Di vê nivîsê de em ê li ser siyaseta Tirkiyê û rewşa HDP’ê bisekinin. Weke tê şopandin siyaseta Tirkiyê demeke dirêj e xetimiye. Her tişt di rewşa ‘sal bi sal xwezî bi parˋde ye. Pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî, leşkerî, diplomasî her diçe bêtir giran dibin. Ev rewş helbet bi rêşopandina hikûmeta AKP-MHP têkildar e. Lê xetimîna bingehîn ji pirsgirêka avahîsaziya dewletê derdikeve pêş.
Li Tirkiyê yekparêzî û pirrengî
Komara Tirkiyê li ser bermayiyên sedsala 19’an û di nav şert û mercên sedsala 20’an ava bû. Dinyaya di nav şerê cihanê ya yekemîn û duyemîn de, şêwe daye komara ku nû saz bûyî. Her çiqas weke komareke modern ava bûbe jî, ne li gora esasê demokrasiya civakî meşiya ye. Her dem dijmûnek hatiye afirandin. Bi tirs û xofa ˋdewlet dibin xeteriyê de ye’ civak hatiye desteser kirin, dorpêç kirin. Desthilatdariya bingehîn ango dewleta kûr ên li îktidarên rojane û siyaseta partiyan weke serfermandar sekiniye. Ji ber vê yekê, çiqas partî û siyaset hebin di bin siya wê darê de tevgeriyan e. Tirkiyê, welatekî pir netew e. Pir çandî û olî ye. Ev realite kevneşopiya demokrasiyê dike mecbûriyet. Lê belê fikir û bîrdoziya yekparêz vê neçarîtiyê weke xeteriyekê dibîne. Bermahiyên hişmendiya Îttîhat Terrakî yek netew, yek ziman, yek ol, yek mezhep weke nexşerêyekê li ber partiyên siyasî û desthilatdarên Tirkiyê tê danîn. Kes nikare ji wê rêye derkeve û xetê xwar bike. Yekser mohra xayîntiyê li wan dixin. Û carna jî serê wan tê de diçe.
Tirkiye neçare dendika netewperest bihelîne
Ji ber sedemên avahiya çewt, ji ber bişkoka di serî de şaş hatiye bişkokkirin siyaseta Tirkiyê di sedsala 21’an de êdî nameşe, îcar bi darê zorê xwe li ser linga dihêle. Ji hela din ve, di partiyên siyasî û hişmendiya siyaseta tirk de, çi çepgir çi muhafazakar an jî liberal, helwesta netewperestiyek ortadoks heye. Di xala demokrasiyê de, di pirsgirêka kurd de, di pirsgirêka kêmnetew an jî di binpêkirina mafê jinan de ev helwest xwe dide der. Kîjan partî li ser desthilatdariyê be, bi heman helwestê tevdigere. Ji rêgezên damezrandina komarê dûr nakevin. Bi înat li hemberî guherînên dinya nû û pewistiyên civakê yên li gora demê disekinin. Ango dendika pola naye helandin. Ev yek jî nakokî û paradokseke ecêb e. Civak û siyaset di vir de asê maye. Dinya ber bi zemanekî din ve diçe. Êdî wateya dewletê, netewê, demokrasiyê tê guhertin. Li cihanê pergaleke nû ava dibe. Tirkiye jî neçare xwe li gora wan guherînan nû bike. Dendika pola ya dijdemokratîk, netew û nijadperestiya cewherê komara Tirkiyê xwe pê ava kiriye divê bihele. Guherîna vê yekê di serî de dikeve ser mile hêzên demokratîk, çepgir û welatparêzên pêşengtiya civakê dikin.
Dijminatiya AKP/MHP’ê gihaştiye asta wahşetê
Helbet ji bo guhertinek bingehîn zîhnekî azad pewîste. Ev jî bi hişmendiyeke ku dînamîkên civaka serbixwe têxe meriyetê gengaz e. Lê mixabin ev ev pêdiviya jiyanî û valahiya siyasetê ji hêla eniya demokratîk, rewşenbîr û çepgirên Tirkiyê ve tu carî nehatiye dagirtin. AKP’ê ev valahî dagirt. AKP jî, qaşo ji bo guhertinek bingehîn, ji bo vesayeta li ser siyasetê rabe, ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bibe hat ser kar. Ji girseyan bi vî awayî deng stend. Lê di dawiya dawîn de dev ji demokrasiyê, ji pêşketin û guherînên esasî berdin, pergaleke faşîzan a ji berê xerabtir derket holê. Îro AKP-MHP li ser vê dendika pola û li ser cendekê dewletê siyaseta herî qirêj dimêşînin. Lê nexweşî û rizîbûna dewletê weke Corona, bi danûstendinê li laşê iktidarê belav dibe. Ji ber vê yekê Hikûmeta AKP-MHP her roj li xwe bêtir kêm dikin. Piştgiriya muteddeyînan bi xwe wenda dikin. Kurd, ji xwe ji zû ve bawerî û heviyên xwe, ji vê hikûmetê birîne. Hikûmeta deshilatdar jî, girseya kurd dane ber sînga xwe, çi zilm û zordarî hebin li wan rewa dibînin. Asta zordariyê gihîştiye asta wahşetê, asta dijmirovatiyê, asta dijminatiyek hovane. Li hember muxalîfên Tirkiyê jî heman tişt pêk tê. li hember jinan, li hember ciwanan. Hema kî bêje serê pozê sola we xwar e ew dibe dijminê hikûmeta AKP-MHP’ê. Êdî ew xwe bi xwe dibêjin ewqas jî nabe. Çerxa dewletê ji cih derketiye, îktidar encax bi zext û zore xwe bi rêve dibe. Tirkiye nema tê rêvebirin, encax tê îdare kirin. Kirasê komara yekane ya dijcivakî û hembercivakî ji her derê ve difitike.
