Bi rengê jinan Newroz

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
418 views
Yek ji cejnên herî kevnar yên dîrokê, efsaneya vejîna azadiyê Newroz îsal jî bi serhildanê hat pîrozkirin. Gelek bi heybet bû pêşwaziya Newrozê.  Her wekî kongreyek netewî ya Kurdan, li her deverê bi peyamên li gorî ruhê demê barkirî bû Newroz. Ya herî giring ew bû, jinan ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê ew pira berxwedan û têkoşînê raxistin, rêya civîna mezin ya Newrozê nîşan dan, mizgîna Newrozê dan, reng û naverok diyar kirin.

Peyamên jinan di Newrozê de bi daxwazên gelan re bûn yek. Bi milyonan kes li qadan li derdora heman daxwazan gihan hev. Bêguman sedema herikîna ber bi Newrozê ve hem dîrokî hem jî civakî ye, bi gotinek din ew hêrsa li dijî zalim û Dehaqên demê ye. Gelê Kurd li çar beşan û seranserê cîhanê ji dewleta Tirk a qirker daye stû. Lewma Newroz ewqas mezin û bi coş pîroz bû.

Jin Kawayên demê ne

Di sedsala me de jin Kawayên demê ne, jinên têkoşer li dijî dewlet-zilam ku pergala Dehaqe, serhildan û têkoşîna herî mezin ya dîrokê pêk tînin. Ev heqîqet di 8’ê Adarê de baştir û bihêztir xuya bû. Jinan li qadan li gel daxwaza mafên xwe, daxwazên azadiya civakî li dijî rejîmên despot anîn ziman. Îcar li Kurdistanê 8’ê Adarê û Newroz mîna xwişkên cêwî ne. Li aliyekê serhildana jinê ya dîrokî li dijî pergala dewlet-zilam, li aliyê din serhildana gelan li dijî pergala dewlet-zilam a di şexsê Dehaq de şênber bûyî. Herdu hêzên dîrokî yên berxwedan û têkoşînê di 21’ê Adarê de digihên hev û digihên lutkeyê. Îcar weke her sal serhildana jinan a 8’ê Adarê bandorek gelek mezin li Newrozê kir. Heta tenê bi bandorkirinê jî nema, naverok û rengê wê diyar kir. Ji Amedê heta Wan, Colemêrg, Qendîl û Şengalê dîsa jin li eniya pêş ya Newrozê bûn. Wekî rêber Apo pênase dike jin, ew netewa pêşî ya ketî bindestan û kole bûyî, di van rojên wiha bi wate yên dîrokî de serhildana netewa xwe ya mezin pêk tîne. Her wiha bi civakê re, bi xwediyên modernîteya demokratîk an go gelan re dibe yek ev hêza jinê. Lewma hêzek ji vê mezintir dibe ku di warê civakî de ne pêkan be. Ev hêza mezin ya Newrozê ji hêza mezin ya guherîn û îradeya azadiyê ya jinê tê, ku bi civakê re bûye yek. Îsal Newroz tam wekî tabloya xêzkirî ya vê fikrê bû.

Milyonan vîna tekoşîna li dijî Dehakên hemdem nîşan dan

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, Rojava û Sûriyê, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, di serî de Ewrûpa li hezaran navendên cîhanê bi milyonan careke din vîna têkoşîna li dijî Dehakên hemdem eşkere kirin. Her wekî xwepêşandanek dîrokî, li hemberî qirkirina li ser civaka Kurd pêk tînin, Newroza îsal bendek çêkir. Rojeva sereke ya Newrozê bêguman rewşa Rêber Apo bû. Gelê Kurd û gelên herêmê di asta herî jor de xwedîderketina li Rêber Apo nîşan dan. Li dijî konsepta têkbirinê ku di serî de dixwazin li ser rêber Apo pêk bînin, gelê Kurd bersiva xwe ji qadan da. Daxwaza azadiyê ya Rêber Apo hemwext ji aliyê milyonan ve hat gotin. Ev îradeya civakî hêza herî mezin e û muxatabên mijarê peyamên pêwîst girtin. Pêngava dema azadiyê di vê çerçoveyê de li qadên newrozê pîvana têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo jî diyar kir. Têkoşîna ji niha şûnde dê li gorî vê pîvanê be, ku ew jî ne tenê agahî girtin, lê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ferz dike. Li gorî vê, daxwaza azadiya Rêbertiyê ya di Newrozê de gihayî lutkeyê dê bandorê li xebatên kampanyayê jî bike ku bilez bigihê encamê. Peyama din ya hevpar ya hemû pîrozbahî û pêşwaziyan nîşandana vîna têkoşînê ya li dijî dewleta Tirk ya qirker û dagirker bû. Dewleta Tirk ji bo gelan û Kurdan navenda Dehaq û zaliman e. Ji ber vê ye ku herî zêde Newrozên bicoş li Bakur û Tirkiyê pêk hatin.

