Min weke rojnameger şerê li dijî DAIŞ’ê şopand, pir geriyam û çûm eniyên pêş ên şer. Ez wê demê ketim ferqê ku carnan nûçeyek nivîskî têrê nake ji bo tu rastiya şer baş bidî fêmkirin. Mirov dikare bi rêya dokumenteran xwe bigihîne kesên cuda. Ji ber gelek caran mirov dema dîmen dibîne dikare baştir empatî çêke û rewşê fêm bike.
Rojnameger û derhênera ji Îtalyayê Benedetta Argentieri bersiv dan pirsên rojnameger Jannika Feldmann. Benedetta Argentieri rojnamevan û derhênerek Îtalî ye ku zêdetirî 20 sale weke rojnamegerek serbixwe dixebite, çîrokên jinan ku di ragihandina pergalê de nayên nîşandan derdixe pêş. Benedetta bi dokumenterên xwe yên weke “Gul li çolê dubişkivin” (Blooming in the desert) ku çîroka veguhertina bajarê Reqayê piştî têkbirina DAIŞ’ê dike mijara xwe, “Ez şoreş im” (I am the revolution) ku çîroka sê jinên aktivîst ji Îraqê, Efxanîstan û Rojava vedibêje û “Ya têkiliyan çêdike” (The Matchmaker) çîroka jinek Inglîz e ku tevlî DAIŞ’ê bû, tê nasîn. Benedetta amadekariyê dike dokumentereke nû ya bi navê Nûbihar biweşîne ku jiyan û têkoşîna gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê û guhertinên ku piştî destpêkirina pêvajoyê ‘aştiyê’ çêbûne vedibêje.
Silav û tu bi xêr hatî hevpeyvîna me. Pêşî tu dikarî xwe bidî nasîn?
Belê, spas dikim ji bo we ev derfet da min. Navê min Benedetta Argentieri ye. 20 sal e ez rojnamevanek serbixwe me û di heman demê de derhêneriya dokumenteran dikim. Taybetî li ser Rojhilata Navîn, tevgerên jinan û şoreşên li her devera cîhanê dixebitim.
Ez dixwazim tu kêmek ji me re behsa fîlmên xwe û karê xwe yê derhêneriyê bikî. Te kengê dest bi derhêneriyê kir? Armanca dokumenterên te çi ye?
Min sala 2013’an dema çalakiya parka Geziyê li bajarê Stenbol ê Tirkiyê dest bi çêkirina dokumenteran kir. Destpêkê ev ji bo min weke ceribandinekê bû. Lê min wê demê fêm kir ku ev xebatek gelek giring e. Ji ber vê min karê dokumenteriyê domand. Min weke rojnameger şerê li dijî DAIŞ’ê şopand, pir geriyam û çûm eniyên pêş ên şer. Ez wê demê ketim ferqê ku carnan nûçeyek nivîskî têrê nake ji bo tu rastiya şer baş bidî fêmkirin. Mirov dikare bi rêya dokumenteran xwe bigihîne kesên cuda. Ji ber gelek caran mirov dema dîmen dibîne dikare baştir empatî çêke û rewşê fêm bike. Her wiha civak her ku diçe kêmtir dixwîne. Dokumenter derfetê didin ku tu bi rastî çîrokekê nîşan bidî. Bi rêya dokumenteran mirov dikare bi awayekî kûr jiyan û fikrên mirovekê nîşan bide. Armanca min ya esasî hertim ew bû ku ez bi dokumenterên xwe rola jinan ya di ragihandinê de û her wiha jin di vê qadê de çawa tên dîtin, bixim ber lêpirsînê.
Têkoşîna jinên Kurd û şoreşa Rojava çawa bala te kêşa?
10 sal berê dema ku li Ewropayê an bi giştî di welatên Rojavayê cîhanê de behsa jinên li Rojhilata Navîn hat kirin, bi taybetî piştî şerê Kobanî du nêrînên cûda derketin pêş. Yek, jinên bêçare bûn ku piranî di kampên penaberan de bi zarokên derdora xwe hatin nîşandan û pêwistiya wan bi kesekî ku wan rizgar bike hebû. Û li aliyê din jinên têkoşer ên kezî dirêj û bi keleşnîkov hebûn. Lê sedema têkoşîna wan û milê wê yê bîrdozî û siyasî qet nehat nîşandan. Ji bo mînak, pirsa ‘gelo çima ev jin parastina welat û civaka xwe dikin?’, giring bû. Nêzîkatiyên ne ji dil hebûn ku sedema têkoşîna wan û bîrdoziya ku dişopînin qet nîşan nedan. Ez ji van nêzîkatiyan gelek acîz bûm. Bi vî awayî min peywendî danî, gelek heval û bîrdoziya tevgera azadiya jinê nas kir û destketiyên şoreşa Rojava dît. Ji ber vê min biryar da ku ez dokumenterek bikişînim ku bikare tevgerên jinan yên li deverên cuda yên cîhanê bi hevdû re girê bide û amûrên cuda yên têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê jî nîşan bide.
