Yekitî û planên parçekirina Kurdan a 200 salên dawî

- Nîlufer Koç
286 views
Parçebûyîna Kurdistan bi taybetî û bi giştî ya welatên Rojhilata Navîn rastê rast giredayê metîngerî û dagirkerîya sîstema sermayedarî (kapîtalîzma) ya Ewrûpa û welatên Rojavayî ne. Di sedalên 19 û 20’an de wan hezan li Rojhilata Navîn û Kurdistan bingeha xwe ava kirin. Bi qasî 30 dewletên Ewrûpa û Rojava di nava 200 salên dawî de tevî bi hezaran kesên xwe yên pispor bi dehan konferans lidarxistin da ku erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn parvebikin. Van pisporan gund bi gund, bajar bi bajar, çem bi çem, çiya bi çiya, rê bi rê; di alîye civakî de jî aşîret bi aşîret, bawerî bi bawerî lekolîn kirin, lewaziyên wan dîtin û li dijî hev bikaranîn.

Heya dawiya sedsala 20’an bi konferansan plansazî ji bo parvekirina erdnîgarîya Kurdistan û Rojhilata Navîn pişti tekçûyîna Osmaniya ku dagir bikin çekirin. Hinek mînakên wan konferansan û hevpeymanan ev in: Hevpeymana Berlinê 13.07. 1878; Hevpeymana Sykes-Pîcot 16.05. 1916; Hevpeymana Erzincanê 08.12.1917; Mutarekeya Mondros 30-10-1918; Konferansa Parise 18.01.1919-21.01.1920; Konferansa San Remo 8-26 Nisan1920; Kongreya Sevr 10.08.1920; Kongreya Qahire 12-30 Adar1921; Konferansên Lozanê 1923-1924; Civîna Brûkselê 05.06.1926; Peymana Cezayîr 06.03.1975.

Rêber Apo pirsgirêka parçebûnê girêdayî sermayedariyê girt dest

Bînin berçavan ku di wan civînan de bi hezaran sîyasetmedar û îdeologên sîstema sermayedar cîh girtine. Ev rastî eger neyê femkirin, pirsgirêka parçebûyînê jî wê tenê weke pirsgirêka Kurdan bê femkirin. Carna di nêzîkbûna meseleya yekîtiya neteweyî de tenê weke ji ber Kurd paşketîne ev hatiye serê wan tê femkirin. Rebêr Apo ji ber ku pirsgirêk her tim girêdayî îdeolojîya desthilatdarî (kapîtalîzm) û dîrokê girt dest ew rastî zû dît û xwest peşiya we bigre. Bi taybetî piştî ku wan hezên 200 salin li ser me desthiladariya xwe ferz dikin bi têkçûyîna Sovyetê ketin nava krîzeke kur. Her çiqasî Emerîka bi şerê Korfezê xwe ferzkir jî edî gelek hêzên din derketin pêşberî wê û rikberî, pevçûnên desthiltdariyê dîsa ji bo parverkirina Rojhilata Navîn û Kurdistan destpekirin. Şerê Korfezê ya li Rojhilata Navîn çebû navenda wê Iraq û Başûrê Kurdistanê bû. Yanî Kurdistan dîsa kirin navenda şerê parçekirin ê şerê cîhanê ye III.

Kapîtalîzm parçe dike, Apogerî tîne gel hev

Rebêr Apo di wê qonaxê de ji bo Kurdan derfet dît û Kurd ji bo ku bibin hez hîşyar kir. Her wiha her car bal kişand ser pewîstiya bi hezbûyînê bi rêya avakirina îttîfaq û platformên ku sîyaseta yekîtiye peşdixin. Dizanîbû ku ji serûbinbûna heremê Kurd jî dikarin sûd werbigrin.  Lê pewîstî bi hezbûyîne hebû. Ew jî bi komkirina Kurdan di bin sîwanên sîyasî de mimkûn bû. Di sala 1992an de Meclisa Neteweyî ya Kurd (KUM), di sala 1995an jî ji ber ku li welat edî derfetên tekoşîna sîyasî nemabû Parlamentoya Kurd a Derveyî Welat (PKDW) da avakirin Di sala 1997-98 de pêşiyara nîqaşên derbarê Kongreya Neteweyî de kir. Di sala 1999 de jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) hatê avakirin. Di dîroka Kurdan de tu Rêber an jî hêzeke siyasî nîne ku ewqas mîna Rêber Apo girîngî dabe siyaseta yekîtiya Kurdan. Kapîtalîzm parçe dike, lê li beranberî wê Apogerî jî tîne gel hev. Hezên NATO stratejiya yekîtî ya Rebêr Apo zû femkirin û bi komploya 9’ê Cotmehê xwestin astengiyê derbixînin. Dema ku piştî Iraqê Sûriye di sala 2011’an de kete nava qeyranê Rebêr Apo israra xwe ji bo platformên Yekîtiya Neteweyî nîşan da. Di çerçoveya pêşniyara wî ya 4 konferansan de, yek li Amedê, yek li Enqerê û yek jî li Brûkselê 2013’an de pek hat. Konferansa 4’mîn jî piştî ku DAÎŞ’ê xwest Başûr û Rojava dagir bike di Tîrmeha 2013’an de li Hewlerê destpekir. Bi wan konferansan xwest Kurd bi Kurd û Kurd bi netewên din ên weke Tirk, Ermenî, Sûryanî, Ereb hwd. bi hev re reyên çareseriya hevbeş bibînin.

