Jin dê encama hilbijartinan diyar bikin

- Newaya Jin
160 views
Li Tirkiyê yek ji hilbijartinên herî giring ên dîroka nêz pêk tê. Hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo gelan, jinan û hemû beşên civakê qonaxeke giring destnîşan dike. Desthilata 21 salan a AKP’ê bi hevkariya MHP xwest faşîzmê li Tirkiyê bi sazî bike. Tam di demeke wiha de pêkhatina van hilbijartinan di serî de jin ji bo civakê firsendeke rizgariya ji vê desthilatê dide.

Partiya Çep a Kesk jî mîna şopdara eniya demokrasî û azadiyê ya gelan, weke sêwana têkoşîna hevpar dikeve hilbijartinê. Partî xwe disipêre xeta sêyem ku ji bo gelan, jinan, bawerî û hemû beşên civakê bi îdîaya azadî, edalet û demokrasiyê xwe rêk dixe. Ji namzetên jin ên Partiya Çep a Kesk ya bajarê Xarpêtê Nurşad Yeşîl derbarê hilbijartinê de pirsên rojnameya me bersivand.

Em spas dikin ku di nava kar û xebata zêde ya hilbijartinê de we ji me re dem veqetand. Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demeke kurt ma. Girêdayî rewşa li Tirkiye û Kurdistanê giringî û ferqa vê hilbijartinê çiye, hûn çawa dinirxînin?Di dîroka komara Tirkiyê de rejîma otorîter li gorî karakterê xwe, timî hewil daye demokratîkbûna civakê binpê bike, çanda demokrasiyê jî wekî çûna ser sindoqê û dengdanê hatiye dîtin. Daxwaza jiyanek azad û wekhev a jinan, kedkaran, gelan û hemû beşên civakê ku sîstemê ew mexdur kirine tune hatiye hesibandin. Rejîmê li dijî hemû bawerî û nasnameyên li derveyî nasnameya tirk-sunî mane, li dijî jinê, xwezayê û kedê dijminahiya xwe mezin kiriye. Li ser nakokî û dijberiyê, bi rêya qirkirin û mekanîzmaya darbeyan welatek birêve biriye. AKP’ê jî li ser mexduryeta olî hestên gel ji bo xwe bikaranî û bû desthilat. Ev zêdeyî 20 salin dixwaze desthilata xwe ya riziye û dejenere bûye belavî civakê bike, bi vî awayî faşîzma xwe bi sazî bike û bigihe armancên xwe. AKP her ku winda kir, bû desthilat û ji 2016’an ve jî bi darbeya sivîl rejîma xwe ya yek zilamî îlan kir. Divê rejîmê de piraniya civakê avêtin derveyî sîstemê. Di serî de jin hemû muxalîfên civakê yên li dijî wê derketin wekî dijmin hatin dîtin û tên darizandin. Dest danîn ser maf û azadiya me. Bi rêya rejîma qeyûm, dest danîn ser îradeya me ya xwerêveberiyê. Li dijî keda civakê êriş zêde bû. Bi rêya KHK’a bi deh hezaran kes ji kar avêtin. Mêtingeriya heyî di dîrokê de nehatiye dîtin. Darazê bêalîbûna xwe winda kir, bi temamî ket destê AKP’ê. Di rejîma yek zilamî de jin bi destê mêr-dewletê hatin kuştin, komkujî çêbûn. Xweza qir bû, bêkarî, hejarî zêde bû. Siberoja ciwanan nema, çûna derveyî welat û koçberî zêde bû. Desthilatê xwe ji peymana stenbolê ya jinê diparasat vekişand, bivê rûyê rast ê AKP’ê derket holê ku dijminê jinê ye. Ji ber vê çendê hilbijartinên 14’ê gulanê ji bo hemû beşên civakê û ji bo alîgirên demokrasî û azadiyê giring e, di asta man û nemanê de ye. Li vî welatî hêza herî dînamîk jin in. Piştî darbeya 80’an jî ên derketin derve û daxwazên xwe anîn ziman jin bûn.

Bi qasî gelan, ji bo jinan jî ev hilbijartin gelek giring e. Têkbirina vê desthilatê li ser sindoqê ji bo jinan tê çi wateyê?
Di dema ku kesî nediwêrî derkeve derve jin li qadan bûn, li kolanan bûn. Jinên Kurd, jinên femînîst têkoşînên mezin dan, qezencên mezin bi dest xistin. Peymana Stembolê jî encamên van destkeftiyan e. Mixabin rejîma yek zilamî dest danî ser. Ji ber vê çendê di hilbijartinê de gotina jinan û sekna wan gelek giring e. Ti hêz nikare li pêşiya rêxistinbûna jinan raweste ku biryar dane rejîma yekzilamî helwişînin. Ev sekin wê çarenûsa hilbijartinê diyar bike.

