Civaka Êzidî parastina cewherî re amade ye

- Suna TUNÇ
319 views
Dîsa li ser serê Şengalê ewrên reş digerin. Çavnebar, dagirker û xwefiroş awirên xwe zîvirandine ser xaka resen a Êzidxanê. Lê civaka êzidî yên fêrî xweparastin û xwerêvebirinê bûne li ber xwe didin û naxwazin dîroka fermanan dîsa bi destê dijminan dûbare bibe. Di vî alî de bi biryarin. Ev biryardarî di nirxandinên Endama Komîteya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Soham Şengalî de jî xwe dide der.

Berî fermanê li Şengalê jiyanek çawa hebû, rewşa jinan çawa bû?
Berî fermanê li Şengalê jiyana jinan bi giştî di nava malê de bû. Karê malê, zarok anîna dinyayê erka wan a sereke bû. Pir kêm jinan dixwend û di siyasetê de cih digirtin. Lê di encamê de dawiya van jina jî piştî zewacê vegera nav malê bû. Lewra li ser jinên li derve dixebitîn, diçûn dibistanan – misilmanan ji ber dizanîbûn Êzidî di vê mijarê de hesasin- bi zanebûn gotegot belav dikirin. Ev jî dibû sedem ku di bin navê namûsê de di malê de bên girtin, rê nedin jinên din jî li derve kar bikin da ku navê wan dernekeve. Civaka Êzidî ji dîrokê û heta niha ji aliyê dayikê ve tê parastin, jin li gel Êzidiyan pîroz e. Di hemû pirtûkên li ser Êzidiyan de sembolên çanda jin û dayikê diyarker e. Şopên wê hîna di nava civakê de heye. Mînak, hîna gelek mirov bi navê dayika xwe tên naskirin û di gelek malbatan de pêdiviya madî ya kê hebe diçû gel dayika mezin. Lewra dema zilaman zext li ser jinê dikirin digotin, em naxwazin li ser te desthilatdariyê bikin, lê dixwazin te ji axaftin û êrişên derve biparêzin. Destê jinê tim li ber bav, bira, mêr vekirîbû û nikarîbû jiyana dixwestin bijî.

Gelo jinan ev rewş qebul kiribûn?
Bêguman nakokiyên gelek jinan hebûn û li dijî van nêzîkatiyan derdiketin. Qebul nedikirin, tiştekî ji wan re bibe bersiv nebû. Berî fermanê li gundê me di nava 2 mehan de 9 kesan ji bêçaretiyê xwe kuştin. Mînak, min dizanîbû mafê birayê min ji yê min zêdetir e, lê rêxistibûyînek me nebû ku em li dijî derbikevin. Lewra keçên nûgîhayî jî dizanîbûn wê pêşeroja wan mîna yên xuşkên wan bin, tenê heta astekê bikaribin bixînin û li pêşiya wan tenê avakirina malbatekê heye. Rêya xweparastina ji êrişên li ser jinan ên ereban û misilmanan, oldarên Êzidî hin qedexe danîn ser jinan. Li alîkî din di nav malê de piranî jinan mal birêve dibir. Berê Êzidî ji Şengalê heta Dihokê û Misilê, heta bakurê kurdistanê xwedî cografyeke berfireh bûne. Lê Ereb û Osmaniyan tim êriş kirin, mal û milkên wan talan kirine, jin ji xwe re kirine cariye, dest avêtine cihên wan ên pîroz û her ku çûye ew tenê di Şengalê de asê kirine. Pîroziya jinê ya li gel Êzidiyan li dijî wan bikaranîne. Weke tê zanîn DAIŞ’ê jî digot, eger hûn çend Êzidiyan bikujin hûnê biçin cennetê û li wê derê jî ew ê hûrî para we bikevin. En ne tesadûfe, lewra Êzidî bi xwe Hûrî ne. Ji ber êrişan vê carê jina pîroz xistine hûndir.

