Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû ya bal bir ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya ku pê re dest pê kiriye wiha got: “Birêz Ocalan ji ber ku niha li Rojhilata Navîn aktorekî girîng e, di pêkhatina vê pêvajoyê de rol lîstiye. Xurtbûna daxwazên civakî yên demokratîk a li Tirkiyeyê pêwîstî û girîngiya aştiyê derxistiye holê. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de gaveke dîrokî ye.”
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordû, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya pê re dest pê kiriye nirxand. Ayten Kordû di heman demê de bal bir ser peyamên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Newroza sala 2025’an. Ayten Kordû her wiha qala daxwaz û dirûşmên li vir derketine pêş, jî kir.
Rê li ber aştiyê vedike
Ayten Kordû di destpêkê de da zanîn banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û wiha got: “Bi banga Birêz Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de ji bo di nava aştî û aramiyê de bijîn, rê li ber gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn hat vekirin. Pevçûnên ku bi salan e didomin nîşan didin ku rêbazên leşkerî û polîtîkayên ewlekariyê ji çareseriyê zêdetir pirsgirêkê kûrtir dikin. Di van demên dawî de guherîna dînamîkên li herêmê û cîhanê, bûyerên siyasî yên navxweyî, têkoşîna gelê Kurd a bi salan, parêznameyên birêz Ocalan, felsefe û paradîgmaya azadiyê, têkoşîna gelan û jinan gelekî girîng in. Birêz Ocalan ji ber ku niha li Rojhilata Navîn aktorekî girîng e, di pêkhatina vê pêvajoyê de rol lîstiye. Xurtbûna daxwazên civakî yên demokratîk a li Tirkiyeyê pêwîstî û girîngiya aştiyê derxistiye holê. “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de gavekî dîrokî ye. Lewma bangawaziya 27’ê Sibatê ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê, ji bo tevahiya herêmê dikare bibe qonaxeke dîrokî. Helbet ji bo ku pevçûn bi dawî bibin û çareseriya demokratîk pêk were, divê ev bang ji aliyê dewleta Tirk ve cidî were girtin. Ji ber ku Tirkiye encax bi çareseriya pirsgirêka Kurd dikare aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne û di pêvajoya demokratîkbûnê de pêşketinên bi wate biafirîne.”
Ji bo avakirina civakek demokratîk
Ayten Kordû da zanîn wê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li ser meseleya kurd jî bike û wiha pê de çû: “Ez di wê baweriyê de me ku wê ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, ev bang wê bandoreke girîng bê bike. Banga fesihkirina PKK’ê û ragihandina agirbestê ji bo bidawîkirina şerê çekdarî û vekirina rê ya li ber lêgerîna çareseriya bi rêyên demokratîk gaveke girîng e. Lê di vê xalê de ya girîng ew e ku pêvajo bi avakirina pêbaweriyê bi demê re pêş bikeve û bi gavên yekalî sînordar nemîne. Di banga Birêz Ocalan de tê gotin ku li şûna têkoşîna çekdarî divê siyaseta demokratîk derkeve pêş. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gaveke mezin e ku di şûna krîmînalîzekirin û înkarkirina asîmîlasyonê de rastiya kurd bê naskirin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk ev firsendeke girîng e. Her wiha polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê niha xerabûna civakî diafirîne. Lewma ev pêvajo wê di çareseriya pirsgirêkên hemû beşên civakî, bawerî û nasnameyên cuda yên li Tirkiyeyê de geşedanên mezin derxe pêş. Di encamê de 100 sal in ku ev pergal bi siyaseta nixumandina hemû qirêjiyan û bi rêya şer berdewam dike. Birêz Ocalan ev di parêznameyên xwe de bi awayekî berfireh nirxand. Ev pêvajo ber bi pêvajoya muzakereyê ve diçe. Ji bo vê jî beriya her tiştî gavên weke bidawîkirina polîtîkayên qeyûman, xurtkirina rêveberiyên herêmî, berdana siyasetmedarên girtî û siyaseta demokratîk, dikarin pêvajoyê ber bi aştiyeke mayînde ve bibe. Di vê xalê de, beriya her tiştî li şûna krîmînalîzekirina siyaseta Kurd de, divê rêyên beşdariya pêvajoya demokratîk bi azadkirina hevalên me yên ku weke parçeyek tevgera siyasî ya Kurd siyaset kirine, bên vekirin. Ji bo xebata saxlem a siyaseta demokratîk girîng e ku gel ji hêla nûnerên xwe yên hilbijartî ve were birêvebirin.”
