Berpirsyariya dîrokî: Jinûve avakirin

- Hediye Bakrak
176 views
Ji nû ve avakirin ne afirandina tiştekî ji tineyê ye û ne jî înkarkirina dema borî ye. Asta ku têkoşîna azadiyê gihayiyê divê civakî bibe. Diyardeyên komîn, parvekirin û jiyana hevbeş a li ser hîmê civaka exlaqî û polîtîk divê bi gewde bibe. Armanc ew e, civak bi dînamîkên xwe, bi nirxên xwe yên bingehîn xwe rêxistin bike û rêve bibe. Nabe ku nirxên bingehîn di tenê di ramanê de bimînin, divê ew asta fikir di jiyanê de bibe yekîtiyek zindî pêk bê.

 

Dîroka mirovahiyê ji me re tiştekî gelek zelal nîşan dide: Têkoşînên civakî tenê bi gotinên îdeolojîk ên bihêz an jî bi fikrên rast nagihin serketinê. Hêza ti tevgerê tenê bi wê yekê nayê pîvan ku ew çiqas azadîxwaz, demokratîk e. Tişta bingehîn ew e ku ew raman di jiyana pratîk de çawa tên bicihanîn.
Ger di navbera îdeolojî û jiyanê de têkiliya rast neyê avakirin, her çend ramanên bihêz jî hebin, ew dê hêdî hêdî bandora xwe winda bikin. Dîrok bi mînakên gelek tevger, rêxistin û rêveberiyan tijî ye ku di pratîkê de rast nehatine bicihanîn û paşê ji holê hatine rakirin. Ji ber vê ti tevger divê ne tenê bi gotinên xwe, di heman demê de bi awayê pêkanîna wan gotinan jî were nirxandin. Bêguman çewtî, xeletî û kêmasî dikarin derkevin pêş. Lê di encamê de pirsa bingehîn ev e: Ji çewtî, xeletî û kêmasiyan ders derxistin û xwe jinûve avakirin an israr û dubarekirina xeletiyan û di encamê de têkçûyîn?
Tevgera Azadiya Kurd jî di nava dîrokeke dirêj a têkoşînê de, bi bedelên giran û xebatek mezin, gihiştiye astekê ku xwe bi vê rastiyê berpirsiyar dinirxîne û bi biryardarî xwe jinûve ava dike. Ev ne tenê daneheva raboriyê ye, di heman demê de berpirsyariya avakirina pêşerojê jî di xwe de dihewîne.
Bi vê nêrîn û nêzîkatiya dîrokî, Rêber Apo ast û destketiyên ku bi têkoşîn û bedelên mezin hatine bidestxistin weke bingeha avakirina pêşerojê dît. Ji ber vê, bi vê berpirsiyariya dîrokî pêvajoya jinûve avakirinê da destpêkirin. Armanc ew e ku tecrube û destketî li gorî nirxên bingehîn bên jiyîn û bibin bingeha jiyana pêşerojê.

Di jinûve avakirinê de rola sereke ya jina ye

Rêber Apo rola jinûve avakirinê ji herkesî zêdetir da ser milê jinan. Lewra jin navenda jinûve avakirinê bi xwe ye. Ev pêvajo berî her tiştî bi jinê ve girêdayî ye. Ji ber ku jin hêza afirandin, parastin û jinûve avakirinê ya jiyanê ye. Rihê jiyanê, rihê şoreşê, ronahî û rengê têkoşînê di jinê de bi hêz e. Ji ber vê jinûve avakirin divê pêvajoyek be ku tê de jin xwe dîsa bibîne û bi xwe re civakê jî jinûve ava bike. Jin li vir ne tenê beşdar e; ew afirîner e, ew bingeh e.
Ji nû ve avakirin ne afirandina tiştekî ji tineyê ye û ne jî înkarkirina dema borî ye. Asta ku têkoşîna azadiyê gihayiyê divê civakî bibe. Diyardeyên komîn, parvekirin û jiyana hevbeş a li ser hîmê civaka exlaqî û polîtîk divê bi gewde bibe. Armanc ew e, civak bi dînamîkên xwe, bi nirxên xwe yên bingehîn xwe rêxistin bike û rêve bibe. Nabe ku nirxên bingehîn di tenê di ramanê de bimînin, divê ew asta fikir di jiyanê de bibe yekîtiyek zindî pêk bê.
Di vê derê de helwesta Rêbertî gelek giring e. Nîşan dide ku divê em bi parastina ya heyî bi sînor nemînin. Peyam dide ku divê pergala civaka demokratîk rast pêk pê û jiyanî bibe. Ji derveyî vê rêyek din ya pêkhatin û cihanînê tine ye. Ev helwest di bingeha xwe de li ser hezkirin û dilsoziya ji şehîdan, gel û têkoşînê re ava dibe. Bîranîna şehîdan û hezkirina gel tenê bi pêkhatin û bicihanîna rast tê parastin û xurtkirin.
Rêbertî di heman demê de nîşan dide ku ji xirabî, ji şêwazên çewt û ji her tiştê ku ji esasa xwe dûr dikeve, divê dûr bimînin. Nêzîkatiya “bila biçûk be, bila ya min be ” bi vê tevgerê re li hev nayê. Ev têkoşîn ji destpêkê ve li ser bingeha mezinbûnê û civakîbûnê hatiye avakirin. Ji ber vê armanc ne biçûkirin e, armanc mezinkirin e.

Jinûve avakirin xwerexnekirin e

Pêvajoya jinûve avakirinê di heman demê de pêvajoya xwerexnekirinê û rexnedanê ye. Lê ev rexnedayîn tenê ne xwe-tawanbarî an jî yên din tawanbarkirin e. Mirov divê pêşî xwe bibîne: Ez li ku derê bi paş ketim? Li ku derê ji rihê dilsoziyê dûr ketim?
Di nav têkoşînê de, di nav xebata gel de rihê pêşbaziyeke erênî heye. Gava fedakarî hewce bike, mirov pêşî xwe dide pêş. Zehmetiyan ji xwe re, xweşiyê ji hevalên xwe re dixwaze. Bîra dîrokî jî di vê pêvajoyê de çavkaniyek giring e. Xebatkarên pêşî bi van taybetmendiyan ji tunebûnê hebûn çêkirin. Ev doz bi vê seknê gihişt mîlyonan. Ev ji vê prensîbê tê: Ji ber têkoşer û xebatkarek dilsoz hertim di dil û mêjiyê xwe de li hember xwe têdikoşe. Ji bo baş fikirandinê, xweş axaftin û rast bicihanînê têdikoşe. Li hemberî xirabiyê, bêkediyê, firsendprestî û kiryarên netêr têdikoşe. Ger em li ser vî bingehî binirxînin, gelo rastiya me ya îro çiqas li gor vê ye?
Gelê Kurd, bi Rêbertî û tevgera xwe, bi şehîd û xebatkarên xwe, bi jin û ciwanên xwe bi dehan caran ji mirovahiyê re nîşan da ku ger girêdan û dilsoziyek rast hebe, astengî tên derbaskirin, di nava bêderfetiyê de gavên mezin tên avêtin. Jinûve avakirin jî yek ji van mînakên dîrokî ye. Em dîrokê hem diafirînin hem jî dijîn.