Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ya Cîhanî

- PAJK Koordinasyonu
15 views
Divê rêxistinên jinan li ser hevdu avahiyên hiyerarşîk ava nekin. Pêwist e yêkitiyeke ku di hinek rêgezên bingehîn de hevbeşî dikin, ezmûnên xwe parve dikin, helwest û çalakiyên hevpar derdixin holê ava bibe. Divê bingeha van yêkitiyan fikrê azadiya jinê ava bike. Lewma, di pênasekirina yekîtiya jinên cîhanê de têgiha konfederalîzm ji bo pêşwazîkirina vê armancê guncavtir e.

Ligel binavkirina sedsala 21. wekî sedsala jinê, rêxistinkirina tevgereke azadiya jinê ya gerdûnî jî xwedî wateyeke stratejîk e. Di sala 2018’an de di encama pêşniyara ku ji hêla Akademiya Jineolojî ve pêş ket, di Konferansa Yekem a KJK a Dîplomasiyê de, bi perspektîfa înşaya pergala gerdûnî ya jinê birêvebirina xebatên tifaq û peywendiyên demokratîk, biryara înşaya Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanî, hate wergirtin. Heman sal di Konferansa Yekem a Jinên Navnetewî de ku li Frankfurtê hate li darxistin, ev rojev, bi jinên enternasyonal re hate parvekirin û hedefeke hevbeş hate diyarkirin. Di sala 2019’an de di binya Akademiya Jineolojî de bi jinên enternasyonalîst ên ji welatên cuda, bi beşdariya PAJK û KJK, derbarê mijarê de nîqaşek pêş ket. Di qada dîplomasiya jinê de biryardarî û xebatên bi vî rengî dimeşin. Li gorî vê çarçoveyê, yekemîn belgeya taslaqê ku formula pêşniyariya Konfederalîzma Jinê ya Cîhanê nîşan dida, li gelek zimanên cuda hate wergerandin. Ev him bi pêkhateyên curbecur a tevgera me re û him jî bi jinên ji Rojhilata Navîn, Ewrûpî û Amerîkaya Latîn re hate nîqaşkirin. Nêrînên wan hatin wergirtin û li ser esasê van nêrînan jî belgeyeke nû hate amadekirin.

Xebatên avakirina Konfederalîzma Jinê

Di bergeha pêşxistina Konfederalîzma Jinê de, li welatên Rojhilata Navîn, Amerîkaya Latîn, Efrîqa û welatên cuda yên cîhanê re pêkanîna vebûnê û avakirina peywendiyên xwurt tê hedefgirtin. Tifaqa Jinên Demokratîk ên ji Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqya ku di encama Duyemîn Konferansa jinên Rojhilata Navîn a ku di sala 2021’an de li Lubnanê hat li darxistin, bi armanca înşaya Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Jinan pêş dikeve. Duyemîn Konferansa Navnetewî ya Jinan a ku di sala 2022’an de li Berlînê, bi fermî, bi armanca destpêkirina înşaya Konfederalîzma Jinan a Cîhanî kom bû. Derbarê belgeya ku pêşkêşî konferansê hatiye kirin de nîqaş pêş ketin. Bi pêkhateya pêşeng a bi navê Jin Jiyan Azadî, Tevna Jin Dahatûya Xwe Dihonin ku ji gelek herêman tevgerên jinan tê de cih digrin, hatiye îlan kirin. Li ser vê zemînê avakirina binesaziya Konfederalîzma Jinan tê hedefkirin  Her wiha di sala 2022’an de li Tunisê di 3. Konferansa Jin a Cîhanî de ku bi giranî tevgerên jinan ên di xeta antî-emperyalîst de têkoşîn dikirin li hev kombibûn, derbarê Şoreşa Jinê û Konfederalîzma Jinê de nîqaş pêş ketin. Ji hêla aliyekî grîng ên ji pêkhateya konferansê ve ev bi awayekî erênî hate pêşwazîkirin. Tifaqa jin a ku di bergeha Rojhilata Navîn de hatiye avakirin, îsal li Lubnanê bi rojeva şoreşa jinê yekemîn konferansa xwe li dar xistiye. Nîqaşên derbarê şoreşa jinê û konfederalîzmê de û di çarçoveya mijarê de plansaziyên şênber di vê konferansê de bêhtir hatine kurkirin.

