Bi hişmendiya kolektif re avakirina jiyana komînal

- Nezahat DOĞAN
16 views
Encamgirtina stratejiyên têkoşînê yên gelên ku li herêmê dijîn û yên bindest, bandorê li hevsengiyan dike. Mînak, DAÎŞ projeyeke navneteweyî bû. Lê belê Tevgera Azadiya Kurdistanê, ku hem bi têkoşîna xwe ya herêmî û xwecihî li vê projeyê destwerdan kir, ji bo gelan serkeftinên mezin bi dest xist; bû hêvî û dengê wijdana raya giştî ya cîhanê. Tecrûbeya Şengal û Rojava mînaka vê yekê ye.

Rojnamevan Nezahat Doğan di hevpeyvîna bi endama Koordînasyona PAJKê Evîndar Ararat re, derbarê daxuyaniyên Rêber Apo û têgihên ku di manifestoya serdema nû de derbas dibin de pirsên xwe pêşkêş kir.

Dema Abdullah Öcalan dibêje ku “ji pirsgirêka Kurd mezintir pirsgirêka jinê heye”, behsa  pirsgirêk û çareseriyeke çawa dike? Divê ev tesbît çawa were fêmkirin?

Rêber Apo, di manifestoya serdema nû de, diyar dike ku di bingeha pirsgirêkan de ji aliyê dîrokî ve nakokî û pevçûna di navbera mêrê ku kujerê kastîk e û jinê de heye. Ev pênase yê kujerê kastîk hem desthilatdarî û hem jî tundûtûjiyê dihewîne. Her wiha zihniyet û êrîşên pergala serdestiya mêran pir baş îfade dike. Wekî tê zanîn, di lêkolînên dîrokê de, bi taybetî arkeolojî, gelek qadên zanistê îro bi hev re dixebitin. Em jî li ser bingeha jineolojiyê lêkolînên xwe yên berê, îro û paşerojê bi awayekî pir-alî didomînin.
Pirsgirêka jinê ne tenê yên Kurdan ango yên gelekî tenê ye; ev pirsgirêk hem dîrokî ye hem jî gerdûnî ye. Gelek dîtinên arkeolojîk ên wek Göbeklitepe û Karahantepe nîşan didin ku klûba mêran yên bi hezaran salan li dijî civaka klanê ya dayikparêz şer kiriye, hêdî hêdî xwe wekî pergalê ava kiriye, karakterê kujerê kastîk bi dest xistiye û hewl daye ku vê rewşê heta îro bidomîne. Ango nakokiya yekemîn a civakî û bingehîn di navbera civaka dayikparêz a bi pêşengiya jinan û kujerên kastîk yên serdestiya mêran de derketiye holê û ev nakokî heta roja îro hatiye.
Bêguman nakokiyên çînî û neteweyî jî girîng in. Lê di dabeşbûna civakî de, şerê ku kujerê kastîk   yê serdestiya mêran, tevî pergala û polîtîkayên xwe, li dijî pergala komînal a jinê dike, şerê yekemîn û bingehîn e. Daneyên dîrokî jî nîşan didin ku rewş wiha ye.
Rêber Apo, di nirxandinên xwe yên berê de, pirsgirêka jinê bi gotinên “neteweya yekem a bindest, çîna yekem a bindest, koloniya yekem a bindest” pênase kiribû. Her wiha diyar kiribû ku nakokiya bingehîn a sedsala 21’an jî dê li ser xeta jin, ekolojî û civaka demokratîk şêwe bigire.
Di vê wateyê de, baş lêkolînkirina xeta pêşketina dîrokî û îroyîn a pergala kujerê kastîk yê serdestiya mêran girîng e. Di heman demê de li dijî vê yekê; bi pêşengiya jinan domandina kevneşopiya têkoşînê ya civaka komînal, bi hêza rêxistinkirî ya jinê avakirin û parastina jiyana azad, dibe têkoşîna bingehîn a me.
Bêguman, kujerê kastîk ê ku xwe veguhertiye pergaleke ku li dijî jinê ye û êrîşên wî zêdetir dibin, di van herêmên ku Kurdistan jî di nav de ye, pêş ketiye. Ne em vê yekê dibêjin. Daneyên arkeolojîk, antropolojîk û yên din vê yekê derdixin holê.
Di vê wateyê de, her ku em dîroka azadiya jinê bi awayekî bê navber derdixin holê, gengaztir dibe ku dîroka veşartî ya gelê Kurd jî baştir bê fêmkirin. Dê bê dîtin ku azadiya jinan û azadiya gelê Kurd hîn bêhtir bandorê li hev dikin.
Çerxa îstîsmar û tundûtûjiya li ser jinê civakê jî kole dike. Her ku jin azad dibe, asta azadbûn û demokratîkbûna civakê jî pêş dikeve. Ji aliyê dîrokî ve, îstîsmar, tundûtûjî û nedîtina li ser jinê kûr e. Ev pêvajoyeke hezar salî  diyar dike. Em dîroka xwe ya ku hatiye nedîtin an jî ji aliyê pergala serdestiya mêran ve hatiye çewisandin, ji nû ve vedikolin û ji nû ve dinivîsin. Bêguman, bandorên vê yekê li ser têkiliyên civakî û jiyanê, li ser bingeha avakirina zihniyeta demokratîk de pêş dikevin. Di vê wateyê de, wek Rêber Apo dibêje, jina ku azad dibe, pê re dê gelê Kurd jî azad dibe. Ev di bingehê xwe de ji bo hemû civakan jî derbasdar e. Her ku jin azad dibe, civak jî azad dibe.
Di têkoşîna me ya azadiyê de, têkoşîna azadiya jinê di vê wateyê de têkoşîna herî stratejîk e. Arşîv û mîrasa vê têkoşînê bi awayekî pir zêde heye; kesên ku dixwazin dikarin wê lêkolîn bikin. Azadiya jinê û azadiya gelê Kurd ne tenê nirxên herêmî, lê di heman demê de nirxên gerdûnî jî derdixe holê û pêş dixe.

