Bedewiyek û pirrengiyek bê dawî: şehîd Zinarîn Avzem

- Avzem Harûn
120 views
Mirovên azad berê xwe didan tavê û zikra hezkirina jiyanê dikirin. Evîna jiyanê li ser vê wateyê pêş ket û mirovên vê xakê bi girêdanek pîroz roja xwe pêşwazî kirin. Ev pîrozbûn li ser hîmê kom û kombûnê hatiye lidarxistin û xwe domandiye. Hevala Zinarîn bi vê çanda pîroz hatibû mezinkirin. Jiyan ji bo wê di nava du hevokên pîroz de hatibû bilêvkirin: ‘Ber bi jiyana heqîqetê ve çûyîn’. Ya ku ew ber bi van hevokan ve kêşa bû lêgera wê ya rihê azad bû.

Carna şert û merc li ser kesayet û hilbijartinên mirov bandor dike, lê carna mirov bi xwe ji bo xwe rastiyekê hildibijêre. Mîna aveke ku her di nava herikînê de be, lê xeta xwe ya herikînê bi xwe diyar bike. Weke rûbarekî ku bi armanca xwe gihandina deryayên mezin  bikeve rê û her biherike. Bi vê herikîna xwe re jî girêdana xwe ya bi jiyanê re vebêje.
Tê gotin mirovên herî bihêz ew in yên ku li rastiya xwe vegeriya ne. Bi koka xwe ve hatine girêdan û li ser dîroka civaka xwe jiyana xwe saz kirine. Jiyan li van deşt û çiyayan hatiye afirandin. Ji bo vê, kesên ku li vê erdnîgariyê dijîn, dizanin li ser kîjan nirxan dijîn. Her ku roj li çiyayên Zagrosê hiltê, tîrêjên xwe berdide nava deşt û newalên Kurdistanê; jiyan zindî dibe û wateya zindîbûnê bi hemû bedewiyên xwe nîşan dide.
Mirovên azad berê xwe didan tavê û zikra hezkirina jiyanê dikirin. Evîna jiyanê li ser vê wateyê pêş ket û mirovên vê xakê bi girêdanek pîroz roja xwe pêşwazî kirin. Ev pîrozbûn li ser hîmê kom û kombûnê hatiye lidarxistin û xwe domandiye. Hevala Zinarîn bi vê çanda pîroz hatibû mezinkirin. Jiyan ji bo wê di nava du hevokên pîroz de hatibû bilêvkirin: ‘Ber bi jiyana heqîqetê ve çûyîn’. Ya ku ew ber bi van hevokan ve kêşa bû lêgera wê ya rihê azad bû.
Zinarîn jinek xwerû ye ku bi çanda Kurd mezin dibe. Ew bi nirxên xwe yên civakî ve girêdayî dimîne. Zozanên Fereşînê bi serbilindiya berxwedanê zarokên xwe di nava sînga xwe de mezin dike. Di dergûşa xwe de gelek çeleng mezin kiriye vî warî. Fereşîn bi xumxuma dengê ava zozanan dagirtiye; tasek ava Fereşînê mîna ava zemzemê ji koçer û mirovên ji rêyên dûr tên re dibe derman. Dema mirov ji rêyeke dûr li xaçerêyekê dadikevin, qet nebe carekê li ber kaniyên Fereşînê disekinin û bêhna xwe bi vexwarina tasek ji ava zelal distînin. Ev kêlî di mirovan de hestekî xweşik û bi wate çêdike. Zinarîn ango Îpek Nîşo li ber van av û zozanên sar ên Fereşînê mezin bû û wateya jiyanê ji van deverên pîroz fêr bû. Bedewiyên ku di xwe de dihewandin ji vê axa pîroz girtibû.

