Qadên 8’ê Adarê bûn qadên têkoşînê

- Roza METÎNA
343 views
 Ji dîrokê heta niha jinan ji bo parastina ked û destketiyên xwe her tim li berxwe dane. Li dijî zihniyeta çavkaniyên jiyanê wekî çekekê li hemberî wan bi kar tînin, xwe bi rêxistin kirine. Li dijî zihniyeta baviksalar îsal jî qadên 8’ê Adarê kirin qadên têkoşîn û berxwedanê.

Jin li cîhanê her tim bi çewisandineke mezin rû bi rû hatine hiştin. Li dijî nirxên wan ên bi salan û yên civakê şerekî sistematîk hatiye meşandin. Hatiye xwestin hêviya jinan û bi vê girêdayî ya civakê têk biçe. Ji bo kontrolkirina civakê, ji bo biteşekirina civakê vê zihniyetê berê xwe daye jinan. Li ser bedena jinan hegemonyaya kapîtalîzmê hatiye xwestin kûrtir û mezintir bibe. Li dijî aştî, demokrasî, aramî, wekhevî û jiyaneke azad ev şer bi salane tê meşandin. Ji ser erzankirina keda jinan jî ev şer hatiye meşandin. Lê belê jinan ti carî paşde gav neavêtin. Ji ber parastina xwe ked û rûmeta xwe hatin şewitandin. Jinên Kurd û jinên cîhanê ji bo ked û hêviya xwe bi destên mêran bernedin têkoşîneke bêhempa dan meşandin. Niha li gelek qadên jiyanê ev têkoşîna bi rûmet dewam dike. Ji van qadana yek jê qada aboriyê û xebatê ye. Jin çawa qadên 8’ê Adarê dikin qadên têkoşînê, hewl didin her qadên lê ne bikin qadên serhildan û berxwedanê.

Keda nayê dîtin

Wexta em balê bibin ser berdelên jin li cîhanê didin divê em qada xebat û aboriyê ti carî ji bîr nekin. Ji ber yek ji qadên jin herî zêde lê tên çewisandin ev qade. Ji ber mêr her tim dixwazin di vê qadê de serdest bin û bi rêya dewlemendiya bi pereyan bi dest dixin serdestiya xwe mezintir bikin. Mêr hêza bi pereyan ji xwe re wekî qadeke rantê ya mezin dibîne. Jixwe bi taybet li Rojhilata Navîn şerê mezin jî ji ser vê yekê dimeşe. Mexdûrên vî şerî jî dîsa wekî her demê di destpêkê de jin û zarok in. Jin her çiqasî ji bo debara xwe bixebitin jî heqdestên wan her tim ji yên mêran kêmtir in. Keda wan nayê dîtin. Li dijî vê ferasetê hewldana mayîna li ser piyan her tim dewam kiriye. Cudakariya di navbera jin û mêran de di vê qadê de jî derdikeve pêşberî me. Loma jin di 8’ê Adarê de di heman demê de li dijî mêtingeriya kedê jî dirûşmeyên xwe berz dikin. Em dikarin bibêjin ji dîrokê heta niha bi saya vê hewldanê gelek tişt jî guhertin. Jixwe berê dev ji xebata jinan berde ji kincên wan heta mafê bikaranîna dengan û gelek mafên din mijara gotinê bû. Ev neheqiyeke gelekî mezin e.

