Di pêvajoya aştiyê de pêşengiya hunerê

- Deniz DEMAN
7 views
Lê divê neyê piştguhkirin ku têgihiştinên me yên ramanî û hunerî yên ku bi zimanê serdema borî hatiye avakirin ji bo pêvajoya nû têrê nakin. Pêwist e ku hunermend li gorî şert û mercên dîrokî yên ku diguherin, ziman, têgeh, berhem û kombûna xwe ji nû ve birirxîne.

Civakên ku di têkoşîna azadiyê ne, dema hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin û hemû mekanîzmayên demokrasî û hiqûqê xilas dibin, dikarin li hember siyaseta tunekirinê neçar bimînin serî li şerê çekdarî bidin. Di vê wateyê de, şer ne hilbijartinek e pejirandiye, lê rêbazê dawî yê têkoşînê ye.

Lê rûyekî din yê şer heye. Şer, di heman demê de dîroka desthilatdariyê, milkdariyê, axê, berjewendiyan, tirsê û daxwaza serdestî û serweriyê ye. Li vir, ez bêguman têkoşîna gelê ku pirsgirêka wê ya azadiyê heye û ji bo parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe têdikoşe, di heman kategoriyê de nabînim. Ya ku li vir tê gotin, rûyê qirêj û reş ê wan şerên neheq e ku dewlet û desthilatdarî ji bo berjewendî, serwerî û serdestiyê dimeşînin.

Di nav hemû pêvajoyên dîrokî de, tam û hestê azadiyê, îdealên civakeke azad û taybetmendiyên jiyaneke bi rûmet her tim bi hunerê re hatine vegotin. Bêguman, pêşî divê hişmendiyeke îdeolojîk were avakirin û armanceke stratejîk were diyarkirin. Piştre divê têkoşîna gihîştina vê armancê bê dayîn.

Huner: hêzeke bêdeng lê bibandor

Di tu pêvajoyên şer de, artêşa helbestvanek tune ye, hêza wênesazeke ku sînoran biguhezîne û amûrên muzîkjeneke ku hesabên dewletan têk bibe tune ye. Lê huner xwedî hêzeke bêdengtir lê bibandor e ku dikare li dijî van dengên tirsnak ên şer ku guhên mirovan ker dikin raweste.

Bêguman huner nikare şeran ji holê rake. Lê li hember bêruhiya şerê qirêj, li hember zimanê ku şer asayî dike, li hember xerabiyê û nefretê, radiweste.

Lê carinan hunermend jî ne bêguneh e û her tim ne li aliyê rast radiweste. Ew desthilatdaran re melaqîyê bike, li pişt wan bisekine û bi gotinên xwe jî vê helwestê nîşan bide.

Ji ber vê yekê, huner ne tenê di xizmeta aştiyê de hatiye bikaranîn. Huner desthilatdarîyan bilind kiriye, şeran estetîze kiriye, mîtên lehengiyê afirandiye, wêneyên dijmin çêkiriye û zimanê nefretê hilberandiye. Di dîrokê de, di wan demên ku helbest, muzîk û sînemayê jî bûne parçeyek ji propagandayê, ev yek her tim hatiye dîtin.

Hebûna hunerê tenê bi serê xwe mirovahiyê pêş ve nabe. Pirsgirêka bingehîn ew e ku huner ji bo kîjan nêrîn û ramana mirov û civakê xizmetê dike.

Ger em bixwazin wê hilweşîna mirovî û civakî ya ku ji şer afiriye ji holê rakin, divê em ne tenê bi encamên derketine re, lê bi sedemên van encaman re jî rûberî hev bên.

Girêdayî vê yekê, dema bidawîkirina şerek tê daxwazkirin, divê tenê ji aliyê lêçûna aborî ya şer, wêrankirina ku di civakan de çêdike û encamên wê ve neyê nirxandin. Divê sedemên ku şer afirandine jî ji holê bên rakirin.

Pêwist e derûnîya kolonî û kolonîst, her wiha derûnîya “serdar û kole” were terikandin. Ger ev nebe, sibê dîsa dubarebûna heman encamê dê mîsoger be.

Dema têkiliya sedem û encamê bi awayekî zanistî neyê nirxandin, sedem neyê mahkûmkirin û ji holê neyê rakirin, wê demê dê birîna ku hîn xwîn jê diherike tenê bê kewandin.

Ji ber vê yekê, divê em şer ne tenê ji aliyê encamên wê ve bigrin dest. Lê şert û mercên ku wê şerê derxistine holê û rastiya civakî jî divê ji ber çavan dûr nekevin.

