Tecrît tu caran dawî lê nehat!

- Ruken AYDIN
532 views

Ji sala 1999’an û vir ve, yanî ji roja ku Rêber Ocalan bi komployek navnetewî û bi awayek derqanûnî hat girtin û radestê Tirkiyê hat kirin, di nav tecrîtek giran de tê ragirtin. Komploya 9’ê Cotmehê di şexsê Rêberê gelê Kurd de, li dijî vîn û hebûna gelê Kurd pêk hat. Ev komplo bi destê hêzên navnetewî, navdewletî û herêmî, her wiha hêzên noker ku bi her awayî alikarî didan van dagirker û emperyalîstên ku çav berdabûn nêrx û têkoşîna xwe dispêre hêza gelan.

Bêguman gelê Kurd, rexmê ku 20 sal bi ser vê komployê de derbas bûye jî tu caran ev îxaneta mezin a li dijî mirovahiyê ji bîr nebirin, her carekê dengê xwe hîn bihêztir di qadên têkoşînê de berz kirin û nerazîbûna xwe dan diyarkirin. Yên ku tu caran dest ji lêgerîna azadî û edaletê bernedan, ji bo rakirina tecrîta girankirî a li ser Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocalan bi şîara ‘Şikandina tecrîtê, şikandina zîncîrên faşîzmê ye’ têkoşîn, jin û ciwan bûn. Em ê niha jî nêrîn û fikarên wan yên di van mijaran de bi we xwendevanên Newaya Jin re parve bikin…     

‘Tecrît pêkanînek pergala faşîst e’

Reyhan Başkoy: Em wek ciwan beriya her tiştekê ji bo ku rastî û rola dewletên Ewrûpa a di vê komployê de fêm bikin, hewceya hîn zêdetir pirtûkên Rêberê xwe biwînin û fêm bikin. A herê girîng jî li ser dîroka xwe kûr bibin, ji ber ku heya em dîroka xwe fêm nekin, em ê rastî û rola van hêzên ku di komployê de cih girtine jî tam fêm nekin. Ji bo ku em bikaribin raya giştî a Ewrûpayê di vê mijarê de hişyar bikin, kar û xebatek mezin dikeve ser milê me.

Helbet em wek ciwan di ferqa rol û cih girtina hêzên navdewletî yên di nav vê komployê dene, ji bo wê jî hewce dike ku em gel û di serî de jî ciwanên sosyalîst, demokrat ên wan welatan di van mijaran de agahdar bikin. Vê yekê jî em dikarin bi kar û xebatek rast û têkoşîna ciwanên Kurd ya li her qadeke Ewrûpayê bi encam bikin. Jixwe tecrîta li ser Rêber Apo jî encax bi vî rengî dikare bê şikandin.   

Faşîzm xwe bi pergal dike

Avşîn Yilmaz: Berêya her tiştekê ez komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikim. Li Tirkiyê faşîzm gihaye asteke herê bilind. Hema bêje her malek veguherandine girtîgehekê, gel wek civak di bin tecrîtê de tê ragirtin. Pergala faşîst dixwaze atmosferek ji tirsê bide avakirin, ji bo wê jî her cûre zext û zilmê dike. Ji bo wê jî beştariya me ciwanan a ji kar û xebatê, dîsan cih girtina di qadên têkoşînê de girîng e. Ev yek wê rê li destkeftiyên mezin vebike; em bi vê dikarin xizmetek baş ji gelê xwe re jî bikin.

Helbet sedemek a girtina Rêber Apo heye, bi taybetî jî tecrîta ku her diçe giran dibe; ji bo wê jî ez dibêm hincetê me yên têkoşînê jî pirr in. Em wek ciwan deyndarê Rêber Apo ne, ji ber ku em ger îro li vir in, xwedî li xwe û hebûna xwe derdikevin, ev jî ji ber keda Rêber Apo a bêhempa ye. Ji bo wê jî ez dibêm tecrît pergalek dij mirovî û qanûnî ye, pergalek faşîst e ku em ê tu caran nepejirînin. Em ciwanên Rêber Apo ne, ji bo wê jî di serî de li ber Rêberê xwe, civaka xwe de berpirsyarin.