Qadên xebatê li jinan tên tengkirin

Îro wexta em li rewşa cîhanê dinêrin bi taybet qadên jin ji bo aboriya xwe lê dixebitin gelekî li jinan tên tengkirin. Bi taybet li Rojhilata Navîn. Jin li cihê lê dixebitin bi mobbîngê rû bi rû dimînin. Jixwe tundî ne tenê fîzîkî ye. Her wiha bi awayekî derûnî jî tê kirin. Tundiyeke derûnî bi taybet li cihê xebatê li jinan tên kirin. Ev yek hîn jî dewam dike. Jinên ji bo siberoja xwe li berxwe didin gelek bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Bi heqdestên kêm û bi zilma newekheviya zayenda civakî rû bi rû dimînin. Jixwe ev jî rêbazeke tengkirina qadên xebatê ya li jinan e. Heta di perwerdeya li dibistan û zanîngehan jî ev meseleya newekheviya zayenda civakî bi awayekî eşkere derdikeve meydanê. Ev wekheviya di navbera jin û mêran de jî gelekî lawaz dike. Şikestinekê di nava civakê de ava dike. Her wiha mijara destdirêjiya li qadên xebatê û li qadên dinê jî gelekî girîng e. Herî dawî zarokên di binê banê meclisa Tirkiyeyê jî bi destdirêjiyê rû bi rû man. Jinên ku bixwazin li derekê bixebitin, xizmetê ji bo siberoja xwe û ya civakê bikin bi vî rengî her tim hatiye xwestin bên biçûkxistin. Hatiye xwestin bê rûmet bimînin. Loma têkoşîna li hemberî vê zihniyetê di heman demê de têkoşîna rûmetê ye. Divê ev yek ti carî neyê jibîrkirin destdirêjiya li hemberî jinan destdirêjiya li hemberî civakê ye. Jin îsal jî li qadên 8’ê Adarê dirûşmeyên xwe di heman demê de li dijî destdirêjiyê berz dikin.

 Mûçeya herî kêm zihniyeta dewletê ye

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber sîstema heyî bi salane qada aboriyê gelekî xirab e. Ev yek bi taybet bandora xwe li ser jiyan û keda jinan dike. Fatureya şerê iktidara AKP-MHP’ê bi salan e dide meşandin li jin û civakê tê birîn. Butçeya ji şer tê veqetandin ji jin û zarokan re nayê veqetandin. Ev yek di heman demê de qada ewlehiya jinan jî teng dike. Jin dema xwe bê ewle hîs bikin di heman demê de xwe tenê jî hîs dikin û ev dibe sedema qutbûyina ji civakê. Yek ji mînaka herî şênber a li Kurdistan û Tirkiyeyê ya keda jinan binpê dike mûçeya herî kêm e. Mûçeya herî kêm a sala 2026’an tabloya karesata li pêş e. Ev tabloya zihniyeta vê dewleta heyî ye. Qeyrana aboriyê ya berhema vê zihniyetê civakê ber bi bobelat û nediyariyekê ve kaş dike. Ev tablo dibe sedema newekheviya kedê. Li gor hinek çavkaniyana ji 10 jinan encax 3 jê dikarin bixebitin. Jixwe barê giran ê zarokan û lênêrîna kesên muhtacî lênêrînê jî li ser milê jinan e. Tê xwestin jin wiha di binê barên giran de bên eciqadin. Em dikarin bibêjin têkoşîna li dijî vê eciqandinê jî bi salan e dewam dike.

Jin têkoşîna jiyanê didin

Li dijî zihniyeta kapîtalîst a keda erzan derdixe pêş têkoşîna jiyanê ya jinan dewam dike. Ji bo mafên sendîqayî, ji bo jiyaneke ewle, ji bo kedeke hevpar jin li berxwe didin. Jin dîsa dibêjin ew ê ev sal jî bibe sala jinê û ber bi azadiyê ve dimeşin. Jin îsal jî li dijî qirkirina jinan û li dijî kedxwarinê serî hildidin. Ji bo zimanê xwe, nasnameya xwe li qadan hêviyê mezin dikin. Jinên kurd bi hunera xwe ya berxwedanê hêviya xwe mezin dikin. Feyzê ji têkoşerên mîna Sakîne, Leyla Qasim, Mestûre, Zarîfe, Sêvê û her jinên di rêya têkoşîna doza azadiyê jiyana xwe ji dest dane, digirin. Jin li dijî zagonên wekî çekekê tê bikarnîn jî li berxwe didin. Li dijî dîzaynkirina ji nû de ya bi hişmendiya mêrane gotina xwe dikin. Li dijî desteserkririna vîna azad a jinan jin dîsa daketin kolanan. Her wiha jin îsal dîsa dengê xwe li dijî xizaniya jinan, tecrîda giran bilind dikin. Jixwe ya ku jiyanê xweş û geş dike jî ev çanda serhildanê ya bi salan e. Amûra jinan a herî xurt rêxistinbûyin û hewldana wan a li dijî zihniyeta kapîtalîst û serdest a mêr e. Xeta hevpar a parastina rûmeta xwe, îsal jî wateyeke mezin li jiyanê bar kir. Ev jiyan wê her bi wijdanê paqij ê jinan debara xwe bike û civakê ji siberojeke baş re amade bike.