Em ê destketiyên Şoreşa Jinê biparêz in

- Kongra Star
333 views
Armancgirtina nirx û pergala jinê, kêrek e li dilê demokrasiya gerdûnî. Ji ber vê giringe piştgirî û hevpeymaniyên jinan xurttir bibe. Da ku di destûra bingehîn ya Sûrî de ev nirx û destketî jî bêne mîsogerkirin. Ji bo parastina destketiyên jin em weke Kongra Star banga têkoşîna hevpar dikin.  

Herêma Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên serdest ve jinûve tê dîzayinkirin. Piştî Iraqê Sûriye û Îran jî ketin ber vê destwerdanê. Di vê rewşê de ji bo Kurdan jî metirsiyên ciddî derdikevin holê. Taybetî li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê êrişên piralî hene. Êrişa herî dawî ya ji taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kir, berbelav bû û veguherî êrişa tinekirina destketiyên Kurdan û têkbirina pergala Netewa Demokratîk, bi komployekî navnetewî ve girêdayî pêk hat. Êriş tenê bi Kurdan ne bi sînor bûn, her wiha li dijî vîna hevpar a gelê Kurd, Ereb û gelên herêmê bûn. HTŞ ya bi zihniyeta DIAŞ’ê tev digere, êrişên hovane li dijî gel û taybetî jî jinan pêk anî. Êrişên ku sucên şer îfade dikin, li dijî şervanên jin veguherîn hovîtiyê. Cenazeyê jina şervanaa jin ji avahiyê avêtin, keziyên jinan birrîn û bi dehan komkujî pêk anîn.
HTŞ salên dawî bi destê hêzên wekî Amerîka, Ingilistan û Fransayê hat xurtkirin û di bin serkêşiya Ehmed El Şaraa de bû desthilat li Sûrî. Vê hêza çekdar ya tundraw li Sûrî sûcên şer kirine û ti pîvan  nas nekiriye. Êrişa herî dawî ya van hêzan a li dijî gelê Kurd bi dijwarî pêk hat. Li dijî vê, rêveberiyê seferberiya giştî ragihand. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi vîna şerê gel ê şoreşger tevgeriya û herêmên xwe parast. Her wiha ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê Kurd li derdora Rojava bûn yek û seferber bûn. Dîmenên ku ji bo beşdariya seferberiyê sînor hatin derbaskirin di vê çarçoveyê de gelek bi wate bûn. 

Mudaxeleya Rêber Apo rêya çareseriyê vekir

Di encama têkoşîna Kurdan de li seranserê cîhanê Rojava bû rojeva sereke. Û di encama heman têkoşînê û bandorên wê de, êriş hatin rawestandin û agirbestek hat ragihandin. Bêguman di vir de li gel têkoşîna gel û raya giştî, bandora sereke ya li rewşê ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Lihevhatina li ser esasê entegrasyona demokratîk a bi hikûmeta Sûrî re, di encama vê hewldanê de kete meriyetê. Ku armanc ew e Kurd herêmên xwe biparêzin, bi rêve bibin û destketiyên heyî di warê siyasî, leşkerî, çandî, ziman û hwd de biparêzin. Di vir de ya giring ew e ku hem destketî tên parastin, hem jî beriya her tiştî pêşî li şerek mezin hat girtin û bi rêya muzakereyan hewldana çareseriyê çêbû.
Ji ber peymana pêk hatî şerek mezin asteng kir, her çend ne li gorî dilê aliyan be jî, lê divê çarçoveya heyî were parastin û erênî were pêşwazîkirin. Di vir de herkesê mereq kir ka ev çareserî çawa derket holê. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ev rola mezin a dîrokî girt ser xwe û encamek wiha giring derxist holê. Ji ber fikra entegrasyona demokratîk pêşî wî li Rojhilta Navîn pêşkêş kir û niha jî li ser vî esasî pêvajoyek dimeşe. Jixwe şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî projeya Rêbertiyê ye û bi paradîgmaya Netewa Demokratîk bi gewde bû. Êrişa mezin a dawî ya bi armanca tinekirinê jî careke din bi pêşbînî û destwerdana Rêbertiyê hat astengkirin. Bi vî awayî Rêbertiyê rê li felaketek mezin girt.

Têkoşîna Kurdan bandoreke mezin kir

Her wiha li seranserê Kurdistanê û cîhanê bi sed hezaran Kurd daketin qadan. Dostên Kurdan bûn hevkarên vê têkoşînê. Gelê Kurd li qadan yekbûna xwe li derdora Rojava pêk anî. Ev gelek giring û bi wate ye. Bi vê helwesta xwe ya yekpare bandorek mezin li ser rewşê kir.
Li aliyê din dorpêça li ser Kobanê dewam kir û bandorên wê yên jiyanî û encamên neyînî pêk hatin. Di vî warî de jî ji çar aliyên Kurdistanê kampanyayên piştgiriyê pêk hatin. Xwestin bi vê dorpêçê li Kobanê krîzeke mirovî derkeve. Hewldana şikandina dorpêçê û jiholê rakirina rewşa neyînî dewam dike. 

Di têkoşîna me de bi me re bin

Li aliyê din divê hewldan û têkoşîna Sûriyeyek demokratîk dewam bike ku mafên jinan û destketiyên şoreşa jinê bên parastin, pergala jinê bê parastin. Ji bo vê jî em bang li hemû tevgerên jinan ên Kurdistan û cîhanê dikin ku di têkoşîna me de bi mere bin. Ji ber têkoşîna me ya li dijî zihniyeta paşverû û hovane ya hêzên tarî yên desthilat e ku ji bo pêşeroja hemû jinan e.
Armancgirtina nirx û pergala jinê, kêrek e li dilê demokrasiya gerdûnî. Ji ber vê giringe piştgirî û hevpeymaniyên jinan xurttir bibe. Da ku di destûra bingehîn ya Sûrî de ev nirx û destketî jî bêne mîsogerkirin. Ji bo parastina destketiyên jin em weke Kongra Star banga têkoşîna hevpar dikin.
Em bi banga ” Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em destketiyên Şoraşa Jinê Biparêzin”, 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Çalakiyên me yên li Rojava jî di vê çarçoveyê de pêk hatin. Em bi vî ruhî careke din roja 8’ê Adarê li jinên têkoşer pîroz dikin.