Berî fermana 74’an kê parastina Şengalê dabû ser milê xwe? Êzidiyan çima baweriya xwe bi wan dianî?
Berî 2003’an hemû Êzidî neçar bûn bibin eskerên Seddam û yên nebûna dihatin kuştin, heqê fîşekên pê hatine kuştin jî ji malbata wan dihate girtin. Piraniya Êzidiyan di şerê li Kuweytê û bi Îranê re hatin kuştin. Iraqa bi xwe misilmane, berê Êzidiyan bi zanebûn yekser didan şer. Lê weke şehîd nedihatin qebulkirin û dema Êzidî dîl biketana jî xwedî li wan dernediketin. Seddam hilweşiya û PDK hat, digotin hêzeke Kurdiye. Beşek Êzidiyan bi PDK’ê re, beşek bi hêzên Iraqê re bûn. Hêzeke taybet a Êzidiyan nebû. Êzidiyên ji destê Seddam gelek zor û zahmetî dîtibûn, dema hêzên kurdî tên her çiqasî dibêjin ola xwe guhertine jî ji ber ziman yeke kêfxweş dibin. Lê pêşmergeyên PDK’ê yên piraniya wan Behdînî bûn jî baweriya xwe bi Êzidiyan nedianî, zû bi zû ew nedigirtin nava pêşmergeyan û heta nanê destê wan jî nedixwarin, li ber çavê gel davêtin û digotin heram e. Li alîkî din tevî pêşmege û polîsên Iraqê hebûn jî di sala 2007’an de li Til Êzir û Şîba Şêx Xidir di nava du salan de dû komkujî çêbûn. Diyar bû ku ne ji bo parastina Êzidiyan hatin û ji ereb û eskeran nêzîkatiyên xerabtir nîşan didin. Ferq tenê kurmancî axaftina wan bû. Lewra gelek Êzidî bi wan re nebûn yek.

Di dema fermanê de jî hem pêşmerge û hem jî hêzên Iraqê hebûn. Ferman çawa hate serê we, çima we neparastin?
Berî fermanê dema DAIŞ ket Telaferê Şîa koçber bûn û berê xwe dan Şengalê. Şengaliyan deriyên xwe ji wan re vekir û derbasî cihên bi ewle kirin. Qala êrişên li ser Êzidiyan jî dihat kirin û li ser vê lihevkirineke giştî hebû. Wekû tê zanîn DAIŞ’ê pêşî xwest di aliyê Rebîa re êrişî gundê Şemal bike û were Şengalê, lê ji ber lihevkirinê ev nekir. Berî fermanê bi hefteyekê elektirîka Şengalê qut kirin û kesekî agahiyên baş nedigirt. Digotin ew ê îhrabî (DAIŞ) tenê malan kontrol bikin, yên cilên eskerî li malê wan hebin bikujin. Heta oldarên Êzidî xwe amede kiribûn ku biçin gel Mesud Barzanî û bêjin eger hûn me naparêzin em tedbîrên xwe bigrin. Lê rê li wan hate girtin. Li gelek deveran ciwanan nobet digirtin. Eger hinekan ev hêza cewherî birêxistin bikirana ew ê xwe biparastana. Mesut Barzanî berî fermanê daxuyanî da û got: ‘Bila Êzidî netirsin, em ê wan biparêzin’. Gel bi vî awayî xapandin. Piştî Musil û Telafer ket pêşmerge ketin malan û cilên eskerî komkirin, sîlah ji destê gel girtin. Hin malbatan sîlahên xwe nedan. Pêşmergeyan zext li ser kesên nobet digirtin jî dikir û digotin, em hene, hûn çima nobetê digrin. Di nava gel de tirsek mezin hatibû avakirin û wiha dihat bawerkirin ku DAIŞ’î nayîn kuştin. Pêşî komên biçûk dihatin, ji ber qidûmê gel şikestibû, îradeyek rêxistinkirî nebû rehet tevdigeriyan. Pêşmerge hemû hêzên xwe li nav bajar komkir. DAIŞ’ê pêşî ji Telaferê êrişî Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Til Izêr kir. Gel şer kir û hinek şehîd bûn. Pêşî ji gel re gotibûn, li ser malê xwe paçekî spî girê bidin, ew ê DAIŞ tiştekî neke. Yên li Koço bi vî rengî esîr hatin girtin. Lê êdî zelal bû ku DAIŞ dikuje, jina direvîne, herkesî dide ber xwe. Pêşmerge berî herkesî reviyan. Hinekên li du wan çûn jî ferman nedîtin.

