Dayika îsyanê

- Newaya Jin
599 views
Bi aliyên xwe yê erênî û neyênî li ser tevgera azadiyê ya jin, yek jina ku bandora xwe kiriye dayika min e. Di Kurdîstanê de yek rastiyeke em bikaribin li ser bisekinin jî rastiya dayika ye. Dayiktî bi giştî îfadeya zayinê ye. Wateya herî hêsan ya di nava me de bi şêweya zaroka tîne û nifşê xwe didomînê ye.

Min ji serî de ev nepejirand. Dikare were gotin ku, bersiva herî hişk ya dayika xwe min bi xwe da. Ew weke dayikekê hemû mafê xwe yê malê bi jidayikbûna min dida pêş. Min jî digot; di wê mirîşk û cêcikê dibînî, mirîşk jibo cêcikê çiqas dayike ti jî jibo min ewqas dayikî.” Ev şibandineke gelek qebe bû, lê min ev kir. Heta ez diketim nav nêzîkatiyeke ku min digot şûna zarokên tey wisa hebin bila qet tinebin baştir e. Di vê watê de min nêzîkatî raber dikirin. Jiber yek ji dayikan bû, ez jî yek ji wan zarokan bûm. Zarok weke dixwaze jiyan nake, dayik jî weke dixwaze bi zaroka xwe re dixwaze xwe bidomîne. Ev nakokiyeke bû.

Dayika Ûveyş li gorî xwe dayikek îsyanê bû

Dayika Ûveyş, kêmzane û plansaz bû. Lê belê li gor xwe dayikeke îsyanê bû. Di heman demê de jineke ku zêde neketibû bin bandora zilam bû. Jixwe têkiliyên wêy bi min re cûda bû. Di vê qenehetê de me ku dayika min zêde ne dizanebûna ku çi dixwest de bû. Ji bo min wisa difikirî “waye wê bibe karmend, hindek pere qezenc bike, çend metre qumaş, çend çilûberg bikire” bû. Ev hin xwestekên zêde naveroka wan ne dagirtî bûn. Qesta wê ji ewladê bixêr, halê wê hindek ferisandin, di aliyê madî û manewî de hindek bersivdana wê bû. Zarokek di vê watê de dayika xwe dibersivîne. Ji bo bibe keça diya xwe an jî kurê diya xwe gelek bi pute (özen) nêzîk dibin…

Dayika min digot ‘tola xwe bigre û were’

Vêjî bibîrbînim, dikarim bibûma zarokekî sertewandî jî. Dayika min ligor nakokiyên xwe berbi şervaniyekê ve bi awayekî mithîş dahf dida. Heta dikarim bibêjim terbiya herî mezin min ji wir girt. Her wiha min ev dît:ger ti bidijminên xwere şer nekî, ti nikarî nan bixwî, heta nikarî bijî! Dibe ku eve taybetmendiyeke perwerdeyê ya başbe. Jiber ku ligor xwe ên ku dijmin didît li hember wan dinava têkoşînekê debû. Mînak ger zarokekê kotekek li min daba û min tola xwe negirtina bihatama malê, ez ji mal diqewitamdim. Ji min re digot “here tola xwe bigre û were”. Bi hin zarokan re şerê xwe ez hîn jî bibîr tînim. Ev şer bi taybet bi dextê diyamin dibûn. Ger biyamin ba, dema zaroka limin daba, min ê bigirî û gazinc bihata giliyê wan ji diya xwe û bavê xwere bikrana. Minê bigotana min biparêzin tola min rakin. Jixwe min wisa jî dikir. Rewşa hemû zarokan wisa bû. Dema zarokan kotek dixwarin bi girî û qêrîn dihatin ji diya xwe û bavê xwe parastin dixwestin. Xwe davêtin hembêza malbata xwe. Dixwazin wisa bibersivînin. Divirde rewşekî dijber ne mijara gotinêye. Dihat gotin: “ ew jî zaroke, ti jî zarokî, here tola xwe rake”. Dibe ku eve rewşeke perwerdehiyê başbe…

Diya min di gund de bê tirs bû

Diyamin zêde em ne didan binpêkirin. Jiber li hember zarokên din em dikaribûn bibin biketana û bihatan binpêkirin. Zarokên aliyê dijber mezinbûn, bihêzbûn, gelek bûn. Diwirde hêza xwe parastinê derdiket holê, her wiha herdû şer jî dihat dayîn. Hem tol dihat girtin hem jî xwe parastin pêşdiket. Lewra ev dida hîskirin: ez wisa bi hêsanî serî natewînim. Şerê mezin dikim. Dikarim qiyametê rakim. Di gunde jî kesê derveyî diyamin bi navê deng nebû. Tam tofaneke îsyanê bû. Di qîr û bang kirinê de, di dijûna de, di serwêre kes tinebû. Jin an zilam kî bûna bêtirs bi ser wanda diçû. Lewra kesayetek bûyerê bû. Hindekî jî di aliyê parastinê de parvekirina min çêbibû. Derveyê vê em dikaribûn kesateyek wenda jî bûna. Bi gotinên wan kesayetek wenda, ji hertiştîre ser ditewîne. Di vê watê de divê hêjaya wê were teqdîr kirin.

