Mizgîna me

- Bermal ÇEM
508 views
Dibe ku dengek bikaribe qedera gelekê biguhere. Dibe ku dengek bibe lêrgerîna zarokek, ew zaroka ku xwe di pêsîra dayika can terikî û çav li çiyayên dûr de dibîne. Dibe ku dengek bibe perperîk û li heft tebeqe yê jer û jora gerdûnê bigere. Belê dibe ku dengek, ango efsuna awazek bê sînor, bikaribe rastiya jiyana gelekî, herî xweş û zelal raxîne ber çavan. Ew dengê ku bi sed salan, ji hestê dengbêjan serpêhatiyên xwe digre û tê. Ew dengê ku li kolanên penaberiyê dibe war û welat.

Wek dayîkek, wek lorîkek xwe li qefesa singa mirovahiyê dixe. Dibêje eyy jiyan, eyy mirovahî, ez ne çengek xwezîme li bextê te. Ez ew eşqa zayînê me li hizir û hestên te. Lewma dibê were li îsyan û hestên azad yên li nav têlên dengê min bigere, wê demê tê perçeyek jixwe û yek jî jimin bibînî. Lewma navê min Mizgîna jiyanê ye, navêmin rastiya te ye.!!
Belê ew dengê ku hemu rastiya jiyana me jimere vedibêje. wek heqiqeta hundirîn digere. Carna dibe ku çiruskek be, carna jî volqan. Lê belê heman wate ye. Her wext li du xeyalên xwe dibeze ew. Xeyalên ku tenê li ser axa qedîm û kevnar dikare pênasa wê were kirin. Ango li warên ku hîn çavên xwe ji sînoran re venekirye, ti caran sînoran qebul nekirye, her bi nêhrandinek azad jiyan kirye. Lewma ew axa qedîme, rengê çîrok û serpêhatiya Mezrabotane, dibe perdeyên enstrumana vê denga zîz û çiyayî. Bê ku astengiya nas bike bê dawî, xwe li dilê ahenga doza gelekî dike sitran. Bi mizgîniya pêşerojek azad diherike nav awazên nifşên nû.

Me xwe bi dengê Mizgînan nas kir

Zarên çiyayî, xwe di wan dengan de dîtin. Rêwîtiyek li du sitranên çiyayî bu rêheval ji dilê me re. Li çiyayan, notaya bi navê azadiyê ku bi dengê Mizgînan şad û mest dibu bu sitargeh jimere. Em ew rewiyên ku henasa xwe ji sitranên çiyayî digrin, me da pey rastiya ku dikare qedera gelekî biguhere. Hîn li kolanên teng û asê dema ku me xwest xwe nas bikin me guh da dengê Mizgîna çiyayan. Wer xweş û geş bu ku wek lêgerînek berê me dida wan warên azad. Dixwazim bibejim ku di henasamin de her qerîna wê sewtê heye. Roja ku min xwe naskir, di guhe min de, giyan û asoyê min de wek melodiyek gerdunî digeriya. Li kolanên bajarê Êlih’ê yên teng de dema dimeşiyam, ew dengvedan cîhana min mezin dikir. Bi vê dengî her zarokek Kurdistanî bu lêgervanê sitranên Kurdewarî û çiyayî. Xwestin xwe di çavê vê sewtê de bibînin. Belê carna çiruskek awazek dibe wateya jiyanê. Wek ku gelek helbestvan dibejin naye nivisandin tê jiyîn. Em zarokên li kuçeyê gund û bajarên asê, me xwe bi dengê mizginan naskir.

 ‘Mizgîna leheng, Mizgîna çelenk’

