Yekemîn fermandar û pêşenga têkoşîna jin: Mîhrîban SARAN

- Lîlyan ÇIYA
686 views

Azîme, bi nasnav Mîhrîban Saran di sala 1957’an de, li navçeya Muşê Gimgimê tê dinyayê. Li Muş ê, di salên 80’î de dema ku mamostetiyê dike, nasîna wê a bi tevgera azadiyê re çêdibe. Jixwe ev sal bi taybetî di nav ciwanan de salên pirr bi tevger bûn ku hestên şoreşgerî di asta herî jor de dihat jiyan kirin. Azîme wek yekemîn jina ku derbasî çiyayên Kurdistanê dibe û her wiha wek yekemîn fermandara jin tê nasîn. Wê li qada Botanê destanek mezin a ji têkoşîn, vînek ji pola û wêrektiyê da nivîsîn. Cahîde Goyî wiha qala têkoşîna yekemîn fermandara jin Mîhrîban Saran ango Azîmeya mezin  dike:

‘Botan bi nav û sekna wê dihejiya’

“Dema ku min cara ewil heval Ezîme dît, ez zarok bûm. Jixwe wê demê nû qala komek ji ciwanên Kurd ku ji bo Kurd û Kurdistanê dest bi têkoşînê kiribûn, dikirin. Hin kes ji vê komê ku di nav wan de jin jî hebûn hatin gundê me. Ew jin jî heval Azîme bû; pêre jinek din jî hebû ku navê wê Ferîde bû. Jixwe ew sal jî salên pirr bi zehmet bûn; ez ne şaşbim sala 88’an bû, li herêma Botanê herkesê qala vê komê dikir, ji ber ku ferqek vê komê bi hemû komên din ên ji bo kurdayetiyê heya wê rojê rabibûn hebû. Ev jî hebûna jinên şoreşger bû! Herkesê behsa vê komê, heybet û sekta vê jinê dikir. Heval Ezîme di demeke kin de bi wê sekna xwe bandorek mezin li ser gelê herêma Botanê da çêkirin. Rojekê hatin zozanên me û hemû zilam, jin û ciwan komkirin û ji wan re qala armanca xwe, rewşa Kurdistan û têkoşîna rizgariyê kirin. Ş. Aslan axaftinek kir, lê çavê herkesekê li ser heval Ezîme bû, ew sekna wê a xwe bawer, bi wêrek!..”

Cahîde Goyî balê dikşîne ser sekna wê a leşkerî, heskirin û dilnizmiya wê  û wiha pêde diçe: “Dema ku ez beştarê nav tevgerê bûm jî yekem çûm cem heval Ezîme û ew yekemîn fermandara min bû. Ew bi navê Ezîmeya dirêj dihat nasîn. Heval Ezîme anîna ziman û pênase kirin birastî jî pirr zehmet e. Lê bi çend peyvan be jî dikarim wiha bêjim; ew bi hevalbendî û heskirina xwe dihat nasîn. Dikarî bi herkesekê re heval be, fêm dikir û dida fêmkirin. Xwedî heybet bû, dema diket nav kom û cihekê, herkesekê yekser hebûna wê ferq dikir. Bi hebûn û sekna xwe a bi bawer herkes bandor dikir. Bi qasî ku cidî, ewçend jî bidisîplîn bû. Bê ku ferq û cûdahiyê bizanibe dikarî herkesekê hez bike. Heskirina wê a ji mirovan re cihê bû! Heval Ezîme xwedî seknek leşkerî bû. Ew birastî jî fermandarek bû! Ew yek ji wan jinan bû ku kesayeta xwe avakiribû, bi hêz bû û derdora xwe, kesên li cem xwe jî bihêz dikir.   

‘Ew kesayetek bêqisûr bû’

Goyî li ser nêzikatiya Ezîmeya mazin û bandora wê ya li ser mirovan disekine û wiha dibêje: “Bêguman li herêmek wek Botanê ku feodal û hîn bandora eşîrê lê bi hêz bû, tevlîbûna jinan tiştek ne ewçend hêsan bû. Û li gundê me jî em komek jin ku hemû ji heman malbatê bûn tevlî bûn. Helbet bandora heval Ezîme a li ser me zêde bû, her wiha nêzikatiya wê a qezenç kirina mirov bê qisûr bû. Bi her yek ji me re cûda eleqedar dibû; dikarî bi saetan bi te re mijûl bibe û ji tevgerê te bigire, heya axaftin û xwe kirin, ji pûrê te bigire heya nêzikatiyên te, bi her tişteke me re ji nêz de eleqedar dibû, em perwerde dikirin. Hemû kêm û kurtiyên di kesayetê me de xwe dida der tespît dikir û bê ku kesayet bêşîne, bi dilnizmî û bi sebr nêz dibû û di guhertina kesayeta me de, bi me re dibû alîkar.

