5 pêşengên fedayî yên berxwedana Helebê rûmet û nirxên azadiyê parastin  

- Newaya Jin
255 views
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û bi erêkirina hêzên hegemon, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hukûmeta veguhêz a HTŞ’ê êrişekî dermirovî dan destpêkirin.

Em di serî de fedayiyên gelê berxwedêr; Denîz Çiya, Hawar Qendîl, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Fereşîn Efrîn ku di berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî fedayî gihiştin şehadetê bi bîr tînin. Li beramberî têkoşîna wan a bêhempa em bejna xwe ditewînin. Ji mîmarê azadiyê Rêber Apo, malbatê wan ên qehremanên tolhildêr û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û bi erêkirina hêzên hegemon, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hukûmeta veguhêz a HTŞ’ê êrişekî dermirovî dan destpêkirin. Li hemberî 2 taxên biçûk her cûre çekên hewayî û bejahî hat bikaranîn. Li beramberî van êrişan, fermandar û şervanên me ji roja destpêkê ve ji sekna xwe ya ku teslîmiyetê qebûl nake, tawiz nedan û li ber xwe dan. Di vî şerê rûmetê de fedaiyên hemdem Denîz, Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn bi biryardariya serkefinê di çeperên herî pêş de cihê xwe girtin. Di vî şerî de bi bîr û baweriya ku di şexsê xwe de zivirandine vîna tolhildanê, ji aliyê çeteyên dewleta dagirker ve şerê taybet û polîtîkayên qirkirinê yên ku li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyan tê meşandin bûne bersiveke mezin. Bi moral, coş û kelecanek mezin tevlî cenga rûmetê bûn û bi vê sekna xwe di gel de manewiyatekî mezin ava kirin.
Bi derfetên pir kêm û bi çekên xwe yên ferdî, ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re pêşengî kirin û bi çalakiyên cûr be cûr gelek êrişên çeteyan şikandin. Di nava taxên Eşrefiyê û Şexmeqsûdê de xwe kirin mertalên tola hezaran salan û dijminê dagirker bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadi’ bi bin xistine.
Li beramberî vê hêza gel ku di şervan û fermandarên pêşeng de şênber bûye, dijminê dagirker yê ku bi hişmendiya xwe ya cîhadist ji bo cîhanê xetereyekî mezin ava dikin, piştî ku dibînin nikarin li beramberî Egîd û Arînên vî gelî bisekinin, serî li her cûre pêkanînên dermirovî didin. Li kêleka teknîka bejahî û hewayî, bi hezaran çeteyên ku çi exlaqê mirovî û şer, nas nakin bi gazên jehrê û pêkanînên her awayî êrişî rûmeta vî gelî dikin. Her çiqas van çeteyan, dora şervan û gelê berxwedêr dorpeç kiribin jî fermandarên me yên hemdem ji sekna xwe ya serhildêr tawiz nedan û heya kêliya dawiyê parastina nirxên gelê xwe kirin.

Fermandarê canbexş ê Helebê Hawar Qendîl

Fermandarê vê taxima fedaî, Hawar Qendîl e. Hawar Qendîl di destpêka şer de bi motîvasyona xwe ya bilind ku moralê xwe ji felsefeya ku ti caran bin nakeve ya Rêber Apo digire, ji hemû hevalan re dibe hêza moralê. Hemû heval bi xwestek û wêrekiyek mezin cihê xwe di vî şerî de digirin. Fermandar Hawar li gor şerê bi tevger rêhevalên xwe bi cih dike. Her hevalek cihê ku çeper digire xwe dike sengereke ku qet neyê derbaskirin. Biryardariya Hawar biryardariya taximê ye. Piştî şerekî pir dijwar fermandar Hawar birîndar dibe. Dema ku van fedayiyên hemdem dibînin ku fermandar Hawar

birîndar dibe, lê dev ji sengera xwe û rêhevalên xwe bernade, yekser fedayî Denîz fermandariyê digire ser milê xwe û li gor rêveçûna şer, bi taxima xwe re şer dike. Di nava vî şerî de yekser ji koordîneya şer re tekmîl dide û talîmatan pêk tîne. Dema ku şer dijwar dibe û edî cihê ku lê senger girtine tangav dibe fermandar Denîz yekser bi koordîneya şer re van gotinên dirokî diaxie;

