Rastiya şerê li Bakur Rojhilatê Sûrî

- Ruken CEMAL
593 views

Ev nêzî 2 mehe li ser tevahî Bakur-Rojhilatê Sûrî şer û dagirkeriyeke bê sînor tê jiyan kirin. Ango bi taybetî gelê Kurd, tevahî gelê herêmê bi komployeke navdewletî ya nû re rû bi rû ye. Bêguman weke rojnemevan em bi pênûs û objektîfa xwe ve hewl didin bibin dengê qêrîna bi hezaran jin, zarok û mirovên ku ji neçarî ji cih û warên xwe man, mirovên ku heya vê kêliyê jî bi tirs, xof û xeteriya man û nemanê dijîn. Li gel wê, em hewl didin bibin dengê berxwedana şervanên ku di serê lûleya tifinga wan de heqîqeta cenga Rojava, heqîqeta berxwedana rûmetê veşartiye.

Ev ceng, cenga man û nemanê bû

Roja 9’ê Cotmehê bû. Ya rastî di kêliya ku gelê Serêkaniyê û hemû gelê herêmê komploya navdewletî ya xedar ku beriya 21. salan li dijî Rêberê wan pêkhatibû protesto dikirin, bi komployeke nû re rû bi rû hatin. Di yek kêliyê de bi dehan balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker û hêzên navdewletî li ser asîmanên Bakûr-Bojhilatê Sûrî top û qazanên xwe barandin. Êdî bajar ji vê topbarana zêde nema xûya dikir. Mal, kolan, dibistan û cihê baweriya van mirovan rastî êrîşeke dijwar hatin. Li gelek malan kevir bi ser kevir de nema. Mînareyên camiyan hilweşiyan, ji xwe zarok, şagirt ji dibistanên xwe man. Hema bêje ji her kolanê dengê qêrîn û hewara mirovan dihat. Û bi vê topbarana dijwar re pêla koçberiyê jî destpêkir.

Bêguman li hember vê êrîş û dagirkeriya giran, li hember hovîtiya çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker, şervanên azadiyê bêdeng neman û bi vê êrîşa giran re pêngava cenga Rojava dan destpêkirin.

Li hemberî duyemîn artêşa mezin a NATO’yê şervanan bi vîn, bawerî û fedekariyeke mezin li berxwe dan. Ango li hember dengê qazan, tang û topan, dengê qilêşa şervanan li her kolanê deng vedida. Dikarim bêjim ku di nava seatekê de bi sedan top, hewan û obîs davêtin tevahî bajar û gundên Bakur-Rojhilatê Sûrî. Gelê Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen, Çerkez, Tirkmen, ango herêm bi hemû netew û pêkhateyên xwe ve di bin xeteriyeke mezin de bû.

Êrîş qet nesekinîn û hîn jî didome

Ji xwe ji bilî topbarana dijwar a ku yek kêliyê jî ranewestiya, li gelek gund û di bajarê Serêkaniyê de jî çekên qedexekirî hatin bi kar anîn. Mînaka wê ya herî mezin rewşa zarokê bi navê Mihemed bû. Bi dehan zarokên weke Mihemed li Serêkaniyê, li Girê Sipî, li Qamişlo, li Tiltemir, li Sirîn û Eyn îsa rastî heman êrîşê hatin. Gelek ji wan dest, ling û çavê xwe wenda kirin. Ji xwe bi dehan ji van zarokan jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji wan heya vê kêliyê jî bi mirinê re têkoşîn dikin.

Bi dehan dayîkên ku li ber deriyê mala xwe rûniştîbûn, yên ku çûbûn serdana cîran û mirovên xwe di bin êrîşa tang û topan de man. Gelek ji wan ji ber ku bi seatan di bin vê topbaranê de man û nekarîn xwe bighînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedan dayîkên Bakûr-Rojhilatê Sûrî kezeba wan şewitî, ji ber ku her roj agahiya şehîdbûna zarokên xwe yên leheng ên wêrek digirtin û bi dengê tîlîliyên xwe, bi gerandina dîlanê re zarokên xwe spartin axê.

Ev dagirkeriya mezin heya vê rojê jî bi heman dijwariyê dewam dike. Ji xwe gund û bajarên ku niha di bin dagirkeriya çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de ne, rastî talan, destdirêjî û diziyeke mezin tê. Li her derê dest danîne ser zevî, erd, mal û milkên xelkê. Dibêjin ev êdî mulkê me ye. Vaye niha li ser van mal û milkan her roj li hev didin. Ji bo varêleke mazotê dikarin bi seatan bi top û guleyan li hemberî hev şer bikin. Ji bilî vî şerê xenîmetê, şerekî mezin ê desthiladariyê jî di nava komên çetan de destpê kiriye. Ango her komeke çete tena xwe dixwaze li ser herêmê serwer be, ji bo wê jî vê rewşê qebûl nakin û bi rojane şerê îktîdar û desthiladariyê li dijî hev dimeşînin.

Gel li cem têkoşîna zarokên xwe ye

Ji gelek gundên ku aniha di bin dagirkeriya dewleta Tirk da ne, ti agahî nayê girtin. Ango dayîk, bav, zarok, jinên ciwan çi bi serê wan tê nayê zanîn. Yanî berde dagirkirina axa wan, berde destwerdana wan a li ser mal û milkê xelkê, li kêleka wê hemû mirovên gund li gorê dilê xwe dimeşînin. Xortên ciwan îşkence dikin û bi darê zorê dişînin milê Serêkaniyê, Girê Sipî û gelek xetên pêş ên ku heya niha jî şer lê girane. Her wiha dest davêjin keçên ciwan û dibêjin êdî ew milkê me ne. Ji bo wê jî dest davêjin jinan, tecawîz dikin, difroşin hevdû û li gelek gundan keçên ciwan ên 13, 15 salî revandine. Heya roja îro jî ne diyare ka çi bi serê wan hatiye. Her wiha gelek bavên me yên Ereb û yên ji netewên cuda ji ber zarokên wan tevlî nava refên YPJ û QSD’ê bûne, bi rengek hovane hatin înfaz kirin.

