Bi daraza bûye alava siyasetê 1605 girtiyên nexweş nayên berdan

- Roza METÎNA
306 views
Rayedarên berpirsên binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê ne bi hêzgirtina ji raya giştî ya navneteweyî bersiva têkoşîna ji bo azadî û aştiyê bi şerê diajo didin. Şerekî sîstematîk ê tê meşandin jî dîlgirtina bê hiqûqî ya nivîskar, siyasetmedar, gelek kesên têkoşerên doza xwe ne û nexweşiyên wan ên giran hene.

Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê 604 jê giran bi tevahî 1605 girtiyên nexweş hene. Ev jî encama daraza bûye alava berjewendiyên şexsî û siyasetê ye. Daraza bûye alava berjewendiyên şexsî û siyasetê jî rê li pêşiya sepandinên kêfî yên li girtîgehan vedike. Mafê tendirustiyê, azadiya ramanê, azadiya takekesî, ewlehiyê, darizandina adîl, mafê meşandina xebatên siyasî jî bi vî rengî tên binpêkirin.

Îşkenceya fîzîkî û derûnî

Binpêkirina mafê tendirustiyê ya girtiyan di heman demê de tê wateya îşkenceya fîzîkî û derûnî jî. Malbatên girtiyên nexweş jî di bin bandora wan de dimînin û bi vê yekê re îşkence li wan jî tê kirin. Bi rakirina ewlehiya hiqûqê û tevgera dadgehên li gor geşedanên siyasî ev îşkence hîn zêde dibe. Mafên bingeha aştî û azadiyê yên ji girtiyan tên sitendin bi şewba koronayê re hîn zêde ji destên girtiyan hatin sitendin. Ev di heman demê de tê wateya sepandina tecrîdê jî. Li gor raporên Komeleya Civaka Sîvîl a di Sîstema Ceza Înfazê de (CÎSST) jî îşkenceyên fîzîkî û derûnî li girtiyan tên kirin. Bi van raporan jî tê famkirin ku li girtîgehan çiqasî rewşeke dijwar heye. Bi mijarê girêdayî em dikarin mînakeke din jî bidin. Girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dihat girtin li gor agahiyê malbata wî di roportaja ku herî dawî dabûn de agahî jê nedigirtin. Li gor agahiya malbatê da Abdulhalim Kirtay bi rêya hevdîtina bi telefonê wiha gotibû:”Li ser min zexteke mezin heye. Hûn dikarin agahiya mirina min jî bigirin!” Li dijî van pêkanînan têkoşîna girtiyên ji bo jiyaneke azad û bi rûmet encax bi piştevaniyeke xurt bigihêje encamê û mînakên bi vî rengî êdî dernekevin pêşberî me.

Raporên ATK’ê perçeyek ji lîstikên siyasî ye gelo?

Ji ber şerdên dijwar ên li girtîgehan bi sedan girtî nexweş dikevin. Bi vî rengî jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Hinek girtiyên bi nexweşiya pençeşêrê jî di axaftinên xwe de dianîn ziman ew li girtîgehê li erdê radiketin. Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo nexweşê giran ê 79 salî Mehmet Emîn Ozkan rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Hinek nexweş jî tevî nexweşxane rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dide wan jî lê belê ATK berovajî vê yekê rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne dide”. Ji aliyekî ve carna jî tevî ATK rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dide jî vê carê dozgerî bi îdiaya “Dikare gefan li ewlehiya civakê bixwe” nahêle girtiyên nexweş bên berdan. Ango bi her awayî astengiyan derdixin û girtiyên nexweş di nava çar dîwaran de terkî mirinê tên kirin. Li gor hinek daxuyaniyên tên dayin jî tê gotin gelek caran ji bo cinayetên jinên ji aliyê rayedaran ve hatine qetilkirin bên sernixûmandin raporên ATK’ê tên amadekirin. Dema mirov bi van mînakan re rûbirû dimîne wê demê ev pirs tê bîra mirovan; Raporên ATK’ê perçeyek ji lîstikên siyasî ye gelo?

Kujer tên berdan lê nexweşên siyasî terkî mirinê tên kirin

Di çarçoveya tedbîrên ji bo pandemiyê de bi zagona înfazê gelek girtiyên tundî pêk anîbûn, karê hişbirê dikirin û gelek sûcên din kiribûn serbest hatibûn berdan, lê belê nivîskar, helbestkar, parêzvanên mafên mirovan, parêzer, rojnameger, siyasetmedar û gelek girtiyên nexweş nehatibûn berdan. Li gel vê yekê malbata nivîskar Şemsettin Ozer ê 53 salî û bi nexweşiya pençeşêrê ragihandibûn ku bi hinceta pandemiyê mehekê di hûcreyê de maye û nayê tehliyekirin. Lê belê mêrekî di çarçoveya pandemiyê de bi şerd hat tehliyekirin li Îzmîrê pitika xwe ya yek û nîv salî û jina pê re zewicî bi maddeya şewatok birîndar kir. Ev kes berê ji ber hişbirê sabiqaya wî hebû lê dîsa jî hat berdan. Kesên kujer û tundiyê li jinê dikin bi hinceta pandemiya ku ew jî ji bo berjewendiyên siyasî hat bikaranîn, hatin berdan lê belê girtiyên siyasî yên bi nexweşiya giran nayên tehliyekirin û terkî mirinê tên kirin. Her wiha îro gelek dayikên ku bi pitikên xwe re di girtîgehan de ne jî nayên berdan.

Darez bûye alava siyasetê

Zext û binpêkirina mafên li girtîgehan, dîlgirtina girtiyên bi nexweşiyên giran yek ji lîstikên polîtîkayên çavtirsandin û têkbirinê ye. Bi derûniyeke zexm û hevpar encax serî bi van lîstikan re bên derxistin. Neyarên bi salan e bi polîtîkayên qirêj dixwazin kurdan ji hev dûr bixin êrişî her qadên ku veguherîne serhildanê dikin. Girtîgeh yek ji qadên serhildanê ne û bi êrişên mezin, sîstematîk tê xwestin ev qada serhildanê têk biçe. Bi taybet jî vê yekê dixwazin bi dareza bûye alava siyasetê pêk bînin. Bi sedan sal derbas bibe jî taktîk û sepandinên ji bo têkbirina kurdan û êrişên li dijî destkeftiyên kurdan ew ê neqedin û neguherin. Loma jî divê kurd hêz û tecrubeya xwe, ji dîrok û rabirdûya xwe bigirin, bikaribin dersekê ji êrişên tên kirin bigirin û têkoşeneke hevpar a dê bi hezaran salan bidome û wê her dem encamên baş bigirin bidin ber çavên xwe. Ji bo kurd bi tenê nemînin divê ji bo her pênc parçeyan her dem xwediyê têkiliyên xurt ên navxweyî bin û bi hev re rast bin. Ya ku dê kurdan rizgar bike ev e û parastina hêza hevpar a neteweyî ya bi zimanê dayikê ye. Her wiha divê kurd kesên ji vêya re dibe asteng êdî ferq bike û ji nava xwe bineqînin. Li dijî êrişên ramana jin dikarin xwe bi rê ve bibin, êrişên polîtîk, îdeolojîk û siyaseta zordest, yekperest ev hewce ye.