtin. Domandina van sepandinên dewletê, tespîta ku girtîgeh di tevahiya pêvajoya siyasî de di destê dewletê de veguherîye qadeke “rehîn û bazarî” xurtir kiriye.
Qanûna bingehîn li ser kîjan rastiya girtîgehan tê?
Li gorî daneyên Gerînendetiya Giştî ya Cezayê û Girtîgehan a 3ê Îlona 2026’an, li Tirkiyeyê di 402 girtîgehan de ku kapasîteya wan 304 hezar û 278 kesan e, 434 hezar û 681 girtiyên tên girtin. Kapasîteya van girtîgehan nêzî 130 hezar kesan derbas dike.
Di Rapora Çavdêriya Binpêkirinên Mafên Mirovan a Girtîgehên Tirkiyeyê ya sala 2025’an de, ku İHD di Tîrmeha 2026’an de ji raya giştî re eşkere kir, hatiye diyarkirin ku heta Nîsana 2025’an herî kêm 1412 girtiyên nexweş hatine tesbîtkirin. Ji van, 335 kes nexweşên giran in, 230 ji wan nikarin bi tenê jiyana xwe bidomînin û 105 kes jî hewcedarê piştgiriya domdar in.
Derbarê kesên ku cezayê muebbetê ya girantir li wan tê sepandin de Wezareta Dadê îstatîstîkên nûjen, rêkûpêk û bi awayekî cuda weşan nake. Lê daneyên ku li ber Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Li Dijî Îşkenceyê hene nîşan didin ku nêzî çar hezar kes di bin rejîma cezaya muebbetê ya girantir de tên girtin.
Tabloyek din a giran jî mirin in: li gorî daneyên fermî, tenê di van du salên dawî de, 818 kes di sala 2024’an û 1001 kes di sala 2025’an de, bi tevahî 1819 hikûmxwar û girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Di ser de jî, di van hejmaran de ew kesên ku ji ber nexweşiyên giran tên berdan û piştî demeke kurt li derve jiyana xwe ji dest didin, nehatine hesibandin.
Qanûna bingehîn tam li ser rastiyeke wiha ya girtîgehan tê. Rawestandina şer û pevçûnê destpêka pêwîst a aştiyê ye, lê tenê bi têrê nake. Dema ku rawestandina çekan qada aştiya neyînî vedike, ewlehiya qanûnî ya mafan, azadiyan û siyaseta demokratîk avakirina aştiya erênî ye. Wateya rastîn a qanûna bingehîn jî dê bi vê derkeve holê; ka wê heya çi astê ji bo vê derbasbûnê bingehekê biafirîne.
Deriyeke ji bo nêzî 3900 girtî
Tevî hemû kêmasiyên wê, bandora ku qanûna bingehîn dikare li girtîgehan biafirîne divê piçûk neyê dîtin. Li gorî nirxandinan, ji 4.800 girtiyên PKK/KCK, tê texmînkirin ku di qonaxa yekem de nêzî 3.900 kes dikarin bi rêya paşxistina sepandina cezayê bên berdan. Li gorî agahiyên ku di dema nîqaşên qanûnê de hatin parvekirin, tê texmînkirin ku nêzîkî 75 hezar dosyeyên lêkolînên veşartî û 50 hezar dosyeyên dozê jî dê bibandor bin. Li pişt her yek ji van hejmaran jiyanên ku bi salan hatine paşvexistin hene.
Aştî tenê li ser maseya danûstandinê an jî li ser kursiya Meclîsê nayê avakirin. Aştî, heta ku di jiyana kesên bi salan li ber deriyê girtîgehê ne de cihê xwe bibîne, dê civakî bibe û baweriyê ava bike.
Lê belê, pêkhatina vê encamê, piştî tesbît û pejirandina devjêberdana çekan û fesihê, bi weşandina biryara MGK’ê ya di Rojnameya Fermî de hatiye girêdan. Dema serîlêdanê ya şeş mehan jî tenê piştî vê yekê dê bikarîbe dest pê bike.