Derbarê beşdariya jinan a ji bo DAIŞ’ê de dokumanterek te heye. Sedem çi bo te berê xwe da karek wiha?
Min dokumenterek bi navê Matchmaker çêkir. Ev dokumenter di derbarê jineke ji Inglîstanê de ye ku biryar da tevlî DAIŞ’ê bibe. Ew piştre bû propagandavanek wan ya sereke di dema şer de. Çima min ev dokumenter çêkir? Ev gelekî zehmet bû bê guman. Ji bo min gelek giring bû ku ez nîşan bidim, li Ewropayê û bi giştî li welatên rojava pirsgirêkên cidî di nava civakê de hene û gelek kes hene ku êdî armanc û perspektîfa wan nîne. Êdî exlaq û civak neman e, civakek parçekirî heye. Û ji bo vê gelek kes dixwazin xwe wek parçeya civatekê bibînin û hîs bikin.
Di yek ji dokumenterên te de jiyan û serhatiya rojnamegera ji Iraqê Yanar Muhamed jî heye ku 2’ê Adara 2026’an hat qetilkirin. Tu li ser vê çi difikirî, jinek bûye beşek ji dokumantera te hat qetilkirin.
Bêguman dema min bihîst hatiye qetilkirin, ez şok bûm. Ez fikirîm ku herdu jinên din ên di dokumenterê de cih digirin di xeteriyek hîn mezintir de ne. Yanar jineke pir sempatîk û bi bandor bû. Sala 2003’an dema şer destpêkir, bi hêviya tevlîbûna pêvajoya Iraqek nû û cuda, yekser vegeriya Iraqê. Yanar welatê xwe baş nas dikir û rewşa jinan di welatê xwe de baş dizanî. Lewma dest bi avakirina maleke jinan a veşartî kir. Ev di demeke kin de pêş dikeve û dibe toreke mezin a malên jinan. Vê torê hevkarî û alîkariya jinan kir, li dijî tundiyê û rîska kuştina jinan bû star ji wan re. Min ew sala 2015’an nas kir û xwest çîroka wê bidin nasîn. Ji ber ji bo min wê nûnertiya wêrekiyek mezin dikir.
Di heman demê de demek dirêje tu rojnamegeriyê dikî. Gelo tu rola rojnamegerên jin di tevgerên ku ji bo azadiyê û azadiya jinan têdikoşin de çawa dibînî?
Ne tenê di çarçoveya tevgerên azadiyê de, jin bi giştî xwedî rolek pir giring in. Nêzîkatiyek nerast ji bo mijara agahiyê heye. Û ez difikirim ku taybetî ji bo rojnamegerên jin ev mijarek gelek giring e. Ji ber jin dikarin bi awayekî pir baş balê bikşînin ser mijarên ji bo civakê giring lê ne ji bo kesên desthilatdar. Ji ber jin bi perspektîvek cuda li mijaran dinêrin û dinirxînin. Taybetî di nava vê sîstemê de ku bi temamî li derdora mêr-dewletê hatiye avakirin, hebûn û belavkirina dengê jinan tiştek pir bi nirx e. Ji bo hemû rojnamegeran û taybetî ji bo rojnamegerên jin tiştek pir giring jî ew e ku em hebûna alternatîvekê û giringiya wê fêm dikin û nîşan didin. Ji ber alternatîva vê sîstemê heye û Tevgera Azadiyê ya Jinê jî bi jiyan û pratîka xwe vê nîşan dide, ku ev jî Konfederalîzma Demokratîk e. Ya din divê rojnamegerên jin û bi giştî jin di nîqaşên derbarê pirsgên jeopolîtîk de zêdetir aktîv bin. Erka me jî ew e ku em dengê xwe zêdetir bidin bihîstin.
Di dema karê rojnamegerî an jî kêşana dokumanteran de te rewşên zor an jî bi rîsk jî jiya ne. Tu dikarî hinekê behsa şert û mercên xebatê bikî?
