‘Şoreşa kurdan hêviya cîhanê ye’

- Delal EMILIO
365 views

Jinên Îspanî nêrînên xwe yên derbarê fikir û felsefeya Rêber Apo de bi rojnameya me re parve kirin: 

Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe û paradigmaya ku pêş xistiyê encamên mezin afirandin. Bi taybet jî hevaltiya wî ya bi jinan re bandoreke mezin li ser civakê kir. Bi hêza jinê bawer kir û hêz da jinan. Di paradîgmaya xwe de jî cihekî taybet da jin û dayikan. Jinên kurd bi têkoşîna xwe ji civakê re pêşengî kirin.

Dema em li civaka xwezayî dinêrin jî, dibînin ku di vê demê de jin çanda civakê ku herkesî hembêz dikir afirandin û dayîk rolekî sereke lîstin.  Bi rêya Înanna, Îştar, Îsîs û Tîamat çanda dayikê ji Rojhilata Navîn derbasî cihanê bû. Li ser vê bingehê jî dema ku sistema koletî destpêkir û mirovan jiyana xwe ya azad wenda kirin têgina azadî bi peyva Amargî bi nav kirin. Amargî, bi zimanê Sûmerî tê wateya ‘vegera dayikê’. Ji ber ku mirovan jiyana ku li derdora çanda dayikê hatîbû afirandin, weke jiyaneke azad didîtin. Paradigmaya Rêber Apo jî bi rêya Sarayan, Zilanan û Leylayan ji Kurdistanê derbasî welatin din bû û îro jî jinên ji her aliyê cihanê bi Rêber Apo re girêdaneke xurt didin avakirin. Em dibînin ku hem li Kurdistanê hem jî li deverên din jin bi awayekî xurt xwedî li Rêber Apo derdikevin. Gav bi gav jinên ji neteweyên cûda berê xwe didin têkoşîna ku li Kurdistanê tê meşandin û weke têkoşîna xwe dihesibînin. Ji van jinan, sê dayik nêrînên xwe bi Newaya Jin re parve kirin.

‘Ez bi berxwedana kurdan serbilind im’

Dayika Katalanî Lola ya 63 salî ku endama Sendîqa Anarşîst CGT ye, di heman demê de di nav Komîteya Berxwedana Enternasyonalîst ku li Katalonya ji bo piştgiriya Kurdistanê çalakiyan lidardixe de cihê xwe digre. Lola dibêje, “Bi naskirina paradigmaya Rêber Apo û tevgera azadiya jina kurd min dît ku pêkanîna konfederalizma demokratik, bi hemû felsefeya wê gengaz e û mina şoreşeke weha ye ku dikare di nav xwe de hemû qadên jiyanê himbêz bike.” Dayika Lola balê dikşînê tecrîda li ser Rêber Apo û tecrîda li Îmraliyê weke cezayekî li dijî herkesî dibîne: “Bi vê tecrîdê hemû kesên ku ji bo avakirina civakeke bi edalet têkoşînê dimeşînin û ji vê bawer dikin tên cezakirin. Ev tecrîd, li dijî mirovekî ku aqil û wîcdanê xwe ji bo agirê şoreşê pêxe bikaraniye jî, êşkenceyek e.”Lola ji bo gelê kurd jî vê peyamê dide: “Dewleta tirk û hevkarên wê careke din êrişî gelê kurd dikin. Dixwazin gelê kurd ji cihanê tecrid bikin. Ez bi berxwedana wan serbilind im. Şoreşa wan hêviya tevahî cihanê ye. Ez ji ber berxwedana wan ku li hemberî hemû zehmetiyan dimeşînin, kêfxweş im û ev coş dide min. Derfeta hevalên enternasyonalist heye ku vê têkoşînê ji nêz ve nas bikin û jê fer bibin.”

‘Min bi pirtûkên Ocalan heqîqet nas kir’

Dayika ji Baskê Fanny a 64 salî jî ev penç salên dawî têkoşîna gelê kurd ji nêz ve dişopîne. Fanny nêrîna xwe ya der barê gelê Kurd de weha rave dike: “Ez bi hezkirin, serbilindî lê di heman demê de bi fikaran her tiştê di derbarê axa pîroz ya Kurdistanê de dişopînim. Ez gelê kurd weke xwişk û birayên xwe hîs dikim.” Fanny diyar dike ku bi rêya keça xwe fikir û ramanên Rêber Apo nas kir, paşê dest bi xwendina pirtûkên wî kir. Fanny dibêje, “Piştî ku min ev pirtûk xwendin, mîna ku çavên min vebûn û zelalbûnek çêbû. Min bi rêya van pirtûkan heqîqet nas kir. Ez di wê baweriyê de me ku Rêber Apo feylosofê herî girîng ya serdema me ye. Rêber Apo rê ji me re nîşan dide û ev nêrîn ji bo me hemûyan dibe rizgariyek.”  Fanny her weha tîne ziman ku bi naskirina Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo rastiya jinê jî nas kiriye û weha dibêje: “Ketim ferqa derewên ku ez di nav de dijîm. Weke posîtîvîzmê zanistê, takekesîbûyin û hwd. Rêber Apo alîkarî da ku ez xwe nas bikim û wek jin xwe qebul bikim. Ji bo ez li hemberî baviksalarî û kapitalizmê li ser piya bimînim cesaret da min. Ji bo ez di kesayeta xwe de nirxên mirovatiyê pêşbixînim û xurt bikim hêz da min.

