Çima Parstina Rewa?

- Zeynep ERDEM
647 views

Piştî hilbijartinên 7 hezîranê AKP li Kurdistanê bu partiya tabelayê. Li tevahiya Tirkiyê jî deng wenda kirin. Ya herî giring jî ruxmî hemu lîstok û hewldanên AKP’ê, gelê Kurd îradeya xwe beyan kir ku li Kurdistanê êdî naxwazin ji aliyê walî û qaymekamên ji alî Enqerê ve li Kurdistanê tên erkdarkirin werin brêvebirin.

Bê guman ev rastî jî li ho
lê ye ku di beşên kurdistanê yên dîtir de jî pêşketinên giring hene. Şoreşa Rojava geşedaneke mezin da hemu Kurdistanê. Mafê gelê Kurd, tekoşîna gelê Kurd a rewa bi cîhanê da nasîn. Dilê gelê me yê li Başur û Rojhelatê Kurdistanê bi şoreşa rojava re lê da. Hejmareke mezin şervan ji Başur û Rojhelat derbasî rojava bûn û li hember hovîtiya DAIŞ’ê şer kirin. 

Van pêşketinan di eynî wextê de têgihiştina parastina rewa û giringiya wê jî bi gelê Kurd re pêş xist. Ya herî girîng jî, encama tekoşîna Tevgera Azadiyê ya zêdetirî 40 salî derkete holê û piştrast bû ku dijminê gelê kurd ê ku Kurdistan dagir kiriye, dikare were têk birin. Carekedin derkete holê ku ti rewabûna vî dijminî li Kurdistanê nîne.

Tekoşîna gelê Kurd di pergala netew-dewlet de jî qewareke mezin vekir. Ji ber ku saziya herî zêde bi navê gel û mafê parastina gel tevdigere dewlete, lê saziya herî zêde keda gel dixwe jî ew bixweye. Dewlet li Kurdistanê hatiye radeyeke ku êdî hebuna wê nayê qebulkirin. Bê guman ew saziyên bi dewletê ve girêdayî jî hemuyan meşruîyeta xwe winda kirine.

Di vê qonaxê de tekane riya gelê Kurd ewe ku li ser bingeha parastina rawa hebuna xwe biparêze û jiyaneke bi ewle bi destê xwe ava bike. Taxên xwe, bajarên xwe, heta deşt û zozanên xwe, daristanên xwe ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk biparêze.

Parastina rewa ji bo gel êdî nikare weke tercih were binavkirin, êdî buye meseleyeke jiyanî.Yan wê ji aliyê dijminê hov ve were kuştin, qetilkirin, binçavkirin, yan jî wê parastina xwe bixwe bike û xwe ji vê hovitiyê biparêze. Di eynî demê de parastina rewa bi xwe re jiyaneke demokratik jî dide avakirin. Ji ber ku ji hemu qatmanên (tebeqe) civakê xelk di nava parastinê de cihê xwe digre.

Gelê Kurd pîştî êrîşên dewleta Tirk û hukumeta AKP’ê dest bi avakirina qadên rêveberiya xweser kir. Bi pêşengiya jin û ciwanan xelk xwe ji hovîtiya dewletê diparêze. Ji bo ku ev asta parastinê derkeve holê zanyariyeke kûr ji civakê re lazime. Civaka Kurd bi sala ye bi vê zulm û zordariya dewletê re rû bi rû maye. Ji nava vê civakê bi hezaran gerilla tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûne, li hember dewletê û dagirkeriya wê şer dane meşandin, şehîd bûne. Civak jî hemu taluke dane ber çavan û hemû piştgirî da vê tevgera ku ji nava gel li ser bingeha parastina nîrxên civakê ji dijminê hov, dibin her şert û mercî de derketiye holê. Hatine qetilkirin, li kolanan hatine gulebarankirin, bi îşkencên giran re rû bi rû mane, bi salan di zindanan de mane. Lê piştgiriya tevgera azdiyê kirine, bi çanda têkoşîna li hember dijmin, berxwedan mezin kirine. Nîrxên civaka xwe parastine. Di her warî de pîvanên Tevgera Azadiyê di nava civakêde hatine pejirandin.

Ev civaka axlaqî û polîtîk ku tovên wê di nava civaka Kurd de hatine avêtin, rê vedike ku xwe di her warî de ava bike. Xwe li hember azadiya civakê berpirsiyar dibîne. Dikeve nava kar û xebatê.

Îro jî gel ketiye nava xebateke bi vî awayî. Xweseriya demokratik, bingeha civaka azad û demokratîk dide avakirin. Berxwedana gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li hember hovîtiya dewletê wê rê li ber demokrasya Tirkiyê jî veke. Ji ber ku dewleta Tirk bi kirinên xwe yên hovane zerarê dide hemû civakan û bi taybetî jî civaka Tirk. Ev berxwedana gelê Kurd wê rê li ber hişyaribûna gelên din ên li Tirkiyê dijîn jî veke.

Helwesta li hember dewletê, erkeke bingehîne ji bo civakên ketine ferqa hebun û azadiya xwe.  Li Rojhelata Navîn û bi taybetî jî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelê Kurd vê erka xwe bi cîh tîne.

Bi avakirina hêza parastina rewa, gelê Kurd dide îspatkirin ku lazime civak li erkên xwe wedî derkeve, ji pergala netew-dewletê ti hêviyan neke. Ji ber ku ew saziyeke ku herî zêde zerarê dide azadiya civakê.

Bi vê hewldana gelê Kurd, bi giştî di Rojhelata Navîn û bi taybeyî jî li Tirkiyê, pergala Modernîteya Kapîtalîst têk diçe. Em dikarin bejin; gel bi xwe çarenûsa xwe diyar dike û tovên Modernîteya Demokratîk tên avêtin.