Çima gelên din pirr rehet û azad dikarin nêrînên xwe bînin ziman, lê dema mijar dibe Kurd  tên sînordar kirin? Çima dema ku malbatên me ji bo mafên xwe têdikoşin tên girtin? Ji bo wê jî ez dibêm li Tirkiyê wekhevî tune, ger hebûya wê faşîzm bi vî rengî êrîşê gelê Kurd nekira.   

‘Gelek şiklên berxwedanê hene’

Jiyan Êlih: Ez wek ciwanek Kurd ku li Ewrûpayê dijîm, tecrîta li ser Rêber Apo şermezar dikim. Li hemberî vê tecrîtê em ê bêdeng nemînin. Wek ciwanên Ewrûpa em ê ji bo şikandina tecrîtê ku di şexsê Rêberê me de li ser civaka Kurd tê ferz kirin, nepejirînin, li dijî wê li qadan û di nav têkoşînê de bin. Bi çalakiyên xwe dengê xwe bigihînin hemû ciwan û gel an.

Banga min ji hemû ciwanan ev e ku dem dema têkoşîna li qadan e, dem ew deme ku em dengê xwe bigihînin cihên pêwendîdar. Li hemberî tecrîta girankirî dengê xwe bilind kirin û berxwedayîn erka me ciwanane. Encax bi berxwedanê em ê bikaribin zincîra tecrîtê ku ji hêla pergala faşîst li dora tevahiya civakê hatiye alîn, perçe bikin. Gelek şiklên berxwedanê hene, a girîn ev e ku mirov bizanibe bi rê û rêbazek rast nêz bibe. Jixwe em di ferqa rola Ewrûpa a di komployê dene. Li dijî bê hiqûqiya li Tirkiyê, dîsan pergala Îmraliyê a ku tecrît di nav tecrîtê de pêk tîne, bêdeng in. 

‘Li dora Rêberê xwe bibe xelek’

Sibel Subaşê: Li ser Rêber Apo ev 20 sal in tecrît pêk tînin, ji bo vê jî beriya her tiştî ez vê tecrîtê şermezar dikim. Li ser navê hemû ciwan û gelê Kurd dibêm, çawa ku ev 20 sal in em fêrî vê pergala faşîst a ku hemû qanûnên navnetewî binpê dike, nebûn, em ê ji vir û şûnde jî fêr nebin. Lazime herkes bibe yek deng û li dora Rêber Apo bibe xelek, bi taybetî jî di vê mijarê de yekbûna gelê Kurd girîng e. Ez dixwazim festîvalek girseyî a ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin, ji ber ku em dikarin bi rêya festîval û çalakiyên girseyî hîn baştir dengê xwe bigihîn her derdorekê.

Em wek ciwan dixwazin saziyên pêwendîdar yên Ewrûpayê bi berpirsyarî tevbigerin û li dijî vê tecrîtê hîn zelal tevbigerin, helwestek rast raber bikin.    

‘Em ê nebêjin bes e!’

Asli Keskîn: Li ser Rêberê me tecrîtek giran didin meşandin! Em vê pêkanînê tu caran napejirînin û ji bo şikandina vê tecrîtê jî wek ciwan çi bikeve ser milê me, em ê bikin. Ji bo wê jî beriya her tiştekê hewce bi xwe komkirin û rêxistinkirina ciwanan heye. Ji bo ku li dijî tecrîtê dengê xwe bilind bike, hewceyî bi vê yekê heye. Ji ber ku em çiqas bikaribin xwedî li kurdbûn û çanda xwe derkevin, em ê ewqas bikaribin li dijî pêkanînên fasîst ku îro di şexsê Rêberê me de gelek xistiye nav tecrîtê, rizgar bibin.

Em Kurd ev 40 sal in têdikoşin, têkoşîna hebûnê didin. Em ne qedîn û em ê neqedin jî. Em ê her tim di nav têkoşînê de bin. Bi taybetî jî em ciwanên Kurd, em ê tu caran bes nekin. Her kesa/ê ku dibê ez Kurd im, xwe Kurd hîs dike, hewceye têbikoşe û bi vê berpirsyariyê nêz bibe.