Li dijî têkoşîna jinan lîstokên desthilatê

- Nûjiyan Amed
347 views
Meşa ber bi şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ve zêdeyî 8 meh li pey xwe hişt. Pêla hêrsa jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di milê manewî de xwedî bandoreke pir mezin e. 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îsal bi rengekî pir cuda darbas bû. Bi hatina biharê re jinên ciwan û giştî civak bi stran, helbest û dîlanan ve şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi ruhekî azad pêşwazî kirin.

Tevî êrişên rêjîma Îranê û lîstokên wê yên çav tirsandinê û kirêt,  jin û civak li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser xeta berxwedanê ya Newroza azadiyê ya 2723’an bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî peyamên xwe dan raya giştî. Newroza azadiyê ya Rêber APO çawa ku li her çar aliyên cîhanê deng û rengê azadiya jinê bilind kir, bi heman rengî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hate pîroz kirin. Kurdistana azad ber bi cîhanek azad ve di pêşengiya jina Kurd de ber bi sîstema konfederal û tevgera jinên azad ve berfireh dibe.

Li dijî şerê taybet divê em şiyar bin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî lîstokên desthilatdariyê yên xeter, têkoşîna jinan berdewam e. Ev demeke jehrkirina jinên ciwan ên xwendekar di rojeva raya giştî de ye. Ev ceribandin, nîşana zihniyeta desthilatdar ya Îranê ye ku xwe disipêre şerê taybet. Çavkaniya vî rêbazî jî aşê modernîteya kapîtalîst e. Rejîma Îranê bi vî rengî dixwaze li gorî daxwazên xwe rojevê ava bike. Bi vî rêbazî dezgehên şerê taybet dixwazin pêxirtengiya rêjîma Îranê fireh bikin. Ev hêz bi rengekî herî hesas, li ser jinên ciwan re peyamên xwe didin raya giştî. Ev rojevek polîtîk û bîrdozî ye. Divê em hemû li hemberî van rêbazan hişyar bin. Ev lîstokên desthilatdariyê bingeha xwe ji tovên zihniyeta zilamsalarî digire. Ev rêbaz ê kadroyên netew dewletê bixwe ye. Bi kurtahî bavê vê hişmendiya bêçare zilamê girs û derewker e. Ev lîstokên bê exlaq di navbera bav û kur de dest diguher e. Li gor berjewendiyên desthiladariyê, dewleta pîroz ku xwe wekî bavê gel diyar kiriye, li beramberî nirxê civakê wekî pêşengên avakar jin û ciwanan bikar tîne. Carna jî ji milê ewladên dewletê yên nijadperest ve bi navê demokrasî û azadiyê vî rêbazê kirêt dixin dewrê. Li gorî daneyên ji raya giştî ev encam derdikeve. Hêzên dewletperest bi xelekên hesas hewl didin rojevê ava bikin.

Ji şoreşa Jin Jiyan Azadî ditirsin

Hêzên komploger di sedsala 21’an de di ferqa hêza Jin Jiyan Azadî de ne. Ji bo wê ev dezgehên şerê taybet li dijî jina zana û serhildêr di nava hemleyên îrade şikandinê de ne. Îran tevî rêjîma xwe ji bo şirîkiyê ji van dezgeh û şîrketên şerê taybet re xizmetê dike. Çareseriya jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li dijî lîstokên desthiladariya van dezgehên şerê taybet, xwe di paradîgmaya Rêber Apo de kûr kirin e. Li dijî her cure êrişên polîtîk û bîrdozî bi bîr û baweriya îradeya azad xwe û derdora xwe avakirin e. Weke malbatên şehîdan û şoreşgerên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi cesaret li dijî her nexweşiyên rêjîma Îranê û rêjîmên lîberalîzmê, bi hêza cewherî xwe rêxistin kirin e. Di meşa azadiya serhildana şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de bi sedan şehîd,  bi hezaran girtî  û birîndar hene.  Ev berdêlên dîrokî û manewî ne. Helbet ev êşa ku jin û civak ji destên dezgehên şerê taybet ên modernîteya kapîtalîst dikişînin, bi hêza îradeya azad wê bibe ruhê avakirinên nû ji bo hemû jinên Kurd, Belûc, Azer û Faris. Jinan di van 7 mehan de dîrok zindî kirin û bi xwîn, xwihdana ruhê mirovbûnê têkoşîna xwe di nava qelşên erdnîgeriya dîrokê de dane çandin.

Dema Jin Jiyan Azadî

Bi ruhê felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li çiyayan, gund, kolan û di her malekê de ruhekî azad digere. Navê vê fikrê Jin Jiyan Azadî ye. Jinan û civakê di vê sedsalê de navekî nû li bîr û baweriya xwe kiriye. Ev navê “Jin Jiyan Azadî” rêya cîhana nû ronî kiriye.  Ev ronahî bi qasî roja li ezmanê gerestêrka me zelal û vekiriye. Ji vî alî de dixwazim her kesê da’wetî vê ronahiya rojê, ronahiya felsefeya rêberê mirovahiyê, Rêber APO dikim.