Civakîbûneke çawa rê li ber azadî û demokrasîyê vedike?

Berî her tiştî, pêwist e em bi raman, ruh û bedenê bibin kesên azad. Divê em xwe ji hemû nexweşî û têgihiştinên pergala heyî rizgar bikin. Divê em tu carî ji bîr nekin ku kesên azad jî tenê di nav civakbûna xwe de dikarin bi awayekî azad bijîn. Her roj baştir tê fêmkirin ku têgihiştina azadiya kesane ya pergalên lîberal îro derewek mezin e. Divê em baş fêm bikin ku azadiya kesane ya me ji azadiya civakî ya me re derbas dibe. Ji nû ve avakirina dîroka xwe, roja îro û paşeroja xwe pir girîng e. Ev jî tenê bi gihîştina hişmendiya kolektîf pêkan e.
Her ku hişmendiya me ya kolektîf pêş bikeve, emê birakibin li ser pirsa pergala me ya jiyana azad divê çawa be, nîqaşên baştir bikin. Em wek mirov hebûnên civakî ne. Mirov nikare ji civakê qut bijî. Ziman, çand û dîrok jî girêdayî vê yekê ne. Ji ber vê yekê, divê em li ser bingeha pêdiviyan komûnên xwe ava bikin.
Komûn; li ser hemû qadên jiyanê bi hev re nîqaşkirin, biryargirtin û bi awayek azad bicîhanîna wan biryarên hatine girtin e . Ango di pêşxistina hemû siyaset an jî polîtîkayên derbarê jiyanê de bûyîna xwedî rolê sereke. Wek mînak, divê em di hemû van qadên wek çand, tenduristî, perwerde, dîplomasî, xweparastin û hwd. de jiyana polîtîk bi komûnên wan re pêk bînin. Divê em di wan qadên ku her kesên pêdiviya wan heye an jî eleqeya wî/wê pê re heye û jêhatî ye, komûnan ava bikin.
Êdî di roja îro de herkes xwedî avahiyeke pir-nasnameyî ne. Îro jinek dikare li gorî pêdivî û eleqeya xwe bibe endamê çend komûnan û xwe di hemû qadên jiyanê de bi azadî îfade bike. Dewlet azadiya civakî an jî jiyaneke demokratîk ji me re pêşkêş nake. Di karaktera dewletê de ev tune ye. Ger dewlet bi rêzgirtin nêzîk bibe û mafên civakê û kesan biparêze bes e. Ya girîng ew e ku civak bixwe dixwaze jiyanekê çawa bijî. Azadiya civakî berpirsiyariya kesên ji civakê ne. Divê jin jî pêşenga vê yekê be. Komûnên ku jin di hemû qadên jiyanê de bi hev re ava dike, dê di guhertin û veguherîna civakê de roleke girîng bilîze. Jin dikare li gorî dixwaz û pêdivîyan çiqas komûn bixwaze ava bike. Ew dikare bi mêran re jî komûnên hevpar ava bike.