Fêhmkirin û rast vegotin girîng e

Me bi çavên xwe dît û bi xwe jî şahidî kir ku şerê li erdnîgariya me çima dest pê kir û çawa veguherî têkoşînekê. Divê em hem şer û hem jî aştiyê biteqezî fêhm bikin. Bi taybetî jî hunermend di rast fêhmkirin û rast vegotina vê yekê de xwedî erkeke girîng in. Ji ber ku herî zêde hunermend xwedî derfet û hêzê ye ku rasterast dikare xwe bighîne girseyên gel. Lê ev derfet di heman demê de berpirsiyariyên mezin jî bi xwe re tîne; ji bo ku bikaribî baş vebêjî, divê berî her tiştî tu baş fêhm bikî.

Niha li pêşiya me pêvajoyeke aştiyê ku biqasî pêvajoya têkoşînê dijwar û giran e heye.  Pêwist e ku em bi awayekî stratejîktir nêzî bibin. Lê gelo em hunermend vê pêvajoya dîrokî çawa dixwînin û çiqas baş fêhm dikin? Gelo em xwedî wê zanîn û jêhatîbûnê ne ku ziman, gotin û çalakiya ku ji bo vê aştiyê pêwist e, pêk bînin?

Ruhê pêvajoya nû, wekî hemû qadên din, li ser hunermendan jî berpirsiyariyeke mezintir ferz dike. Çanda militarîst û hişmendiya dijminatiyê ya ku nêzî nîv sedsalê di hişê civakan de hatiye avakirin, tenê bi hêza hunerê ya veşartî û biqewet dikare were sererastkirin.

Bi vê hewldan û nêzîkatiyê dê bidawîanîna dijminatiya ku civakan bi salan e ji hev dûr xistiyê, pêkan bibe Divê hunermend bi fîlm, roman, stran û kilamên xwe hişmendî, çand û zimanê jiyana hevbeş a wekhev û demokratîk ava bike.

Li gorî ruhê pêvajoyê tevgerîn

Lê divê neyê piştguhkirin ku têgihiştinên me yên ramanî û hunerî yên ku bi zimanê serdema borî hatiye avakirin ji bo pêvajoya nû têrê nakin. Pêwist e ku hunermend li gorî şert û mercên dîrokî yên ku diguherin, ziman, têgeh, berhem û kombûna xwe ji nû ve birirxîne. Gotinên xwe li gorî ruhê pêvajoya nû û pêdiviyên wê bi awayekî hestiyar, guncaw û bibandor ava bike.

Hunermend her çiqas taybetmendiyên xwe yên herêmî û xwecihî biparêze jî, divê bikaribe bêhtîr zimanekî gerdûnî bi kar bîne. Ji bo ku bikaribe dengê xwe bigihîne aliyê din, divê pirên nû ava bike.

Ev nayê wê wateyê ku em bîranîna têkoşînê li pişt xwe bihêlin. Berevajî, mijar ewe ku em bi wê bîranînê bighîjin astekî ramanî û hunerî ku dikare pêdiviyên serdema nû bixwîne û fêhm bike.

Ji ber vê yekê, îro erka hunermend ne tenê ew e ku bibêje “ez alîgirê aştiyê me”. Ev jî pêwîst e, lê mijara bingehîn hunermend çiqas dikare bibe xwedî roleke girîng? Çiqas dikare fêhm bike ku aştiyê veguherîneke civakî ya bi kijan curê dixwaze. Têvî vê divê bikaribe zimanê wê veguherînê biafirîne û bigihîne civakê.

Di pêvajoya aşti û civaka demokratîk de, hunermend û sazîyên huner pêdivî û hestiyariyên vê pêvajoyê çiqas rast dixwînin? Çawa bersiv didin an jî dikarin bersiv bidin?

Divê em ji bîr nekin ku li hev anîna civakên paşvemayî û yên bêrawestandin hatine manîpulekirin, ji şer kirina wan dijwartir e. Berî her tiştî divê zimanê aştiyê were avakirin û hestên empatiyê ku hatine qelskirin ji nû ve bên şînkirin.

Bêguman, afirandina guhertin û veguherînê ne hêsan e.  Pêvajoya têkoşîna aştiyê meşek e dirêj e. Di vê meşa aştiyê de pêwist e hunermend li eniyên herî pêş de cihê xwe bigrin. Ger hunermend bi dilên xwe yên bi wijdan û bi kedkarî vê erkê hilgirin ser milên xwe, wê aştî di nav rehên herî biçûk ên gel û civakan de belav bibe.

Madem ku hemû kes aştiyê dixwazin, wê demê tenê alîgirtin ne bes e; divê ji bo aştiyê gelek tişt bên kirin.

Têkoşîn nû dest pê dike.