Bi zêdebûna krîzên aborî, sînordarkirina çandî û pêşîlêgirtina azadiya beyanê, şertên jiyanê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe giran dibin; di heman demê de rejîm gihiştiye astekê ku vegera şertên berê ji bo wî ne hêsan e û civak jî di zanebûna vê rastiyê de ye.
Îran welatek e kû di nav xwe de çendîn ziman, nasname û çandan dihewîne. Ji çiyayên Rojhilatê kurdistanê heta çolên Belûçistanê, ji bajarên Azerî heta heremên Ereb û navenda Fars, her dever çand û jiyanên cihêreng nav xwe de dihewîne. Lê di nav van hemû rengan de jî hevreşiyek xwezayî heye, ev jî daxweza jiyanek bi rûmet, wekhev û azad e. Ev jî di oxira avakirina pergalek demokratîk de kû bikare nasnameya xwe di nav de biparêze. Di vê oxirê de bedel daye lê belê, gav paşde neavêtiye. Gelên Îranê di nava wan sedsalên bi dewlet–netewe de, herdem hate serkûtkirin, li gel vê jî hertim helwesta xwe ya têkoşer li hemberî pergala desthilatdar parast.
Dema em li rojeva siyaseta cîhanê mêze dikin, pîlana guhertina Rojhilata Navîn di meriyetê de ye. Li ser vî esasê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelên Kurdistanê planek hatiye darijandin. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî statû, pêşengî ji gelên cîran re jî neke, destketiyên ku bi kedek mezin çêkiriye, hewl tê dayîn ji holê were rakirin. Dîsa gelê Kurd li jêr desthilata hêzên serdest de ye û bi siyaseta ew diyar dikin dixwazin wiha bihêlin. Gelê Kurd di ferqa van êrişan de ye û hewl dide, bi rêbazên xwe yên dewlemend di têkoşînê de hem destketiyên xwe biparêze û hem statûya xwe bi dest bixe. Ev sekna gelê Kurd li ser hemû gelên herêm û cîhanê jî bi bandor e. Gel li Rojhilatê Kurdistanê jî bi têkoşîna xwe hewl dide, li nirx û destketiyên xwe xwedî derkeve. Di salên derbasbûyî de civaka Rojhilat, bi gelek şêwazan têkoşîn meşand û hewl da çarenûsa xwe diyar bike. Bi giştî gelên Îranê di qonaxa nû de, bi plan û pirojeyên xwe hewl didin di vê sedsalê de çarenûsa xwe saz bikin.
Li Îranê pêvajoya guhertin û veguhertinê
Bi van pêşketin û guhertinên giştî çêdibin re, li Îranê jî pêvajoya guhertin û veguhertinê destpê kiriye. Jiber pergala rejîma Îranê, rewşa siyasî, civakî, çandî û aborî ya gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek giran bûye. Zexta rejîma Îranê jî li ser civakê gelek zêde bûye. Pirsgirêkên wek krîzên aborî, sînordarkirina çandî, pêşîlêgirtina heqê beyanê û hwd şertên jiyanê gelek giran kiriye. Bi qasî ku ev pirsgirêk jibo civakê zehmetiyên mezin çêdike, rejîma desthilatdar a Îranê jî gihiştiye astekê ku vegera şertên berê ji bo wê giran û zehemet bûye. Gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî di zanebûna vê rastiyê de ye. Di serî de jin û ciwan hemû civak, guhertin û veguhertinê weke mijareke ku dest jê neyê berdan dibîne û ji bo wê têdikoşin û di têkoşînê de astengiyê nas nakin. Êdî qenaeta gel çêbûye ku guhertin û veguhertin bi têkoşînê çêdibe û ev jî bi yekgirtinê dibe. Rêya çareseriyê jî di hevgirtinê û jiyana hevbeş a gelan de dibîne. Ev têgihiştin û zanebûna gel di qada emelî de jî diyar dibe. Rengvedana vê di xwepêşandan û serhildanên meydanan de berçav dibe. Her çendî rejîma Îranê hewl da bi pêşxistina dijberiya di navbera gelan de, çanda jiyana hevpar bê bandor bike jî, nekarî serketî be. Yek ji taybetiyên bingehîn ya civaka Îranê, pirrengiya wê ye. Pir netewe, pir ziman, pir bawerî û pir çandên cuda lê heye. Gelê Kurd, Azerî, Belûç, Fars, Ereb, Gîlek û Taleşî, beşên sereke yên avahiya demografîk in. Lê modela ne demokratîk, navendperest, bi yekrengiyê hatiye avakirin, pir caran ev pirrengî weke dewlemendî nas nekiriye, berevajiyê wê, ev dewlemendî weke mijareke kontrol û sînordarkirinê dîtiye. Heya ji bo ewlehiya desthilatdariya xwe wek metirsî dîtiye û wiha polîtîkaya bi rêvebirina civakê diyar kiriye.
