‘Komployên dîrokî pêşketinan nasekinînin, bilez dikin’

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
448 views

9’ê Cotmeha 1998’an di encama komployek navnetewî de Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket  Ewrûpayê. Pêvajoya ku rê li ber vê vekir, dûr û dirêje. Di 20 saliya vê komployê de êdî herkes zelaltir dizane ku komplogeran xwestin ‘bendekê’ ji pêşiya xwe rakin. Ew bend û astengiya li pêşiya pîlanên wan rêber Ocalan bû. Ev komploger ew hêzên hegemon yên weke Ingilistan û Emerîkayê ne ku derbarê Rojhilata Navîn de xwedî pîlanên 200 salî ne. Van hêzan rêber Ocalan li pêşiya pêkhatina van pîlanan asteng dîtin û bi hevkariya hêzên herêmî xwestin vê ‘astengê’ ji holê rakin.

Bê gûman ev tespîta hegemonan rast bû. Rêber Ocalan di pêşengiya PKK’ê de salên 1970’yan tevgerek dîrokî dest pê kir. Ev tevger bi gewde bû, bû hêzek civakî a mezin. Di nava demê de, di serî de bi pêşengiya îdeolojîk, bi hêza civakî, siyasî û leşlerî vê hêzê bandor li hevsengiyên li herêmê kir. Ev bandor elbet bi gelê Kurd tenê bi sînor nema û dînamîkên li herêmê jî xistin tevgerê. Ji ber statuya Kurdistanê her gava tevgerê bandor li polîtîkayên Iraq, Tirkiye, Îran û Sûrî kir. Vê jî hişt hevsengiyên li herêmê biguherin û cih ji dînamîkên cûda re vebe. Ji vê jî giringtir sekin û helwesta rêber Ocalan a tekoşînê ferqek pir cîddî çêdikir. Bi taybet di warê rêbazê de tevgera Apoyî ne wek yên beriya xwe bû. Ji pirsgirêkên kûr û kor yên herêmî re nêrîna rêbertiya vê tevgerê ev ferq çêdikir. Ne neteweperestî, ne dînperestî, ne cinsiyetperestî û ne jî zanîstperestî di rêbazên tekoşîna rêber Ocalan de tinebûn. Li dijî van girêkorkan lêgera civaka demokratîk weke çareserî xwe dida pêş. Esas ya ku li hesabên hegemonan nedihat ev nêrîn bû.

Ingilistan, Emerîka û hêzên din yên statukoparêz hesabên xwe yên dîrokî bi taybet li ser nakokiyên dînî û neteweperest kiribûn. Li gorî vê eqlê Ingilîz beriya 200 salî polîtîkaya ‘perçe bike, rêve bibe’ li herêmê xistibû meriyetê. Bi sed salan bi vê polîtîkayê gel bera hev dan, ol û mezhep bera hev dan û herêm kirin meydana şer. Lê rêber Ocalan rêbazê têkoşînê ku dihêle ev polîtîka pûç bibin pêşxistin. Ji bo dijminahiya Ocalan ji vê sedemê bihêztir ma çi diviya? Lewma giring bû Ocalan ‘ji holê rakin’.

Ji ber vê bi tevlîbûna hêzên herêmî û cîhanî komployek navnetewî li dijî rêber Ocalan bi rêket. Di vê komployê de hêzên dijber yên xwedî nakokiyên dîrokî di heman eniyê de gihan hev. Ji pergala modernîteya kapîtalîst her hêza hegemon an jî statukoparêz, Ocalan ji xwe re weke gef didît. Lewma dijberî hev jî bin, di eniya dijberî Ocalan de gihabûn hev. Lê esas hêza sereke a ev komplo organîze kiribû, bi gotina Ocalan ‘gladyoya NATO’yê’ bû. Vî baskê şerxwaz bi dengê fermandarê Tirk yê demê Atîlla Ateş li ser sînorê Sûrî bi gefan xwe anîbû ziman.

Di encam de ji bo pêşî li vî şerî bigire û rêyek nû veke 9’ê Cotmehê rêber Ocalan berê xwe ji Sûrî da Atînayê. Bi vî rengî rêwîtiya dijwar a Ewrûpayê dest pê kir. Atîna, Roma, Moskova û welatên din…Lê Rêber Ocalan li ti welatî cih nedît, hema bêjin her qad jê re hatibû girtin. Ji bilî sê rêyên ku ferz dikirin; xwe bikuje, xwe bide kuştin, an jî teslîm bibe. Ji Atîna heya Nairobî ji bilî van ti rê nehiştin.  Pêvajoya dijwar a 9’ê Cotmehê dest pê kirî, bi vî awayî di 15’ê Sibatê de bi dîlgirtin û  radestkirina Tirkiyê a Ocalan bi encam bû.