Ev tenê çend agahiyên biçûk yên ku me ji hin welatiyan girtiye. Ez bawerim ev agahî besin ji bo mirov texmîn bike ka hovîtiyeke çawa li ser gelê herêmê tê meşandin.

Li kêleka vê dagirkeriya giran û hovîtiya mezin bêguman gelê Bakur-Rojhilatê Sûrî bê deng nema. Weke me li jorê jî anî ziman, her roj li meydanên cengê ne. Bi çalakiyên xwe, bi desteka xwe ya ji zarok û şervanên xwe re, li gelek eniyên berxwedanê yekser cihê xwe di nava cenga Rojava ya mezin de digrin. Dîsa bi ruxmê ku dizanin ka hovîtiya çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi çi rengî ye, lê her timî bi wêrekiyeke mezin nerazîbûna xwe ya li hember vê dagirkeriyê raber dikin.

Li Serêkaniyê destanek dîrokî hat nivîsîn

Ji xwe di eniyên şerê rûmetê de ku me yekser li kelha berxwedanê, li bajarê Serêkaniyê şahidî ji wêrekî û lehengiya keç û xortên vî welatî re kir, destaneyeke dîrokî hate nivîsandin. Li hember vê cenga pîroz bi dehan caran êrîşên hêzên dagirker hatin şikandin. Bi ruxmê ku her deqe, her seat balafirên şer û yên keşfê lêdidan, ruxmê ku dengê tang û topan yek kêliyê jî qut nebû, lê coş û morala şervanan hêzeke cuda dida me tevan.

Ev destana bi rûmet kete rojeva tevahî cîhanê û bi şanaziyeke mezin cihê xwe di rûpelên dîroka berxwedanê de girt. Ji wê ye ku hema bêje hemû gelê cîhanê li dijî vê dagirkeriyê nerazîbûna xwe bi çalakiyên cihêreng nîşanda. Heya niha jî dema em qala bajarê berxwedêr Serêkaniyê dikin, bi ruxmê dijwarî û giraniya dagirkeriyê, yekser tişta ku tê bîra me, coş, moral, fedekarî û lehengiya wan keç û xortên giranbiha ye. Yekser ew kenê li ser lêvê wan û beriqîna çavên wan li pêş çavê me zindî dibe…

Ji xwe heya vê kêliyê jî li tevahî bakur-rojhilatê Sûrî ku qaşo tê gotin hevpeymaneke agirbestê heye, lê yek rojê jî li ser rûyê erdê tiştek wiha pêk nehat. Ango bi dehan heta bi sedan caran ev hevpeymana agirbestê hate binpêkirin. Ji ber ku êrîş yek rojê jî ranewestiyan, tevgera balafirên keşfê heya roja îro jî didome, hemû gundên ku dagirkirine, veguherandine qereqoleke xwezayî. Bi dehan çekên giran li van gund û mezrayan bicih kirine û berê lûleyên tifing, tangên wan her li cih û warên şêniyên herêmê ye. Ji bo wê, dema tevgereke biçûk jî ya şêniyan çêdibe, yekser dibe hedefa çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker.

Li dijî Kurdistanê êrîşek topyekûn

Ev êrîş her çendî di roja îro de bi rengek şênber û bi dijwarî li hemberî bakur-rojhilatê Sûrî û Rojava pêktê, lê tevahî Kurdistan îro di bin dagirkerî û êrîşeke dijwar de ye. Ango ev komplo, komployeke topyekûne û di şexsê gelê Kurd de tevahî gelê herêmê yê azadîxwaz hedef dike. Ji wê ye ku li Bakûrê Kurdistanê êrîşeke siyasî û leşkerî ya pir dijwar heye. Ji xwe em her roj ji Başûrê Kurdistanê jî agahiya bombardûmana dijwar a li ser herêmên parastina Medyayê digrin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker gelek gund û bajarokên başûrê Kurdistanê jî veguherandiye keleh û baregehên leşkerî yên mezin. Ev rewş ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî bi vî rengî ye. Ango her çar parçeyên Kurdistanê di bin xeterî û dagirkeriyeke giran de ye û tişta ji me tê xwestin ew e ku em hemû bi kar û xebatên xwe bikevin nava tevgerê. Tişta herî zêde jî ji bo me pêwîst e, bêguman yekîtiya netewî ye. Encax bi vî rengî dawî li vê dagirkeriya giran were.

Em li wêderê bûn û me kêlî bi kêlî şahidî li êrîşên li ser herêmê kir, li gel wê em bûn şahidê berxweda jin û xortên vî welatî ka çawa bi vîn û wêrekiyê, di oxira Kurdistanek û jiyanek azad de canê xwe feda dikirin. Bi vê wesîleyê ez bi hûrmet û rêzdarî bejna xwe li hember tevahî şehîdên cenga Rojava, şehîdên berxwedana rûmetê ditewînim. Wan hemû jinên ku îro di çeperan de şerê azadiyê dimeşînin, jinên ku vîna jina azad di kesayeta xwe de şênber kirine û li her qadê têdikoşin û ji bo siberojên azad tovên hêviyê li van axan belav dikin…