Rejîma Îranê rewabûna xwe ji dest da
Li Rojhilatê Kurdistanê, daxwaza mafên çandî, ziman, neteweyî her dem di navbera civak û desthilatdariyê de cih girtiye. Jiber vê civaka Kurd di dirêjahiya dîrokê de rewşên giran jiyaye. Lê niha jî nîşan dide ku dikare di nava pencên qirkirin û helandinê de yekbûn, hevbeşbûn û berxwedanê biafirîne. Jiber helwesta civaka Îranê û taybetî civaka Kurd, rejîma Îranê demên xwe yên gelek zehmet dijî. Mesafeyek gelek mezin di navbera civak û desthilatdariyê de vebûye. Bi teybet bi pêşketina şoreşa Jin Jiyan Azadî, rejîma Îranêrewabûna xwe ji dest da. Lingê desthilatdariyê lerizî. Erdê li jêr lingê desthilatê êdî deriziye û ji xirabûna wê re roj tên hêjmartin. Ya kû desthilatdariya rejîma Îranê mecbûrî guhertinê dike, sekna gel ya têkoşer e, ne ti hêzek derekiye. Dibe kû banora zext û hereşeyên hêzan jî hebe, lê ya esas têkoşîna gel û helwesta gel e. Bi vî asta tekoşînê, civaka Îranê di pêvajoyekeveguherînê re derbas dibe. Esas hişmendî û şertên siyasî yên nû ava bûn. Civak, bi taybet jin û ciwan zêdetir bi biryar û daxwaz beşdarî xebatan dibn. Ev hişmendiya nû, ne tenê li navenda Îranê, li hemû deverên civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar dibe. Bi vêtêgihiştinê û ezmunên ku çêbûne re, xwendekar, mamosta, nivîskar, çalakvan di warê mafên netewî û mirovî de zêdetir xwedî helwest in. Helwestên wan jî li ser civakê hemûyê bandoreke erenî dike.
Pêşengên vê pêvajoya guhertinê jî jin in
Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herdem bi pêşengiya jinan, bi hebûn û wêrekiya jinan pêş ketine. Jinan herdem rihê têkoşînê zindî hiştiye. Jinan berdewam di bereya demokrasî û wekheviyê de cih girtiye. Bi vê sekn, helwest, wêrekî, hêz û hebûna xwe di nav refên têkoşînê de, vegûherînek nû di hişmendiya civakê de çêkir. Bi taybet bi şoreşa “Jin Jiyan Azadî” re jin zêdetir bûn xwedî mafê axaftinê û bûn remza guhertinê. Jin ne tenê di meydanên serhildanan de, di mijara ziman, çand û huner, perwerdehî, nivîs û heya di nav malbatê de guhertin û têgihinên nû ava dikin. Rola jinan di têkoşîna civakî, siyasî de ne tenê sembolîk e, cihê gotinê ye ku di asta stratejîk de ye û diyareker e. Jinan bi têkoşîna xwe nîşan dan ku pirsa azadiyê ne tenê siyasî ye, di heman demê de pirsa civakî, çandî, nasnameyî û hebûnê ye. Di van qadan hemûyan de jî rolek pêşeng û diyarker dileyîzin. Ji bo wê bi awayek pratîk di avakirina hişmendiya civakek demokratîk de beşdar in. Çawa ku zîndanên rejîma Îranê ji bo jinan cihê terbiyekirin, tirsandin û teslîmgirtinê ye, jinan jî bi berxwedana xwe di zîndanan de îspat kirin ku ew ê meydanê ji zordestî û ji zîhniyeta mêrsalar re nehêlin. Her wiha bedelê wê çi dibe bila bibe, wê jin di pergala demokratîk û zihniyeta azadîxwaz de bi îsrar bin. carek dîtir derket ku dê şoreşa gelan tenê bi pêşnegiya jinan bigihee armana xwe û dikare serketî be.
Ji bo rejîma Îranê jî ger ku daxwaza mafên netewî, mafên jinan û daxwaza dadperweriya civakî wek pêvajoyek hevbeş were dîtin, şertên avakirina projeyek demokratîk zêdetir dibin. Lê jiber ku rejîma Îranê daxwazên gelan wek mafek rewa nas nake, nabe xwedî projeyek demokratîk û hêza çareseriyê. Jiber vê siyaseta ne demokratîk, gelên Îran û Rojhilatê Kaurdistanê di nav rewşek giran de dijîn. Zext di asta herî jor de ye. Li gel zextên rejîma desthilatdar ya Îranê jî asta hêviya gelan a ji bo veguhertinek demokratîk çêbibe, gelek bilinde. Zext hene lê, hişmendiya civakî û rola diyarker ya jinan şertê pêşerojek azad ava dike. Jin û ciwan di vê serdemê de beşê herî aktîv û fedayîne û di meydana têkoşînê de cih digirin. Gelekî xwedî pêşeng û ewladên wisa têgihştî û fedayî bi ti awayî gav paşde navêje. Dibe ku ji bo guhertinê pêvajoyek dirêj pêwist bike, lê derfetên wê niha hatine avakirin. Ev pêvajo bi qasî ji bo gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê metirsiyên xwe hene, xwedî derfetên gelek mezin û zêrîn e ku çarenûsa xwe saz bike.