Hevala Zinarîn pêşî nasnameya xwe lêdipirse

Hevala Zinarîn li navçeya Wanê Şaxê, di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Bajarê Wanê ji destpêka dîroka xwe ve bûye cihê çandên qedîm ên gelên azadîxwaz. Kelha Wanê weke stargeha mirovên azad serî li hemberî hemû paşverûtiyan rakiriye. Hevala Zinarîn jî li vî warî bi serbilindî li nasname û çanda xwe xwedî derdiket. Ew dema digihe temenekê, êdî dikeve nav lêgerînên ku “ez kî me, çawa dijîm û xwedî kîjan nasnameyê me?”. Ev lêpirsîn wê ber bi rastiya ku gelê wê tê de dijî ve dehfî lêgerînê dike. Hilgirtina nasnameya Kurdbûnê, tê wateya têkoşîna li hemberî zordestiyê. Lewma dema ku Heval Zinarîn dikeve ferqa nasnameya xwe ya Kurdbûnê, jiyana ji rêzê ji bo wê bêwate dibe.
Hevala Zinarîn heta temenekê di dibistanên dijmin de ku tê de rastiya gelê Kurd tê înkarkirin, dixwîne. Dema ku di dibistanê de bi polîtîkayên dijmin ên pişavtinê re rû bi rû dimîne, êdî biryara xwe ya têkoşeriyê teqez dike. Ji milekî ve çanda ku pê hatiye mezinkirin, ji milekî ve jî êrişên dijminê qirker ê ku rastiya civaka Kurd înkar dike, wê dixe nava lêgerîna têkoşînê. Di encama fikirîna li ser van nakokiyan de, Heval Zinarîn dikeve ser rêça têkoşînê. Ji çanda berxwedan û têkoşînê ne xerîb e, lê wek keseke azadiyê dixwaze pêşxistina biryardariya têkoşînê ji bo wê di tevahî jiyana wê de dibe biryara herî mezin.

Bi tevlîbûna têkoşînê giha wateya lê digeriya

Ji malbata heval Zinarîn gelek hevrêyên pêşeng derketine û di nava Tevgera Azadiyê de cih girtine. Meşa li ser şopa van pêşengan ji bo wê dibe cihê serfiraziyê. Di sala 2015’an de dema biryara tevlîbûnê dide, êdî pergala babiksalariyê bi giştî red dike û nirxên civaka azad hildibijêre.
Dema min heval Zinarîn cara pêşî dît, sadebbûna ku di kesayeta wê de bi hemû xweşikbûna xwe, xwe dida der. Bi dilnizmî û germahiyek ji dil li nava çavên mirovan meyze dikir. Di rûyê wê de xuya bû ku tişta ew lê digeriya êdî dîtibû. Mîna zaroke ku ji nû ve çavên xwe li cîhanê vekiribe û xweşikbûnên jiyanê ji nû ve dibîne, li hevalên derdora xwe temaşe dikir û di nava hewildana fêmkirinê de bû. Ev yek ji dîmenên lêgera jiyana biwate bû ku çawa tê jiyîn.
Ji bo hevala Zinarîn gavên pêşî yên têkoşînê li qada Metînayê destpê kir. Qada Metînayê ji bo wê cihê dibistana yekemîn a têkoşînê bû. Hevala Zinarîn di vê dibistanê de fêrî jiyaneke li ser hîmê meşandina hevaltiya rast dibe. Ji bo vê jî, heval Zinarîn pir giringî dide hevaltiyê û di nava hemû şertên giran de girêdana xwe ya hevaltiyê ti carî lawaz nedikir. Di nava demeke pir kin de fêrî jiyan û rêbazên têkoşînê dibe. Ev pêşketina wê, azweriya wê ya ji bo têkoşînê dida diyarkirin. Hevala Zinarîn her ku pêş diket, bi xwe re hevalên kêleka xwe jî pêş dixist. Girêdana wê ya bi Rêber Apo re di hemû qadên jiyanê de xuya bû û di têkoşîna xwe de cihekî taybet ji bo Rêber Apo vekiribû. Girêdana jinê ya bi Rêber Apo re li ser hîmê bîrdozî pêş ket. Hevala Zinarîn jî girêdana xwe ya bi Rêber Apo re li ser hîmê jiyaneke azad û wekhev pêş xistibû. Jinek bû ku bi çanda berxwedanê bawer dikir.

