Her çiqas îro di cîhanê de Kurd di encama têkoşîna azadiyê de êdî hîn zêdetir wek gelekî tên dîtin û nasîn jî, lê xeteriya li ser ziman û çanda Kurd hîn dewam dike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, di cîhanê de deng veda, nasnameyeke siyasî bi xwe re derxist holê. Û pêre nasnameya çandî jî hîn diyarker bû.
Di demeke ku globalîzasyon bi awayeke lez di cîhanê de belav dibe, koçberî ne tenê guhertina erdnîgariyê ye; di heman demê de pêvajoya nûvekirina nasname, ziman û çandê ye jî. Di cîhana îro de, ev rewş li ser gelek gelan bandoreke neyînî dike. Yek ji wan gelan jî Kurd in. Îro bi milyonan Kurd li Ewropa û herêmên din ên cîhanê belavbûne; ji axa xwe dûr dijîn. Lê ev jiyan bi xwe re gelek pirsên giring jî tîne: Gelo, gelek wê çawa bikare ziman û çanda xwe, ji welatê xwe dûr biparêze?
Gelek belav, zimanek parçe
Dîasporaya Kurd bi gelemperî li ser koçberiya zorî ango neçarî ava bûye. Her çendî koçberiya kar ji bo Ewropa di salên 1960’an de dest pê kirîbe jî, lê piştî 1980’an zexta ku li ser çand, ziman û hebûna Kurdan zêde bû, koçkirina derveyî welat jî hîn zêdetir bû. Ango koçberiya siyasî gelek zêde bû. Li gorî daneyên ne fermî, tenê li Rojavayê Ewropayê zêdetirê 1,5 milyon Kurd dijîn. Lê tevî ewqas hêjmarekê mezin Kurd li diasporayê dijîn jî, mixabin gelê Kurd, ji aliyê dewletên Ewropayê ve wekî ‘ji nedîtî ve’ tê. Ji ber ku di îstatîstîkên fermî de, Kurd bi nasnameya xwe ya etnîkî nayên pênasekirin, tenê bi ya netew-dewletê tên pênasekirin. Weke mînak; gelê Kurd li Ewropa wek welatiyên Tirkiyeyê, Iraqê, Îranê an jî yên Sûriyeyê tên tomarkirin. Ev rewş çêkirina siyaseta ziman û çandê jî bi dijwarî neyînî bandor dike. Ji ber di fermiyetê de mafên wan netew-dewletan tên dîtin û parastin. Heta van salên dawî jî Kurd bi serê xwe wek gelekî nedihatin destgirtin. Helbet em dizanin ev polîtîkayeke deshilatdariya netew-dewletê ye ku hîn jî didome. Her çiqas îro di cîhanê de Kurd di encama têkoşîna azadiyê de êdî hîn zêdetir wek gelekî tên dîtin û nasîn jî, lê xeteriya li ser ziman û çanda Kurd hîn dewam dike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, di cîhanê de deng veda, nasnameyeke siyasî bi xwe re derxist holê. Û pêre nasnameya çandî jî hîn diyarker bû. Îro li dîasporayê, Kurd xwedî nasnameyeke siyasî ya pir xurt in. Ev nasîna siyasî pêwiste ji aliyê ziman û çanda Kurd ve di her qada jiyanê de pêş bikeve. Mixabin pirsgirêk û xeteriya herî mezin îro di vê mijarê de tê jiyîn. Bi kurtî, nifşên nû îro Kurdbûna xwe dizanin, lê zimanê Kurdî nizanin! Ger te ziman nezanî, tu çandê jî nizanî. Ji ber çand li ser ziman teşe digire. Ger ew nebe, Kurdbûn jî tenê wê weke agahiyekê bimîne.
