‘Em dizanin çi dixwazin’

- Necîbe QEREDAXî
368 views
Dema grûpeke ji jinên femînîst û aktivîst û hejmarek ji wan yên di bin banê jineolojî de xebat dikin, bi pêrspektifa jineolojî dest bi karûbarê lêkolîn û nivîsandina pirtûkek li ser şoreşa jinên Kûrdistanê kirin. Piştî giftûgoyeke fireh , gihaştin wê encamê ku navê pirtûkê bikin “Em dizanin çi dixwazin”.

Lê cûda ji tişta hertim tên zanîn ku pirtûk yek tatilê wê heye , di berga dawî ya pirtûkê de jî navê dûyemîn kirin “Em dizanîn çawa jî bi dest bixin”. Li ser bergê pirtûkê jî tabloya jin û dayikên Kûrd nexişandin. Bi qasî naveroka pirtûkê, ev dû navên pirtûkê jî bicoş û tijen e. Ev her dû nav ji axaftina dayikek şervanê li Rojava şehîd bûye hatiye girtin. Tevahî pirtûk li ser têkoşîna 42 salan a şoreşa Kurdistanê û rastiya Şoreşa Jinê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ye. Beşek jî li ser qadên piratîk a şoreşa li Rojavaye. Dema min navê pirtûkê pirs kir, yek ji endama koma pirtûk amade kiriye wiha bersiv da: “Bi rastî jî di civakekê de jin bizanin çi dixwazin, bizanin jî çawa bidest dixin, ev hevokeke bi heybete, çawaniya bi destxitinê jî ji armancê girîngtire. Ji ber ku ev bidestxistina azadiyê de rêyeke cûda ye”. Cûdahiya wê jî niha bûye xaleke hevpar ya beşeke mezin a tevgerên alternatîf, tevgerên jinan û femînistên cihanê.

Bi zagonên dewletê azadî pêk nayê

Tevahî sala borî û di dema şewba koronayê de ev cûdahî hat dîtin û di 8 Adarê de jî gihaşt lûtkeyê. Çi ye ev cûdahî? Piştî du pêlên tevger û teoriyên femînîzmê, jin êdî dizanin ku têgîn û pratîka wekhevî, azadî û edaletê bi rêya zagonên dewletê pêk nayên. Di cîhanê de rêjeyek mezin a tevgerên jinan, civak û qadên akademiyê êdî dizanin parlamen, hikûmet û saziyên wan li şuna demokrasiyê şer tîne, koçberî, xizanî, birçîbûn û tundiya di nava malê de zêdetir dike. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dîtin ku çareseriya azadiya jinê di azadiya civakbûneke demokratîk de dibîne û bi tevahî hêviya çareseriyê ji dewlet û saziyên wê ya mîkro û makro qût dike.

Sêgoşeya krîz û kaosê dewlet, sermayedarî û baviksalarî tê dîtin

Ev rastî di çalakiyên 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de di teorî, rêxistibûyîn, têkoşîn û çalakiyan de tê dîtin û xala herî girîng jî ji hev bi bandorbûn e. Êdî baviksalarî, dewlet û sermayedarî weke sêgoşeya krîz û kaosê ya sedsalê tê destnîşankirin. Jin bi zelalî dizanin navnîşana dîrokî û rojane ya krîz û kaosan çine. Eger îro dayikek kurd dibêje“ em dizanin çi dixwazin, dizanin jî çawa bi dest dixin”, jineke koçber ya Efganî dibêjê “ çareserî ne ewe ku em berê xwe bidin dewletên bi çekên wan welatê me kavil kirine û jin û zarokên me dikujin “, eger jineke civaka xwecihî dibêjê: “em rê naden daristan werin qutkirin, ev kar encama zehniyeta baviksalar û sermayedariyê ye” û dema jineke Şilî dibêjê;“çalakîya min ew dem dibe femînîstane ku hemwext bi daxwaziya wekhevî re, em rê nedin şirketan bi çandina eukalptos ava gûndê me zûha biken”. Eger bi çalakiyeke bi cesaret û jîrana jineke Helepçeyî Kelsûm Hûsên di salvegera komkûjîyê de xaliya sor dipêçe û rê nade ji bo berpirsan were raxistin û dibêjê; “di bajarekî wekû Helepçe de ku hatiye kîmyabaran kirin de, çawa rengê sor a şehîdan dikin xalî û dixin bin piyê berpirsiyaran’’û daxwaz dike ku mirov di asta van şehîdan de dilnizim û civakî bin, ev hevparbûna jinan nîşan dide.

