Ji Merît-Ptah heya Elizabeth Blackwell: Jinên Pêşeng ên Zanistên Tenduristiyê

- Sebelan Kılıç
8 views
Di dîroka mirovahiyê de, jinan di hemû qadên zanistiyê de şopa xwe li ser rûpelên dîrokê hiştiye, lê gelek caran ev şopa wan di nav rûpelên veşartî de maye. Dema ku behsa destkeftiyên zanistî tê kirin, bêguman navên wan jinan zû nayên bîra kesî.

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan dibêje ku mafê perwerdehiyê mafeke bingehîn a mirovan e. Mîna av û nan pêwist e. Lewra mirov bi hêza xwe ya zanebûnê pêş ve diçe û bi xwe re civaka xwe jî pêş dixe.

Di zagonên fermî yên sîstema desthilatdar de tê gotin ku jin û zilam xwedî mafên wekhevîn. Ji xwe divê ev di nav her qadên jiyanê de jî wiha be, lê belê rastiya civakê û rastiya newekheviya zayendî jî gelek aşkere li ber çavan e.  Bi derketina milkdariya axê û derbasbûna jiyana niştecihî re, jinan bi nav malê ve hatin sînordarkirin û wekî di hemû qadên din de, di qada zanistîyê de jî hegemonyaya mêran dest pê kir.

Di dîroka mirovahiyê de, jinan di hemû qadên zanistiyê de şopa xwe li ser rûpelên dîrokê hiştiye, lê gelek caran ev şopa wan di nav rûpelên veşartî de maye. Dema ku behsa destkeftiyên zanistî tê kirin, bêguman navên wan jinan zû nayên bîra kesî.

Dema ku navê Albert Einstein tê bihîstin, gelek kes wî nas dikin û kêm-zêde agahiyek li ser xebat û destkeftiyên wî hene. Lê belê, dema ku navê Merît-Ptah tê gotin, gelek kes nizanin ku ew jin kî ye, tevî ku di dîroka zanistê de wekî yek ji jinên pêşeng tê naskirin. Di bingeh de, divê jin û mêr di jiyanê de xwedî mafên wekhev bin; lê rastiya civakê û newekheviya zayendî hîn jî bi awayekî eşkere didome.

Dema em îro li cîhana zanistiyê temaşe dikin, weke her qadê li wir jî bi gelemperî mêr desthilat e. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî di roja me ya îro de hejmara jinên zanîst tenê ji sedî 30 e.

Ev jî tê vê wateyê ku zihniyeta desthilatdariya mêr wekî di her qadên jiyanê de, di cîhana zanistiyê de jî hewl daye jin li paş bihêle. Lê belê tevî hemû hewldanên vê zihniyetê jin bi pêşengtiya xwe û bi destkeftiyên xwe, rûpelên dîrokê bi nave xwe mohr kiriye.

Tevî cudakariya zayendî pêşketina jinê

Yek ji qadên ku jin herî zêde rastî cudakariya zayendî û astengiyên tund hatiyê pîşeya bijîşkî ango doktorî ye. Di dîroka jinê de bijîşktî heya serdema kevnar a Yewnanê bi cîhgirtina wekhev a jinan pêşdiket.

Lê piştî ku sonda Hipokrates ket meriyetê, pêkanîna pîşeya bijîşkî ji bo jinan hate qedexekirin û ev qedexe bê navber 2 hezar û 500 sal berdewam kir.

Merît-Ptah ya ji Misira Kevnar, Agnodice û Metrodora a ji Yewnana Kevnar, Trotula ya ji Salerno, Florence Nightingale û Elîzabeth Blackwell.

Dibe ku ji derveyî yek an jî du navan, ev jinên ku ji dîroka mirovahiyê re mîraseyek bêhempa li pey xwe hiştine, nayên naskirin. Lê belê, ger îro cîhana zanistîyê di her warî de pêşketinên girîng bidest xistibe û di qada zanistiya tenduristiyê de hîn ji çavkaniya wan sûdê werdigre, bêgûman bi saya mîrasa wan jinên zanîstin.

Jinên ku deriyên girtî hilweşandin

Merît-Ptah di Misira Kevnar de weke ‘seroka zanistan’ hatiye nivîsandin.  Li gor bermahiyên wê demê, Merît-Ptah di Misira Kevnar de yekemîn bijîşk û fîzîknasa jin e.

