Bang demokrasiyê pêşkêş dike

- Roza METÎNA
239 views
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya têkildarî geşedanên dawî yên derbarê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de diyar kir ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di pêvajoyek siyasî ya krîtîk re derbas dibe û got:”Divê her kes hewl bide ku hevdîtinan veguherîne pêvajoyek aştiyê. Ev bang li dijî vî şerê wêranker ê her diçe zêde dibe, pêşniyarek çareseriyê ya ji bo jiyaneke hevpar a di aştî û demokrasiyê de ji bo gelên herêmê pêşkêş dike.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Gelek aliyan piştgirî dan banga dîrokî. Hevdîtin û xebatên têkildarî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ dewam dikin.  Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya têkildarî geşedanên dawî, xebat, hevdîtin û rola jinê ya di pêşketina pêvajoyê de nirxandin kir. Adalet Kaya wiha got:”Erka me ya herî girîng ew e ku em vê derfeta dîrokî li dijî pergala bi serdestiya mêran a bi hezaran salan û rejîma yekperest, zayendperest û olî ya sedsalî berfireh bikin. Ez bang li her kesî, bi taybetî li jinan dikim ku ji vê derfetê sûdê werbigirin.”

Bang demokrasiyê pêşkêş dike 

Adalet Kaya di destpêkê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha nirxand:”Em çêtir fêm dikin ka ev bangewazî çiqas girîng e, nemaze di van rojên ku şer berfireh dibe de. Hêzên modernîteya kapîtalîst dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve bi teşe bikin. Şerê ku ew ji bo vê armancê didomînin û berfireh dikin, gel û xwezayê bi destên dewletên neteweyî ber bi mirin, koçberî û xizaniyê ve dikişînin. Bangewaziya Birêz Abdullah Ocalan a ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ gaveke girîng e. Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di pêvajoyek siyasî ya krîtîk re derbas dibe. Bi taybetî nirxandina pêşketinên li Sûriye û Rojhilata Navîn di vê çarçoveyê de analîzên kûr ên Ocalan ên li ser herêm û cîhanê nîşan dide. Bingeha vê bangewaziyê teqez dike ku divê partiyên desthilatdar û muxalefetê yên li Tirkiyeyê û hemî beşên civakî vê pêvajoyê hembêz bikin û divê her kes hewl bide ku hevdîtinan veguherîne pêvajoyek aştiyê. Ev nîşanek eşkere ye ku meriv li pey lihevkirinek civakî ya berfireh digere. Ev bang li dijî vî şerê wêranker ê her diçe zêde dibe, pêşniyarek çareseriyê ya ji bo jiyaneke hevpar a di aştî û demokrasiyê de ji bo gelên herêmê pêşkêş dike.”

Divê dewlet bingehê ava bike 

Adalet Kaya têkildarî pêvajoya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wiha got:”PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’an de ragihand ku li ser banga Ocalan biryar daye ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike û xwe fesih bike. Ev biryar ne tenê guhertinek radîkal a di rêbaza têkoşînê de temsîl dike ku nêzîkî 50 salan e didome, di heman demê de tevkariyek girîng ji bo demokratîkbûna herêmê jî dike. Lêgerîna çareseriyê bi rêbazên siyasî û demokratîk li şûna şerê çekdarî destpêka serdemek nû û sozdar e hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo herêmê. Lêbelê, ji bo ku ev pêvajo veguhere aştiyek mayînde, ji bo dewletê pir girîng e ku di zûtirîn demê de bingeha siyasî û qanûnî ava bike. Ger were pejirandin, ev biryar gavek girîng e ku dê potansiyela demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêvajoyek lihevhatinê ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev veke. Wekî ku Birêz Bahçeli diyar kir, ev serdemek gavên demokratîk-qanûnî yên mayînde û saxlem e. Bi bêdengbûna çekan re, serdemekê dest pê kiriye ku divê demokrasî derkeve pêş. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û îradeya hevpar a gelan derfetek girîng e. Lêbelê, ev derfet ji bo were nirxandin divê hikûmet û muxalefet berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”

Rola jinan a di bangê de 

Adalet Kaya rola jinan a di banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de wiha anî ziman:”Wek jin, em xwe di navenda vê pêvajoyê de dibînin. Rêya gihîştina aştiya mayînde bi rêya demokratîkbûn û civakîkirina aştiyê ye. Wek tevgera jinên Kurd, me bi salan e daxwaz û nerazîbûnên xwe anî ziman û têkoşîna xwe di qada civakî de mezin kiriye. Niha, dem hatiye ku em vê qada xwe berfireh bikin. Di vê pêvajoyê de, bi tevahî pêdivî ye ku em behsa wê yekê bikin ka destkeftiyên jinan çawa dê werin xurtkirin, nemaze di warên çareserî û aştiyê de. Ji ber ku wek jinên ku rasterast şîdeta şer dijîn, divê em di avakirina aştî û civaka demokratîk de jî mijarên herî bingehîn bin. Têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna aştiyê jî avakirina civakek demokratîk bi xwe re tîne. Di vî warî de, me jinan di qada siyaseta demokratîk de jî pêvajoyek nîqaş û hevdîtinê bi platformên jinan, femînîstan û saziyên ku têkoşîna jinan li wî bajarî dimeşînin re, pêş xist. Di heman demê de, fikar, pêşniyar û rexne hatin wergirtin. Bi taybetî me li ser awayê dîtina jinan a vê pêvajoyê û rola jinan a di avakirina aştî û civaka demokratîk de nîqaş kir. Jinan diyar kirin ku civîna DEM Partiyê ya bi jinan re hêz daye wan. Di civînên me yên bi partiyên siyasî yên li vir û di civînên me yên bi platformên jinan de, girîng hate dîtin ku jin mijarên vê pêvajoyê bin. Tecrubeya jinên bihêz û têkoşîna aştiyê mijarek hevpar bû.”