‘’Di van kêliyan de dijminê ku bi feraseta cîhadîst ku ji bo hemû cîhanê û gelên heremê bi taybetî ji bo jinan xetereyeke mezin ava dike, derdora me bi tangên mezin dorpeç kirine. Hêjmareke pir zêde çete êrişî me dikin, heya niha me pir awayên cuda, li hemberî wan çalakî pêş xistin, lê niha em cebilxana ku heyî ji bo neqede bi tedbîr bi kar tînin. Ji xwe pêwiste hemû heval û gelê me bizanin çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawî şer bikin. Bangawaziyên teslîmiyetê li me tên kirin, lê çawa ku Zarîfe û Besêyan ji latên Dersimê xwe avêtin, Rindêxanan li ser Pira Malabadê dawî li jiyana xwe anîn û jiyan ava kirin, em jî ti caran ji berxwedanê paş de gav navêjin. Niha li gel me hemûyan bombeyeke ku me rakirî heye. Ger ku em bizanin êdî cebilxaneya me dawî bû, em her 5 heval ê bi hev re li dijî dijminê dagirker ku her cûre pêkanîn li ser rêheval û gelê me de anîne, çalakiya canbexşane pêk bînin. Çi dibe bila bibe, ti tişt ji parastina rûmeta gelê me giringtir nîne. Yên ku di demê pêwist de mirinê nedin ber çavan nikarin bibin henaseya jiyana azad’.

Fermandar Denîz  Çiya ji bo jiyanek azad xwe feda kir

Fermandar Denîz Çiya eslê xwe ji bajarê Efrînê ye, lê li bajarê Şamê ji dayik dibe. Bi çanda welatparêz ya Efrînê mezin dibe. Malbata wê gelek bi nirxên civaka xwe û axa xwe ve girêdayî ye. Kesayeta wê bi xweşikbûnên Efrîna rengîn tê xemilandin. Hîn di zarokatiya xwe de li ser çanda exlaqî û polîtîk tê mezinkirin. Wek zaroka malê ya tenê bi hezkirinek mezin tê mezinkirin. Qasî nazenîne, ewqas jî xwedî kesayetek bandorkere ku derdora wê her civat çêdibin. Xwendevanekî jîr e, li ser sosyolojiya jin û civakê lêhûrbûnên kûr dike. Hîn di temenekî biçûk de, rastiya doza gelê Kurd û herêmê nas dike û xwe bi fikrên Rêber Apo re dike yek. Bi taybetî êrişên dagirker yên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Şehba û Minbicê, di rêhevala me de hêrseke mezin çêdike. Rêheval Denîz li ser armanca ku bibe  xwedî jineke azad û ji civaka xwe re pêşengiyê bike di sala 2024’an de tevlî refên têkoşînê dibe. Dem di rêhevala me de zû bi wate dibe û di kêliyan de xwe mezin ava dike. Jin, xweza û gerdûn li gel hevala me di nava hevsengiyekê de dibe zimanê jiyanê. Ji bo vê ji jiyana Rêber Apo ava kirî pir hez dike û dixwaze seknekî sosyalîst di xwe de ava bike ku bibe bersiva hemû pirsgirekên ku di heremê û di Rojhilata Navîn de.

Fermandarê canbexş Hawar Qendîl dibe pêşengê berxwedanê

Fermandar Hawar Qendîl li bajarê Kobanê ji dayik dibe. Hîn di zarokatiya xwe de dibe şahidê şoreşê û rastiya gelê xwe ya sotîner ku bê nasnameye, dinase. Di malbatekî kedkar û welatparêz de mezin dibe. Bi keda xwe ya ji bo jiyanê li her dera ku lê ye pir tê hezkirin. Bi hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re gelek caran rû bi rû dimîne. Û li beramberî hemû êrişên dagirkeriyê sonda berxwedanê dide. Ev kesayeta kedkar ku rastiya jiyanê di temenekî biçûk de nas kiriye, wek fermandarekî dizivire kesayetekî xwînsar, otorîter û bi biryar. Ji bo vê her cihê ku fedayî Hawar lê ye, bi rola pêşeng radibe. Beriya tevlî nava refên têkoşînê jî bibe di gelek kar û xebatên şoreşê de cih digire. Lê piştî êrişên dagirkekiyê yên li dijî Şehba û Minbicê, biryara xwe ya têkoşînekî bêhempa dide û di sala 2024’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Taktîk afrêneriya rêhevalê me û girêdana wî ya nirxên civakê, di hevalê me de hêza moralekî mezin çêdike. Cihê ku Hawar heyî hemû hevalên wî dibêjin li wir binketin nabe. Ji ber Hawar kesayetekî ku bi hebûna xwe dibe çareseriya pirsgirêkan.

Rojbîn Amara ya canbexş bû pêşenga jiyana bi wate

Rojbîn Amara, li bajarê Hesekê ji dayik dibe. Di nava malbateke welatparêz de, ji eşîra Sorkî ku girêdayî çanda dayikê ye tê mezinkirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re fikrê Rêber Apo nas dike. Ji bo şoreşa ku bi fikrên Rêber Apo hatiye afirandin biparêze di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Bi fikrê Rêber Apo yê derbarê jinê de kesayeta wê çêdibe. Bi kelecaneke mezin tevlî hemû xebatên bîrdozî û leşkerî dibe. Qasî ku dîrokê lêkolîn dike hêrsa wê ya li beramberî dijminê gelê Kurd zêdetir dibe. Bi sekna xwe ya wêrek û ji xwe bawer dibe pêşenga jiyana bi wate.