Di serdema Atînaya kervar de du jinên pêşeng dîrok nivîsandin: Agnodice û Metrodora. Agnodice di sedsala 4. beriya mîladê de ji ber zagonên Atînayê, li Îskenderiyê (Misira Kevnar)  beşa tenduristiyê xwend û piştî vegera Atînayê ji bo nexweşên jin klînîkek avakir. Metrodora ji bilî bijîşkî, yemekîn nivîskara jin a zanista tenduristiyê ye. Pirtûka wê ya “Nexweşî û rêbazên dernamkirina jinan” bingeha serete û çavkaniya herî kevn a jinekoljîyê ye.

Di Serdema Navîn de li Îtalyayê jî zanista tenduristiyê Trotula ya Salerno balê dikşîne.

Trotula li Dibistana Bijîşkî ya Salernoyê bi salan weke profesora zanista tendurisyê perwerde da. Nivîsên wê yên li ser tenduristiya jinan û jidayikbûnê, bi sedan salan li Ewropayê hatin xwendin û bûn çavkaniya perwerdê.

Di dawiya sedsala 19’an de jî Rebecca Lee Crumpler dîrok nivîsand; li Amerika ya ku di nav şerê navxweyî de fetisî bû, koleyên reşik hêdî hêdî rizgar dibûn. Lê di her warê de ji mafên bingehîn hîn bêpar bûn. Rebecca yekemîn bijîşka reşik e, ji kesên ku ji koledariyê rizgar bûne re xizmeta tenduristiyê da.

36 sal berî Elziabeth Blackwell dîrok binivîse, Margaret Ann Bulkley di rûpelên dîroka veşartî ya jinê de cihê xwe girt. Margaret Ann ji ber qedexe bû ku jin bibin bijîşk, di bin navê xalê xwe James Barry de zanîngehê qedand û 50 sal weke bijîşkeke “zilam” xebitî.  Margaret mînaka dîroka trajîk a jinê ye mixabin.

Pêşenga jin a dîroka bijîşkîya nûjen

Elizabeth Blackwell di dîroka nûjen de ne tenê bi serkeftinên di qada zanistên tenduristiyê de, lê di heman demê de di şikandina tabûyên civakî de jî pêşeng bû.

Elizabeth yekem jin e ku li Amerîkayê zanîngeha bijîşkîyê qedand û dîploma wergirt. Bi vê serkeftina dîrokî re Elizabeth bû mînakek ji bo têkoşîna jinan a di qada zanistîyê de.

Tevî ku Elizabeth Blackwell di fermiyetê de weke hevkarên xwe yên mêr têgihîştî bû jî, civaka demê rê neda ku heya 5 salan pîşeya xwe bi awayekî serbest pêk bîne. Ev bûyer ne tenê di jiyana wê de, lê di dîroka bijîşkî de jî bû xalekî werçerxê ya girîng.

Nexweş û saziyên tenduristiyê hîn jî bijîşkbûna jinekê wek tiştekî ecêb didîtin. Ji ber vê yekê, pêvajoya vekirina klînîkê, qebûlkirina nexweşan û bidestxistina rêzgirtinê di nav hevkarên pîşeyî de pir dijwar bû.

Di sala 1857an de, tevî xwişka xwe Emily Blackwell, ku li Amerîkayê bû duyemîn jina ku dîplomaya bijîşkiyê wergirt, Dispansera Jinan û Zarokan a New Yorkê ava kir.

Piştre ev navend bi navê Nexweşxaneya Jinan û Zarokên Feqîr a New Yorkê hate guhertin. Ev saziya tenduristiyê hem ji bo bijîşkên jin cihê kar afirand û hem jî ji bo jinên ku dahata wan kêm bû xizmeta tenduristiyê kir.

Vîzyona Elizabeth Blackwell tenê bi bûyîna bijîşkekê nehat sînordarkirin. Wê, pêşengiya avakirina saziyên ku jin jî dikaribûn li wan perwerdehiya zanistî bistînin kir. Di sala 1868an de, wê Fakulteya Bijîşkiyê ya Jinan ava kir û dest bi dayîna perwerdehiya rasterast ji xwendekarên jin re kir.

Têkoşîna Elizabeth Blackwell ne tenê çîrokeke serkeftina kesane ye, lê di heman demê de xalekî werçerxê ya dîrokî ye ku rê li ber beşdarbûna jinan di cîhana zanistî de vekiriye. Bi saya wê, di salên pêş de hejmara bijîşkên jin zêde bû û gavake mezin li dijî newekheviya zayendî hate avêtin.

Îro li gelek welatan jin di hemû qadên tenduristiyê de bi awayekî çalak cih digirin. Lê divê em ji bîr nekin ku ev pêşketin di şevekê de pêk nehat; Elizabeth Blackwell û gelek jinên pêşeng ên wekî wê ji bo vê yekê berdêlên giran dan.