Gelo çend sitran dikarin civakekê ber bi herikîna wateya jiyanê ve bibin. Belkû kêm belkû zêde, lê belê li ser xakame xwediyê dengê hundirîn yê welatê me, şoreşger, fermandar, hozan û rêheval Şehîd Mizgîne. Lawê hunerê, hozan Serhat, jêre digot ” Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng” bi heman hest û dengî. Dibe ku pênaseya herî xweş jî ev be. Kesayeta Mizgînê bi van dû hevokan têr û tije di dilê xwe de çandiye. Belê pêşenga xeta hunera şoreşgerî hozan Mizgîn ango Gurbet Aydin sala 1962 li gundê Bileyder tê dinê. Di temenek biçuk de li bajar’ê Êlih’ê kadroyên pêşeng yê PKK ê nasdike. Hîn 1977 de bi Mazlum Doğan û Mahsum Korkmaz re hevaltî kiri ye. Wan deman kuryetiya wan dike. Ew çanda partiyê ji heval Egîd (Mahsum Korkmaz ) û Mazlum fêr dibe. Piştî nasîna rêhavalên pêşeng û hestê rêhevaltiyê, êdî ew bajar û jiyan, ji dilê keça çiya re teng tê. Carek nefesek ji gewriya azadiyê dikşîne hundirê xwe, êdî ew bajar têra lêgerîn û sitranên Mizgîn’ê nakin. Wek birînek bê hedan ew nikare di nav pencên pergala serdest de jiyan bike. Lewma di sala 1980 de berê xwe dide warê gerila. Êdî ew deng xweşa çiya, rukena civata ye. Li kontar û lutkeyên çiyayan wateya şer, huner û jiyana gerila di nav hev de dihune.

Mizgîn bi kedek mezin xebata çand û hûnerê pêş dixe

Bê sînorin lêgerînê hozan Mizgîn, Xwediyê armancê mezinin. Di sala 1982′ an de bi komek rêhevalê xwe re derbasî Lubnan’é qada Rébertî dibe. Piştî perwerdeya Rêbertî ji bo xebatê hunerî û rêxistinî diçe Ewropa. Di xebatên YJWK (Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistan) cîh digre.Piştî damezrandina YJWK’e heval Mizgîn di rêveberiya Ewropayê de cîhê xwe digire. Him berpirsiyarê xebata giştî hem jî berpirsiyara xebatê jinê ye. Di avakirina Hunerkom û koma Berxwedan de pêşengtî dike. Bingeha xebatên hunerî yê qada Ewropa davêje. Gelek berhemên girîng ku heta rojame hatine yên wan demane. Bi kedek mezin, xebatê çand û hunerê pêşdixe. Di temenekî ciwan de berpirsyariyê digre û bi kar û xebatên xwe gelek bandor li civakê dike. Bi kesayeta şoreşgerî û hunermendî ew her tim mînak û afrêner e. Bi Hozan Sefkan û Çiya  re, di navenda pergala kapîtalîst de, tekoşîna çanda resen dide meşandin. Bi kinc û dengê xwe yê kurdewar her tim li ser dikê, bi bêhna bayê çiya awazên xwe digihîne dîroka gelê xwe. Li her cîh û warî, ew xwe dispêre dilê xwe yê ku bi evîna welat disoje. Lewma Mizgîn li ku be, çi li derveyê welat çi li welat ew bi heman cewherî dijî û sitranên xwe distire. Lewma Mizgîne, lewma lehenge.

Xwe ber bi bêhna çiyayan ve radikişîne

Ew bi hesreta welat li warê xerîbîyê nema dixwaze sitranên xwe bistire. Bêhna çiya tenê ji dûr de, giran tê ji Mizgînê re û cardin berê xwe dide axa dayik, bav û kalan. Ew cardin li hêlîna xwe ye. Cardin çiya û Mizgîn bi ax kesera hezar salan hev hembêz dikin. Êdî wek dixwaze, wê awazê xwe li lutkeyê çiya biherikîne. Li warê ku bi eşqa wê jiyan dike. Êdî xweza bi navê Mizgînê, kêfxweş û dil şade. Hezkirina Mizgîn ya ji çiya re, wiha digot rêhevalek ku pêre jiyan kiriye. ” Heval Mizgîn dema li çiya bu, carna dadiket nav gundan, li zozanan jin diaxivin û bê ku heval Mizgîn nas bikin jêre dibêjin “ Heval me bîhistîye hozan Mizgîn dev ji Ewropa berdaye û hatiye çiya. Bê lome be, ma  mirov dev ji wan dera berdide û qet tê’’. Mizgîn dikene û bersiv dide. ”Ma çawa nayê, ger ku xwediyê welatekî ewqasî bedew be. Binêrin li çiya, zozan, dar û kaniyên me, binêrin li civaka me ya ku hemu êş û birînên me dikewînin. Ma çawa nayê ka hûn bibêjin” Jinên li zozanan, bi poşmaniya pirsa xwe bê deng dimînin.”