Komplo pêk hatibû, lê negihabû encamê. Êdî ji bo bigehe encamê diviyabû xwe bi sazî û pergal bike. Lewma pergala Îmraliyê hat sazkirin. Fikra pergalê a Ingilistanê bû. Tirkiye ev fikir pêk anî. Amerîka li pişt vê pergalê sekinî û YE jî ew kontrol kir. Bi vî Awayî rastiya rejîma Îmraliyê ya îşkence û îzolasyonê derket holê.

Bi pêkhatina komployê di kesayeta Rêber Ocalan da rejîma qirkirinê a li dijî gelê Kurd giha qonaxa herî krîtîk. Di vir de a ku dahatûyê diyar bike, elbet helwesta Rêber Ocalan a li dijî komployê bû. Bi qasî komplo bi armancek dîrokî pêk hatibû, pûçkirina wê jî helwestek dîrokî û felsefîk ferz dikir. Rêber Ocalan hîn di gava pêşî de helwesta berxwedanê raber kiribû. Lê ne bi rêbaza ‘xwe bikuje, bide kuştin û teslîm bibe’. Bi têgehiştinek dîrokî rêber Ocalan karî li pêşiya şerek sedsalan bigire.

Bi vê jî nema, li dijî pergala qirkirinê ya di rejîma Îmraliyê de gihayî lutkeyê, bi nivîsîna parastinên xwe manîfestoya neweta demokratîk derxist holê . Ocalan Îmralî veguherand qada berxwedan û hilberîna fikir, felsefe û sekna li li dijî pergalê. Ji her demê bihêztir û mezintir bû rastiya Ocalan. Ji bo pênaseya vê rewşê rêber Ocalan di parêznameyên xwe de vê tespîtê dike ‘Komployên dîrokî pêşketinan nasekinînin, bilez dikin’. Komploya 9’ê Cotmehê jî wiha bû. Li şûna bibe dawî bû destpêkek bihêz û dîrokî. Bi rêze parastinên ku nivîsî, rêber Ocalan bi rêbazên nû yên tekoşînê, bi sîstematîkek bihêz û vegotinek bêhemba xwest dinyaya zihnî ya civaka Kurdistan û tevgera PKK’ê veguherîne. Ew derfet afirand ku PKK’ê  û civaka Kurd ji pirsgirêkên kor û dubareyên dirizînin rizgar bibe. Asoyek firehtir da PKK û civaka Kurdistanê. Mîsyona ku ji destpêkê de dixwest bi vê guhertinê li civaka Kurd û tevgera wê ya azadiyê jinû ve bar kir. Ji herêmî ber bi gerdûnî ve bi pergala Modernîteya Demokratîk xwe ji nû ve rêxist. PKK ji nû ve pênase kir. Ji pirsgirêkên civakî, heya aboriyê, ji zarok heya jinan, ji ciwanan heya kal û pîran, ji hawirdor heya fezayê, ji felsefeyê heya zanîstê di her warî de vîzyonek nû, kûr û fireh da pêş me. Ev guherîn û veguherîn serkeftina herî mezin a rêber Ocalan bû. Li dijî pergala Îmraliyê bi seknek dîrokî komplo hatibû pûçkirin.

Qonaxa ku Ocalan weke zayîna sêyem pênase kir, wiha dest pê kir. Dinava 20 salan de elbet komploger daîm di dewrê de bûn. Her carê bi rê û rêbazên cuda xwestin komployê nûjen bikin. Carnan di van hewldanan de gavên krîtîk jî avêtin. Nimûne jehirkirina Ocalan, êrişên fîzîkî û îşkenceya hucreyê weke encama van hewldanan ket rojevê. Lê belê sekna Ocalan, helwesta wî ya felsefîk û siyasî nehişt komplo xwe jinûve bihûne.

Bêgûman e ku komploger her dixwazin komployê weke pergalekê, nimûne ‘Pergala Îmraliyê’ mayînde bikin. Elbet ev jî bi tecrîd û îzolasyona berbelav xwe dide der. Di salên dawî de lewma tecrîd û îşkence weke rejîmekê bi Îmraliyê re bi sînor nema û belavî hemû Tirkiye û herêmê kirin. Li dijî vê, ji bo gihiştina Rêbertiyê bi caran pêngavên civakî û siyasî hatin destpêkirin. Hin ji van hîn dewam dikin. Lê di vî astî de, êdî ya bê kirin di asta navnetewî de pûçkirina komploya navnetewî ye. Lewma giringe, platformek an jî platformên navnetewî yên ‘ji Ocalan re Azadî’ bi lez organîze bibin. Li Ingilistanê sendîkaya herî mezin a karkeran ku bi milyonan endamên wê hene TUC, di kongreya xwe ya 2019’an a meha Îlonê de bi awayeke eşkere daxwaza azadiya Ocalan kir. Atmosferek tijî hêvî û kelecan çêkir. A ku komployê weke pergal têk bibe, di asta herêmî û cîhanî de bilindkirina kampanyayên wiha û azadiya Rêber Ocalan e.