Yek ji rewşên herî zehmet ji bo min di sala 2017’an de pêk hat. Min sînorê Rojava derbas kir. Wê demê rêyek legal tinebû, mirov ji neçarî bi awayekî dizî derbasî Rojava dibûn. Em jî bi awayekî veşartî ketin Rojava. Tam şeva em derbas bûn, dewleta Tirk çiyayê Qaraçox bombe kir. Me jî êriş ji dûr ve şopand, ji ber cihê min dixwest biçim ew der bû. Bi rastî ev êriş demek dirêj di bîra min de ma. Di vê êrişê de gelek kes hatin kuştin, gelek hevalên ragihandinê jî şehîd bûn. Em tevlî gelek merasîmên oxirkirinê bûn.
Nimûneyek din jî rewşeke li kampên jinên tevlî DAIŞ’ê bûn de pêk hat. Me dîmen dikişand li kampê.Ev ji bo min tecrûbeyek pir giran bû. Ez derdora mehekê di kampên wiha de mam û me dîmen kêşa. Dema kêşan dawî bû û em derketin, em hemû nexweş bûn. Bêguman ev jî encama zext û stresa li ser me bû. Lê ez dixwazim vê jî bêjim: Bi giştî dema tu li herêmên şer kar dikî, bêguman gelek tundî heye, lê di heman demê de hevgirtin û hevaltiyeke pir pir xurt jî heye. Cihê êriş lê heye her tim berxwedan jî heye. Tiştek din min di rêwîtiyên xwe de dît, taybetî li Efxanîstanê min çend jin nas kirin ku ji hêla zilaman ve hatine kolekirin. Koledar bira, bab, hevjîn an jî zilamek din bû. Û min dît ew çi dijîn. Em behsa 2017’an dikin, wê demê Talîban ne li ser desthilatê bû, koalîsyona navneteweyî li wê derê bû, hikumeteke kukla hebû û dîsa jî rewşa jinan bi vî awayî bû, yanî pir xirab bû. Carekê zilamekê jinek anî ba min û got ‘bi xwe re bibe Ewropa’. Ev tiştek pir giran bû.
Ne tenê şert û merc, derbarê naveroka dokumanteran de jî zehmetî hene. Nimûne ragihandina cîhanê naxwaze naverokên te kêşayî biweşîne. Ya din ji ber mijarên krîtîk rojeva te ne, tu rastî gefan hatî?
Salên borî gelek gef li min hatin xwarin ku piraniya wan li ser Înternetê û ji sedî not ji hêla mêran ve pêkhatin. Mêrên ku dixwestin karê min bênirx bikin, dixwestin min wek jin bênirx bikin. Lewma heqaret li min kirin, gef li min xwarin ku wê tundî li hemberî min bikar bînin. Ez dizanim ew gef bi karê min ve girêdayî ne.
Ji bo min taybetî li deverên weke Bexda û Afxanîstanê zehmetiyek din hebû. Diyar bû ku ez ne ji wir im û biyanî me. Ji ber vê ez pir hatim şopandim.
Niha jî filma xwe ya li ser jinên şervan ên Kurd a bi navê Nûbiharê amade dikî. Di vî derbarî de dixwazî çi bêjî?
Niha em di pêvajoya montajê ya fîlmek bi navê Nûbihar de ne. Ev fîlm du salên dawî yên gerîlayên jin yên li çiyayê Qendîlê nîşan dide. Derfeta me çêbû ku em bi mehan li gel hevalan di şîkeftan de man. Di heman demê de dîtin û fêmkirina guhertinên destpêke ku piştre bi fesîhkirina PKKê û destpêkirina pêvajoya ‘aştiyê’ berdewam kir jî bandor li me kir. Ji bo vê ev film gelekî giring e. Tevgera azadiyê bi rastî jî warên jiyanê ava kirine. Nimûne odeyên ji bo xwendin û nîşaqê hene, ji bo Awazên Çiya stranên berxwedanê tomar bike studyo heye. Bi dîtina van ez gelek bandor bûm. Lê di heman demê ev film coşa jiyana azad jî îfade. Di piraniya dîmenên me kişandî de heval dikenin û atmosferek germ heye. Bê guman niha di herêmê de bi pêvajoya ‘aştiyê’ re gelek guhertin çêdibin û em ê van jî di fîlma me de nîşan bidin. Ez hêvî dikim ku bikarim jiyan û hêviyên ji bo pêşeroj û civakek demokratîk a ji çiya heta bajarên Kurdistanê nîşan bidim.