12 gerîlayan berî fermanê xwe gîhandibûn Şengalê çikirin?
4 ji wan ji aliyê pêşmergeyan ve hatibûn girtin. Piştî pêşmerge çûn gerîla berdan. Di vê navberê de DAIŞ’ê êriş kir û bi hezaran kesî berê xwe dan çiyayê Şengalê. Bi dehan zarok ji tî û biçîna mirin. Gelek keçan ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin xwarê. Di tariya şevê de hinekan zarok û îxtiyarên xwe hiştin. Gerîlayan hewl didan moral bidin gel. Li serê çiya PDK doçkayek li du xwe hiştibû. Bi vê doçkayê gerîlayan şer kir û nehiştin DAIŞ têkeve çiyayê Şengalê. Bi deh-hezaran kes ber bi Rojava ve çûn. Gelek çîrokên bi êş hene. Mînak dayê Gulê tevî çîroka DAIŞ nayê kuştin jî radihêje demançê û çeteyekî dikuje, lê çeteyên din wê dikujin û di ser cesedê wê re derbas dibin. Tê dîtin ku belê DAIŞ dikare bê kuştin. Gerîlayan moralekî şer pêşbikeve ava kirin. HPG û YJA Star jî xwe gîhandin Şengalê û 12 mehan di nav Şengalê de bi DAIŞ’ê re şer kirin.

Piştî gerîlayan Şengal rizgarkirin rêveberiya xweser, hêzên parastinê çawa hate avakirin?
Êzidiyên li Şengalê man ji berxwedana gerîlayan bi bandor bûn. Lewra digotin, çawa dikarin ji bo gel canê xwe bidin, vê hêzê ji kuderê digrin û fikr û ramanên Rêber Apo pir merak dikirin. Her ku fêr bûn hêzên xweparastinê, meclîsên gel, ên jinan, rêxistinên perwerdê, ziman, asayîş, ragihandin û gelek sazî û dezgehên din ên ji bo birêvebirina jiyanê pêwîst bûn ava kirin. Dizanîbûn ku saziyên dewletê kêrî wan nayên. Nedixwestin êdî qedera wan di destê hinekên din de be. Dîtin ku herkes dikare di nav saziyan de cih bigre û xwe bi rêve bibe. Ji fermanê dersek baş derxistin û gotin, çi dibe bila bibe divê êdî parastin û xwerêveberî di destê gelê Êzidî de be.

 

 

Jinan jî êdî ji nakokiyên xwe re bersiv dîtin
Hem gel û hem jî jinan êdî ji nakokiyên xwe re bersiv dîtin. Jinan di nav xwerêveberî û parastinê de cih girt û nêrîna wê esas hate girtin. Qedera jinê ket destê wê. Dema pirsgirêkên wê hebin êdî hin kes hene ku alîkariya wê bikin û lê gohdar bikin.
Civaka Êzidî ji bo xelasiya xwe felsefeya Rêber Apo nêzîkî Êzidiyatiyê dibînin. Ti carî dizî nekirine, zerar nedane kesekî, êrişî derdora xwe nekirine. Xweza parastine, jin pîroz dîtine. Rêber Apo hem rêbaza xwe rizgarkirina ji sîstema kevn û hem jî rêya çareseriyê nîşan dide. Nirxandinên wî nêzî civaka Êzidiye. Berî fermanê kesekî xiyala hêzeke parastinê û xwerêveberiyê nedikir, lê hêza xwe ya veşartî derxistin holê û jin jî bûn hêz, bi rêxistinbûnê bersiv dan fermanê.

Hêzên Şengal neparastin çima dîsa Şengal hedef girtine?
Kînga di civaka Êzidî de hişyariyek çêbûye hêzên dagirker û kurdên xwefiroş êriş kirine. Li Şengalê rêveberiyek hate avakirin û ev rêveberî dikare bandorê li Iraqê û Rojhilata Navîn bike. Li Besra, Bexda, Kerkûk û Başûr gel ji sîstemê neraziye, radibe ser piyan û gelek derdor dixwazin sîstema Şengalê weke modelekê werbigrin. Lewra kî bixwaze dikare rêveberiyên xwe ava bike. Dema ev pêk were ew ê desthilatdariya wan ji holê rabe.

Êrişek li ser Şengalê çêbibe hûn amade ne xwe biparêzin?
Ji xwe heta niha hêzên di peymana li ser Şengalê de cih girtine gelek caran êriş kirin. Lê gel li dijî wan derket û wan paşve gav avêtin. Gel naxwaze dest ji rêveberî, parastin, mal, milk, ax û deverên xwe yên pîroz berde. Dema xeterî dîtin dayikên me çek rakirin. Rûhê berxwedanê ya di dîrokê de teslîmkarî kebûl nekiriye ji nû ve zindî bûye. Gelê Êzidî li hemberî yên êrişî wan bikin amade ne liberxwe bidin.

 

Hevpeyvîn: Sûna TÛNÇ