Îxaneta li Şengalê ti carî nayê ji bîr kirin

- Newaya Jin
344 views
3’ê Tebaxa 2014’an. Ewrekî reş bi ser Şengalê de girt.PDK ya soza parastinê dabû, pişta xwe da civaka Êzidî û çekdarên xwe paş ve kişand. Gerîlayên azadiyê zend û bendê xwe badan. Bi hawarê ve çûn. Di encama berxwedanek dijwar de Şengal hate rizgarkirin. Meclisa Rêveberiya Xweser, Hêzên Parastinê, asayîş, saziyên sivîl, tevgera jinan û gelek rêxistinên din hatin avakirin. Lê niha leystokên din di dewrê de ne.

Jinên Êzidî yên li derveyî welat ji komkujiya li ser gelê xwe bi bandor bûne û ketine nava xebatên Sîwana Meclisên Jinên Êzidî yên derveyî welat, naxwazin dîsa komkujî çêbibin. Gewrê ji herêma Emmerich ya Elmanya ye. Ji sala 2014’an ve weke endama Sîwana Meclisê karekî bi rûmet dike. Ji yek kesê bûne 12 kes. Weke dayikek Êzidî serbilinde ku dikare ji bo gelê xwe kar bike û pisgirêkan çareser bike, tiştên haitne serê Civaka Êzidî bi wan bidin fêmkirin. 

Niha em binêrin bê dayê Gewrê li ser komkujiyê çi dibêje û peyamên wê çine:

 ‘Em îxaneta li Şengalê hate kirin ti carî ji bîr nakin’

“Meclisa me di 25’ê Çileya 2014’an de hate avakirin. Piştî wê ferman çêbû. Dema mezinên me digotin, ewqas ferman di serê me re derbas bûne, weke çîrokan ji me re dihat. Dema 3’yê Tebaxa 2014’an di fermana 73’an de komkujî çêbû, em hemû hejandin. Cara yekemîn Êzidî di dinyayê de hatin rojevê. Weke meclisê me biryar da karê xwe fireh bikin da ku derî li fermanên nû bigrin. Di Şengalê de herkesî dît bê kê Êzidî firotin. Em naxwazin pesnê ti kesî bidin. Lê wîcdan û merhamet heye. Divê herkes destê xwe deyne ser wîcdanê xwe û wiha biaxive. Me dît ê soz dabû û gotibû heta dawî em ê Şengalê biparêzin, Şengal ne parast û reviya. Ev îxaneteke herî mezin e. Weke dayikên Êzidî em ti carî ji bîr nakin. Di xewên şevan de jî tên xewnên me. 

‘Jin firotin, zarok serjêkirin, dinyayê çavê xwe jê re girt’

Di her 3’yê Tebaxê wekû hîna doh ferman çêbûbe dîsa tê bîra me.. Jin şewitandin. Dest avêtin wan û  firotin, kuştin. Zarok serjêkirin. Li hember qêrînên dayikan kesên digotin em mafê mirovan diparêzin xwe ker kirin. Yê xwedî li wan derket Partiya Karkerên Kurdistanê bû, Felsefeya Serok Apo bû. Em ji felsefeya Serokatiyê re minnetdarin û heta hebin ji bîr nakin. Hêzên Parastina Gel nîşandan ku bi rastî gel diparêzin. Serok Apo got, em ê xwedî li Şengalê derbikevin û bi rastî derketin, Êzidî xelas kirin. 

‘Kesên Şengal firotin hîna li benda tunekirina Şengalê ne’
Li ser Şengalê niha jî qetlîam heye. Kesên Şengal firotin li benda tinekirina Şengalê ne. Divê bê zanîn ku ew zarok, jin, xelkê di çadirên naylonî de ne xwediyê Şengalê ne. Nîvê malbatên wan hîna di destê DAIŞ’ê de ne. Zarokên wan şervanên Şengalê ne.Hinek hatin kuştin, hinek hatin firotin û yên mane jî hîna di şer de ne. Banga min ji bo hemû Êzidiyan e. Kesên ji bo berjewendiyan xwe difroşin nikarin pêşengiyê ji civaka Êzidî re bikin. Yên xwediyê Şengalê ne, ew kesên taziye, birçiye, dibêjin em ê axa Şengalê bixwin lê bernadin, têkoşînê dimeşînin… Divê Êzidî dost û dijminê xwe ji hev nas bikin. Hin kesên komikan çêdikin û dibêjin, em Şengalê diparêzin xwe dixapînin. Ji kesên ku 40 hezar eskerên wan di Şengalê de hebûn reviyan, em ê çi hêviyê bikin. Ew kes dibin sebeba têkbirina Xweseriya Şengalê. Eger wîcdan û merhameta wan kesan hebûya, wê tiştekî baş bikirana, ji Xweseriya Şengalê re bibûna alîkar. 

Yên Şengalê bi erzanî bifroşin wê hesab bidin zarokên ku Şengalê diparêzin’

Ez bang li wan komikên Êzidî yên nîna Qasim Şeşo, Heyder Şeşo, civaka rûhanî dikim. Niha jî li Şengalê xeterî heye. Bila xwe ker û kor nekin, berjewendî her xelas dibe. Yên Şengalê bi erzanî bifroşin wê hesab bidin wan zarokên ku ji bo careke din kes xuşk û dayikên wan nerevînin Şengalê diparêzin. Dîsa divê yên di kampên Başûr de vegerin Şengalê. Di wan kapman de agir berdan wan. Pê re mal û perê wan jî çû. Alîkariya ji wan re tê jî pir kêm didin wan. Bila axa Şengalê bixwîn û xwe bi wî 150 hezarê li Başûr didin wan ve girê nedin. Şeref û haysiyet mîna masiye, ji destê mirov zû diçe. 