Dilbirîn Qamişlo di oxira jiyana azad de canê xwe feda kir

Fedayî Dilbirîn Qamişlo li bajarê Dirbêsiyê ji dayik dibe. Ji eşîra Omeriye ku wek eşîr bi têkoşîna xwe ya li dijî dijminê xwînxwar tên naskirin. Di nava malbatekî xwedî li nirxên kal û dapîrên xwe derdikevin de mezin dibe. Hîn di zarokatiya xwe de rastiya şehîdên qehreman nas dike û ev li ser kesayeta wî bandoreke mezin çêdike. Ji ber kesayeta xwe ya dilnizm û pakbûna dilê xwe jiyanê hembêz dike. Xeyalê wî ew e ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hev re jiyanekî hevbeş ya bê komkujî bijîn. Bi xeyalê jiyana azad û wekhev, ji bo sosyalîzma Rêber Apo fêm bike di sala 2025’an de berê xwe dide refên têkoşînê. Ewqas bi heskirin tevlî jiyanê dibe ku jiyan bi her awayî di hevaltiya wî de xweşik dibe.

Canbexş Fereşîn Efrîn ji bo jiyanek bi wate tevlî têkoşînê bû

Fereşîn Efrîn li bajarê Efrînê ji dayîk dibe. Bi çanda gelê welatparêz yê Efrînê mezin dibe. Hîn di zarokatiya xwe de bi kesayeta xwe ya bi mereq, xwe di aliyê hunerî û wêjeyi de pêş dixe. Rûxmê temenê xwe yê ciwan sekna wê hîn di zarokatî de, wê dike pêşenga hevalên li derdora wê kom dibin. Bi rûkenî û kelacana xwe hertim li derdora xwe civata hezkirinê çêdike. Bi jîrbûna xwe di aliyê fikir û pratîkê de zû pêş dikeve. Di nava civakê de seknek û jiyaneke ji rêzê ji xwe re napejirîne û ji bo li nirxên civaka xwe û mîrateyên şehîdên şoreşê xwedî derbikeve di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di nav refên têkoşînê de jî, di cihê xwe de nasekine. Kesayeta wê ya mîna cîva xwe her di fikrên Rêber Apo de çalak dike. Di aliyê leşkerî û bîrdozî de, di demekî pir kin de pir pêş dikeve. Ew êdî dixwaze zimanê gerdûnê fêm bike ku jiyanê fêm bike. Rastiya xwe wek jin nas bike ku bikare jiyanê ji xweliya wê biafirîne. Girêdana wê ya jin û jiyanê fikrên wê zelaltir dike. Qasî ku fikrên wê zelal dibin, biryara wê ya têkoşînê di çeperên herî pêş de jî wê dike pêşengek ku di dilê hevalên wê de jî baweriya serketinê çêdike.

10’ê Çileyê 5 hevalan çalakiya fedayî pêk anîn

Di pêşengiya fermandar Denîz de, fermandar Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Fereşîn çalekiya xwe ya fedayî di dîroka 10’ê Çileya 2026’an pêktinin. Çeteyên dagirker li beramberî cenazeyên şehîdên me gelek pêkanînên dermirovî dikin. Dixwazin bi van pêkanînên dermirovî wek di dîroka têkoşîna gelê Kurd de li beramberî gelek têkoşerên dîl hatine girtin û şehîd ketine gelek mînakên wê hene, dixwazin rûmeta gelê Kurd û gelên herêmê bişkînin. Ji xwe dema ku dibînin ya ku pêşengiya vî şerê bêhempa dike wek jinek serhildêr Deniz Çiya ye û bi rojane ku nahêle dibin fermandariya wê de 2 taxên biçûk bikevin destê vî dijminê xwînxwar, bi hêrsekî ku tu exlaqekî mirovî nas nake pêkanînên dermirovî dikin û pêşenga me li mala ku çalekiya xwe kiriye, ji jor davêjin xwarê. Wana xwestin bi vî awayî rûmeta jinek têkoşer û gelek têkoşeran bişkinîn, lê fermandara me bi mirina xwe jiyan afirand û bi xwedîderketina li rûmeta gelê xwe ji dijminê xwînxwar û dagirker re bû bersiveke bê eman. Em fermandar û fedayiyên vê dozê Denîz, Hawar , Rojbin, Dilbirîn û Fereşîn dubare bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û soz didin Rêberê Rêberan, jinên ku serî netewandîn, egîdên ku gav paşde neavêtin û qêrîna zarokên ku li Şêxmesûd û Eşrefiyê dengên wan bilind dibûn; wê biryara wan biryara me be û heya em tola wan ranekin û xeyalên wan pêkneyînin em ê ti caran ranewestin. Em ê bi biryardarî doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Fermandariya hêzên parastina hundirîn a Helebê