Divê jin xwedî yek gotin bin

- Newaya Jin
305 views
Yekîtiya netewî ji bo gelê kurd mijarek rojane di rojevê de ye. Di vê derbarê de Parlamentera YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr bersiva pirsên Nêwaya Jin da.

Emê ji pirsek gelekî tê pirskirin dest pê bikin. Gelo yekîtiya netewî çawa dikare pêk were? Li pêşiya yekîtiya netewî çi dibe asteng?
Di serî de divê li ser yekîtiya netewî yên hemû parçeyên Kurdistanê îqna bibin û xwedî yek axaftin bin. Belê, raste her partiyek xwedî bernameyeke cûda ye. Lê em Kurd li kudera cîhanê bin jiyana me di xeteriyê de ye. Li Kurdistana Iraqê herêmeyeke me ya serbixwe heye. Lê dikarim bêjim her dem di xeteriyê de ye. Waye Dewleta Tirk bi roja ye hatiye nava sînorên me, navçeyên me bombebaran dike. Jiyanek gelekî nexweş e. Bandora van hemû tiştan heye. Lê dema mijar bû yekîtiya netewî hemû hêzên siyasî yên li parçeyên Kurdistanê eger vê bikin meseleyek esasî dikarin kar li ser bikin. Lê mixabin heta niha ev rûhê netewî çênebûye.

Jin di pêkanîna yekîtiya netewî de çima zêde rol naleyzin?
Belê, di nava Kurdan de roleke girîng a jinan heye. Lê dikarim bêjim di partiyên siyasî û rêxistinên ku di pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd de rola wan heye, zêdetir zilam rol dileyzin. Raste li Başûrê kurdistanê li hin meqaman de jin hene, heta ew partiyên bi sîstema hevserokatiyê tên birêvebirin de, dema mesele tê ser meseleyên siyasî tenê zilam biryaran didin. Ji ber vê berî her tiştî divê jin pergala hevserokatiyê baş pêk bînin da ku em bikaribin bibin yên di siyasetê de biryaran didin.

Baş e ji bo jin di biryaran de bi bandor bibin divê çi bikin?
Dikarim bêjim bi giştî di nava kurdan de jin nebûne xwedî biryarên esasî heta ku zilam guh bidin jinan û bêjin ka çi dibêjin. Baş e ev çawa tê sererastkirin. Di bernameyên partiyan de raste kota heye, raste jin di nav de cih digrin, lê divê bi sîstema hevserokatî rolekî esasî bileyzin û bi bandor bin. Jin divê di warê siyasî de bi awayekî ciddî li ser vê kar bikin. Erê em dibêjin, jin dayik e, jin niştiman e, dema şer û nakokî hebe di serî de jin zerarê dibînin. Lewra divê em li her derê xwedî hewldanên ciddîtir bin. Yên di nav partiyên siyasî de cih digrin, jinên rewşenbîr, jinên xwedî îrade, jinên di nava civakê de jêhatî, rojnamevan hwd. divê li ser vê meselê bi hev re kar bikin.

Niha dewleta tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li hemberî vê dagirkeriyê çima helwestek jinan a ciddî tine ye?
Ji ber ew jî di nav partiyên siyasî de cih digrin û nêrîna her partiya siyasî û peywendiyên wan ên cûda bi welatên cîran re hene. Em dizanin hinek partî heta niha tevî li ser welat û herêma me dagirkerî heye, mixabin bi wan dewletan ve girêdayî ne . Îcar jin jî mîna zilaman parçe dibin. Heta niha ew tişta dibêjin rûhê jinane bi siyasetmedarên jin re ava nebûye. Zêdetir desthilatdariya partiyan li ser jinan heye. Bi qasî ev heye, desthilatdariya jinan li ser biryarên xwe nîne. Ji ber vê jî ev gelekî zahmet e û heta niha nikarîbûye hêzeke hevbeş derbikeve holê.