PDK ya ji hêza xwe ne bawer, jinên çalakvan dîl digire

- Berîtan ZAGROS
348 views
Ji 5’ê Tebaxê ve 3 jinên çalakvan ji aliyê asayîşa Hewlêrê ya girêdayî PDK’ê ve bê sedem hatine binçavkirin. Çalakvanên jin ên dîl hatine girtin, ji endam û rêveberên RJAK’ê pêk tên. Çalakvanên jin ên girtî, bi boneya salvegera bîranîna şehîdên fermana 74’an serdana Şengalê kiribûn, di vegerê de li asayîşa Kelek ya dikeve navbera Mûsil û Hewlêrê ve hatin dîl girtin. Ji wê rojê heya niha ne kes dikare girtiyan bibîne, ne jî agahî ji wan tê girtin. Tenê carekî hate zanîn rewşa tendûristiya yek ji wan xerab bûye.

Li her derê mafê malbatê heye agahî derbarê girtî de bigire û ji bo eleqederbûnê jî mafê wan e parêzer bigirin jî heye. PDK bi awayekî keyfî û bê sedem ev maf jî ji malbatan girtiye. Hem daxwaza malbatan ya ji bo dîtinê hatiye red kirin, hem jî daxwaza wan a girtina parêzerek ji bo eleqederbûna bi dozê re hatiye red kirin. Çalakvanên jin li girtîgeha zarokên ku sûc kirine û temenê wan ji girtinê nagire tê girtin! Dadgehê jî diyar kiriye, ewê derkevin pêş dadgehê, lê negotiye wê bi çi îdîayê û bi çi sedemê werin dadgehkirin!?

PDK ji xebat û têkoşîna jinan a wê dihejîne ditirse

Di girtina van 3 çalakvanên jin de 3 sedem derdikevin pêş. Ya yekemîn PDK ku partiyeke zilamane û bi zehniyeteke zilamsalar a bi temamî dijî jinê tê birêvebirin, gelek xwezayiye ku ji xebatên jinan ên ji bo azadiya civakê û jinan bitirise. Ji ber pêşketina xebat û têkoşîna jinan, herî zêde jî desthilatdariya PDK’ê ya ne rewa ya dijî Kurd û dijî jin dihejîne. Ew bi ti awayî rê nadin, xebateke hizrî ya ji bo pêşdebirina civakê li herêma Hewlêrê were meşandin û heta derbasbûna van jinên çalakvan a di Hewlêrê re jî wan tirsandiye. Eşkereye ku ev girtin ne bihêzbûna PDK’ê, lê lawazbûna wan dide nîşandan. Lê ev jin ne ji bo xebatê, ji bo biçin Silêmaniyê di Hewlêrê re derbas dibûn.

Dixwazin bi rêbazên paşverû jinan bêdeng bikin

Di nava girtiyan de 2 jin dayîkin û her yek ji wan 4 zarokên wan hene. PDK bi vî awayî dide ser rehê feodal û paşverû yê civakê û eger gotin di cîh de be, ji wan re dibêje, “Eger hûn serê vana girê nedin” va emê we wisa bêdeng bikin. Ji ber vê PDK, li gel wan jinan, malbat û zarokên wan jî ceza kir û xwest çavê jinan bitirsîne, ji bo êdî ji mala xwe dûr nekevin û çar dîwarên malê tercîh bikin. Helbet ew li gorî xwe analîzeke realîteya civaka Başûr dike û hewl dide bi van rêbazên paşverû û ne mirovane civakê terbiye bike. Her wiha dixwaze civakê li beramberî rêxistinên jin û çalakvanan rake, tudiyekek psîkolojîk li ser malbatê û jinan bide meşandin. Lê ji bîr dike ku jinek perwerde dîtiye û çavê wê vebûye, wê li beramber ti tehdîtan bêdeng nebe û zû bi zû serî netewîne. Jinên ku bi fikrên Tevgera Apoyî xwe naskirine û tama azadiyê kirine, ne mûmkîne li beramber şantajên wan serî bitewînin.

Dibe PDK bi girtina jinan tolê ji herêma Germiyan hiltîne

Sedemeke din a girtina her sê jinên çalakvan jî xelkê Germiyan û Kerkûkin. Asta welatparêziya Kerkuk û Germiyanê ji dîrokê heya roja îro tê zanîn. Ji ber vê PDK ti carî nekariye civakê bixe bin bandora xwe. Germiyan timî himbêza xwe ji hemû tevgerên netewî û bi taybet jî ji Tevgera Azadiya Kurdsitanê re vekiriye. Di dema şerê dijî DAIŞ’ê de jî gelê Germiyanê mil da milê gerîlayan û di heman eniyê de cih girtin. Her wiha yek ji wan herêmên ku herî zêde zarokên xwe dane Tevgera Azadiya Kurdistanê ne. Herêma Germiyanê heya niha jî ji bo PDK’ê nebûye war û timî bihêrs bûye. Di dema şerê navxweyî ya navbera YNK û PDK’ê de jî gelek zarokên Germiyanê bi destê PDK’ê hatine qetilkirin. Ji ber vê PDK timî bi hêrse. PDK dibe ku bi girtina van jinan tola xwe hiltîne.

