Mekanîzmayeke hevpar a jinên Kurd

- Berîtan ZAGROS
133 views

Li gorî daxuyaniyên Îlham Ehmed û nûnerên jin yên Başûrê Kurdistanê, wan ji mijarên netewî bigire, heya pirsgirêk û her cûre tundiya jin rûberûyê wê tên, zewaca di temenê biçûk de, firejinî û gelek babetên din yên jinan eleqeder dikin guftûgo kirine. Ji bo ev mijarane bi awayekî berfireh werin nîqaşkirin, bernameyek ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan were derxistin, li herêma Kurdistanê û li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê were pêkanîn, pêwistiya bi platformên hevpar ên jinên Kurd û mekanîzmayên berbiçav hatiye gotûbêjkirin. Ji daxuyaniyên şandeyê xuya dibe, dê bi pêşengiya jinên Rojava û Başûrê Kurdistanê xebateke netewî ya jinên Kurd were destpêkirin û ji bo wê jî dibe dest bi amadekariyên pêwist were kirin.

Hewldanên yekîtiyê yên jinên Kurd

Weke têzanîn berê jî du konferansên din yên jinên Kurd li Hewlêr û Amedê çêbûn û şêwreke jinên Kurd jî li bajarê Silêmaniyê çêbû. Lê piştî wê demê ji ber astengiyên hêzên dagirker û noker, berdewamiya van xebatan nehat û berhemeke wê ya bidest were girtin çênebû. Helbet tenê lidarxistina kongre û konferansan çareseriyê nayîne, ya giring dewama wan û veguhertina gavên pratîk e. Ev xebata ku behs dikim, di rastiyê de pêwistbû ji zûde hatiba kirin. Jinan dikarîn bi van xebatan li herêmên dibin kontrola Kurdan de pîvanên xwe yên bihevre jiyankirinê  diyar bikin û yasayên pêşî li destdirêjî û kuştinên jinan bigirin derbixin, mekanîzmayên perwerdeyê yên cinsiyetparêz ji nûve rêk bixin û di qada siyasetê de jî bixwe rêjeya xwe ya beşdariya li siyaset û rêveberiyê welat diyar bikin. Li van du herêmên niha dibin kontrola hêzên Kurd de ye, jin dikarin di demokratîzekirina sîstemê û mayîndekirina destkeftiyan de roleke pêşeng bilîzin. Lê ev pêşengî bi taybet li Başûrê Kurdistanê qels ma û timî xebatên jin bûn qurbanê hesabên hizbî. Lê di vê serdana herî dawî ya Îlham Ehmed de xuya dibe ku wê ev xebat careke din destpê bike û ji bo wê jî, dê di qonaxa yekemîn de bi rêxistin û kesayetên jin ên bi ezmûn re bişêwirin. Piştî van hevdîtinan dibe dema pêş de gavên pratîk jî werin avêtin.

Şêwrên berê çima kêm man?

Di konferansên derbasbûyî de zêdetir li ser mijarên netewî û giştî hatin sekinandin, lê pirsgirêkên ku yekser jinan eleqeder dikin, rêyên wê yên çareseriyê, nêzîkatiyeke hevpar a derbarê wê “Jin çawa bijîn”, qanûnên derbarê jinan de divê çawabin, cinsiyetparêziya li civaka Kurd û desthilatê de, nêzîkatiya jin a li mijarên olî û netewî dê çawabin, yan ne hatin destgirtin anjî kêm hatin nirxandin. Eger şêwrek, anjî konferansek çêbibe divê tiştên nû li nava xwede bigirin û birastî jî nimûneyeke herî balkêş a ji bo parastin û pêşdebirina mafê jinan û azadiya wê were derxistin.  Di van şêwran de ne tenê jinên siyasetmedar, divê ji hemû beşên civakê û pîşeyan jî jinên şareza beşdar bin. Weke nimûne jinên hiqûqnas, mamosteyên zanko, siyasetmedar û parlementerên xwedî ezmûn, jinên di asta rêveberiyên fermî yên Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê de cih dixebitin jî hebin. Ev xebat tenê bi yek konferansê jî dibe bi encam nebe. Lê ya giring ew e ku ji bo avakirina mekanîzmayeke hevpar a peywendiyeke organîk çêbike, divê planek were derxistin û li ser şêwazên mekanîzmaya wê kar were kirin.

Ji niha şûnde ya bê kirin çiye?

Li Rojavayê Kurdistanê temsîliyeta wekhev a zayendan heye û heya astek giring jin pêşengiyê ji sîstemê re dikin. Her wiha kêm zêde peymanên derbarê jinan de hene. Lê peymanên ku tên derxistin jî hêjaye li ser were nîqaşkirin, li gel rexne û nêrînên nû ji nûve werin destgirtin û weke nimûneyekî li Herêma Kurdistanê jî were pêkanîn. Piştî jinên Kurd ji bo herdu beşên Kurdistanê hevpeymanek nîqaşkirin û belgeyeke xwe derxistin, dibe piştî wê serdana rêveberiya Xweser û Rêveberiya Herêma Kurdistanê were kirin, ji bo daxwazên xwe pêşkêş bikin û ji bo pêkanînê jî berpirsyarî bixin ser şanê wan. Lê heya îradeyeke hevpar ya jinên Kurd çênebe, jinên Başûrê Kurdistanê wê nekarin xwe ji bin bandora hizbî, dînî û hwd derxin. Li Başûrê Kurdistanê li gel rexneyên cidî yên di cîh de jî ji bo rêxistinên jin tênkirin, gelek êrişên ji bo reşkirinê û pasîfîzekirinê jî hene. Çalakvan û rêxistinên jin ji ber zextên hinek meleyên selefî û bi navê ol hewl didin îradeya wan bişikîne, nikarin gavên pêwist ji bo jinan biavêjin. Hîn gotinek nekirine, rûberûyê êriş û şereke psîkolojîk tên. Ji ber nebûna yekrêziya jin jî li bermaber tehdît û êrişan zû pes dikin.

Mekanîzmaya hevpar dikare têkoşînê xurt bike 

Lê eger jinên Kurd mekanîzmayeke xwe ya hevpar çêbikin û bi navê vê mekanîzmayê serdana aliyên siyasî, hikûmet û rêveberiya giştî bikin, wê hem bikarin di wan de jî guhertinê pêkbînin, hem jî dê eqliyeta cinsiyetparêz a di civaka Kurd de serwer biguherin. Li gel derxistina qanûn û mebdeyên nû ji bo bihevre jiyankirineke azad û demokratîk, pêwistî heye projeyên nû ji bo bilindkirina asta beşdariya jinan li hemû qadên pîşeyî, rêveberî û siyasetê jî werin pêşxistin û ji bo wê jî daxwaza bûdçeyeke taybet ji herdu rêveberiyan bikin. Eger jin bikarin mekanîzmayeke baş a gavên pratîkî û bi encam têde hebin biavêje, wê bikarin guhertineke cidî di zilam û civaka cinsiyetparêz de jî çêbikin. Heta wê bibe modelek ji bo xebatên yekîtiya netewî ya demokratîk a Kurd jî. Tevî hemû zext û êrişan jî pir giring e jinên Rojavayê Kurdistanê înisiyatîfeke wisa dest pê bikin û pêşengiyê jêre bikin. Ev înisiyatîf eger di vê çarçoveyê de pêk were, dê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên din yên herêmê jî bibe nimûneyeke yegane.