Li Botanê gerîlayek ciwan

- Besta Botan
265 views
Delîla Botan li Bajarê Şirnexê di nav malbat û hawîrdoreke welathez de ji dayîk dibe.  Malbata wê yek ji malbatên ku her tim nirxên xwe yên Kurdbûnê, çanda xwe ya welatparêziyê parastine û xwedî lê derketine. 

Li gel hemû êrîşên dijmin yên qirkirin, asîmîlasyonê jî, weke malbat û Delîla bi xwe jî, girêdayî nirxên xwe mane. Ji lewra bi qasî welatheziya malbat ji tevgera azadiyê re, Delîla jî weke keçeke Kurd bi hemû hucreyên xwe heskirina welat û azadiyê ji dil hîs dike. Ruxmî temenê xwe yê biçûk, rastiya dijmin, rastiya pergalê ku xwe li ser civakê ferz dike ferq dike. Bi taybetî bi têgihîştineke bi zanist ne be jî, rewşa jin û êrîşên ku raste rast li ser wê têne meşandin, wate nade û nakokiyan dijî. Piştî têgihîştinekî û şûnde, li ser daxwaza wê ya bûyîna gerîla, ew di dîroka 22’ê Tîrmeha sala 2015’an de li Cûdî beşdarî tevgera azadiya Kurdistanê dibe. 

Gavên destpêkê yên gerîlatiyê 

Gerîla Delîla raste rast di gav avêtinên xwe yên destpêkê de, teybetmendiyên rêhevaltiya PKK’ê di xwe de ava dike. Ew bi daxwaziyên xwe yên ji dil, bi têgihîştina xwe ya beşdariyê wate li xwe bar dike û tê hezkirin. Piştî perwerdeya xwe derbasî Kato dibe. Li wir pratîkên xwe yên destpêkê, gavên xwe yên gerîlatiyê davêje û fêr dibe. Êdî ew di gerîlatiyê de, pispor dibe û tecrûbeya qezenc dike. 

Di çarçoveya şerê gerîla û pêşxistina taktîk de aliyên xwe yên lewaz tespît dike û dide derbas kirin. Gerîla Delîla Botan piştî tecrûbeyên ku ji perwerdê werdigre, ew careke din li ser esasê çûyîna qadên Bakûr derbasî qada Heftanînê dibe. Li ser daxwaz û xwesteka xwe ya çûyînê, bi dildariyeke mezin xwe amade dike. 

 Di bihara sala 2020’an de diçe qada Botanê. Bêguman careke din vegera li ser axa egîdiyê, ji bo gerîla Delîla xwedî wateyekî cuda ye. Wê gavên xwe yên gerîlatiyê, xeyalên xwe yên azadiyê li ser axa berxwedêr ya Botanê avêt û fêr bû. Ji lewra bi armancên ku wê gaveke din nêzî Rêber Apo bibe, diçe ber bi xeyalên xwe.

Heta guleyên xwe yên dawî 

Gerîla Delîla Botan, êdî ji berê zêdetir tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê li xwe bar dike û destketinan qezenc dike. Ew di qadê de weke pêşengeke fedaiyî, fermandareke wêrek beşdarî çalakiyan dibe û pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike. Di her çalakiyekê de, bi armanca tolrakirinê bi ser sengerên dijmin de diçe û encaman bi dest dixe. Ruxmî bê derfetiyên di qadê de, ew bi rêhevalên xwe, bi zirûfên xwe yên herî kêm, di bin şertên zehmet yên demsalê, bê ku bisekînin li dijî dijmin têdikoşin. Bi fedakariyên xwe yên mezin her li dijî dijmin bûne sekneke ku tu car nayên şikandin. Gerîla Delîla jî raste rast ev ruh di xwe de ava kiribû û bibû nûnerê wê yê herî rast.

Di Gulana sala 2022’an de, li Bestayê dijminê dagirker li seranserî qadê dest bi operasyonekî berfireh dike. Di encama vê operasyonê de, gerîla Delîla tevî hevriyekî xwe yê têkoşînê Firat Şîrnex bi dijmin re dikevin pêvçûnê û heta guleyên xwe yên dawî bi dijmin re şerekî dîrokî didin meşandin. Di encama wê de gerîla Delîla Botan tevî Gerîla Firat Şîrnex şehîd dikeevin.

Ji bo bîranîna Delîla Botan (Narin Algun) ku 23ê Gulan a 2022’an li Besta şehîd ket.