Mînak: Îro li Almanyayê hêjmarek pir mezin Kurd dijîn, ji aliyê nasnameya siyasî de xwe Kurd dibînin û tînin ziman; lê mixabin di encama lêkolînên ku hatine kirin de tê dîtin, ji vê civakê tenê bi qasî ji sedî sê zimanê Kurdî diaxivin. Ev jî nîşan dide herçend hêjmar mezin e, lê ziman di nav civakê de pir kêm tê bikaranîn. Ango civaka Kurd piranî, yan zimanê dewleta ku jê hatî, yan jî zimanê dewleta ku niha lê dijî diaxive: Bi zimanek biyanî pênaseya hebûna xwe dike. Nakokî û xeterî di vir de ye!
Li dîasporayê windabûna ziman; nasnameya bê ziman!
Windabûna zimanê Kurdî li dîasporayê yek ji pirsgirêkên herî giring e. Ev windabûna ziman ne weke şikestineke tund a ji nişka ve, lê hîn zêdetir hêdî hêdî û bi awayeke bêdeng pêş dikeve. Destpêkê zarok li dibistanê neçarî zimanê dibistanê dimîne. Piştî wê, derdora hevalan û têkiliyên civakî tê guhertin. Herî dawî jî Kurdî dibe zimaneke ku tenê dê û bab diaxivin. Zarok êdî bersiva dê û bab bi zimaneke din didin. Rewşeke, “fêm dikim, lê nikarim biaxivim” weke îroniyekê derdikeve. Ev çîrok, çîrok û rastiya me hemûyan e. Mixabin bi vê rêçûnê di dema pêş de dê û babên ku Kurdî diaxivin jî wê nemînin. Ew rewş berê piranî weke encama zextên dagirkeran û qedexeyan mîna neçariyê bû. Lê îro ji neçariyê zêdetir, ji aliyê malbatan ve bi zanebûn tê hilbijartin. Ferasetek gelek çewt heye. Sedem jî, bila zarokên me baştir bin, zû bilind bibin, serê wan tevlîhev nebe, bên qebûlkirin û hwd. Em dikarin bêjin, li hemberî çand û ziman avantaj jî dezavantaj jî êdî di nava malbatê de ye û bi feraseta wê ve girêdayiye. Îro taybetî di nava nifşên duyem û sêyem de, bikaranîna Kurdî gelek kêm e. Bes bilêvkirin û xwedî derketina li nasnameya Kurdî jî di asta herî jor de ye. Ev tê vê wateyê, di navbera nasnameya siyasî-polîtîk û çandî de qutbûnek heye. Ev rewş nasnameyekî nû diafirîne: nasnameya bê ziman. Gotina ez Kurdim hêja ye, lê pêre zanîn û bikaranîna zimanê Kurdî jî ewqas jiyanî ye. Desketiyên ku îro hatine bidestxistin, hişyarbûna ku çêbûye, ji bo tenê di asta siyasî de nemîne û winda nebe, zimanê Kurdî bikaranîn weke xeta me ya sor nebe nabeye.
Parastina çandê, civak, medya û qadên nû
Herçend ev pirsgirêk hene jî, lê li dîasporayê qadeke çandî ya dînamîk jî çêbûye. Di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de, pêşketinên ku di qada ziman û çandê de çêbûn. Vê jî hişt li dîasporayê gelek navendên çandî, komel û platformên medyayê werin avakirin û xebatên giring bên kirin. Medyaya dijîtal, di van salên dawî de ji bo Kurdî qadên nû vekir. Hêjmara ciwanên ku di platformên dijîtal de naverokên Kurdî çêdikin zêde bû. Qenalên YouTube, Podcast û dersên online, bi taybetî ji bo ciwanên li diasporayê rêyên alternatîv pêşkêş dikin. Erê, naverokên dijîtal zêde dibin, lê ji bo jiyanîkirina zimanê Kurdî, helbet tenê çêkirina naverokên bi Kurdî têrê nake; pêwist e ku mirov di heman demê de, bi wî zimanî bifikirin, gotûbêj bikin û jiyana xwe ya rojane bi vî zimanî ava bikin. Yanî mesele tenê “Kurdî temaşekirin, stran guhdarkirin, jiberkirin û xwendin, ango di dawet û şahiyan de bi stranên Kurdî govend gerandin” nîne, helbet ev hemû gelek giringin, lê di heman demê de “bi Kurdî jiyîn” pêwist e.