Ger komûn bibin tovê bingehîn ê civakê, dê wê demê çanda demokrasiyê baştir pêş bikeve. Ji bo vê yekê ne hewce ye ku kes li bendê kesekî din bimîne an jî ji cihêkî perspektîfê bistîne. Her kes dikare hewcedariyên xwe kifş bike û bi sê kesan, deh kesan, ango bi qasî ku dixwaze mirovan re li hev were, nîqaş bike û ber bi rêxistinkirina komûnên hevpar ve here.
Çima gelek komûnên ku jin pêşengiya wan dikin tunebin? Mînak, ji komûnên hunerê heta komûnên aboriyê, ji komûnên esnafan heta komûnên karkeran, gelek rêxistin dikarin bên avakirin. Jinên ku bijîşk in dikarin li hev kom bibin, komûna tenduristiyê ava bikin û ji bo tenduristiya civakî dest bi xebatê bikin. Parêzer dikarin ji bo peymana civakî ya jinê komûna xwe ava bikin. Di vê mijarê de karê ku dikare bê kirin pir e. Tenê divê em bawer bikin ku azadiya civakîya me bi hêza rêxistinkirî pêk tê.

Civaka rêxistinkirî û yekîtiya civakî çawa dikare bi awayekî berbiçav tiştan biguhrîne û raya giştî ava bike? Ma hemû hevsengiyên ku biryar didin tenê hêzên navneteweyî ne?

Bêguman na. Encamgirtina stratejiyên têkoşînê yên gelên ku li herêmê dijîn û yên bindest, bandorê li hevsengiyan dike. Mînak, DAÎŞ projeyeke navneteweyî bû. Lê belê Tevgera Azadiya Kurdistanê, ku hem bi têkoşîna xwe ya herêmî û xwecihî li vê projeyê destwerdan kir, ji bo gelan serkeftinên mezin bi dest xist; bû hêvî û dengê wijdana raya giştî ya cîhanê. Tecrûbeya Şengal û Rojava mînaka vê yekê ye.
Tevgerên sosyalîst yên nediyarî û rewşa konjonkturel a li herêmê bi awayekî rast fêm û nirxandin dikin, dikarin ji bo berjewendiya gelan û jinan serkeftinên mezin bi dest bixin. Her çiqas rîsk hebin jî, potansiyela gelan a pêkanîna jiyaneke azad ji her demê zêdetir e. Pêwîst e gel û jin, bi xwedîderketina li şoreşên xwe û hêviyên xwe yên azadiyê, têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya li qadê bêtir pêş bixin û xwe biparêzin. Divê em, bêyî ku bi sînorên neteweyî asê bimînin, têkoşîna xwe ya rêxistinkirî, di hemû qadên jiyanê de, di asta herêmî û gerdûnî de bi hêztir pêş bixin.
Tu pergal nikare bi paşçavkirina dînamîkên civakî yên herêmî serkeftî be. Bi vê zanînê, ji bo ku em karibin li ser axa xwedî mafê gotinê bin, bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî gengaz e. Em wek Tevgera Jinên Azad, bi vê hişmendî û hêviyê têkoşîna xwe bingeh digirin û hemû pêşketinên li herêmê bi baldarî dişopînin, wan dinirxînin, rê û rêbazên têkoşîna şênber diyar dikin da ku em ji bo her îhtîmalê amade bin.

