Ji bo xwedawenda Dersimê Zîlanê

- Amara Ciwanro
200 views
Di zanistê de her madeyekê dijmadeya xwe heye. Di pevçûna wan a bi hev re de hebûn çêdibe. Di baweriya Zerdeştî de di navbera Ehrîmen û Ahuramazda de pevçûn heye; di vê pevçûnê de Ahûramazda bi ser dikeve û li dinyayê başî serwer dibe. Mirovên Mezopotamya di hemû serdeman de bi watekirina mîtolojî, dîn, felsefe û zanistê bi vê jiyan e. Yanî herdem li hemberî hêzên şevperest di nav têkoşînê de bûne û her berê xwe li rojê bûne.

Li ser van axan ku ji roja yekê ya peyva yekem hate bilêvkirin, ajalê yekê hate kedîkirin, dermanê yekê hate dîtin û ji dema ku civata yekem çêbû û heya niha; jinan, dayîkan û xwedawendan pêşengî kirine. Ev ruh her pêvajoyê di jinekê de bi gewde bûye. Ev ne tesadûfe ku îro li axa Kurdistanê dîsa xwedawend xwe radipêçin û li hemberî tarîtiyê şer dikin. Zeman 30’ê Hezîrana 1996’an, cih û war Dersim….

Zîlan navê vejîna gelekî ye 

Gerdûnê mekan û zemanek nû ji bo xwe naskirinê hilbijart. Jinek esmer, bejin bilind, gavên wê bi biryar, vîna wê ji pola, awirên wê tûj, dilê wê tijî tol, armanca wê ji mîrateya hezaran salî bi cih mabû. Ew jin bû, dayik bû, xwedawend bû, şoreşger bû. Meşiya ku dilê Hadesan biqelişîne û ronahiyê derbixîne. Zîlan ne tenê navê jinekê ye. Navê vejîna gelekê ya ji xweliya xwe ye. Navê kulîlka yekem e ku mizgîniya biharê dide. Navê berfîna serhildêre ya ku berf nikare vîna wê binpê bike. Wê soz dabû rojê! Wê di sibeha 30’ê Hezîranê de kolanên Dersimê bi dengê nalîna dagirkeran olan bidaya. Wan dixwest ‘Kurdistana xeyalî di bin axê de veşartî bimîne’… Gora ku ji kurdan re kola bûn, vê carê bû gora wan bi xwe. Zîlan bûbû tola terteleya 1938’an a Dersimê. Zîlan bûbû tola çarçiraya Mihabadê, sînemayê Amûdê, tola Helebçe, tola Geliyê Zîlan û hemû rondikên ku ji çavên zarokên kurdan barî bû… Bûbû tola lorîna dayikên çavşil… Tola hemû xeyalên şikestî… Tola hemû hêviyên ku roniya çiraya wan vemirî bû… Zîlan dengê gelêkî bû ji xiyaneta Enkîdo, heya Harpagosan, heya destên qirêj ên ku dirêjî rojê bûbûn di 6’ê gulanê de…

Zîlan gihabû roniya heqîqetê

Zîlan tenê gêrîlaya salêkê bû, lê gihiştibû roniya heqîqeta Rêber Apo. Ew gihiştibû wateya jiyanê. Gihiştibû sira gerdûnê. Ketibû rê, bêy ku ji strî û kevirên ku bikevin bin lingên wê, xwe bide paş. Bêy ku ji êşên zayîna jiyana nû bitirse… Meşiya ku mirinê bikûje, tirsê bikûje, serî tewandin û çokdanînê bikûje…!
Hevala Zîlan, di jiyana xwe ya berî tevlîbûna şoreşê de jî pir serketî bû. Dikarî wê jiyana qelb ya ku herkes ji bo wê dikarî rojane rûmeta xwe bişkîne hilbijêre û weke jinek ji rêzê bijî. Lê wê dizanî ku jiyanek bilindtir jî dibe. Di encama lêgerên xwe de ava jiyanê peyda kir. Wê fikir û felsefeya Apoyî bûba meşaleya wê di şevên tarî de. Wê bûba nemira gelekî. Tenê pêwist bû  ku qurtek ji wê avê vexwe. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe di şer û têkoşîna azadiyê de deriyê serdemeke nû vekir. Di dema xwe de bû rêya nefesê ya rêxistinê. Bû bersiva herî tûj di pêvajoyeke ku dixwestin roja me ji me bigirin. Bû şeqam li rûyê dagirkerên axa pîroz.

Biqasî ku fêmkir pêk anî

Hevala Zîlan jî gêrîlayek bû, şervanek bû, xeyal û hêviyên xwe hebûn. Lê tiştê ku ew anî asta xwedawendiyê, xwe helandina wê ya di nava bîrdoziya Rêbertiyê de bû. Tevî ku derfetên wê ji me hemûyan kêmtir bû, dibe ku ji me hemûyan zêdetir zorahî kişandibe, dibe ku ji me hemûyan zêdetir nakokiyên xwe hebû, lê ferqa wê ew bû ku Rêbertî fêm kir û bi qasî ku fêm kir, pêk anî.  Bi salaye Rêber Apo bi nirxandin û rexneyan  xwest me ber bi pêş de bibe. Û got ‘’Hevaltiya kêm û dostaniya sexte, meqesa vebûyî ya di navbera me de, hûn çima naxwazin min fêm bikin.’’  Ên ku bûn rêhevalên rast ên Rêbertî, di her demê de derketin. Ên ku xwestin bigehin evîna xwe, xwe bi agirê evînê şûştin. Mîna heval Evrîm Demîr, M. Halîd Oral, Nesrîn Teke, Taylan û hezaran fedayî û cangoriyan ku bi xwîna xwe şilêrên welat avdan. Bi boneya 30’ê Hezîranê roja çalakiya hevala Zîlan, bi rûmeta rêhevaltiya van nirxên mirovaniyê, em bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Heta ku em hêlm bistînin, soza me ew e di roniya rêya wan cangoriyan de, em ê hewl bidin bigehin çavkaniya ronahiya rojê.