Têkoşîna sê jinên dengbêj

Meryem Xan, Elmas Xan û Nesrîn Şêrwan  

- Zeyneb Şirnex
204 views
Ji destpêka sedsala 20. û pê de li Kurdistanê têkoşîna jinê êdî bi rê û rêbazên cuda weke stêrka qurix derket ser dikê. Di hêla wêjeyê de kesayetên mîna Rihan Xanima Loristanî, Dayê Tewrêza Hewramanî, Lîza Xanim, Celale Xanima Loristanî, Mestore Kurdistanî û gelek jinên din çiraya  wêjeya kurdî geş kirin.

Di hêla siyaset û pêşengiya êl û eşîran de  kesên weke Fatêreş, Zarîfe, Rindêxan û bi sedan kesayetên mîna Sarayan ji bo gel û civaka xwe bûne meşale û ronahî. Herwiha di hêla çekdarî û şervaniyê de kesayetên weke Bêrîtan, Avesta û Arînan pêşengiya berxwedan û azadiya jinê bi canê xwe temsîl kirin. Berî sed salan Leyla Bedirxan weke jinek kurd balerîntî kiriye û bûye sembola serdema xwe. Ya mijara me li ser ango di hêla mûzîkê de jî jina kurd bi wêrekî û zanatî hunera xwe bi teşiya êş û janê ristiye. Dema kesayetên weke Gula File ku berî niha 200 salan di civat û dîwanan de li gorî dîrok û berxwedana jina kurd nûnertiya çand û hunera kurdî yanî dengbêjî  dikir, di cîhanê de kêm jinan dikarî bi karê mûzîkê re mijûl bibin. Wekî din piştî Gula File nêzî sed salan Fatma Îsa, Meryem Xan, Elmas Xan, Nesrîn Şêrwan, Sûsika Simo, Ayşe Şan, Îrem Xanim û bi dehan jinên din ji bo parastin, pêşvebirin û jiyandina dengbêjiya kurdî bedelên giran dane, heta bi berdêla canê xwe jî dev ji dengbêjî û çanda kurdî  bernedane û heta roja dawî ya temenê xwe ev karê pîroz domandine.

Sê stêr li asîmanê Botanê geş bûn

Heke em werin ser mijara xwe yanî em li ser hersê jinên dengbêj binivîsin, em dikarin bêjin sê stêrên li asîmanê Botanê çirisîn li hember asîmîlasyon, çandkujî û paşverûtiyê bûn parêzvan û mertal. Hersê jin jî li Botanê ji dayîk bûne. Herwiha hersêyan jî dil dane dengbêjiyê. Astengî û pêkutiyên civakî, aborî, siyasî û olî nixira van jinên berxwedêr girtiye û jiyan li wan teng û tarî kiriye. Bo nimûne Meryem Xan û Nesrîn Şêrwan di temenê wan ê biçûk de bêyî dilê wan hatine zewicandin. Mixabin û sed mixabin dengbêjiya van herdu jinan ji hêla malbat û hevserê wan ve hatiye astengkirin û ji hêla fizîkî û ruhî gelek êşkence li wan hatiye kirin. Herwiha ev herdu jin ji ber zilm û zordariya hevserên xwe neçar mane ku ji gund û bajarê xwe koç bikin û derbasî Başûrê Kursdistanê bibin. Piştî gelek hejarî û nexweşiyan xwe digihînin Elmas Xanê û ji nû ve dest bi dengbêjî û tomarkirina stranan dikin.

Elmas Xan li Bexdayê distire

Elmas Xan yek ji wan jinên dengbêj e ku li Botanê ji dayîk bûye (1894). Malbata wê ji ber komkujiya dewleta tirk ya li ser mesîhiyan ku bi kotekî rizgar bûne, berê xwe dide bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê. Elmas Xan piştî gelek zehmetiyan ji Zaxo diçe Mûsilê û li wir bi serbazekî ingilîz re dizewice. Keçeke wan çêdibe û piştre karê hevserê wê li Iraqê diqede û divê biçin Brîtanyayê. Lê çiqas hevserê wê lavan dike jî Elmas Xan bi hevserê xwe re naçe Brîtanya. Ji ber girêdana çand û axa xwe dev ji hevserê xwe berdide. Piştî hevserê wê diçe ew jî berê xwe dide Bexdayê. Bi kesekî ereb re dizewice. Ji wê rojê û şûnde mala xwe ji dengbêjên kurd re vedike. Ew di serî de Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, M.Arif Cizîrî û ji gelek dengbêjên din re pêşengiyê dike. Herwiha Elmas Xan û Meryem Xan bi hevre di radyoya Bexdayê de dest bi kar dikin. Elmas Xan karê bêjeriyê dike û Meryem Xan jî wekî dengbêej dixebite.
Elmas Xan, taybetmendiyên herêma Botanê û herêma Behdînan di nava hev de straye û şêwazekî xweserî xwe ku bi her awayî bêhn û tama dengbêjiya Botanê jê tê afirandiye. Dema mirov dengê wê guhdarî dike tezînek di laşê mirov de diçe. Bê nepixandin dengê Elmas Xanê weke sûlaveke zelal di guhê mirov de diherike.

Meryem Xan û Nesrîn xan

Meryem Xan, xwediyê dengek aza, folklorîk, zelal, sotîner û dilkêş e. Di stranên xwe de evîn, bêrîkirin, şer û xwezaya Kurdistanê bikar aniye. Yek ji jinên pêşî ên kurd e ku dengbêjî kiriye. Ew bûye sedema îlham û wêrektiya gelek jinên kurd ku dengbêjî û pêşengiyê bikin.
Nesrîn Şêrwanê (19289) bi piranî stranên foklorîk û gelêrî straye. Mijara stranên wê gelemperî wesfî ne, ango pesin û wesfê xwezaya welatê xwe dike mijar. Dengê wê nepeyda, cuda, cihê û nedîtî bû. Dema mirov dengê wê guhdarî dike, mirov diçe nava çîrok û dîroka bûyîna stranê û heman hestan dijî. Dengbêjê nemir Hesen Zîrek jî gotiye; dengê jinê yê herî xweş dengê Nesrîn Şêrwan e.
Ev hersê jinên berxwedêr û dengbêj bi sedan stranan tomar dikin û her yekê bi qasî 15-16 salan bênavber di radyoya Bexdayê, di pişka kurdî de xizmeta mûzîka kurdî ango dengbêjî kirine.
Weke encam; hem li Kurdistanê û hem jî bi taybetî li Botanê serhildana jinan ya li hember paşverûtî û serdestiya dewlet û mêrê desthilatparêz di kesayeta van hersê şêrejinan de xwe daye der. Herwiha ew bûne pêşeng û sembola parastina çand û hunera kurdî. Wan gelek ked û berhemên giranbiha afirandine û ji bo nifşên nû kirine diyarî. Ez/em jî weke jinên kurd bi şopnadina rêça wan gelek şanaz û bextewar in. Herwiha em wan bi rêz û minet bibîr tînin.