Dixwazin Başûrê Kurdistanê bi rêya PDK’ê têxin bin kontrola Tirkiyê

Lê mixabin hezên kûrevî û yên herêmî yên weke dewleta Tirk dîsa bi hevalbendî bi hemû lîstokan hewldan naqokiyên siyasî di navbera hezên Kurd de kûr bikin. Ji ber ku dewleta Tirk dostê wan yê NATO’yê ye, zedetir guh didin dewleta Tirk. Hewl didin PDK û dewleta Tirk bikin dost û berê wan bidin PKK’ê. Ji ber ku bi sîyaset, dîplomasî, civakî û îdeolojîk nikarin PKK’ê lewaz bikin, loma şerekî dijwar ê çekdarî dimeşînîn. Ji bo ku PDK weke alternatîf derxin pêş dixwazin YNK’ê jî parçe bikin û Başûr bi gihîştî bi reya PDK’ê têxin bin kontrola Tirkiyê. Hezên kûrevî bi giştî diwazin peşiya Kurdan bigrin da ku ew di serûbinbûna Rojhilata Navîn de lewaz bimînin û sûd wernegrin. Bi taybetî da ku stratejiya Kurdan weke demokrasî, azadiya jinan, pekve jiyana netew û baweriyan çenebe, bi her awayî şer dikin.

Xeta azadiya jinê û xeta koletiyê li hemberî hevin

Îro yek sedema girîng ya şerê li dijî Rebêr Apo û PKK’ê ew e ku hezên kûrevî û heremî yên îdeolojiya wan xwe dispêre baviksalariyê, îdeolojiya rizgariya jinê weke xeteriya li dijî îdeolojiya xwe dibînin. Jinên Kurd û siyaseta jinên Kurdistan gelek caran girîngiya azadiya xwe ji bo demokratîkkirina civakî ji bîr dikin û pirsgirêka azadiya jinê bi xwe ve sînordar dikin. Heger îro hezên kûrevî û herêmî yên weke Tirkiyê li gel PDK’ê li dijî PKK’ê şer dikin yek sedem jî meseleya azadiya jina ye. Ji ber ku bi beşdarbûyina jinan di siyaset, civak, hûner, ragihandin û hwd. de wêneyê Kurdistana nû derket hole. Bi şerê li dijî DAÎŞ’ê re jî ev rastî gihîşte asta cîhanê. Heger mirov bi zelalî bibêje, niha li herêmê 2 model li beranberî hevin. Yek modela Rebêr Apo/PKK, yek jî ya Talîban li Afganîstanê ye. Modela ku Rebêr Apo peş dixe azadiya jinan wek peşeng û kîlîta demokrasiya civakî dibîne. Ya Talîban jî li ser koletiya jinan xwe ava dike. Niha ji Emerîka bigre hemû Ewrûpa û dewleta Tirk Talîban weke hezeke meşrû peş dixin. Li Başûr jî hezek baviksalar weke PDK’ê peş dixin. Ji ber ve jî di avakirina siyaseta yekîtiyê de pewîste berî herkesî jin li Kurdistanê pêşî li wan bigrin.

Divê têkildarî Yekîtiya Neteweyî tenê zilam biryar nedin

Rebêr Apo ji ber azadiya jinan tê cezakirin û erişên dijî PKK’ê jî ji ber heman sedemê ne. Li aliyê din di Kurdistanê de nabê nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî tenê bi beşdariya mêran pek bên. Ji ber ku mêr gelek caran pragmatîst nêzik dibin û di bin navê siyasetê de bê pîvaniyê  peş dixin. Yanî ji bo ku ji sedî yekê qezenç bikin, hesasiyetên ji sedî 99 ên civakî nadin ber çavan. Li aliyê din heger civak ji sedî 50 jin û ji sedî 50 mêr be, wê demê çima tenê mêr li ser navê jinan têkildarî çerçoveya yekîtiya gelê kurd de biryarê bidin. Jin pêwîste vê rastiyê qebûl nekin. Di tevgera PKK’ê de ev pirsgirêk nebe jî mixabin di tevgerên din de ev pirsgirêk gelekî ciddî ye. Ji ber we jî pewîste tevgera azadiya jin a Kurdistanê platformên nîqaşên jinan ên derbarê yekîtiyê de çêbikin. Û rojek were kongreya jinan a Yekîtiya Neteweyî lidar bixe.