Hêzên desthilatdar ketin ber lingan

- Zeynep ERDEM
602 views

Cîhan li der dora xelekeke zilm û zordariyê dizîvire. Di nava vê zilmê de yên ku haya wan ji wan hebe ew çarenusa xwe diyar dikin, tedbîrên xwe digrin muhtacî ti kesî û hêzê nabin. Lê yên haya wan ji wan nebin di bin lingan de diçin. Ji ber wê jî di serî de gelê Kurd ku em di nava çar welatên desthilatdar-dewlet netewe de hatine parvekirin, gelên Rojhelata Navîn lazime haya wan ji wan hebe. Bizanibin rewşa şer û aşitiyê bi kuve diçe li herêmê. Ji ber ku ev demên em têdene demên gelek hesas û çarenusê diyar dikin.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di serê vê sedsalê de gotibu ‘sedsala 21’ê wê bibe sedsala buhara gelan’. Tê zanîn ku li Rojhelata Navîn pergalên dewlet netewe ku xwe weke pergalên heta heta didîtin û binav dikirin yek biyek hilweşiyan. Dîsa dîktatorên li herêmê bi yek dengî piştgiriya hev dikirin û destê wan di destê hevde bu yek biyek hilweşiyan, yên man jî bi xençerên zengarî li pişta hev dan. Minaka van ya sereke jî têkiliya serokkomarê Tirk R. Tayip Erdogan ya bi dîktatorên weke Husnu Mubarek, Beşar Esat re bu ku piştî rewş veguherî yê destpêkê van dostê xwe firot ew bi xwe bu.

Di nava vê rewşa aloz ya Rojhelata Navîn de yê ku herî zêde di nava pêşdîtinê deye û li gor wê xwe birêxistin dike, tedbîrên xwe digre ku ji bo xwe ji siyaseta Dewlet Netewe ya qirkirina gelan rizgar bike gelê Kurd’e. Bê guman di herêmê de polîtikayeke xurt meşandin xwe dispêre fikir û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Şoreşa Rojava ku di 19 tîrmeha îsal de çar sal li du xwe hîşt kete sala pêcan berhema fikrên birêz Ocalan’e. Bê guman ji bo gelê Kurd li her çar beşên Kurdistan’ê wateya pergala li Rojava hatiye avakirin gelekî giran buhaye. Bi heman şêwazî ji bo gelên cîhanê jî xwedî heman wateyê ye ku bi şoreşa Rojava re gelê Kurd dengê xwe yê azadî û bi hevre jiyana gelan gihand hemu cîhanê. Ji ber wê ye ku ji her çar aliyê cîhanê bi sedan şervan tevlî vê berxwedanê û vê pergala demokratîk dibin, di vê oxirê de şehîd dikevin.

Gelê Kurd hay ji xwe heye. Dizane çi dike û gerek çi bike. Bê guman yên nizanin çi dikin û wê çi bi serê wan de were pergalên di qirkirina gelan de israr dikin û xwe li ser xwîna gelan didin jiyankirinin. Yek ji van mînakan li Tirkiyê faşîzma AKP/Erdogan’e. Dijberiya wan ya li dijî şoraşa Rojava, xwedîkirin û piştgiriya bi çeteyên DAIŞ re, li Bakurê Kurdistan’ê di serîde Cizîr, Sur, Nisêbîn û Şirnex, li dijî gelê Kurd zilm û zordariya pêk anîn, hê jî pêk tînin, di nava demeke kurt de ji wan re nema. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal dikşand ser pirsgirêkên li Tirkiyê û digot; pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bi ser nekeve, wê darbe bikeve dewrê, nexasim wisa jî bu. AKP/Erdogan her roj propoganda dikirin û digotin di nava Tevgera Azadiyê de dijberiyên mezin hene, li hev didin, hevudu kuştin, ji hev belav bun. Lê em dibînin bi darbeya 15 tîrmehê re artêşa Tirk ku her demê bi hestên nîjadperest her kirinên wan yên li dijî gelan dihatin pesinandin çawa ketin ber lingan. Ew cilên wan û rutbayên wan ku diwxestin pê tirsê di dilê xelkê de pêk bînin û xwe bi heybet bidin nîşandan, ketin bin lingan. Wan generalên payebilind ku bi salane li Kurdistanê şerê qirêj didin meşandin û di serî de Erdogan ji aliyê pergalê ve bi van kirinên wan dihatin pesinandin, hatin tazî kirin, guhên wan hatin jêkirin, hatin serjêkirin. Îro weke xayin têne bilêvkirin, di dadgehan de têne darizandin.

Desthilatdariya di serîde gelê Kurd, li dijî gelan bi salan şerê qirêj meşand û dimeşîne niha di vî halî deye. Lê yên li hember vê zilmê şer kirin û hê jî dikin, cihê xwe hem di roja me ya îro, hem di dîroka mirovahiyê de, di asta herî bilin de girtine û wê her pîroz bimînin.

Gelê Kurd hem li hember dîktatorên weke R.T Erdogan şer dikin, hem jî li dijî artêşa wî ya jihev belavbuyî, bê prestîj maye û ketiye ber lingan.

Dîsa di nava raya giştî de her kes pêşdîtin û fikrên birêz Ocalan nîqaş dikin û balê dikşînin ser perspektîfên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê. Ji ber wê jî hebuna Birêz Ocalan ji bo me tê wateya hebuna jiyanê.

Bi saya birêz Ocalan em dizanin li kuderê ne, çidikin û lazime çibikin. Bi saya wî em ji aliyê dijminê xwedî dek û dolab ve nehatin xapandin. Di nava çar dîwaran de fikrên azad afirand îro mirovahî bi vê perspektîfê dimeşe, çareseriyê dibîne.

Xwedî li birêz Ocalan derketin, li dijî pergala ku li Îmrali’yê hatiye avakirin tekoşîn meşandin erka di serî de jinên Kurt  ya her ferdekî/ke azadîxwaze. Garantî kirina jiyana wî û mercên azadkirina wî tê wateya azadiya mirovahiyê. Ji ber wê jî ev erk pêk anîn nabe ji demê re were hîştin.