Pêşketinên berbiçav hene, lê hîn qels dimînin

Hem di dîrokê hem jî di roja me ya îro de, di têkoşînên li hemberî pergalê de ji ber taybetmendiya nakokiyên di navbera zayendan de jin bûne dînamîkên bingehîn. Ji peyanên (teşebûs) mehelî heta forûmên civakî yên cîhanê, hêzên motor ên torên kom û têkiliyên ku li dijî pergalê xwe li seranserê cîhanê rexistin dikin jin in. Têkoşîna azadiya jinê ji pêşketina tevgera demokrasiya gerdûnî re pêşengî dike. Lê di van torên rêxistinkirina giştî de, di têkoşîneke ku feraseta mêrsalarî derbas dike pêşxistin, îrade, rojev û vîzyona hevpar jinan di avakirin û rêxistinbûneke daîmî de kêm dimînin. Li Amerîkaya Latîn, Ewropa, Afrîka, li hinek qadên Asya, Rojhilata Navîn ezmûneke girîng a têkoşîna jinê û nirxên dîrokî yên dijîn hene û kokên civakbûnê xurt in. Lê ev nirxên jin û civakê belav in, hêza têkoşînê perçeyî ne, lêgerînên jinan ên azadiyê bi wan re an jî bi herêmên wan re sînordar dimînin û nabin hevkar. Her çiqas hewildan û gav hebin jî ne di asta rêxistinbûneke daîmî û mayînde de ne.

Ji bo rêxistinkirineke mayînde modela Konfederalizmê

Li hemberî pergala mêr a ewqasî birêxistinî ye û her kêliya jiyanê û her cihê cîhanê birêve dibe û beralî dike, divê koordînasyon û pergaleke rêveberî ya demokratîk a jinan hebe. Divê rêxistinên jinan li ser hevdu avahiyên hiyerarşîk ava nekin. Pêwist e yêkitiyeke ku di hinek rêgezên bingehîn de hevbeşî dikin, ezmûnên xwe parve dikin, helwest û çalakiyên hevpar derdixin holê ava bibe. Divê bingeha van yêkitiyan fikrê azadiya jinê ava bike. Lewma, di pênasekirina yekîtiya jinên cîhanê de têgiha konfederalîzm ji bo pêşwazîkirina vê armancê guncavtir e. Têgiha “enternasyonalîzm” a ku li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm û faşîzmê hevparîbûna karker, gelên bindest û hêzên şoreşger pênase dike, dibe ku di pênasekirina yêkitiya jinê de netêrker be. Enternasyonalîzm wekî têgih li ser bingeha şerê çînî sînorên neteweyî derbaskirin û yêkîtiya şoreşgerî ya jinan îfade dike. Yekîtiya jinan jî xwedî karaktereke ku wekî naverok hem van wateyan digre nav xwe hem jî van derbas dike. Pirsgirêkên jinan ên neteweyî û çînî hene lê ji vê jî kûrtir pirsgirêk û nakokîyeke zayendî heye. Konfederalîzm modeleke rêxistinbûn a li gorî vê yekitî û hevparbûnê ye. Yek ji rêgezên bingehîn, li dijî bîrdoziyên desthilatdar ên kapîtalîzmê neteweperestî, olperest, zanistperestî û zayendperestiyê bûyîn e. Li dijî pirsgirêkên şer, birçîbûn, xizantî, tundî, koç, perwerde û tenduristî, pirgirêkên ekolojîk, tacîz-tecawiz û qetlîamên jinan ên ku ji ber pergala kapîtalîzm a xwe dispêre sermaye û îndûstriyalîzmê sekinîn, binasiyên bingehîn ê têkoşînê ne. Esasên yêkitiya gerdûnî dikare bi sekna hevpar a li dijî vê binasiyê bên diyarkirin.

Pêwîst e gavên dîrokî derbasî qonaxeke nû bibin

Gelek ezmûnên ku tevgera me tevlî bûye an jî nebûye hatine jiyîn. Ji bo bi hev re nîqaş bikin, polîtîkayên hevpar pêş bixin hinek civîn hatine çêkirin, platform û înîsiyatîf hatine avakirin û hinek hevratî hatine pêşxistin. Ev, ezmûneke girîng e. Lê hatinên gel hev ên demkî, hevparbûnên ku rêxistinkirina mayînde ava nakin, nabin bersîv.  Heta saziyên wekî Neteweyên Yekbuyî xwestin xwe bikin pêşengên van piştevaniyên gerdûnî û têkoşîna jinê lîberalîze bikin. Bi heyamên ku têkoşîna jinê bilind bû re paralel di bin sîwana NY de li Mexîco Cîty, Kopenhag û Naîrobî sê konferansên navneteweyî hatin lidarxistin. Pêvajoya di navbera 1975 û 1985 de wekî “Deh Salên Jinê” hat qebûlkirin û zemînên saziyên civaka sîvîl ên ku bûn sedema rexneyên ku femînîzm bi polîtîkayên neolîberal re bûne yek, hatin avakirin.