Wê xwe di Tevgera Azadiyê de dît

Pergala babiksalarî cihekî ku ji bo jinan lê ewlehî hebe nehêlaye. Ev rewş têrê dike ku jin tenê xwe li Tevgera Azadiyê bigirin û pêşeroja xwe di rêxistinbûnê de bibînin. Hevala Zinarîn yek ji wan jinan bû ku ewlehiya xwe di nava pergalê de nedidît. Her ku salên têkoşînê ji bo Hevala Zinarîn diherikîn, di kesayetiya wê de xisletên jineke; vîna wê ji pola û bi nasnameya Kurdbûnê serbilind, derdixist holê. Ji hemûyan cudatir, jinek ji nava pencên pergala qirêj hatibû xilaskirin û ew ji bo jiyana azad bûbû hêviyek.
Hevala Zinarîn di nava jiyanê de pir xwezayî tevdigeriya û bala mirovan dikişand ser xwe. Lê ewqas jî bi sekna xwe ya leşkerî bal dikişand. Li hemberî hemû rewşan amade bû û hertim bi tedbîr tevdigeriya. Dema perwerdeya branşa sabotajê didît, hewildana wê hertim bi awayê herî baş xebatkirin bû. Sadebûna ku di kesayeta wê de heyî, kesayeteke dilnizm derdixist pêşberî me.
Hevala Zinarîn di sala 2019’an de dema berê xwe dide qada Avaşînê, bi armanca bidestxistina serketinê dest bi rêwîtiya xwe dike. Avaşîn bi hemû heybeta xwe hevrê Zinarîn pêşwazî dike. Beybûn û guldexwînên Zagrosê bi tevahî rengên xweşik çiyayên Zagrosan xemilandibûn. Komek gerîla ku hevala Zinarîn jî di nav de bû, berê xwe dabûn rêzeçiyayên Zagrosan. Rêwiyên rêya dûr bûn, li ser ava Zê bêhnek vedabûn û rêwîtiya xwe domandibûn heta ku gihiştibûn Avaşînê. Dema koma gerîla û hevala Zinarîn digihin sêgoşeya Avaşîn û Basyayê, li hemberî wê bedewiya dibînin matmayî dimînin. Ava Basya û Avaşîn bêyî ku bikevin nava hev, li kêleka hev diherikin û rengên wan ji hev cuda ne. Êdî ev bedewiya Avaşîn û Basyayê dema li ser hev zêde dibe, navê vê avê dibe ‘Şînya’. Hevala Zinarîn jî mîna vê avê gelek bedewî li ser bedewiyên xwe zêde kiribûn û ketibû nava pratîkê.

Ji Wanê heta Avaşîn şopên têkoşîna Zinarînê hene

Heval Zinarîn li qada Avaşînê zû dest bi têkoşînê dike û ev ji bo wê dibe qada têkoşînê ya herî mezin. Heval Zinarîn dizanî wê çawa nêzî xweza û zindiyan bibe. Ger tu kedê bidî û hewil bidî fêm bikî, tu dikarî zimanê xwezayê fêm bikî. Şoreşgera leheng di hemû qadan de bi şarezayî tevdigeriya. Ji bajarê Wanê û Şaxê heya Avaşînê, ew bû rûyê têkoşîna jina azad.
Hevala Zinarîn di sala 2019’an de, dema li qada Avaşînê têkoşîna azadiya gelê Kurd û têkoşîna azadiya tevahî jinan dikir, di nava şerekî dijwar de şehîd dibe. Hevrê Zinarîn li pey xwe ji bo me tevahî jinan mîrasa têkoşîna azadiyê hişt. Ji bo siberoja zarokên Mezopotamyayê têkoşîna gelên berxwedêr pêş xist. Di sekna xwe de nasnameya jina azad xwe rapêça û ji bo jinan bû cihê hêviya serketinê.
Ya ku ji me tê xwestin ew e, em li ser şopa Zinarîna leheng bimeşin û xwedî li têkoşîna wê derkevin. Bersiva şehîdan bilindkirina ala serketinê û bidestxistina azadiyê ye. Têkoşîna Azadiyê li ser xeta şehîdan hêz girtiye û bi pêşdebirina têkoşînê hatiye avakirin. Weke hevalên Zinarîn Avzem, em ê bîranîna hevrêya xwe bi bilindkirina têkoşîna azadiyê bijîn.