***

Şerkeriya dê hişt bi hişyarî nêzî jinan bibim

Rexmî hemû nakokî û pevçûnan bûyîna ewladekî bixêr wisa dibe. Lewra em gavek avêt. Ji têkiliyeke dê-kur ku wendabûye, xelasbûye xwe gîhandina têkiliyeke welat, welatparêzî û xak dayik hîn bilindtir dibe. Jibo dayikê jî ya rastî mafdayîn wisa dibe. Ji jinekêre pêwendiyeke çawa dikare were pêşkêşkirin? Di lêhûrînên me ên azadiya jinê de jî weke hatiye eşkere kirin jibo dayikê jî bersiveke bi wate dikare were dayîn. Ne hewceye ku diyarên erzan werin kirîn. Bi yamin be lêhûrîneke azadiya jin jibo dayikan jî dibe bersiv û rêzdariya herî mezin. Ger bandora diyamin nebûna ma ez dikaribûn wisa nêzî jina bibûma? Bandora wan têkiliyan bi awayeke neyekser li ser min hişt ez hîn bi hişyarî nêzî jina bibim û rê ji vêre da vekirin. Hêza dê, şerkeriya dê ku li ser min bandor kir hişt ku ez li ser mijara jinê hîn şiyartir bisekinim, înkar nekim, herî kêm jî nebim weke bavê xwe an jî weke zilamê ciranê xwe. Difikirim divê encamê de jî pareke diya min ya mezin heye. Bandora jineke wisa her wiha jineke bi hêsanî nakeve bin bandora zilam an jî mêr jixwe berbiçave. Me ev bandor piştre çawa veguhart teoriyê? Waye lêhûrînên jinê. Me ev hemû çawa veguhartin têkoşîna azadiyê? Nabêjim diya min teqlîd bikin. Lê diya min di wan şert û mercên gund de, bi wê kêmzaniya xwe têdikoşiya.

Pirsgirêka malbatê veguherî pirsgirêka jinê

Ji bo piçûkên mirovan bi herhalî pirsgirêka herî zor bi civakbûnê dest pê dike. Bi qasî ku tê bîra min, têkiliya herî zor a tê hişê min, têkiliya ‘namûsê’ bû ku ez bi diya xwe re li ser pevçûbûm. Wer xuya ye ku di şertên wê demê yên gund de şertê pêşî yê civakbûyînê ew e, divê mirov bi namûs be. Ji bo mirov bi namûs be jî divê mirov guh bide rêzik û pîvanên malbatê ango bi namûsa xwe ve girêdayî bimîne. Çênedibû ku ez bi vê têgihiştina namûsê ya bi jidayikbûnê çêdibû girêdayî bimama. Bi civakbûyîna ku mirov piştre hîn dibû mirov bi namûs dibû. Bi herhalî diya min jî li gorî xwe ez civakî dikirim. Lewma dixwest min bi pîvanên malbatê ve girê bide. Ji ber ku riya bi tenê ya zanîbû ev bû. Li ser vê ez û wê pirr bi dijwarî pevçûn. Tevî ku ez zarok bûm jî min hê di wî temenî de pîvanên malbatê kêm û nerast didîtin. Cara pêşî serîrakirina li ber rêûresmê mewzûbehs e. Nakokiya di vî warî de demeke dirêj dewam kir. Pirsgirêka malbatê veguherî pirsgirêka jinê, pirsgirêka jinê veguherî pirsgirêka azadî û demokrasiyê û herî dawî jî veguherî pirsgirêka neteweya demokratîk.