Pênaseya nû ya sosyalîzma demokratîk a Öcalan û rêxistina komûnan di civakê de têr tê fêmkirin? Di vê xalê de, jin xwedî temsîliyeta pêşengiyeke bihêz in?

Pênaseya nû ya sosyalîzma demokratîk a Rêber Apo û her wiha rêxistina komûnan di civakê de bi kelecaneke mezin hatiye pêşwazîkirin. Lê ji bo ku were fêmkirin ka ev çawa dikare bikeve pratîkê, pêdivî bi nîqaş û perwerdeyê heye.
Tevî bêbaweriya kûr a li hember dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya heyî, ji ber bawerîya bêdawî ya gelê Kurd û jinan ji Rêber Apo re, di nav gelê me de li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd, aşitî û komara demokratîk hêviyek şîn bûye. Di nav hemû gelê me û jinan de pêwendiyeke ji dil li hember manifestoya nû ya Rêber Apo pêş ketiye. Bi manifestoyê re, dilxwaziya ku gelê me dîroka xwe ya kevnar baştir bixe hişê xwe û sosyalîzma demokratîk a nû wekî bingeha têkoşîna xwe bibîne, di asteke pir girîng de ye.
Gelê Kurd baş fêmkiriye. Civaka ku jinên wê ne azad bin, nikare azad be. Jina Kurd îro li her cihê ku lê ye, li ser bingeha temsîliyeta wekhev û bi pergala hevserokatiyê, hewl dide şêwaza xwe ya jiyana sosyalîst a demokratîk gav bi gav pêş bixe. Di vê mijarê de lêgerîna xwe perwerdekirinê di asteke girîng de ye. Bêguman, bersivdana rast li van lêgerînan û perwerdekirin û hişyarkirina civakê a di vê mijarê de, berî her tiştî erk û berpirsiyariya me jinan e. Asta pêşengiya bihêz a jinan dê rê bide ku paradigmaya Rêber Apo di civaka me de bêhtir were fêmkirin.
Têgiha komûnê têgeheke Kurdî ye. Kombûn, tê wateya “li hev kom bûnê”. Pêwîst e ev têgih bi zimanekî sade û hêsan were fêmkirin û were nîşandan ku ew jixwe di bîra civak û çanda civakê de heye. Bi manifestoya Rêber Apo re, di civakê de ji bo pêşxistina rêxistina komûnan daxwazeke girîng heye. Ji bo ku em li ser rê û rêbazên vê yekê bi hev re nîqaş bikin, biryarê bigirin, wê bixin pratîkê û vê yekê bi herêmên pîlot re eşkere bikin, xebat berdewam in.
Em xebatên xwe yên ji bo perwerdehiya civakî û birêxistinkirina komûnan bi pêşengiya jinan pêş dixin. Em dixwazin vê yekê ne tenê li Kurdistanê, lê li herêmê û li seranserê cîhanê jî bi pêşengiya jinan pêş bixin. Rêxistina komûnan ne tenê modelek jiyana rêxistinkirî ya gelê Kurd e. Îro li her derê cîhanê gel û jin dikarin ber bi rêxistina komûnan ve biçin û pergala jiyaneke azad ava bikin.
Pergala kapîtalîst bi bilindkirina ferdparêziyê civakîbûn parçe kiriye. Emê bi komûnan civakîbûna xwe ji nû ve rêxistin bikin. Emê her ku komûnî bibin, bi awayekî berbiçavtir bijîn û bibînin ku jiyana bi hev re mifteyê çareserkirina pirsgirêkan e û dê bibe rêyek ji bo gihîştina hişmendiya demokratîk, exlaqî, polîtîk û şêwaza jiyanê. Bingeha jiyan û têkiliya sosyalîst a demokratîk civakîbûn e, ango komûnîbûn e.