Tabloya aştiyê xêz bikin

- Dersim ZEREVAN
38 views
Her çiqas ez bi hunera sînema re mijûl dibim jî, ez aştiya jiyanê di tabloya wêneyê de jî xeyal dikim. Ez difikirim ku xêza destpêka dîroka mirovahiyê, wateya jiyanê pênase kiriye. Ji hev fêhmkirin, xwe dana fêhmkirin, yê li hemberî xwe fêhmkirin bi xêzekê, zimanê aştiya jiyanê ya pêwendiyê afirandiye.

Ji ber vê yekê di navbera mirov, dayik-xwedavend de pêwendiya evîna xêzika jiyanê ava bûye. Ji pênaseya wê ya ji her xêzê re, aramî û dostaniya di navabera wê û sirûştê de pêşketiye. Lewma tabloya jiyana dayikê bûye aştiya jiyanê. Ji ber ku ez xwe ji wê nifşê dayikê, kok û erdnîgariyê dibînim, ez xwe ji van hest û daxwaziyê jî dûr nabînim.
Ji xêzika roja yekem ya heyva hîlal, heta tijebûna heyvê û nûjenkirina bedena xwe nepeniya wê di vê tabloyê de veşartî ye û malzaroka wê çiqas dişibe nûjenî û herikîna gerdûnê keşif dike. Bi avêtina tîşkên berbanga rojê heta hilatina wê, tevgera wê destpê dike. Pê re zindî dibe, diherike û bi afirîneriyê re dikeve pêşbirke. Bi qasî tîna rojê dilgerm û rih sivik dibe. Her demsaleke ku roj dijwariya xwe diguhere, di derûniya wê û zindiyê gerdûnê de çi şopan dihêle rave dike. Lewma di hevokê felsefeya Ezdatiyê de biwêjeke wiha li pêş e. Ango nirxên roj û dayikê hemaheng in. (Li ser van axan despêkê jin şiyar dibe û paşê roj hiltê.) Tenê zindîkirina wateya wê bixwe jî çiqas sipehî ne! Dilê mirov lê dide, diperpite ji xiroşan.
Ji xwe di tevgera sitêrkan de, hestên wê difûre. Ji pêlên enerjiya ku ber bi wê ve tên pêşerojê ji hev derdixe. Li stêrka temaşekirin mîna hûnerê dike adet. Weke stêrkek ku li ser pişta stêrkekê dijî bextewer û hestê wê paye dibe. Lewma xwe ji wê kêm nabîne ku navê “Stêrkbanû”, “Rojbanû”, “Heyvbanû” lê kirine û li kamilbûna xwe ya bi rastiya vê xwezayê re hatiye hûnandin sermest dibe. Ev çi tabloyeke bedew û çelenge? Dibe ku tabloya aştiya jiyanê ya yekem ji wan rojan maye. Ji bin kavilê dîrokê derxistin û bibîrxistin jî erkê parsekê aştiyê ne. 

Jin, jiyanê diafirîne

Simbila genîm, di gelek tabloyên kevnar û pîroz de weke sembola jiyanê hatiye bikaranîn. Weke jina ku bi bereketa malzarok, keda destê xwe û bi bîreweriya xwe ya zanyarî civak li derdora xwe gerandiye… Her çiqas di aliyê şêweyê de jin û simbil naşibin hev jî, lê ketina toveke genim ya hembêza axê, bi barîna baranê xwe ji tovê xwe zêde kirin diyalektîka xwezayê ye. Li gorî vê yekê hemû zindî ji bo nifşên xwe bidomînin xwe  zêde dikin. Heman diyalektîk ji bo hevjiyana însan a bi jinê re jî bi heman pîvan û wateyê xwe dide der. Em dikarin bêjin ku ev tablo di aliyê wateyê de sîmetrîk e, zindî ye. Ger em herdû xêzên simbil bi xwezayê, jinê û bi jiyanê re ji kûrahiya dîrokê bi awayekî geometrîk ji xeta aso bikşînin, heta ku di wêneyê me de were plana nêz, em ê di aliyê şêwe û wateyê de hestê kûrahiya sermedî yê bê dawî bijîn. 

