Berpirsa Beşa Aboriyê ya Mudurtiya Polîtîkayên Jinan a GABB’ê, Perî Orun diyar kir ku ji bo nîqaşên baş û giring Komxebata Kooperatîf û Komunê ji bo wan bingehek pêwist bû û got:”Ew xalek destpêkê bû ku perspektîfa me ya li ser aboriyek komunal a rizgariya jinan, demokratîk û ekolojîk bi rastî û ezmûnên berbiçav ên bi qadê re anî ba hev. Aboriyek komunal rizgariya jinê ye.”
Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB), bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û şaredariyên Peyas, Bajarê Nû, Sûr û Rezanê, ji bo ku çalakiyên aborî yên rêveberiyên herêmî ji perspektîfek hevpar ve binirxînin û wan li gorî têgihiştina aboriya komunal a rizgariya jinan, ekolojîk û demokratîk ji nû ve ava bikin, komxebatek bi navê “Aboriya Jinan a di Rêveberiyên Herêmî de; Komxebata Kooperatîf û Komunê” li dar xist.
Berpirsa Beşa Aboriyê ya Mudurtiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB), Peri Orun têkildarî mijarên komxetabê, giringiya aboriya jinan û komînan nirxandin kir.
Aboriya komunal rizgariya jinê ye
Perî Orun di destpêkê de li ser sernavên di komxebatê de derketine pêş axivî û wiha got: “Bi rastî, ji bo nîqaşên baş û giring, Komxebata Kooperatîf û Komunê ji bo me bingehek pir pêwist bû. Ew xalek destpêkê bû ku perspektîfa me ya li ser aboriyek komunal a rizgariya jinan, demokratîk û ekolojîk bi rastî û ezmûnên berbiçav ên bi qadê re anî ba hev. Aboriyek komunal rizgariya jinê ye. Ew pêvajoyek bû ku me ji nû ve lêkolîn kir ka em çawa aboriyê fam dikin, ava dikin û divê ava bikin. Ya herî bingehîn, me pir zelal kir, aborî jiyan bi xwe ye. Yek ji xalên herî bingehîn ên ku me li ser li hev kir ev bû ku jin di dîrokê de damezrînerên aboriyê ne, niha bûne beşa herî zêde xizaniyê dijî. Mijareke din a giring têkiliya di navbera kooperatîf, komîn û rêveberiyên herêmî de bû. Komxebatê her wiha eşkere kir kooperatîf bi tena serê xwe ne bes in. Ger çarçoveyek rêxistinî ya komunal tine be, kooperatîf dikarin di dawiyê de di nav sermayeya mêr û têkiliyên bazarê de asê bimînin. Ji ber vê, me li ser pêwistiya destnîşankirina pêdiviyên di civakê de, ango li taxan, qadên jiyanê û cihên ku jin bi hev re ramanên xwe diyar dikin, nîqaş kir. Me her wiha xebata ku ji hêla rêveberiyên herêmî ve ji bo xurtkirina aboriya jinan hatiye kirin, bi berçavgirtina hem ezmûnên berî 2016’an û hem jî xebatên vê dawiyê, nirxand.”
Nêzîkatiyek komunal û kooperatîf
Perî Orun da zanîn ev komxebat ji bo wan xalek destpêkê bû û wiha pê de çû:”Armanca me ew e ku em pêvajoya piştre bi awayekî hîn plankirî û hîn kolektîf bi rê ve bibin. Armanca me ew e ku em çalakiyên aborî yên herêmî organîze bikin, bi perspektîfek hevpar tev bigerin, pêvajoyên paşê bi awayekî rast plan bikin û pêşniyarên ku ji komxebatê derketine holê veguherînin projeyên berbiçav. Em dixwazin qadên ku ezmûn lê têne parvekirin û bi hev re têne pêşxistin biafirînin. Li gorî nêzîkatiya aboriya komunal a demokratîk, xurtkirina qadên jin lê dicivin, bi hev re hildiberînin û jiyanê bi hev re organîze dikin aliyekî giring ê pêvajoyê pêk tîne. Ango, avakirina komunên jinan, ji nû ve organîzekirina deverên hilberînê yên heyî bi nêzîkatiyek komunal û pêşxistina kooperatîfan a li ser vê bingehê, di nav armancên me de ne. Em armanc dikin ku lêkolînan bikin da ku modelek aborî xurt bikin da ku jin bi rêya meclîs û komunan aboriyê bi rê ve bibin, beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin û pêvajoyê li herêmê organîze bikin, her wiha birêve bibin.”