Divê dewlet gav biavêje
Ayten Kordû da zanîn piştî banga dîrokî divê êdî dewlet gav biavêje û wiha dewam kir: “Gava herî girîng a ku divê dewlet biavêje, pêşxistina polîtîkayên pêbaweriyê ye û ev wê ewlehiyê mayînde bike. Divê dev ji înkarkirina gelê kurd berdin. Ji bo vê jî divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi temamî bê rakirin, ji aliyê fizîkî ve azad be, bixebite û bi her kesî re bê astengî têkiliyan deyne. Ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku pêvajo tenê bi rêveçûna bi awayekî şefaf û bi diyalog û bi beşdariya hemû aliyan ve dikare bibe muzakere. Dema ku şert û mercên xebatê yên azad bên peydakirin, nexşeya rê ya zagonên hiqûqî yên demokratîk derdikeve holê. Reformên weke ku partiyên siyasî bi serbestî tevbigerin, parastina azadiya ramanê, bihêzkirina rêveberiyên herêmî û hwd. Bi hezaran girtiyên siyasî di zindanan de hene. Di heman demê de divê mekanîzmayên diyalogê bi girtina tedbîrên pêbaweriyê bên xurtkirin. Gavên herî girîng ên ku di vê xalê de têne avêtin ev in. Parastina azadiya ramanê û mafê rêxistinbûna siyasî girîng e. Divê rê li ber siyaseta demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bê vekirin. Divê rêz li îradeya gel bê girtin û tayînkirina qeyûman bi dawî bibe. Avakirina mekanîzmayên diyalogê girîng e. Pêvajoyeke aştiyê ku hemû beşên civakê karibin beşdar bibin divê bê avakirin.”
Li qada navneteweyî jî bandor kir
Ayten Kordû da zanîn heger ev pêvajoya ji aliyê her du aliyan ve jî bi gavên şênber bê pêşwazîkirin wê destkeftiyên baş jî bên bidestxistin û wiha dewam kir: “Ev bangawazî ji bo bidawîkirina pevçûnên çekdarî û avakirina civakeke demokratîk gaveke pir wêrek e û ji aliyê pêşengên dîrokî ve jî tê xwestin. Ev hêzek mezin û bi bandor e. Ev rewş nîşan dide ku pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêkeke herêmî, ya cîhanî ye û xwedî girîngiyek mezin e. Hem ji bo Tirkiye, hem ji bo Kurdistan û hem jî ji bo herêmê destpêka serdemeke nû ye. Ger ev derfet baş were nirxandin, ji bo tevahiya herêmê dibe destkeftiyek girîng.
Banga Ocalan di qada navneteweyî de jî bandorek mezin kir. Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û gelek rêxistinên mafên mirovan ev bang pêşwazî kirin. Civaka navneteweyî tekez kir ku ev bang ji bo aramiya herêmê jî girîng e. Bi taybetî Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku gavên Tirkiyeyê wê di warê demokratîkbûyîn û mafên mirovan de bavêje wê bandoreke erênî li têkiliyên wê yên bi YE re jî bike. Yanî ev banga dîrokî ya Ocalan ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar bû, li ser herêmê û cîhanê jî bandor kir. Li hemberî pevçûn û bêîstiqrariya li Rojhilata Navîn berdewam dike, li herêmê lêgerîna aştî û aramiyê zêde kir. Ev bang ji bo aştiya herêmê weke gaveke girîng hat dîtin. Her wiha kesên ku li cîhanê ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin ev bang bi erênî pêşwazî kirin û diyar kirin ku ger Tirkiye vê pêvajoyê bi serkeftî bibe serî, ji bo aramiya herêmê ev wê bibe destkeftiyek girîng.”
Jin li qadan xwedî lê derketin
Ayten Kordû da zanîn li qadên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî piştgiriya ji bo banga dîrokî hatiye kirin û wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Birêz Ocalan bandoreke girîng li ser 8’ê Adarê jî kir. Li vir jinan jî daxwaza aştî û azadiyeke mayinde kirin. Herî zêde jî ev bang wê bandorê li ser jinan bike. Ji ber ku yên her tim bi tundî û neheqiyê rû bi rû dimînin jin in. Lewma jinan li qadên 8’ê Adarê dengê xwe bilind kirin û xwedî li vê bangê derketin. Peyama ku Abdullah Ocalan ji bo jinan şandibû û di 8’ê Adarê de hat xwendin. Di vir de azadî û rêxistinbûyina jinan derketibû pêş. Lewma jinan guh dan vê peyamê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.”
Li Newrozê piştgiriya banga dîrokî
Ayten Kordû diyar kir ku li Newroza 2025’an daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye pêş û wiha bi dawî kir: ”Em dikarin bêjin “Banga Aştî û Civaka demokratîk” di heman demê de rengê Newroza îsal jî guhert. Îsal bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ Gelê Kurd Newroz pêşwazî kir û bal bir ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan. Li 89 navendên cuda Newroz hat pîrozkirin û peyama berdewamiya têkoşîneke mayinde hat dayin. Gelê Kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli Newrozê bû û piştgirî da banga dîrokî. Agirê Newrozê ji bo aştî, azadî û berxwedanê geş bû. Jinan li qadên Newrozê dirûşmeyên xwe berz kirin û soza mayindekirina têkoşîna ji bo destkeftiyên xwe dan. Her wiha jinan li qadên Newrozê gotin, ‘Kîlîda çareseriyê di destê Birêz Ocalan de ye’. Jinan gotin, divê êdî dewlet piştî vê banga dîrokî gavê biavêje.”