Jiyana di navbera du cîhanan û rola ziman
Li diasporayê wateya ‘Kurdbûnê’ weke di navbera du cîhanan de mayîn û jiyîn e. Herî zêde, giraniya vê navberê jî li ser ziman xuya dibe. Ji ber ku ziman pira herî nerm û herî şikestbar e. Dema ku ziman winda dibe, tenê peyv winda nabin; pêre çîrok, bîranîn û aîdiyet jî winda dibe. Ji ber em dizanin; her ziman heta ku kesên bi wî zimanî diaxivin hebin winda nabin, dijîn. Parastina nasnameya Kurdî bi awayekî rastî, bi parastina ziman û çandê ve girêdayî ye. Ji ber vê pêwist e ku em mafên xwe yên etnîkî ku di nav qanûnên wan welatên em lê dijîn de heye, bi tevahî bikar bînin û şopandinê jî li ser wan mafan zêde bikin. Mînak; li Almanyayê maf heye ku di dibistanan de zimanê Kurdî weke dersa bijartî were xwendin. Ji bo vê tenê serlêdana 10 malbatan pêwist e. Bes bêjin: “Em dixwazin ku ji bo zarokên me dersa Kurdî were dayîn.” xwendina bi Kurdî ya bijartî çêdibe. Lê, mixabin gotin, tevger û kiryarên Kurdên dîasporayê di vê mijarê de pir nakok in. Heta niha ev mafê ku ji bo gelên cihê di zagonên Almanyayê de hatiye destnîşankirin, ji aliyê me Kurdan ve bi bandor nehatiye bikaranîn.
Hê jî hêjmareke mezin a Kurdan heye ku bi feraseta, “Ger em ziman û çanda welatê lê dijîn zû fêm bikin, zû jî têne qebûl kirin” li ser entegrasyonê dixebitin. Heta gelek malbatên ku bi sedemên siyasî hatine dîasporayê, ji zarokan xwe re bi Kurdî zêdetir zimanê Tirkî diaxivin û vê didin fêrkirin. Ev jî pirsgirêkekî giring e. Lê tê zanîn ziman bîr e; derûniyek dîrokî, rojane û pêşerojê ye. Kurd îro dibe ku ne xwedî dewletekê bin, lê wekî gelekî nasnameya netewa xwe ava kirine. Lê heke em zimanê Kurdî ji fêrî nifşên nû nekin, nedin fêmkirin û teşwîq nekin, dibe ku pêşerojê em bi tabloyekî giran û bişewat re rûberû bimînin.
Jin barhilgir û belavkarên ziman û bîra çandê ne
Di vê rewşê de ji her demê bêtir îro, di cerabeya dîasporayê de rista jinên Kurd diyarker e. Li dîasporayê heta niha çand û zimanê Kurdî li ser keda jinan hat parastin. Ji ber ziman piranî di nava malê de, di têkiliyên rojane de dihat karanîn û wisa jî belav dibû. Di malê de jî jin bi bandor bû. Îro jî heman rist û erk li ser milên jinan e. Ji ber vê, gava dayikek li dîasporayê di nava malekê de zarokê xwe bi lorîna Kurdî dixe xewê, em bizanin ku ev ne tenê lorînek e. Ev di heman demê de, dibe pistepista bingeha hebûna pêşeroja gelêkê di guhê zarok de. Zarokek bi kîjan zimanî lorîkan dibihîze, bi kîjan zimanî tê hezkirin, an jî tê acizkirin gelek giringe ji bo bîra gelek. Ev hemû mîna tiştên biçûk xuya dikin, lê bandorên mezin ji bo siberojê çêdikin. Em ji bîr nekin, mijara xwedîderketina li ziman û çanda Kurd, ne tenê meseleyeke siyasî û ya saziyan e, di heman demê de ji her kesî bêtir, bi temamî meseleyeke kesî û malbatiye jî.