Heya sala 1991’ê em bihev re bûn. Jixwe heya wê demê şert û mercên jiyanî, leşkerî zehmet bûn, em wek tîm an jî taxim li ser hêzên giştî belav dibûn. Lê di her şert û mercî de a ku em birêve dibirin jî heval Ezîme bû. Dema ku heval Ezîme li cem me bû, me xwe bi hêz hîs dikir. Ji ber ku wê hêz dida me, me fêrî çanda berxwedanê dikir û dihêla ku em wek jin xwe bawer tevbigerin. Di wan şert û mercên salên bi zahmet de, derfet diafirand û carnan di bin tehtekê, an jî darekê de me kom dikir û perwerde dida. Girîngî bi perwerdeya jinê dida û ji bo wê jî di mijarên cihê de perwerde dida me. Ew rêhevalê hevalan bû. Ev hevaltiya xwe jî bi me dida hîskirin. Ji bo wê, pêdiviya hevalên xwe baş tespît dikir û wisa nêz dibû.”

Goyî axaftina xwe wiha didomîne: “Ew pêşeng bû, pêşengek bi hêz a tevgera jin. Hevalên jin û mêr, herkesekê ew pêşeng didît, ew fermandarê xwe didîtin. Pratîk û gotina wê yek bû. Tişta digot teqez di pêkanîna wê de jî pêşengtî dikir. Dema ew kar dikir jî hemû hevalên cem xwe jî dixist tevgerê. Li cihê ku heval Ezîme hebûya xweşî, sihbet, keyxweşî û rêhevaltî hebû. Dema ew li cem te bû, te dizanî pişta te qehîme. Ji ber ku ew bawerî û piştevan bû ji bo rêhevalên xwe. Di ber hevalên xwe de ket dida, ji bo wê jî bi xwezayî her hevalê ku ew didît, yek ser xwe komê ser hev dikir û bi rêzdarî nêz dibû. Dîsîplîna heval Ezîme bandor li derdora wê jî dikir.”

Artêşbûna jinê pêvajoyek nû bû

Cahîde Goyî qala salên 90’î û şûnde, her wiha pêvajoya artêşbûna jinê û keda Ezîmeya mezin a di vê xebatê de dike û wiha didomîne: “Di sala 93’an de amadekariyên ji bo artêşbûna jinê destpêkiribûn, em hevalên jin hemû nêzî hev kom bibûn. Bi perspektîf û nêzikatiya xwe ya rêxistinî ji me re pêşengtî dikir. Jixwe dema ku me artêşbûna jinê bihîst, her yek ji me cûda kelecan jiyan kir. Ji ber ku ev pêngavek nû bû, ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê jî wek ezmûn bû. Ji bo wê jî di pêşengtiya heval Ezîme wan de amadekariyek her alî dihat meşandin. Artêşbûna jinê hêza baweriyê a jinê bi xwe bû. Bêguman ev yek wisa hêsan nebû, ji ber ku nêzikatiyên zilam ên paşverû jî xwe dida ferzkirin. Jixwe wê demê heval Ezîme fermandara yekîneyek li Garisa, Herekolê bû. Yek ji herêma herê bi zehmet de fermandarî dikir.

Heval Ezîme demek kin piştî artêşbûna jinê di 9 Cotmeha sala 1994’an, li Herekolê şehîd ket. Dawiya sala 94’an de ez birîndar bûm. Xebera şehadeta heval Ezîme herkesê bihîstibû û bandorek xwe a mezin li ser hevalan dabû çêkirin. Pejirandina şehadeya heval Ezîme ji bo her yek me pirr zehmet bû. Helbet her şehadetek dîrokekê li pey xwe dihêle. Şehadeta heval Ezîme jî di pey xwe de dîrok û jiyanek dagirtî hîşt. Jiyana jinek şoreşger ku bi heskirin, berxwedan, vîn û seknek bi xwe bawer dagirtî bû. Ji ber ku her dem û çaxekê pêşengek xwe daye, sala 94’an jî pêşengek jin a wek Ezîme me da. Ev di serî de ji bo tevgera jin, ji bo tevahiya hevalan bûyerek giran bû. Ev ji bo têkoşînê windahiyek mezin bû. Ew ne tenê di hêla bîrdozî de, di heman demê de ji hêla fêmkirin û analîzkirina taktîkên dijmin û şer de jî xwedî zanist û agahî bû. Tê bîra min di pevçûnên salên 90 û 91’ê de heval Ezîme pêşengtî kir. A ku di şer de textîk û plan diyardikir, li gor wê jî sîperdigirt, heval Ezîme bi xwe bû. Ew biqasî ku di jiyanê de bi rola xwe ya pêşengtiyê radibû, ewçend jî di şer de bi vê erkê tevdigerî.”