Jin ji aboriyê têne dûrxistin
Perî Orun li ser giringiya aborî û jiyana komînal wiha got:”Giring e ku ev ji destpêkê ve bi zelalî were gotin: aborî bi awayê rêxistinkirina jiyanê ve girêdayî ye. Ne tenê li ser hilberînê ye; ew li ser awayê xwarina me ye, em çawa stargehê dibînin, em çawa parve dikin û em çawa jiyanê didomînin? Li ser vê yekê ye. Ev, di forma xwe ya orîjînal de, karekterek civakî û komunal e. Di dîrokê de, mijara karektera aboriyê di vê rêxistinê de jin in. Em dibînin, hemî çalakiyên aborî yên ku jiyanê didomînin, wekî xwarin, lênêrîn, hilanîna tovan, hilberandin û parvekirin, li dora jinan têne organîzekirin. Jin di navenda hilberînê û dewamiya jiyanê de ne. Di vê wateyê de, aborî qadek e ku ji hêla ked, zanîn û jêhatîbûnên rêxistinî yên jinan ve hatiye çêkirin. Lê belê ev avahî hêdî hêdî hildiweşe. Aborî ya ji jiyana civakî derketiye holê, her diçe ji civakîbûnê tê veqetandin, tê kontrolkirin û perçe dibe. Di vê pêvajoyê de, pergala kastîk dikeve dewrê. Ev zîhniyeta aboriyê vediguherîne mekanîzmayek hêz, rêvebirin û îstismarê, bi rakirina rola damezrîner a jinan a di aboriyê de hem aboriyê û hem jî jiyana civakî kontrol dike. Çalakiyên jiyanî yên ji hêla jinan ve têne organîzekirin bêqîmet dibin, jin ji aboriyê têne dûrxistin û aborî ji pêdiviyên civakî tê veqetandin û vediguhere amûrek serdestiyê. Bi kurtasî, mesele ew e ku aborî li ser bingehek rizgariya jinan, komînal û civakî ji nû ve were avakirin. Aboriyek komînal a jin tê de mijar bin jî xwedî potansiyel e ku bingehek ji bo avahiyek civakî ya dadmendtir, wekhevtir û jiyanek ahengtir ava bike.”
Jin û zarok xizaniyê ji kûr ve dijîn
Perî Orun bi lêv kir ku tiştê îro tê jiyîn, ne tenê krîzeke aborî ye, krîzeke sîstematîk e û herî zêde bandorê li jin û zarokan dike û wiha dewam kir:”Jin, ji aliyekî ve, bi rêya karê lênêrînê jiyana xwe didomînin û ji aliyê din ve, ew di karên herî ne ewle de têne xebitandin..” Her ku krîz kûrtir dibe, bar hîn girantir dikeve ser milê jinan. Ev di rastiyê de encamek avahîsaziyê ya pergala kapîtalîst e û bandora xwe ya herî giran li ser jin û zarokan nîşan dide. Jin hem li malê û hem jî li derve dixebitin, lê ew ne di bin ewlehiyê de ne. Ji ber vê jin û zarok xizaniyê ji kûr ve dijîn. Zarok jî beşek ji vê ne. Dema jin xizan dibe, zarok jî xizan dibe. Sîstema kapîtalîst zarokan vediguherîne keda erzan. Ji ber vê yekê, çareserî ne başkirinên biçûk ên di nav pergalê de ne. Çareserî di nav vê pergalê de ew e ku aborî li ser bingehek komunal, demokratîk û rizgariya jinan were rêxistinkirin. Di vê nuqteyê de, jiyana komunal û komîn bingehek pir giring pêşkêş dike. Ji ber ku komîn îhtîmala berevajîkirina vê zîhniyeta kapîtalîst dihewîne. Ew qadek e ku keda jinan xuya û hêja dike. Ew pêvajoyek e ku tecrîda li ser jinan têk dibe û dihêle ew bibin hêzek kolektîf.