Di serhildana dawî de bedelek mezin hat dayîn
Li ser vî esasî ger ku em pêşveçûnên dawî binirxînin, ev sal ji bo jinan û gelên Îranê destpêkekî nû ye, destpêkeke kû êdî rawestandin di nav de nabe. Ev salekî dijwar e, tijî têkoşîn e û carekî dîtir diyar dibe wê ev qonax jî bi pêşengiya jinan bi encam bibe. Di van serhildanên dawî yên li Îranê û beşek jî li Rojhilatê Kurdistanê çêbûyî de, gel bedelek pir mezin da. Komkujiyên mezin pêk hatin, hîn bi hezaran kes bê ser û şûn in. Bi dehan termên jinan bênav û nîşan in, bi hezaran însan di zîndanan de tên girtin û hêjmarek zêde tên sêdarekirin. Organên laşê dehan ciwan bi şêwazekî namirovane hatin derxistin. Bi cihkirina hêzên taybet li zanîngehan û qadên bajar, qutkirina înternetê ji bo boykotkirina nûçeyan û çêkirina atmosferek tirsê, hemû bi armanca felckirina civakê hatin kirin. Rejîmê hewl da bi qutkirina înternetê, Îranê bike “qutiyeke reş” da ku tawan û kiryarên wê veşartî bimîne. Gel niha di nava pencên qirkirinekî mezin de ye. Jiber ku civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê vêrejîmê napejirîne, rejîm jî bi hemû hêza xwe bi ser gel de diçe û hewl dide, gel serkut bike û tola hemû binketinên xwe wiha ji gel hildigire. Bi wan komkujiyên mezin, rejîma Îranê şansê xwe yê desthilatdariyê ji dest da.
Di çilrojiya şehîdên serhildanê de, gel bi merasimek mezin, xwedî li şehîdên xwe derket. Dewleta Îranê difikirî ku bi wan komkujiyan wê gel ji meydanên xwepêşandanê dûr bikeve, lê lidarxistina mersimên çileya şehîdan li seranserê welat, carek dîtir bû sedema kombûnên mezin yên li dijî hikûmetê. Bi amadebûna di çileya şehîdan de nîşan dan ku ne tenê netirsiyane, lê şîna xwe jî bi nerazîbûna siyasî ve girêdan.
Zanîngeh ji bo têkoşînê qadake sereke ye
Piştî evqas êrişên rejîma Îranê, xwendekaran li zanîngehan dest bi nerazîbûnan kirin. Diyar bû ku ceza, girtin, kuştin û sêdare nifşê ciwan bê bandor nekiriye. Ciwanan serkût qebûl nekir û dîsa serî hildan. Ev xwepêşandan jî gelek radîkalbûn û hîna jî berdewam dikin. Dirûşmeyên herî radîkal di zanîngehan de tên gotin. Her dem jî zanîngeh li Îranê bûne cihê pêşeng ji bo serhildanan. Vê carê jî xwepêşandanên zanîngehan bi durşma Jin Jiyan Azadî geş dibe û hêza alternaîv a civakê nîşan dide. Rejîma Îran gelek hewl dide ku zanîngehan milîtarîze bike, hişmendiya xwe bisepîne lê, nikare pêşiya hêza şoreşê bigire.
Me carek dîtir ji vê yekê re şahidî kir ku, ti pergalên desthilatdar bi xwe spartina “tundiyê” nekariye hebûna xwe mayînde bike. Tundiya tazî, dibe di demekî kurt de bêdengiyekê çêbike lê, di dema navîn û demdirêj de, potansiyela teqînê ya civakê çend qat zêde dike. Ev pêvajo, merheleyeke kû ne rejîma Îranê dikare bizivire rewşa xwe ya berê û ne jî gel dest ji helwestaxwe ber dide. Rejîm di serkûtkirinê de israr dike, gel jî ji bo jiyanek azad û bi edalet di serhildanan de israr dike. Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” hemû taboyên rejîma Îranê ji nav bir, rûyê rast yê pergala mêrsalar û desthilatdar yê rejîmê eşkere kir û lingê esasî yê şoreşê danî. Lewra ev serhildan û her serhildaneke din berdewama şoreşa “Jin Jiyan Azad” ye. Hêza civakê di vê şoreşê de derkete holê û gihişt asta birêxistinkirî. Lewra rejîma Îranê niha di rewşekê de ye ku her gava li dijî daxwazên civakê biavêje, ew ê li dijî wê bixwe bi encam bibe. Bi rêbazên şîdetê rejîma Îranê nikare ramana “Azadiyê” bikûje. Çawa ku şoreşa “Jin Jiyan Azadî” tovêjiyanek azad û demokratîk çand, ku ti caran hişk nabe, serhildan û nerazîbûnên dawî jî nîşan dan ku dara desthilatdariyê ber bi rizînê ve diçe.