‘Divê ji bo xweseriya Şengalê em bibin yek’

Çend gotinên min jî mîna dayikek Êzidî ji xuşka Nadya re heye. Dema xelat girt em kêfxweş bûn. Divê li wê xelatê xwedî derkeve û weke qirkirinê qebul bike. Ew jî di destê DAIŞ’ê de mabû. Bila nekeve bin bandora kesekî û ji bo Êzidiyatiyê çi baş be wê bike. Weke Sîwana Meclisên Jinan a Êzidî em bi gelê xwe re eleqadar dibin, pirsgirêkên wan çareser dikin. Em tên hezkirin û qebulkirin. Divê çi Êzidiyên Bakur bin, yên Rojava an jî Şengalê bin, divê li derveyî welat em bi hev re bibin alîkar. Divê nêrînên me çi dibin bila bibin ji bo xweserî û azadiya Şengalê em bibin yek.Azadiya Şengalê azadiya me hemûyan e. Şengal ji dest biçe warê me namîne. Şengal Kurdistan e, Kurdistan Şengal e. Em wan ji hev veneqetînin û bersiv bidin dijmin.’’  

Xezna Xalit: ‘Ferman dewam dike, xeterî pir e’

Xezna Xalit jî di Sîwana Meclisên Jinên Êzidî de cih digre. Ew jî di ferqa xeteriya li ser civaka Êzidî û bi giştî Kurdan de ye. Lewra dibêje, ferman dewam dike: “Mezinên me dema qala fermanê dikirin, mîna çîrokan me gohdar dikir. Bavê min digot, di bin navê olê de gundê me 7 caran xera kirin, lê dîsa vegeriyan warên xwe. Cara 8’emîn hemû gund bi av û çavkaniyên wan talan û wêran kirin, gel birçî û xizan kirin. Di meclisê de ji bo wîcdanê xwe rehet bikin me got, divê em tiştekî bikin. Lewra ferman dewam dike. Tiştên dewleta tirk li Efrînê bi serê Êzidiyan ve anî, ne kêmî yên çeteyên DAIŞ’ê ne. Vê yekê li ber çavê herkesî dikin. Mîna bi mafê mirovan bazirganiyê dikin, ji rêzê nêzîk dibin. Hêz ketine pêşbirka çêkirina çekan û firotina wan. Kuştina zarok û jinan ne xema wan e. 

‘Birîna îxanetê ti carî nikare were dermankirin’

Piştî Şengalê êrişî Rojava kirin. Kurd pirrengin, Elewî, Êzidî, misilman..Kurdek çawa bibe sebeba fermana li serê kurdekî din. Birîna îxanetê ti carî nikare were dermankirin, bi rûreşiyê dagirtiye. Hêvî dikim ku civaka me bizanibe bê çima ji dema Osmaniyan ve ewqas ferman bi serê wan de hatiye. Tim kurdên sûnî li dijî Êzidiyan bikaranîne. Di salvegera fermanê de ji Êzidiyan zêdetir divê civaka me ya sûnî nîşanî dijminan bide ku nikarin wan êdî bi hev bidin qetilkirin. Osmaniyan tim gel bi hev dane kuştin û xwe mezin kirine. Îro jî mixabin li hemberî gelê xwe kurd xistine kozikên pêş û dixwazin wan bi hev bidin kuştin. Karê roketên dewleta tirk li Şengalê jî çine. Dijmin tînin û fermandarên mîna Zerdeşt û birayê wî di nav kolanên Şengalê de didin kuştin.

Hinek ji xwe re dibêjin em pêşengên Êzidiyan ji nirxên wan dur dixin

Radibin ji dewletên derve ji bo Êzidiyan pere digrin û nahêlin Êzidî vegerin Şengalê. Ji wan re dibêjin, hûn eger biçin hûnê birçî bimînin.Bi perê penaberiyê ew ji axa wan, mirovatiya wan dûr dixin. Divê gelê me yê Êzidî bizanibin, ji perê penaberiyê nêvî jî nagihêje wan. Hinek ji heyeta rûhanî, Şêx û yên li ber Laleşa nûranî jî pere ji dewleta Iraqê digrin û nêvî berdidin bêrika xwe. Nêviyê din jî ji bo Êzidiyan ji nirxên wan dûr bixin û xwedî li xwe dernekevin bikartînin. Dibêjin ga diçe çerm dimîne, mirov diçe nav dimîne. Vana ew ê çi navî ji nêviyên xwe re bihêlin. Çawa serê xwe datînin ser balgiyê. Dayikên temen mezin bi kevir û daran li ber xwe didin. Rojekê me nedîtiye ne heyeta rûhanî, ne bavê şêx, ne mala mîran neçûn kolanê û li derdê wan nepirsîne. Ev yek weke dayikên Êzidî me gelekî dêşîne. Divê gelê me yê Êzidî biçe ser axa xwe. Di salvegera fermanê de em bêjin, êdî kes nikare fermanan pêk bîne û rabin ser xwe.”