Jinên Kurd bi bedelên giran dîrokek nû dinivsînin

8’ê Adarê êdî li cîhanê weke rojeke bîranînê derbas nabe. Jinên Kurd li Rojhilata Navîn bi têkoşîna li çiya, zîndanan û hemû qadên jiyanê ji şoreşa civakî re pêşengiyê dikin û bi bedelên giran hêviyê didin, dîrokeke nû dinivsînin. Ev têkoşîn nîşan dide ku bê çiqasî pêdiviya herkesî bi azadiyê heye. Jinên kurd nîşan dan ku hemû kaos û krîz ji hevpeymana ne bixêr a baviksalarî, dewlet û sermayedariyê bingehê xwe digre. Jinên kurd di têkoşîna xwe de jin kategorîze nekirin, hemû jinan xwe di nav têkoşînê de dît. Jin êdî ne wekû dayik, hevser, xweşik û keça merekî ne. Berovajiyê wê bi xwebûnê û avakirina kesayeta bi nasnameyek nû bû têkoşer-milîtan, pêşeng, hevserok, fermandar, şervan, rojnamevana lêgera heqîqetê, siyasetmedar û çalakvan, xwedî enerjiyek avaker, afrêner û çareserker. Bi felsefeya demokrasiya rasterast, azadiya jinê û ekolojiyê hemû astengiyên li pêşiya jinê û civakê nas dike, di ferqê de ye ku xefikên sistemê di malbateke paşverû de jin û zilamekî çawa xwedî dike. Lewra jin êdî di akademiyên alternatîf de xwe û dîroka xwe nas dikin, hêza xwe ya hatiye tepisandin derdixin holê û diherikin hemû qadan.

Têkoşîna jinên Kurd di asta gerdûnî de ye

Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê ax, civak, nirxên demokratîk û netewî diparêze, ji pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ re pêşengiyê dike. Bi têkoşîna xwe zilam neçar dike ku xwe biguherîne û pirsgirêka jinê weke pirsgirêka xwe bibîne. Bi artêşa xwe ya xweser, partiya xwe, sîstema xwe ya konfederal bandorê li qada navnetewî dike. Di navbera têkoşîna xwe ya li Rojhilata Navîn û gerdûnî de pirekê çêdike. Şehîdên enternasyonalîst yên mîna Anna Campbell, Ivana Hoffman, Andrea Wolf, Alina Sánchez, Sarah Handelman, Guze Altûnos û gelekên din vê rastiyê radixin pêş çavan. Di vê 8’ê Adarê de ji Şîlî heta Arjantîn, Polonya, New Zelanda, Îtalya, Katolonya, ji Fîlîpînê heta Efrîka, Bangladeş, Efganîstan, Hîndistan, Iraq, Tirkiye, Tûnis û Îranê, li her dereke cîhanê jin daketin qadan. Bi çalakiyên xwe hem rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkan qîriyan, hem jî îflasa sîstemê ragihandin. Di encama têkoşîna jinan de li Bangladeşê biryara cezakirina sûcdaran derket, li Polonya û New Zelandayê mafê kurtajê hate bidestxistin. Jinan tevî bi hiceta koronayê hewldanên astengkirinê pêş ketin jî, bi çalakiyên radîkal gotin ‘tiştêkî em dizanin û dixwazin , emê bi têkoşînê bidest bixen”. Bi vî awayî israra xwe ya ji bo sîstemeke nû nîşan dan.