Meclîsa jinan a partiya we danezaneke berfireh a hilbijartinê ragihand. Girêdayî vê helwesta we têkildarî meseleya azadiya jinan, rewş û daxwazên jinan çiye?
Naveroka danezana me berfireh e. Pirsgirêka Jinê, pirsgirêka welat yekpare, her alî dinirxîne. Ji ber em dizanin heta jin azad nebe, ev welat demokratîk nabe, ne mumkun e. Ji ber vê çendê em dibêjin, heke demokrasî li ser bingehê rêveberiyên herêmî bihêz bibe wê welat jî demokratîk bibe. Lazime em nehêlin dest danin ser îradeya me. Yên ku gotin; ên bi hilbijartinê hatin wê bi hilbijartinê biçin, dest danîn ser şaredariyên me ku bi hilbijartinê me qezenc kiribûn. Ji bo careke din ev dubare nebe, em ê ji bo demokrasiya herêmî têbikoşin. Ji bo jin neyên kuştin, dawî li qirkirina jinê were, li dijî bêkariya jinê û mêtingeriyê, ji bo parastina destkeftiyên jinê em ê têbikoşin. Kapîtalîzm desthilata mêr e. Ji bo berjwendiyên xwe li dijî xwezayê şer dike. Emê jiyana xwe û xwezaya xwe biparêzin. Ji ber vê çendê em pirsgirêka jinê, pirsgirêka xweza, derdor û civakê û cîhanê yekpare analîz dikin, li ser vî esasî têkoşê dikin. Sernivîsa danezana me jî eve; zêdetir jin zêdetir jiyan. Li dijî dagirkerên me nahesibînin, hepsî malê dikin, tevlî mekanîzmaya biryarê nakin, êrişî jiyana me, keda me û bedena me dikin dibêjin “êdî bese”  û radibin ser xwe. Lewra xeta seyêmin navê demokrasiyê, navê azadiyê ye. Em ne muhtacî wê îtifaqê ne ku demokrasiyê ji holê radike, ne jî ferasetên ku bêriya dema borî dike. Rêya partiya me xeta sêyemîn e, xeta sêyemîn jî rêya meşa azadiyê ya jinêye. Demokrasiya bihêz bi azadiya jinê û nûnertiya pirdeng mumkun e. Ji bo demokrasiyeke bihêz, em bi wekhevî, pirdengî û tevilbûna pirreng bawerin. Ji bo mafê jinê, nûnertiya wekhev, wekhevî û azadîxwaziyê pêdivî bi destûra bingehîn a demokratîk heye. Em ji destûra bingehîn a jin û îradeya jinê di navde nîne re dibêjin NA. Em ji bo destûra bingehîn a demokratîk ku hemû nasnameyan, ziman û baweriyan nas dike û diparêze têdikoşin. Ji bo em karibin bi jinan re destûra bingehîn a demokratîk a xwe dispêre wekhevî û jiyana azad çêbikin dixebitin. Wekî partiya Çep a Kesk bi hemû pêkhateyên xwe, di lîsteya parlementeran de nunertiya wekhev esas digirin. Ji bo di hilbijartinê de ji nîvî zêdetir jin werin hilbijartin em kar dikin, hewil didin.

Di hilbijartinan de ji bo bijartina namzetan rêbaza we çi bû? Bi taybetî derbarê pergala hevserokatiyê de nêzîkatiya partiya Çep a Kesk çiye?
Di hilbijartina namzetan de me pergala fermuar esas girt. Di partiya me de, pergala hevserokatiyê esas e. Ev hilbijartin dê di navbera jinên ku avakirina jiyaneke nû esas digirin û hişmendiya pergala mêr a serwer a li dijî jinê û xwezayê de pêk were. Wekî partiya Çep a Kesk em bawer dikin; emê ji vê hilbijartinê bi hêz derkevin. Di sibeya 15’ê Gulanê de dê jin ji jiyanek bê AKP re bêjin merheba. Yên di 14’ê Gulanê de serbikevin dê jin û ciwan bin. Em ê bi ser bikevin, wê demokrasî û azadî serbikeve.

Herî dawî bi rêya rojnameya me banga we ya ji hilbijêran re çiye?
Ji bo herkesî banga me ewe; welatê me di warê aborî û siyasî di nava krîzê de ye, sedema vê krîzê polîtîkayên dewletê û vê desthilatê ne. Pêşîgirtina li krîzê bi avakirina pergaleke demokratîk û aştîxwaz mumkun e. Ya aştiyê bîne vî welatî, tifaqa ked û azadiyê ye, partiya Çep a Kesk e. Ji bo welatek demokratîk ku ciwan, jin û bi giştî civak karibe mafê xwe biparêze, ewle bijî divê herkes 14’ê Gulanê biçe ser sindoqan, partiya Çep a Kesk hilbijêre, dengê xwe bide demokrasî û azadiyê.

Em gelek spas dikin û di xebatên we de serkeftinê dixwazin.