Sedema komkujiyên Şengalê îxaneta PDK’ê ye

Sedemeke din a girtina her sê jinên çalakvan jî ewe ku beşdarî merasîma bîranîna şehîdên fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat. Tê zanîn di encama xiyaneta PDK’ê ya li gelê Êzidî de bi hezaran jin û zarok dîl ketin destê DAIŞ’ê, bi hezaran kes jî bi komî hatin qetilkirin û derbeder bûn. PDK dizane di merasîmên salvegera fermanê de xiyaneta PDK’ê ya li beramber civaka Êzidî tê bibîrxistin û şermezarkirin. Her wiha merasîm ji aliyê Rêveberiya Xweser a Êzidiyan ve pêktê ku ev rêveberî ji aliyê PDK’ê ve nayê qebûl kirin û timî hedef tê nîşandan. PDK û hikûmeta Kazimî li dijî Şengalê peymanek îmzekiribûn û li gorî wan rêveberiya li Şengalê ya ji civaka Êzidî pêk tê, ne rewaye. Ji ber vê eger hinek beşdarî rê û resmên Êzidiyan bibe, yan jî beşdarî kar û çalakiyên wan bibe jî weke karên ne qanûnî kirine, digrin dest û mûameleyeke ne exlaqî li beramber wan tê kirin.

PDK li hemberî hêza xwe bêbaweriyek cidî dijî

PDK li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê di asta psîkolojîk, îdeolojîk, leşkerî, siyasî û ragihandinê de şerekî ne exlaqî û rastiyê berovajî dike dimeşîne. Ji bo îradeya welatparêzan, kesên sempatîzan, demokrat û azadîxwazan bişikîne, dûrî têkoşînê bike, bi taybet ji xelk re dibêje, eger hun nêzî PKK’ê yan jî Tevgera Azadiyê bibin, emê wisa li we tevan bikin. Ne tenê jin, bi dehan çalakvanên medenî, rojnamevan û siyasetmedarên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî niha xistine girtîgehên Dihok û Hewlêrê. Ev jî tirsa PDK’ê ya ji xwe ye.

PDK ji ber xwe dispêre hişmendiyeke pavşerû, feodal, baviksalar û dijî jin, nikare bandorê li civakê û jinan bike. Ji ber vê dibe dardestê dewletên dagirker û sîstema modernîteya kapîtalîst. Ji ber vê bêbaweriyeke cidî li hember hêza xwe dijî û dizane di her fersendekê de dibe ku dijî wan rabin. Ji ber vê her kî sempatiya xwe ji PKK’ê re û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbibe, dibe hedefa PDK’ê û ditirse ku civak bi temamî ji bin kontrola wan derkeve. Lewma çi rêbazên derveyî demê, ne mirovane û ne exlaqî hebin li ser civakê pêktînin û texsîr nakin. Weke min di serî de jî anî ziman, PDK ji ber ji hêza xwe ya cewherî ne bawere, ji ber vê êrişî her derê dike û hewl dide desthilatdariya xwe bi rêbazên zorê rizgar bike!

Bêhelwestiya jinên Başûr divê bê lêkolînkirin

Ya herî balkêş ewe ku nerazîbûnên jinan û rêxistinên mafê mirovan yên li parçeyên din ên Kurdistanê, Meksîkayê û welatên Ewrûpa dijî pêkanînên PDK’ê hat. Lê tevî ku bi dehan rêxistinên jin ên Başûr û rêxistinên mafê mirovan ên herêmê hene jî heya niha yek nerazîbûnek jî dijî van pêkanîn û dijminahiya PDK’ê ya li jinan nedane nîşandan. Ev hem wêneyê parçebûna jinên Başûr li ser zehniyeta mêr û hizban dide nîşan, hem jî eybeke mezin a van rêxistinane. Tabloya rêxistinên jin û rêxistinên mafê mirovan yên li Başûrê Kurdistanê hêjayî lêkolîn û analîzeke taybet e. Bi girtina van jinên çalakvan re careke din derket holê ku divê analîzeke berfireh a sosyolojîk derbarê civaka Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî di mijara jin de were kirin.  Girtina jinan gelek dersên girîng ên lêpirsînkirinê jî di nava xwe de dihewîne…