Jiyan ji heqîqetê dûr xistin 

Fitloneka demê ya temamkirina gerdûnê bi xêz, reng û wateyê hatiye afirandin. Cudahî û dijbertiyê hev jî encameke rengîn û lihevhatî çêkiriye. Tabloya jiyana gerdûnî bi hişmendî û çavên tazî di her demê de, bi bêqusûriya xwe ya xêz, reng û wateyê û bi enerjiyeke hunervanî şêwe girtiye. Mirovan bi heyranî li vê mûcîzeya ku di nav de bûn têmaşe kirin. Xwestin bi nav bikin û helbest lê anîn. Ji bo ku pesnê wê bidin çîrok li hev rêsan. Bi dengê ku ji qirika wan derdiket sitranê evînî jê re gotin. Her erdeke rast bi guvend û semayan xemilandin. Jixwe wateya peyva şadî jî ji aştiyê tê.
Di dîrokeke dirêj ku dayik û xweza hemaheng bûn, tabloya aştiya jiyanê her wek xwe ma. Heta ku wateya rengê şîn û sor ji hev cûda kirin. Herdu rengên bingehîn ku ronahî û tariya jiyanê bi hev diguhestin, ji nasnameya heqîqeta wan be par hiştin. Bi nezaniya xwe ew tewambar kirin. Nav û wateyên cuda li wan bar kirin. Ji wê roja ku peşkên sor dipijiqîn ser tabloya jiyanê, rêya aramî û aştiyê şaş kirin. Rengê şîn jî êşa pênasaya ku lê hatiye kirin dikşîne. Her reng bi xwezaya xwe xweşik e. Dema bi hevbeşiya rengan rengên cuda diafirîne xweşik e. Bi guhertina zeman û mekan ve xweşik e. Ya ku wateya xweşkahiya wê, bi kîrêtiyê diguherîne, tenê nerînên me ne. Em dixwazin çi, çawa bibînin ji bo me ew rastî ye. Lê belê ti carî ev ne heqîqet e. 

Tabloya bêrûmetiyê

Her ku çû tabloya aştiya jiyana civaka dayikê, bi destê serdestiya mêr bi xêzên hişk ku siya xwe biteyisîne, bi rengên sar û vemirî hatin çêkirin. Paşê êdî di dewsa wateyê de bêhêvîbûn û xemgînî peyda bû. Di her serdemeke ku deshilatdariyê xwe bi navên cuda pênase kirin, di bin bandora împarator, mîr, arostokrat, ol û hwd. de ekola xwe ya şêwekariyê pêş xistin. Li her derê serketina desthilatdaran, dagirkirin, talankirin, şelandin, nêçîr, kole û cêrî di tabloyên bazara bazirganan de di nav pêşbirkê de bûn. Hunermendên ku cihê wan di civakê de mîna periyên bihûştê bûn, edî dihatin kirêkirin da ku wêneyên qiral, esîlzade, hevjîn û kiryarên wan xêz bikin. Şêwekarên ku bi vê yekê ne razî bûn an ji birçîyê dimirin, an jî dawî li jiyana xwe dianîn. Ji ber ku xwe di nav vê tabloya bêrûmetiyê de didîtin. Hunermend êdî ne ye civakê, yê bazarê bûn. Ji aliyê desthilatdaran ve bi her awayî hatibûn kirîn. Di serî de ya ku hatibû kirîn û firotin hest, raman, xêz, huner û berhemên wan bû. Ya ku dima tenê bazar û pere bûn.
Hunermendan di serî de pişta xwe dan xwezayê û jinê. Ji bo pesnê şerê sermayedaran bikin aştî firotin. Êdî di dewsa periyên bihuştê de, rûpoşê zebaniyê dojehê hebûn. Ji wê rojê heta roja me ya îro aştî tenê xewn û xeyaleke şêrîn e ku serê her sibeheke nû, bi dengê top û teyaran em ji wan şiyar dibin. Ji zû ve li ser van axan bêrêzî li çarika sipî ya serê dayikan hatiye kirin. Ew çarika ku ji bo şer raweste diavêjin erdê… Nifş û zarokên bê xêr ku ji çanda dayîkê dûr ketine ev kirin. 