Lewma, divê teqez gavên heta îro hatine avêtin derbasî qonaxeke nû bibin. Divê her ezmûnên lokal, tiştên hatine jiyîn, aliyê wan ên erênî û neyînî yên lokal bên analîzkirin û bigihîjin encamên nû. Divê ev perspektîfa rêxistinbûna gerdûnî û perspektîfa têkoşînê di perspektîfa Modernîteya Demokratîk û Şoreşa Jinê de bê avakirin. Ezmûna çil salî ya Şoreşa Kurdistanê û ezmûna şoreşa Rojava ya ji 2012’an ve pêş dikeve serketina vê perspektîfê daniye holê. Şêweya rêxistinbûna konfederal bixwe, ji bo hemû jin bi cihêrengiyên xwe bi awayekî wekhev û azad xwe îfade bikin û beşdarbûna demokratîk çêbibe girîng e. Divê li ser pirsên wekî wê têkiliya di navbera têkoşîna mehelî û kûrewî de çawa bibe û wê bizivirîne hêzeke çawa ya îdeolojîk, polîtîk, sosyal, çandî, civakî û xweparastinê bersivên rêxistinî û polîtîk bên dayîn.

Ji rêxistinbûnên mehelî gav bi gav heya Konfederalizmê

Konfederalîzm girêdana demokratîk ên di navbera rêxistinbûnên demokratîk ên mehelî de îfade dike. Lewma, dema dibêjin Konfederalîzma Jin a Cîhanê divê teqez di asta herêmî (mehelî) de rêxistinbûn hebin û bên pêşxistin. Ger di asta herêmî de rêxistinbûn nebin, li jorê hinek yêkitiyên ku binê wan vala ne nikarin bên pêşxistin. Divê di mehelî de rêxistinbûnên berfireh ên mîna komûnan bên pêşxistin û pêwendiya konfederalê ava bikin. Dibe ku ji têkilî û rêxistinbûnên yekser tên pêşxistin re rêxistinbûna konfederal neyê gotin. Lê girîng e ku torên rêxistinbûnên berfireh bên avakirin, ev tor her biçe ber bi terzekî têkiliya konfederal ve bê herikandin. Her wiha bê ku bikevin xefka mehelîperestiyê feraseta mehelîbûnê pêşxistin jî pir girîng e. Ger her nasnameya cuda ya jinê di nav heqîqeta civakbûna xwe de rastiya xwe ya sosyolojîk nas bike, çareser bike û tevlî yekitiya gerdûnî bibe; ew ê ji yekitiyeke jin a pir biwate û dewlemend û yekitiyeke civakî re rê veke. Li ser esasa rêgeza bi civaka xwe re azadbûnê divê parzemîn parzemîn, di nav parzemîn de herêm herêm rêxistinbûnên konfederal a jinê bên pêşxistin. Ev rêxistinbûn divê mîna torekî hev temam bikin, herikbar bin û mayînde bin. Yekûna rêxistinbûnên konfederal ên jinên Afrîkî, Asyayî, Ewrûpî, Amerikî, Amerîkaya Latînî, Awustralyayî yên gav bi gav pêş dikevin her diçe Konfederalîzma Jin a Cîhanê ava dikin.