Bi taybetî jî li vir peyva “paşvexistin” wateyeke din dide xuyakirin. Bi salan dermankirin hatin paşvexistin. Azadiyên mirovan bi destê Komîteyên Îdare û Çavdêriyê hatin paşvexistin. Pêdiviya mafê hêviyê hat paşvexistin.
Mekanîzmayên ku qanûn pêşdîtî dike divê bêyî derengmayînên burokratîk û siyasî, bi awayekî çalak bên sepandin. Mirovên ku ji bo azadiya wan derfetên qanûnî çêbûye, divê bi bendewariyeke nû û nezelal neyên mehkûmkirin.
Lê vekirina deriyê girtîgehê nayê wê wateyê ku deriyê siyaseta demokratîk jî tê vekirin. Ji bo kesên ku lêkolîn û darizandina wan hatiye taloqkirin, bêparhiştina mafan nayê pêşdîtin. Lê ji bo kesên ku mehkûmiyeta wan hatiye mîsogerkirin, rakirina bêparhiştina mafên siyasî û mafên din dîsa bi demê û daxwaza Komîsyonê ve tê girêdan. Lê ger armanc vegûherîna têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve be, divê azadî bi mafê beşdarbûna siyasî bê qedandin.
Lê yên ku di girtîgehê de dimînin?
Ji bo fêmkirina vê yekê divê mirov bibînebê ka ew qanûn kîjan kesan digire nav xwe û kîjan kesan li derve dihêle. Kesên ku ji ber sûcên berî 1’ê Hezîrana 2005’an cezayê girtîgehê ya muebbetê jî muebbeta giran hatine mehkûm kirin, ji derveyî vê rêgezê tên hiştin. Sûcên kuştina bi qest, ku di çarçoveya çalakiya rêxistinê de hatiye kirin, wekî îstîsna tê dîtin.
Girtiyên ku zêdetirî sî salin di girtîgehan de ne, di girtîgehê de pîr bûne û nexweş ketine û herwiha kesên ku piştî pevçûnên bajarî û qedexeyên derketina li kolanan yên salên 2015-2016’an, bi dosyeyên ku hatine vekirin di temenên pir ciwan de hatine girtin û nêzîkî deh salan e di hundirê girtîgehê de ne, di navbera vê sînorê de cih digirin.
Di van dosyeyan de, bandora qanûnê dê li gorî madeya sûcê ku kes jê hatiye mehkûm kirin û li gorî taybetmendiyên dosyayê biguhere. Lê ku beşek ji van kesan dîsa ji dîrokekî ku ne diyar e were rawestandin, dê bibe yek ji mijarên bingehîn ên li pêşiya hiqûqa aştiyê.
Rêbazaê iqûqa aştiyê ya tevahî
Hiqûqek ku armanc dike dawî li pevçûnê bîne, nikare encamên ku pevçûnê di girtîgehan de çêkiriye paşguh bike. Ji girtiyên nexweş heta mafê hêviyê, ji Komîsyonên Rêvebirin û Çavdêriyê heta îzolasyona di girtîgehên ewlekariya bilind de, ji girtiyên demdirêj heta dosyayên ku qanûn ew ji qada xwe derxistiye, pêdivî bi hiqûqekî aştiyê ya tevahî heye. Bi vê re dê pirsgirêkên ku kom bûne di çarçoveya hiqûqa derbasbûna ji pevçûnê ber bi aştiyê ve bi awayekî yekpare çareser bike.
Qanûna bi jimara 7595 destpêkek e. Niha, li aliyekî divê sepandina qanûnê neyê derengxistin, li aliyê din jî divê ji bo kesên ku di derveyî qada qanûnê de mane, rêgezên nû yên hiqûqî bên amadekirin. Di 1’ê Cotmehê de Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) dê ji nû ve vebe.
Berpirsiyariya dîrokî ya serdema nû ya qanûndaneriyê ew e ku qanûna ku di meha Tebaxê de hatiye derxistin bi cih bîne. Herwiha rê li ber gavên nû yên hiqûqî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, wan wekî “qanûnên aştiyê û azadiyê” binav kiriye, veke. Di heman demê de qada siyaseta demokratîk fireh bike, maf û azadiyên bingehîn garantî bike û hiqûqa pevçûnê gav bi gav biguhezîne hiqûqa aştiyê.