Sedsala 21. Sedsala avakirina sîstema alternatîf e

Xwepêşandan û têkoşîna jinan a ji bo avê, parastina ax û tov, mafê kûrtajê, sekna wan li hemberî sûnetê, dagîrkarî, faşîzim û nelirêtiyê, qirêjkirina jîngehê, têkoşîna parastina ekolojî, pêşîlêgirtina qûtkirina daristanan û avakirina bendavan, fabrîkayên hilberîna çekan, grevên kar ji bo heqedestekî wekhev, zêdebûna beşdariya jinên ciwan a çalakiyan, grevên birçîbûnê yên jinên di zîndanên Tirkiyê û Îranê de ji bo azadiyê vî tiştî îfade dike, ew jî: Têkoşîna jinan ne têkoşîna wekhevî û hevparbûna bi desthilatdariya navenparêst re ye. Weke têkoşîneke di şoreşa jinên kurdistanê de tê dîtin armanca jinan ji kokê ve guhertina sîstemê ye. Di dema vîrûsa korona de zêdetir îspat bû ku sedsala 21’an sedsala bi perspektîfa modernîteya demokratîk avakirina sîstemeke alternatîf e û jin vê sedsalê weke sedsala jinê û ekolojiyê dibînin. Beşeke mezin ji tevgerên femînîst êdî gihaştine wê zanebûnê ku pirsgirêka jinê û azadiya jinê ne pirsgirêka tenê cinekê ye. Berovajiyê wê pirsgirêka avahî-bûnyadî û zehniyetê ye. Tenê îradebûna jinê, bi teoriyên nû ya civakî, rexneyên bingehîn li zanistên civakî, pêşxistina fikir, çalakî û helwestên hevpar dikarin jinan ji bandora neyînî ya sermayedariyê, ji krîz û kaosên wê rizgar bike. Bi vî awayî xwe bigihîne hêza avakirina sîstemeke nû ya demokratîk û ekolojîk, xwerêvebirin û bikaribe bi hêza xwe bimeş e.

 

Jin li hemberî rê û rêbazên xweparstinê nîqaş dikin

Sala borî yek ji pirsên di kampên jineolojî de dihatin kirin, şêwazê xweparastina jinan bû. Beşdaran heyraniya xwe ji bo mekanîzmaya xweparastina jinên Kurd dianîn ziman. Lewra li hemberî êrişên sîstematîk ên zehniyeta baviksalar, dewlet û sermayedariyê ya li ser jinan gotubêj zêdetir dibin. Tevgerên femînîst li ser ezmûna jinên kurd dibêjin: ‘Ezmûna jinên kurd di perwerdekirina civakê û helwesta li hemberî mêrsalariyê de girînge. Tişta heta niha di nav sîstemê û qada akademîk de hatiye kirin êdî bêbandor bûye û valatiyek mezin avakiriye. Ezmûnên jinan ên di dîrokê û civakê de ji aliyê qada akademîk ve weke zanist nayê dîtin û tê berteraf kirin. Lê ezmûna jina kurd bi xwe gîhandina asta zanista jineolojî ev nêrîn serûbin kiriye.’ Di qada civaka sivîl de jî nêrîna ji bo çareseriyê tê pêşxistin, li şuna çareseiyê ji bo bêhêvîbûna jinan ji sîstemê bûye bingehek. Jin dizanin ku ev sazî polîtîkayên sîstemê li ser civakê bi rêve dibin. Lewra yek ji pirsa sereke ya jinan ew e ku çawa jinên kurd bi serketine û ji zehniyeta baviksalarî re sînorek danîne û mêr jî didin guhertin?

Xebatên hevpar dibin bingehê sîstema konfederal a gerdûnî

Di vê konaxê de nîqaşên tên kirin, ezmûnên tên parvekirin di navbera tevgerên jinan ên cîhanê de dibe bingehê sîstema konfederal a gerdûnî. Di çerçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo dadgehkirina diktator” de komkirina zêdetirî 100.000 îmzeyan a di qada navnetewî de hêza mezin ya jinan nîşan dide û bingeha têkoşîna hevpar xûrtir dike. Ev çalakî û têkoşîna hevpar a jinan wê dawî li cûreyên dîktatoriyê, baviksalariyê, navendperestiyê û sermayedariyê bîne.