Taybetmendiyên feraseta rêxistinbûna Konfederal

Divê di feraseta rêxistinbûna Konfederala Jin a Cîhanê de ji neteweperestî, nêzîkatiyên çînî û hiyerarşîk re cih nebe. Ev taybetmendiyên ku nexweşiyên bingehîn ên serdema me ne li ser jinan jî pir bandorker in. Ji xwe perçebûyîn, ji ber vê pêş dikeve. Ya rastî, sedemeke girîng a navpergalîbûna tevgerên jinan, bi demê re di têkoşînê de tenê mayîn û ji ber êrîşên pergalî yên serdestiya mêr lewazbûn û ji hêz ketin e. Lewma, divê jinan xwe ji bandora ku wan lewaz dixe derbixin, girîngî bidin perwerdeyên jinan, feraset bidin qezenckirin û nehêlin binyada rêxistinê bi bandor bibin. Hevdu naskirin, ji hev agahdarbûyîn, xwe ji hev berpirsiyar dîtin û hestiyarbûyîn, ji taybetmendiyên bingehîn ên feraseta rêxistinbûna konfederal in. Li kudera cîhanê li kîjan jinê êrîşek çêbûbe, piştgirî dayîna wê, seferberiya têkoşînê pêşxistin hêz dide têkoşîna jinan. Hevparîbûna keda jinê encax bi vê hestiyarî û berpirsiyarî redikare pêş bikeve. Dema mehelî gerdûnî dibe, gerdûnî mehelî dibe; têkiliyeke azad û herikbar û çalakbûneke polîtîk a encamgir diakre pêş bikeve. Lewma, divê hemû elimandinên paşmayî yên parçeker ên aîdî mêrsalarî bên derbaskirin.
Divê di feraseta perwerde de akademiyên jina azad ava bikin, xebatên feraset ên ku wê ji ronesansa jinê re pêşengî bike pêş bixin. Di feraseta çalakî de; divê plansaziyên bi qademe yên ku hedefên polîtîk ên dem dirêj di nav xwe digirin hebin. Her wiha divê nêzîkatiyên çalakî yên ku li ser bingeha pêwîstiyên lezgîn bi lez û bibandor tên rêxistinkirin hebin. Divê di terzê ku ji rêgezên me re xizmet bike de ji çalakiyên herî radîkal heta şêweyên çalakî yên herî nerm ji her cure çalakbûnê re vekirî bin.
Li ser esasa vê ferasetê, avakirina pergala enformasyon, baş nirxandina komunîkasyonên rûbirû, amûrên komûnîkasyon ên wekî medyaya ferazî û hwd. bi xwe re bihêzkirina ajîtasyon- propaganda, bi lezûbez rêxistinbûn û çalakbûnê tîne.

Hevkariya di navbera Konfederalizma jinê hevpeymanên civakî

Aliyê din jî, rola ku wê hevpeymana civakî ya jinan di pêşxistina Konfederalîzma Jin a Cîhanê de bilîze ye. Peymanên wekî CEDAW, Peymana Stenbolê, deklarasyona Pekîn ên ku pêşîgirtina tundiya li ser jinê dike armanc bi hedefên wiha hatine avakirin. Lê ev peymanên ku dewletan esas digrin hem kêmasiyên cidî dihewînin, girêkeriya wan sînordar in û hem jî ne di karaktereke ku qirkirina jinê bidin sekinandin de ne. Ji gelek bendên CEDAWê re şerh tê danîn û serîlêdanên ji bo lêpirsînên tundiya dewlet tên astengkirin. Desthilatdar bi awayekî keyfî van peymanên ku bixwe îmza avêtine pêk nayînin û vê mafê di xwe de dibînin. Desthilata AKP tevî ku Tirkiye îmzakerê Peymana Stenbolê ye vê peymanê betal kir. Hevpeymana civakî ya jinan û şoreşa jinê bi hev ve girêdayî ne. Bi qasî şoreşa jinê encam bigre, hevpeymana civakî ya jinan jî wê derfeta jiyanîbûnê bibîne. Girêdayî vê yekê, konfederalîzma jin a cîhanê û xebatên hevpeymana civakî ya jinan di gelek xalan de dikarin hevkarî bikin. Dema bi nasname an jî tevgerên cuda yên jinan re di derheqê Konfederalîzma Jinê de nîqaş tên meşandin, li ser hevpeymana civakî ya jinan nêzîkatiyeke pêşxistin û ji vir ve vebûnek çêkirin girîng e.

Bi pêşxistina Konfederalîzma Jinê ber bi şoreşa gerdûnî a jinan re

Têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê pêş dikeve di her kêliya xwe de her tim karaktereke gerdûnî ragirtiye. Têkoşîna jin a Kurdistanê wekî zeman û mekân ji mehelî gerdûnîbûnê pêş xistiye. Hemû projeyên ku Rêber APO ji bo jinê pêş xistine ên wekî artêşbûna jinê, Bîrdoziya Rizgariya Jinê, Teoriya Qûtbûnê, Veguherandina Mêr, Partîbûna Jinê, Hevpeymana Civakî, Pergala Hevserokatî, Weqfa Jinê, Jineolojî, Hevjiyana Azad ne tenê ji bo jinên Kurd bûn; ji bo hemû jinên cîhanê bûn. Lewma, wekî tevger me fersendên wiha girîng peyda kirine ku dikarin têkiliyên li ser bingeha piştevanî û piştgiriyê di asta gerdûnî de veguherînin hûnandina pergala jinê. Bi rê û rêbazên ku wê nêzîkatiyên navendîparêziya Ewrûpa û helwestên astengker ên dewletan derbas bikin re pêşxistina konfederalîzma jinê a cîhanê wê bihêle ku şoreşa jinê gerdûnî bibe.