Bi zanebûn HDP’ê tim di asta xweparastinê de dihêlin
Belê weke li jor jî me bilêv kir, di siyaseta Tirkiyê de guherînên bingehîn weke nan û avê lazim e. Lê ev guherîn wê çawa û bi kîjan siyasetê pêk were. HDP di siyaseta Tirkiyê de ne tenê weke partiyeke siyasî, weke tevgerekê, eniyeke demokratîk, weke hişmendiyeke nûjen li gorî dinyaya tê guherîn û weke fikriyateke çareseriya pirsgirêkên avahîsazbûna dewletê û pirsgirêka kurd derket holê. Ji ber wê yekê bû hêviya milyonan. Rewşa siyaseta rojane guherand, niqaşên esasî xiste rojeva Tirkiyê. Lewra jî êrîşên li ser HDP ev çend salin hatiye asta nedîtî. Ji ber sedemên êrîşên bê hiqûqî, bê sînor û hovane, ji bo vê helwdana gelê kurd cara yekemîne aliyên tevî gelê kurd rabûne û piştgiriya helwesta gelê kurd dikin hene. Desthilatdar jî dibînin ku ev helwest wê guherînên bingehîn di civakê de pek bîne. HDP lawaz tê hiştin. Di aliyêkî de tê terbiye kirin. Pî û baskên HDP tê şikandin. Bi zanebûn HDP her tim di asta xwe parastinê de tê hiştin. Li hember vê siyaseta kevneşopî û tundî pewiste HDP xwe bigihînê civakê. Xwe ji cembera siyaseta rojane û parazvanî xelas bike. Xeta siyaseta guherandina erka dewlata kevneşop û kolana hîmê siyaseta Azad ya civakî bernede. Ji bo vê, tifaqan xurt bike. Bi projên bingehîn pêşengtiya him civaka bê vîn mayî him jî partiyên di çenqela AKP-MHP daliqandî mayî bike. Zext û zora li ser HDP ne hêsa ne. Rast e. Lê ev tûndî di keseyeta HDP de li ser her hemû civakê û siyaseta demokratîk e. HDP ji bo ji vê kemaniyê derkeve pêwiste pêşengtiya berxwedaneke civakî bike. Rayedarên HDP di wan rojan de eşkere kirin ku wê bi nexşerêyekê û deklarasyonekê derkevin pêşberî civakê. Dema ku ev nivîs dihat nivîsîn hêj deklerasyon nehatibû eşkere kirin. Ev hewldanek pir hêja ye. Hêvîdarim deklerasyon bi bernameyeke demkurt, navîn û demdirêj bê hûnandin. Ji bo siyaseta di nav du lêvên îktîdarê û di nav peyamên Erdoğan û Bahçeli ku tenê gef û rik jê dibare xelas be, divê HDP bi partiyên siyasî û derdorên demokrat û bi girseya Tirkiyê re tekeve tekiliyeke berfireh. Xwe ji asta tenê muxalifbûnê derxîne.
Banga CHP dikare bi makezagoneke nû bê bersivandin
Peyamên CHP yê rojên dawîn girîngin. Lê CHP ji ber kirin û polîtîkayên xwe baweriyê nade gelê kurd û civaka Tirkiyê. Peyamên CHP mimkûne ku guherandina polîtîkayê ye. Mimkûne ji bo dema hilbijartinê cardin serê gelê kurd tevlîhev bike, tenê bi gotinê xweş bike. Lê dîsa dibêjim, çavê ne kor bin dibînin ku ev ker ji vî zinarî nema derbas dibe. Li ber HDP rol û ristek dîrokî heye. CHP jî tê de karê siyasetê veguherîne ser rêyeke nû. Dikare banga CHP’ê ji bo proseseke çareserkirina pirsgirêka kurd û veguherandina makezagonê bi nexşerêyekê bibersivîne. Beje Şam dûr e, Mişar va ye. HDP pewîste bi daxwazên gelê kurd yên bingehîn û dîrokî derkeve pêşberî civakê. Bi siyaseteke dûrbîn û bi plansazî, cesûr, bixwebawer û bi insiyatîf tevbigere. Bi çalakiyên dawin yê ‘Em HDP ne, li her derê ne’ me dît ku gelê kurd li Tirkiyê û Ewrûpa bi girseyî li gel HDP, li gel siyaseta demokratik û berxwedaneke bi rûmet in. Gelê kurd li hember her cûre zext û zorî, krîmînalîzekirinê jî peyamên xurt da rayedarên dewletê û îktîdarê. Û heman demê peyamên piştgiriya xurt da HDP’ê jî. Piştgiriya civakê ez bawerim hêz û berpirsiyariyeke mezin daye HDP. HDP bi sekna û helwesta gel êdî mifta çareseriyê ye. Bûye kilîda di siyaseta Tirkiyê de. HDP giraniya xwe, bide kî derê wê ew der biserkeve. Êdî kes nema dikarin bê HDP’ê hesabên siyasî bikin. Ji ber vê yekê îro destê dîrokê li ser milê HDP’ê ye, û çavê gel li HDP ye. Bi van hêstan, Ez serkeftineke mezin ji HDP û rêwiyê berxwedana gel re dixwazim. Rêya me vekirî bê….