Bi gel re hevdîtin kirin 

Adalet Kaya bi lêv kir ku ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wan bi gel re hevdîtin kirine û wiha pê de çû:”Partiya me, ji bo ku bi gelê xwe re banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ biaxive û polîtîka, stratejî, rêxistin û xeta çalakiyê ya serdema nû diyar bike, civînên giştî bi beşdariyeke berfireh li dar xist. Rêxistinên me yên bajar, navçe û bajarokan bi gerandina mal bi mal, tax bi tax û kolan bi kolan serdana gelê me kirin. Hevserok, berdevkên partiya me û hemû meclîsên me, serdana rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî kirin û ji bo veguherandina bingeha diyalogê ya ku dest pê kir, ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk xebat kirin. Hemû avahiya partiya me ji herêmî heta navendê bi awayekî berfireh xebitî da ku qada siyasî ya demokratîk bêtir xurt bike, daxwaza aştiyê civakî bike û daxwazên gelê me yên demokrasiyê bikin meriyetê.”

Xebata me dê dewam bike

Adalet Kaya diyar kir ku wê xebatên wan ên têkildarî pêvajoyê dewam bikin û wiha lê zêde kir:”Bê guman, pêvajoyeke dirêj û xebatek berfireh li pêşiya me ye. Ji niha û pê ve, em ê bi milyonan kesan re têkoşîna demokrasiyê bidomînin û bi milyonan kesan re aştiyê organîze bikin. Hemû komîteyên peywendîdar ên partiya me dê di rojên pêş de bi hevdemî xebata xwe bidomînin. Serdanên malan û civînên giştî dê li deverên herêmî dewam bikin. Em ê bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên kedê, akademîsyen, rêxistinên medyayê, gel û komên baweriyê yên ku li vî welatî dijîn wekî Asûrî, Roman, Çerkez û Tirkmenan re civînan li dar bixin. Amadekariyên me ji bo konferansek navneteweyî ya ku li ser sosyalîzma nû bi yekîtiya enternasyonalîst disekine berdewam dikin. Em ê di dawiya hezîranê de panelek bi navê ‘Ne rejîma qeyûman, demokrasiya herêmî’ organîze bikin. Xebata me dê di tevahiya havînê de bênavber berdewam bike.”

Ewlehiya zagonî divê 

Adalet Kaya da zanîn ji bo pêvajoya baş pêş bikeve pêdivî bi bingehên zexm ên ji bo zagonan heye û wiha got:”Divê pêvajo ji niha û pê ve bi xurtkirina siyaseta demokratîk pêş bikeve û şertê herî girîng ji bo vê yekê dabînkirina ewlehiya zagonî ye. Bi kurtasî, divê mekanîzmayên çareseriya siyasî werin damezrandin. Ev tiştê ku civak hêvî dike ye. Erka herî bingehîn a hikûmetê ew e ku vê derfeta dîrokî ji dest nede û bi lez û bez gavên berbiçav bavêje. Girtina tedbîrên avakirina baweriyê dê derfet û rêyên mezin ji bo me veke. Rola Birêz Ocalan di pêvajoya aştî û çareseriyê de nayê înkarkirin. Wekî gaveke yekem, divê mafê Birêz Abdullah Ocalan ê hevdîtinên birêkûpêk bi parêzer û malbata xwe re û her wiha bi civakê re were misogerkirin. Ya duyemîn, divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin û zextên li ser siyasetmedar, nûnerên civaka sivîl û medyayê divê bi dawî bibin; girtiyên nexweş birînek xwînrij in. Ya sêyemîn, divê li parlamentoyê diyalogek zelal ji bo rêziknameyên zagonî û destûrî yên li ser bingeha pirsgirêka Kurd, were destpêkirin. Divê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê berpirsiyariyê bigire ser xwe. Em hêvî dikin ku kes nekeve taktîkên derengxistinê û hewldanên ji bo rizgarkirina rojê. Ev dikare bibe sedem ku em vê derfeta dîrokî ji dest bidin. Wek DEM Partiyê, em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û amadekariyên xwe ji bo avêtina gavên pêwîst didomînin.”

Bila jin sûdê wergirin 

Adalet Kaya herî dawî wiha got:”Em bi dil û can bawer dikin ku her gavek ku di vê pêvajoya dîrokî de ber bi aştî û demokratîkbûnê ve were avêtin ne tenê ji bo gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo tevahiya civaka Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn deriyên pêşerojek geş vedike. Xwesteka me ya herî mezin ew e ku îradeya jiyana bi hev re xurt bibe û demokrasî bi hemû saziyên xwe ve were damezrandin. Paradîgmaya nû derfetek dîrokî dide me ku em konfederalîzma jinan ava bikin û komînên demokratîk biafirînin. Erka me ya herî girîng ew e ku em vê derfeta dîrokî li dijî pergala bi serdestiya mêran a bi hezaran salan û rejîma yekperest, zayendperest û olî ya sedsalî berfireh bikin. Ez bang li her kesî, bi taybetî li jinan dikim ku ji vê derfetê sûdê werbigirin.”