‘Tu caran ji rêgezên xwe tavîz nedida’

Cahîde Goyî di berdewamiya axaftina xwe de îşare bi nêzikatî û israra wê a di rêgezên azadiyê de dike û wiha qala wan rojan dike: “Rihê heval Ezîme, rihek cûda bû. Ev rih pirek ji heskirina di navbera rêhevaltiyê bû. Mînak ez zaroka gunda bûm, dibe min pirr tişt jî nedizanî, jixwe xwendin û nivîsîna min jî nîn bû, lê ew bi sebr nêzî me dibû û em fêrî hertiştekê dikirin. Ya ku ez fêrî xwendin û nivîsînê kirim jî ew bû. Em li ser mijarên wek rêgezên azadiyê, rêgezên têkoşîna azadiya jinê, xwe birêxistinkirina jin û taktîkên şer perwerde dikir. Gelek ji me ciwan bûn û fêmkirina vê yekê jî ewçend asan nîn bû, ji ber vê jî bi ziman û xîtabekê ku em fêm bikin, tanî ziman. Ji bo em wate bidin, kesayetên xwe avabikin û fêm bikin, weke kesekê ku ji zarokekê bide fêm kirin, bi zimanek wisa sade bi me dida fêm kirin. Tişta ku ew ji herkesekê cihê dikir jî ev nêzikatiyên wê bûn. Tiştek ku di jiyanê de, di te de rê li dudilî yê vebike, nedihîşt. Tu caran nedigot ku karê min heye, di her şert û mercê de derfet diafirand û em perwerde dikirin. Dema nêzikatiyek me ne cî û di rêbazên me de şaşî derdiket, hişk, yan jî bi acizî nêz nedibû. Bi awayekê ku em herê baş fêm bikin tanî ziman, yan jî bi şêweyekê ku em fêm bikin, bi me dida hîskirin. Bê ku bibêje bi me dida hîs kirin ka em di têkoşînek çawa û çendîn giran de derbaz dibin.   

Di wan salan de me pêvajoyek giran a tesfiyê jiyan kir. Lê di rewşeke wisa de jî xwedî sekn bû û tu caran ji rêgezên xwe tavîz nedida. Sekna wê a li dijî van xwe ferzkirinan zelal bû. Rêgezên têkoşînê, nêzikatiyên ku hewceye bên raberkirin pirr eşkere dida hîskirin. Piştî sala 1993’an dîsa vegera wê a Botanê hat çêkirin. Ew dîsan wek her car û bi heman bîr û baweriyê dimeşiya, dida meşandin. Di wan salan de dijmin li qada Botanê bi awayek topyekun êrîş dikir. Operasyonên berfireh dihatin lidarxistin û bi vê re jî têkbirin dihat esas girtin. Helbet di pêvajoyek wiha giran de şehadeta heval Ezîme û gelek hevalên din ji bo têkoşînê giran bû.”

Rihek ku fêmdikir, hîs dikir û hezdikir

Goyî balê dikşîne ser girêdana jin û axê û wiha pêde diçe: “Ligor min girêdanek cûda di navbera jin û axê de heye. Girêdanek ku birastî jî pênaseya wê pirr zehmet e. Jin û ax, jin û welat! Têkiliya jinê bi van her du yan re gelek cihê ye. Têkiliyeke ku bi wateyê barkirî ye. Têkiliya heval Ezîme bi ax û welat jî tişteke wiha bû. Nêzîkatiya wê a ji xweza û hîskirina wê, wate dayîna wê kûr bû. Nêzîkatiyek ku bi wateyê barkirî bû! Ji xwe me girêdaneke xwe a kûr bi xwezayê dida çêkirin. Bi qasî girêdaneke kûr a bi xweza û çiya re, ewçend jî hîskirin û wate hebû!”

Cahîde Goyî bi bîranînek xwe a bi Ezîma mezin re dawî li axaftina xwe tîne: “Girê Tehtereşê hebû. Girek asê û zehmet bû! Ji ber ku ez pirr westiya bûm, ez dema giham cihê xwe rûniştim û min yekser dest bi giriyê kir. Du roj ez wisa mam û dovre heval Ezîme hin hevalên ku min nasdikirin şandin cem min… Kê dihat cem min nedikarî min qanî bike, ji bo wê jî piştî çend rojan heval Ezîme bi xwe hat!…Bi sebir nêz dibû. Ez bawerim nêzî rojekê bi min re mijûl bû û ji min pirsî, “te bîra diya xwe, an jî malê kiriye?”, min jî jê re got na! Caredin li min zivirî û got; “başe, wê demê tu ji bo çi giriyayî?” Ji ber ku ez pirr westiyabûm, min jê re got eznikarim! Li ser vê gotina min qet şaş nema, rûnişt û bi saetan bi min re axivî. Li min mêzekir û got; ‘ma nayê bîrate, di destpêkê de em li ser hemû zehmetiyan axivîbûn û tu jî wisa tevlî bibû.’ Min jî jê re got rast e. “Wê demê ev yek çima!” Bêguman di her şert û mercê de wiha bi dilnizmî nêz dibû, heya te qanî nekiriba, dest ji te bernedida.

Tê bîra min wê demê hevalek di avê de çûbû û ji bo ku vê hevalê rizgar bikin ka çawa bi dehan hevalî xwe li pey de avêtibûn avê… Ev bûyer li pêş çavên me rû da û yek ji wan bûyeran bû ku wê tesîr li tevahiya jiyana min bikira. Ev tiştek bû ku heya wê demê min li ciheke din nedîtibû, ev rih tenê li gel wan rêhevalan hebû.”