Dayikek di heman demê de xaka dayik e

Bila keçkên me yên ciwan jî têbikoşin. Ger hûn bala xwe bidinê di serîde bi diya xwe re pevdiçim. Piştre digihêjim encama ku dikarim êdî bi hemû jinan re têbikoşim. Ev jî di asta herî jorde di kişandina jina nav refên azadiyê de, di bûyera girêdanê de bibandor dibe. Dibe ku eve bandoreke rast be. Ger diya we, gelek îsyankar be, gelek kêmzanebe, heta gelek neçarbe şerte ku hûn girîngiyê bidin rêxistina azadiya jinê. Ger hûn dixwazin bi diyaxwere girêdayî bin, şûna hûnê diya xwe bes bibînin wê neçariyê wê bighînên asta jina bihêz. Hûnê wê demê ispat bikin ku hûn ewladekî bixêrin. Teorî ewqas sivike. Dikarin lewaziyên wê derbasî hêzê bikin. Îsyankariya wê ligor artêş û rêxistina jin ya pêlansazî bidin veguhartin. Divê herkes vê bike. Hûn bikin hûnê xwe rast bidin îfadekirin. Dayikek di heman demêde xaka dayike. Welatparêziyeke. Azadiye. Veguhartina rewşa jin ya azadiyê ye. Divê herkes vê bike û ev pêdivî niha bi giştî derketiye holê. Em layiqbûna dayika wisan diceribînin. Ya herî rast jî ev e. Jiber niha bi awayekî çalak dayik jî tevlî têkoşînê bûne. Gelek bi bandorin û gîhaştine feraseta dayiktiyê ya herî rast.

***

Divê em trajediya dayikan biguherînin

Ez şervanê tevgera azadiya jinê me. Min bi têkoşîna azadiyê re bersiv da ku bibim kurê dayîkê yê baş. Li ser vî bingehî min rêzdarî pêş xist. Min got “zarokê dayîkekî baş wiha dibe”. Pêwîst e trajediya dayîkan bigihînin çareseriya rast. Pêwîst e eniya çanda paş vebikin. Êşa bi hezaran dayîk, qêrîna wan ya can heye…

***

Xêr û dûaya me ji bo dayikan têkoşîn e

Em dizanin ku dayik bêyî rondikên çawa birjînin ewladên xwe bi heskirin rêdikin nava şer. Şehadetên wan jî bi tilîliyan pêşwazî dikin. Jinên berê ku li ser jana biçûk ya zaroka xwe diricifîn îro hemû zarokên xwe dikarin rêkin nava şer. Ev dayik dibin mirovên herî wêrek. Ev jî dide nîşandan ku em nêzî rastiya dayikê dibin. Ev dibe şahidiya newêrekiya dayikê veguhartina wêrekiya herî mezin, rêzdariya herî mezin. Êş û lewaziyên wan vediguherin hêza mezin. Ya rastî ev me berbi pirsa ji hiqûqê jinê re çawa nêzîkatiyê jî. Gelek teorîkjî bimîne, gelek di asta ramyarî jî de be, jibo vê pirsê bersiva herî bi wate hatiye dayîn û tê dayîn. Dema diya min nefesa xwe ya dawî jî dide dibêje: “binavê min gelek xêra bikin, dûa bikin”. Xêr û dûaya me têkoşîne. Bi taybet niha jibo bûna ewladekî bixêr jibo dayika weke ew jî dixwazin divê şervantiyeke mezin derkeve holê.

***

Divê em mafê dayikan bi têkoşînê bidin

Wekî din jî dijmin zêdetir bi xedarî jina qetil dike. Dijmin dixwaze bi feraseta me ya namûsê û jinê bilîze. Cardin bi çavtirsandinê dixwaze dayika di nav rondikên çavan de bihêle. Bi vî awahî bangî aliyên me ên lewaz dike. Di vê derbarê de bersiva ji dijmin re were dayîn şervantî û têkoşeriya bi bandor mezintire. Derveyî vê em nikarin ti bersiveke din jibo dayikên me ên dilbiêş û xizan bidin. Ez wan êşan pir baş dizanim. Jiyaneke dayika wisa dilbiêş, xembîn û biçavên şil heye. Êş, rondik û xemgîniya wan dana seknandin ne hêsane. Ger min hinekî rê ji vê rastiyêre dabe vekirin ev jiber erkê min bû. Em îro ji lewazî, êş û xemgîniyê dayikan re hindek bersiv didin ev ji feraseta me ya egîdiyê tê. Derveyê vê min jî dikaribû wek we nêzî hiqûqa dayikê bibûma. Dibeku hindek li kêfa min jî çûbana. Ez tengav jî nekirama. Lê ne mimkûne ku ev nêzîkatiyek bi rêgez û bi şeref bihata hesibandin. Zore ku mafê heman rastiya were dayîn. Tê gotin ku mafê dayîkê nayê dayîn. Lê ger wisabe hindek mafê wê dikare were dayîn. Divê were dayîn jî…

*Ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hat berhevkirin.