‘Ez bawerim Rêber Apo dizane ku em li gel wî ne’

Fanny li hemberî tecrida li ser Rêber Apo jî nerazîbûnên xwe tîne ziman û destnîşan dike ku ev tecrîd hem êrişeke li dijî gelê kurd, hem jî êrişeke li dijî tevahî mirovahiyê ye. Fanny weha dewam dike: “Ez bawerim ku yek ji nîşaneya hêz û heqiqeta Rêber Apo ew e ku di bin wê tecrîda şidandî û hovane de paradîgmayek pêşkêşî me kir. Hêzên emperyalîst ên cîhanê li hemberî berjewendiyên xwe Rêber Apo weke xetereyekê dibînin. Ji ber ku me ji desthilatdariya baviksalarî û kapitalizmê rizgar dike û ji bo em xwe nas bikin û em vegerin cewhera xwe rê ji me re vedike. Ez ji ber tecrîdê pir xemgîn im. Lê belê  bawerim ku Rêber Apo dizane em li gel wî ne û ew di dilê me de ye.”Fanny destnîşan dike ku ew her tim bi gele kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê re ye: “Ji bo cesaret û parvekirina wan ji hevalan re sipas dikim. Ji bo ku ez hêviya xwe wenda nekim hûn alîkarî didin min. Hûn li hemberî cîhana hov çavkaniya hêzê ne. Ez dixwazim hemû hezkirina xwe bi gelê kurd re parve bikim. Ez dixwazim bêjim ku ez bi awayekî parçeyek ji we me û di hundirê min de jî hinek kurdîtî heye. Bi taybet jî ez ji dayikên kurdan re silavên xwe yên germ û hezkirina ku encex dayikek dikare bide dayikên din dişînim.”

‘Ez ji hêza jinan a veguherandina civakê bi bandor bûm’ 

Dayika bi navê Konsû a ji Madrîdê jî di sala 2018’an de bi delegasyona Dayikên Aşitiyê re çûye Rojavayê Kurdistanê û şoreş ji nêz ve nas kiriye. Niha jî di nav komîtey ´Ji Rojava re Azad´ û ´WDR´ ya li Madridê de cihê xwe digre. Konsû encama çûyîna xwe ya Rojava weha tîne ziman: “Piştî ku ez çûm Rojava di jiyana min de guhertinek çêbû. Ez ji keda jinan a ji bo veguherandin û demokratîkbûna civaka xwe û hêza wan ya fedakarî bi bandor bûm. Ji bo ez deng û destkeftiyên wan bi derdora xwe jî bidim naskirin, min berpirsyartî rakir. Ez îro jî vê dewam dikim. Ez pir dixwazim vegerim Rojava û wan dîsa bibînim. Lê bi îhtimaleke mezin hin ji wan di bedela vê utopyaya ku bûye rastî de, jiyana xwe ji dest dane. Cara yekemîn ku di dema dîlgirtina Ocalan de min Tevgera Azadiya Kurdistanê bihist. Tê bîra min ku Ocalan di televizyonê de li ser xwişk û biratiya di navbera gelê kurd û tirk de axivî û behsa avakirina welatekî demokratik kir. Wê demê balkeş bû, ji ber ku di hemû propagandayan de digotin ku PKK terorîst e. Min qet fêm nekir. Lê belê beriya penc salan, bi rêya mirovekî ku pir nêzî min e, min dîsa navê Ocalan bihist. Paşê min broşûrên Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk xwendin û ev bala min kişandin. Xebatên îdeolojîk ya Tevgera Azadiya Kurdistanê pir mezin in. Abdullah Ocalan bingeha bîrdoziyê pêş xist, lê ez difikirim ku bi taybet jî hevalên li çiya li ser vê kûr bûne, pratîka vê îdeolojiyê zindî kirine û weke Jîneolojî ev pêk anînê.

‘Divê cîhana Rojavayî netewa demokratîk fêm bike’

Dayika Konsu jî destnîşan dike ku divê nivîsên Rêber Apo bên xwedin, tecrîd bi dawî bibe û weha dibêje: “Meclisa Ewrûpa û saziyên din yên enternasyonal divê zextê li hikûmeta Tirk bikin ku tecrîdê bi dawî bike. Siyasetmedar û insanên bi bandor yên li welatên Rojava divê nivîsên Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê bixwînin û pêşniyara Neteweya Demokratik fêm bikin. Ocalan 72 salî ye, rêberê gelê kurd e û baweriya gel pê heye. Tecrîda li ser wî divê rabe û diyalogên aşitiyê yên nû destpê bikin. 40 sal in şer dewam dike. Êdî bes e.”

‘Divê yekîtiya xwe biparêzin’

Dayika Konsu jî herî dawî ji bo gelê kurd vê peyamê dide: “Ji bo têkoşîn, mevandarî û hezkirina wan, rûmetê nîşanî gelê kurd didim. Ez hêvîdarim ku hêza wan a têkoşînê berdewam bike û nirxên xwe wenda nekin. Li hemberî hêzên ku dixwazin wan parçe bikin, divê yekîtiya xwe biparêzin. Divê li Ewrûpayê jî çanda xwe ya têkoşînê ku em jê gelek tişt fêr bûne hîn zêde bi gelên din re parve bikin.”