Li bakur gel bersiv da tecrîd û êrişên li ser vîna wan

Newroz li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li gel bersiva ji bo tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê, li dijî êrişên li ser gelê Kurd û HDP’ê bo bersiva herî bi wate. Beriya Newrozê êrişên li ser HDP’ê zêde bûn, fezlekeyên jibo parlementeran, doza girtinê û qedexeya siyasî ya bi sedan siyasetmedarî hişt çavê herkesî vegere qadên Newrozê. Gelê Kurd wekî her carê di vê Newrozê de jî peyamên herî xurt yên têkoşînê ji qadên Newrozê dan. Ji Amed, Wan, Batman, Cizîr, Semsûr, Stenbol, Mêrsîn, Edene û bi sedan deveran Kurdan nîşan dan ew ê li îradeya xwe ya siyasî xwedî derkevin. Lewma eger Newroz meydana şer be, di vî şerî de ji zûde ew desthilata faşîst têk çûye. Kurdistana Bakur, Kurdên li Tirkiyê bi rûhê serkeftina Garê qad tijî kirin. Ev ji wan re bes bû, dê bibe kul û bikeve ser dilê wan. Xala din ya girîng ew bû di Newroza li bajarên Tirkiyê de tifaqa demokrasiyê xwe da pêş. HDP û hêzên demokrastiyê; gelê Kurd û gelên din li qadên Newrozê bihevre, li dijî heman desthilatê sekinîn. Di rewşa niha ya Tirkiyê de hevparbûna dijberên dewleta dagirker mijarek stratejîk û gelek giring e. Eger ev yekîtiya li Newrozê xwe nîşan dayî di qada siyasî de bi xurtî dewam bike, têkoşîna eniya demokrasiyê dê li Tirkiyê bihêztir be û dawiya vê desthilata faşîst jî dê nêzîktir be.

Hêza jinan a hevpar wê desthilatê bihejîne

Her wiha di Newrozan de jinan û gelan li dijî xwekişandina dewleta Tirk ji peyamana Stenbolê, helwest nîşan dan. Peyamên herî xurt têkildarî têkoşîna jinê di Newrozê de derketin holê. Di vî warî de Newroz di heman demê de bû beyana îradeya jinê jî. Hêza hevpar ya jinan ku di 8’ê Adarê û Newrozê de xwe dayî der, dê rojên pêş zêdetir xûya be, bandorek mezin li dahata vê desthilatê bike. Jin êdî baş dizanin dijminê wan yê herî mezin ev rejîm û polîtîkayên wê yên dijminê jinê ne.

Gelên li Rojava Azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin

Û Rojava ji serî heta binî bû Newroz. Her wekî şahiya netewa demokratîk îsal newroz hat pêşwazîkirin. Rengîn bû, gelan, baweriyan çanda jiyana hevpar û azad nîşan dan. Azadiya Rêber Apo rojeva sereke ya Newroza Rojava bû. Tê zanîn, şoreş berhema rêbertiyê ye, lewma di Newrozê de jî eşkere bû mijar bi hesasiyetek mezin tê şopandin. Gelên li herêmê azadiya Rêber Apo mîna azadiya xwe dibînin. Ji xwe dîmenên ji Minbic, Reqa, Kobanê, Hesekê û her devera şoreşê di çerçoveya netewa demokratîk de bi heybet bûn. Ruhê Newrozê jî heman e, bi yekîtiya gelan, di pêşengiya tevgera Apoyî de li dijî dehaqên hemdem têkoşîn pêk tê. Bakur Rojhilatê Sûrî jî ev yek zelal nîşan da. Rizgarkirina herêmên dagirkirî yek ji mijarên din yên Newroza rojava bû. Di serî de Efrîn û Serêkaniyê vîna têkoşîn û berxwedana azadkirina van herêman di Newrozê de derket holê. Îsal diyare ev mijar dê zêdetir bikeve rojeva me.

 

Gelê Başûr ber bi Newroza Qendîlê ve yekîtiyê ve herikîn

Li Başûrê Kurdistanê di serî de Qendîl, Şengal û Mexmûrê li gelek herêman serkeftina Garê bû ruhê Newrozê. Herikîna gelê Başûr ber bi Qendîlê ve pir bi wate bû. Her mîna biherike ziyaretgehekê, ber bi Newroza Qendîlê ve bi deh hezaran Kurd ketin ser rê. Tevî astengî hebûn jî, dîsa yek ji Newrozên herî hêja li qadên parastina Medya pêk hat. Ev herikîn ber bi gerîla ve, ber bi yekîtî û hevgirtinê ve pêk hat. Her wiha daxwaza azadiya Rêber Apo ji Qendîlê berz bû. Şengala di bin pêlên êrişê de, Mexmûra di bin dorpêça PDK’ê de Newroz bi heman daxwazan pêşwazî kir. Ji serî heta binî, her kolan, tax, gund, navçe û bajarê Kurdistanê veguherî qada Newrozê. Hema bêjin Kurdistan bû Newroz, li gel her devera Kurd lê ne. Bêguman taybetiyek din ya vê Newrozê ew bû ne tenê gelê Kurd, gelên herêmê jî bi coşa Newrozê rabûn ser piyan. Ji vê zêdetir ev Newroz di pêşengiya jinê de, bi reng û naveroka jin dixwazin pêk hat. Bi rastî vê Newrozê salên 1990’î anîn bîra me. Jin pêl bi pêl, herikîn Newrozê. Ev Newroz bi pêşengiya jina azad bihêz û bi wate bû. Lewma kelecana mirovî zêdetir dike. Kurdan û gelan,  jinan, ciwan, kal û pîran Kongra xwe ya azadiyê pêk anîn; di Newrozê de soz û biryara serkeftinê dan.

Newroz pîroz be