Li Başûr veguherîn wê bi pêşengiya jinan pêk were

- Zeynep ERDEM
613 views

Civaka Kurd di nava hewldana avakirina Neteweya Demokratîk de ye. Bê guman pîvana bingehîn jî, di nava civakê de azadiya jinê ye. Di vî warî de jinên Kurd tekoşîneke bê hempa dane meşandin. Hem di asta herêmê de hem jî di asta cîhanê de, jinan li derdora azadiya jinê xwedî derketina jin li azadiyê, rojeveke giring avakirine. Jinan balek mezin kişandine ser xwe. Li her çar perçên Kurdistanê tekoşîna jinê hatiye asteke grîng. Di hin beşên Kurdistanê de gavên girîng hatine avêtin, mînak; di şoreşa Rojava de jinan roleke girîng û berbiçav lîstine û dilîzin. Li Bakurê kurdistanê her wisa, li Rojhilatê Kurdistanê jî bi berxwedana Şîrîn Elemhulî’yan re jinên Kurd bi îdîayeke mezin xwe birêxistin kirine û di nava tekoşîneke mezin de ne.

Em dixwazin hinek balê bikşînin ser Başurê Kurdistanê. Ji ber ku li Başur jî îsal, di warê tekoşîna jinan de pêşketinên girîng çêbun. Gerîllayên YJA-Star li gel gerîllayên HPGê mudaxaleyî êrişa DAIŞ’ê ya Başur kirin û di eniya şer de cîhê xwe girtin. Her wiha li Şengalê YPJ-Şengal hate avakirin. Jinê xwe birêxistin kir û niha di warê parastinê de rolek girîng daye ser milê xwe. Di warê leşkerî de van pêşketinan bandoreke mezin li civakê kir. Jinên herêmê dîtin ku di bin kontrola pêşmergergên PDK’ê de çi karesat hate serê civaka Êzîdî. Bi sedan jin dîl ketin destê DAIŞ’ê ku niha li bazaran tên firotin. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin.

Bi kurtasî; tiştên ku civakê pişta xwe didayê û bi wan xwe di nava ewlehiyê de didît, ruxiyan. Hat dîtin ku lazime, civak bixwe ewlekariya xwe û parastina xwe bike.

Niha li Başurê Kurdistanê qeyraneke aborî, siyasî û civakî heye. Bê guman ev qeyran bingeha xwe ji desthilatdariyê digre. Bi mehane pirsa serokatiya herêmê di rojevê de ye. Tevî ku sedema qeyranê, feraset û şêwazê desthilatdariyê ya Mesûd Barzanî ye jî, di mayina di desthilatdariyê de israrê dike. Zexteke mezin li ser civakê heye. Ev zext hem di warê aborî hem jî di warê maf û azadiya civakê de didome. Ji aliyekî ve desthilatdariya PDKê, ji aliyê din ve, xetereya DAIŞê li herêmê û ji aliyê din jî, desthilatdariya zilam li ser jinan didome. Herî dawî li Silêmaniyê, li Parka Dayik jina 21 salî Sînor Omer hate qetilkirin. Ev şîdeta li ser jinê di asta herî bilinde li Herêma Kurdistan raste rast, bingeha xwe ji desthilatdariya li ser kar digre.

Civak êdî nikare bi çareseriyên sexte were xapandin. PDK nikare bi xeta xwe ya hevkariya bi dijminên Kurd re Başurê Kurdistanê bi rêve bibe. Qanûna bingehîn a Başur, di serî de jin, bêyî ku mafên civakê nas bike, wê ji aliyê civakê ve rewa neyê dîtîn û pejirandin. Ji ber ku êdî pîvana gelê me yê Başûr jî, xwegihandina pîvanên Neteweya Demokratîk e.

Ji bo ev daxwaz û xwestek werin cîh, bê guman tekoşîneke dijwar lazim e. Di demên derbasbuyî de ji ber nedana meaş gel rabû serhildanê û mafê xwe yê rawa, heq destê xwe xwest. Lê çawa li Bakurê Kurdistanê AKP êrîşî gelê me dike, li Başur jî PDKê êrîşî xelkê ku bi xwepêşandanan mafê xwe dixwest kir û ciwan qetil kirin. Lê bersiva pirsên xelkê yên di derbarê aboriya Başurê Kurdistanê, firotina neft û hrwd. nehat dayin. Bersiv bi şîdetê û zextan hat dayin.

Ji ber wê jî, ev hewldanên ji bo bi destxistina maf li Başur pêş dikevîn, jin dikare pêşengiyê jê re bike. Ji ber ku yê herî zêde ji vê pergala desthilatdar zerarê dibine jinin. Di şexsê jinan de hemû civak zerarek mezin dibîne. Li Başurê Kurdistanê di bîçimde, hejmarek jin di nava hukumeta herêmê û li hin kursiyan runiştine. Lê di esas de, pergalê zilam bi feraseta xwe ya desthilatdarî dîde meşandin. Bêyî ku dereng bimînin, divê jin ji van lêgerînên civakê re pêşengiyê bikin û bighînin asteke ku guherandin û veguherandin, hem di desthilatdariyê de hem jî di civakêde çêbibe.

Minaka Şoreşa Rojava li ber çav e. Şêwazê xwerêveberiya demokratîk bala cîhanê dikşîne. Ji hemû cîhanê heyet tên serdana Rojava û bi pêşengiya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pergala hatiye avakirin lêkolîn dikin, dixwazin fêmbikin û li welatê xwe vê pergalê weke mînak ji xwere bigrin. Dîsa li Bakur xwerêveberiyên demokratîk hatin avakirin, li hember hemû zextên çeteyên AKPê, berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Ev pêşketin bê guman bandorek mezin li civaka Başur dike û êdî ne mumkune, ev pergal weke heyî, birêve biçe. Desthilatradiya li Başur jî neçar e guh bide daxwazên civakê.

Di van pêşketinan de erka herî bingehîn li Başur dikeve ser milê jinan. Heya niha jî jin ne di ferqa vê erka xwede ne û xwe li gor wê birêxistin nekirine. Pergala Başûr di desthilatdariya zilam de xwe çiqasî kûr kiribe, ji bo guherandina vê pergalê jî lazime jin di asta herî bilin de xwe bi rêxistin bikin û karibin ji pêşketina civakê re pêşengiyê bikin. Bikaribin şîdeta li ser jinan bidin rawestandin.

Di vî warî de, di seride RJAK, erkek mezin dikeve ser milê rêxistinên jinan û  her ferdeke di nava civakê de. Ji ber ku hêza herî zêde dikare li hember desthilatdariyê bisekine, jinin ku zêde neketine nava desthilatdariyê. Zilam bi şêweyekî, bi desthilatdariyê re ketiye nava têkiliyê. Li hember vê pergalê weke tê xwestin nikare tekoşînek bihêz bike.

Lazime jinên Başurê Kurdistanê di vê demê de pêşketinên bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd çêdibin, ji xwere mînak bigrin û li gor vê, li Başur xwe birêxistin bikin û ji şoreşa civakî re pêşengtiyê bikin.