Cih nedan azadiyê 

Di vê serdema ku desthilatdarî di lûtkaya herî jor de cihê xwe digre, bi birdoziyeke ku raste rast nirxên civaka çandî û dîrokî, cewherê jinê û xwezayê hedef digire li ser kar e. Hostatiya vî karî bi rêya kesên ku bi navê hunerê kar dikin pêk tînin. Mirovên ku bi armanceke pak û paqij ketine ser rêya hunervaniyê, bûn deyndarê xeyal û armancên xwe. Yên ku li pey armancên berjewendiyên xwe yê deshilatdariyê bûn, di vê qada pîroz de, dibin navê xwedêkirina takekesî û şehweta ezeziyê de, ji exlaq û sedema kirina hunerê dûr ketin. Lewma yên hewil dan ku tabloyên xwe çiqas berovajî û fehş bike ewqas tê temaşe kirin. Jin jî kirin keyneka sereke ya vê tabloyê ku li ser her parçeyeke bedena wê, bazarên cuda were kirin. Jin, di vê tabloya ku her kes bi dilbijînê lê têmaşe dikir bi tenê bû. Zilamê ku li gorî berjewendiyên xwe ev nîşan dida, bi hostatiya fêlbaziya xwe ji vê qezenc dikir. Ji bo temaşekirin û dilbijînê xurttir bike, yên derdor gêj û serxweş bike rêbazên derveyî aqilan pêş dixe. Di şerê vê tabloyê de mirovahî êdî ber bi jirêderketineke bê veger ve diçe. 

Hemû yek reng in

Tişta herî bi êş ew e ku di vê serdema me ya qaşo pêşketî de, di nava mûzeyên cîhanê de, ji tabloya azadiyê re cih nîne. Hunervanê ku li ser vî navî hema hinas ji wa dertê jî mîna ku dawî li nifşên wan hatibe bi şermokî û melûlî disekinin. Êdî hemû tablo û tiştên di van tabloyan de tên xêz kirin dişibin hev. Çima êdî ev tablo yek reng in? Tabloyên pir tije û qelebalix in, lê hestên qebristanê didin mirov. Tevlîheviya derûnî û bedenê, netêrbûna rih, guherîna peyam û wateyê surrealîzm jî derbas kiriye. Lê di wê kêliya ku mirov dibêje her tişt bi dawî bû, ji keviyeke tabloyê ku pir ne diyar û balkêşe çirûskek ronahiya wê diçirisîne xwe dide der. Û dibe çirûskek ji pêla hunervaniyeke nû re ku jiyan ji nû ve li ser rayê xwe şîn bibê û aştî bibe hinasa wê.

Jin pêşengên bihara aştiyê ne

Ez dixwazim tabloya ku ez îro ji mecbûrî lê temaşe dikim na, ya ku ez pê bawer dikim û hez dikim bibînim. Tabloya cîhaneke bê sînorên rêsayî, bê şer û kuştin be. Ji bîr, bawerî û çanda pirreng re rêzdarî hebe. Mirov ji hev hez bikin, ji xwezayê, ji jiyanê hez bikin. Zarok bi kêf û şahî bilîzin, jin û hemû mirov bi awayekî azad bijîn. Her demsal ne bi xemgînî û germa dijwar a şer, bi hêvî û hestê bihara şîn û xweş were. Ma li tabloyeke weha kî naxwaze temaşe bike? Ji pişt giraveke dûr, neviyên Dicle û Firatê, zarokê welatê şilêr û nergizan, îro bi xwebexş hostetiya dîzayna hunera vê tabloyê digrin ser xwe. Kîjan şer dikare xwe li ber çar şaxikê nergizên vê tabloya ku mizgîniya bihara vê demê ye bigre? Li welatê ku jin êdî hunervanê wê ne, aştî wê teqez mîsoger bibe. Jinên Kurdistanî çawa ku wêneya jiyana mirovahiyê xêz kirin, îro jî ji vî serê cîhanê heta wî serê cîhanê, wê keskesora aştiyê bineqişînin. Ger jina evînê sedema berziya giravê ye, wê jin jî di tabloya bihara aştiyê de, di berhevkirina nergizan de sermedî bin.