Bi têkoşîna xwe mirovan dikşîne nava rêxistinê

Bêguman hevala Migîn tenê weke hozanekê gerek newe  dest girtin. Ji ber kû di gelek xebatan de pêşengtî dike. Milê heval Mizgîn yê herî li pêş, di aliyê rêxistînê de xwedî liv û tevgerek bi bandore. Bi jiyan, tevlibûn, tevger, pîvan û şêwazên tekoşîna xwe mirovan dikşîne jiyana rêxistinê. Di dîroka tevgera azadiyê de, di gelek gavên yekem de navê Hozan Mizgîn heye. Ew wek jinek kurd fermadara yekeme. Di salên 1990 de wek fermandarekê berê xwe dide herema Mêrdînê. Piştre jî di salên 1991-1992 de, bi heman mesulîyetê dibe rêwîyê herema Xerzan’ê. Dibe rêwîyê warê Bêrîvan û Rindêxanan. Ew hîn dema ku îsyana Rindêxana namdar, keça çiya û mîrê Botan, ji wan taht û zinaran guhdar dike, dizane ji derveyê çiyayan ti cîh û warê me biparêzin tine ye. Lewma rûyê xwe her lêye. Ji bo heval Mizgîn ev demên dîrokîne. Rêhevala Mizgînê, Ruken Garzan ji bo wan deman waha dibêje ” Piştî 91-92 ji bo heval Mizgîn hema bêje bibû serdema destpêkên nû. Mizgîn li qadeke ku qet binesaziya wê tune bû, li aliyekî taktîk û çalakiyên gerîla diyar dikir, li aliyekî rêxsitina milîsan ava kiribû û digihand organîzmayeke rêxistinî, li aliyekî jî, ji bo xebatên eniyê komîteyên gund û bajaran ava dikir. Ev sekna wê li ser hemû heval û gelên qadê bandoreke erênî çêkiribû. Li her derî nasname û kesayetiya Mizgîna Şoreşger, Fermandar û hunermend’ bi hezkirineke mezin dihate vegotin. Ew hunermend û şoreşgerek rast bu. Gelek sitranên ku hîn qeydnekir bu hene. Mînak sitrana “Bîrlik rêket lê lê, ji Botanê. Çek bi destan çu Garzane,” hîn ew awaz li ber guhêmine. Lê kes pê nizane’.

Hozan Mizgîn li du xwe mîrasek dîrokî hişt

Hozan Mizgîn bi deng sitran û tekoşîna xwe navê xwe li dilê her rêwiyek azadiyê, li dilê civaka xwe kola. Ew keça hunera şoreşger a çiya gund û bajara ye. Pêşengtiya hunera şoreşgerî dike. Fermandara şervanê welatê xwe ye. Ew dilê rêhevalê xwe ye. Her zindiye deng û rengê Mizgîna me. Li lutkeyê her zinarek, li bin her dar û berên çiya, ew avên bi guje guja dîrokê diherikin, navê te jimere vedibêjin hevalê. Her keçek, lawek çiyayî di çavê te de xwe dibîne îro. Belê, heval Mizgîn bi xebat û tekoşôna xwe jimere mîrasek dîrokî dihêle. Di xeta hunera şoreşgeri de bu efsaneyek, li rupelê jiyanê. Çawa ku jiyana heval Mizgîn bi bandor bu, şehadeta wê jî gelek bandor liser tevgera azadiyê û civakê dike. Di 11 ê Gulana 1992 an, di biharek reş û xemgîn de, li Tetwan’ê dijmin mala ku heval Mizgîn lêye, dorpeç dike. Heval Mizgîn hemû dokumentên rêxistinî îmha dike û ji bo malbat nekeve xeteriyê tevdigere. Heta dawî bi berxwedanî şehîd dikeve. Gora Mizgînê hîn jî li Tetwanê ye. Êdî ew ji bo gel cîhekî pîroz e. Belê Mizgîna me di henasa xwe ya dawî de jî, ji mere jiyanek bê dawî dihêle. Wek dengê xwe, wek sitranên xwe, wek tekoşîn û navê xwe. Ew bu Mizgîna me, ango jiyana me.