2024 bû sala têkoşîn û berxwedanê

- Şervîn Nûdem
29 views
Rêber Apo di Parêznameya Rojhilata Navîn de rave kirî bû ku ‘Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye.’ Li ser vê jî Wî diyar kirî bû: ‘Roja me ya îro ferz dike ku şoreşa jinê ya sedsala 21’ê li pêş were girtin. Slogana “An jiyan an jî barbartî” vê şoreşê ferz dike.

Wekî jinên cîhanê, bi taybet jî jinên li Kurdistanê, Filistîn, Libnan û herêmên din ên Rojhilata Navîn dijîn, me di her kêliya sala 2024’an de ev dubendiya dîrokî dît. Li her derê em wekî nakokiyekî kûr bi dijwariya nakokiya zayendî ya di navbera çanda tecawuzê ya Modernîteya Kapîtalîst û felsefeya Jin-Jiyan-Azadî ya Modernîteya Demokratîk re rû bi rû ne. Şerên qirkirinê li dijî jiyan, vîn û nasnameya jinan û gelan gef li hebûna mirov, civak û xwezayê dixwin. Armanca van êrişan şikandina vîn û avahiyên civakî yên berxwedêr, tinekirina hevsengî û wateya jiyanê ye. Çawa hêzên sermayedar di serdemên Şerê Cîhanê yên Yekem û Duyem de bi gurrkirina netewperestî û faşîzmê dixwestin li pêşiya belavbûna şoreşên sosyalîst bigirin, îro jî hêzên sermayedar û torên wan ên siyasî, leşkerî û medyayê bi gurrkirina zayendperestî, nîjadperestî, olperestî û zanistperestiya pozîtîvist hewldidin li pêşiya şoreşa jinê û avakirina alternatîfên civakî yên demokratîk û ekolojîk bigirin. Bi vê armancê ve girêdayî hêzên desthilatdar di sala 2024’an de konsepta tecrîd û êşkenceyê li dijî Rêber Apo domandin. Dorpêca li dijî Şoreşa Rojava, suîkastên li dijî pêşengên şoreşê, bombebaranên artêşa Tirk ji bo rûxandina çavkanî û binesaziya jiyanê li herêmên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşên heman konseptê ne.

Jinan şoreş parast û mezin kir

Beramberî van êrişan jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî di sala 2024’an de bi gavên nû di parastin û înşakirina Şoreşa Jinê de israr kirin. Yek ji rojevên bingehîn bilindkirina pêngava ji bo Azadiya fizikî ya Rêber Apo bû. Seranserê salê jinên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî di meş û çalakiyên girseyî de diyarkirin ku ew ê têkoşîna xwe ji bo gihandina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta serketinê bidomînin. Bi ser de jin bi avakirina komên xwendinê, bi xebatên perwerdê û lidarxistina komxebat û konferansên derbarê Sosyolojiya Azadiyê û Tezên Azadiyê yên Rêber Apo de, kelecana naskirina heqîqeta xwe û ya şoreşê jiyan. Nîqaş û şarezayiya van kombûnan, bûn rênîşana ji nû ve înşakirin û bi hêzkirina pergala Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a Jinan.
Piştî ku Hevpeymana Civakî di dawiya sala 2023’an de ji aliyê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû pejirandin, yek ji rojevên giring ên jinan ên îsal jî xurtkirina rêxistinbûna civakî û nûnertiya jinan di rêhend û meclîsên Xweseriya Demokratîk de bû. Jinên tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nîqaşên ji bo avakirina Meclîsên Perwerde û Fêrkirinê, Çand û Ronakbîriyê, Ekolojî, Karûbarên Civakî û Kedkaran, Hiqûqê, Tenduristiyê, Aborî û Çandiniyê, Ol û Baweriyan, Diplomasî û Têkiliyan, Ciwanan û Meclîsa Malbatên Şehîdan, Birîndar û Dîlên Şer de tecrûbe û nêrînên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî anîn ziman.
Her wiha jinên saziyên mafê mirovan û edaletê têkoşîna xwe ji bo darizandina sûcên qirkirinê yên Daişê û dewleta Tirk domandin. Çawa jin ji aliyê van hêzan ve bi awayekî sîstematîk bûn armanca sûcên li dijî mirovahiyê, jin jî bi biryar in ku ew ê bibin dozger û parêvanên edaleta jinê.
Mijarekî din a jiyanî ya sala 2024’an jî pêşxistina hişmendiya ekolojîk û xebatên ji bo parastina jingehê bûn. Meclîsa Ekolojiya Jinê hem bi kampanyaya çandina şitlên daran hem jî bi komxebatên li ser giringiya avê wekî çavkaniya jiyanê, xwe ji bo lêgerîna çareseriyê ya pirsgirêkên herêmê û serdemê berpirsyar dît. Xebatên Jineolojiyê berfirehtir bûn  Konferansa 2’yem a Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku bi dirûşmeya ‘Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen Dibe’ di Îlona 2024’an de jî bûye gaveke nû ber bi dahûrandina heqîqeta jin û şoreşê ve.

Ber bi Hevpeymana Civakî ya Jinan ve   

Di vî warê de nîqaş û xebatên ku ji bo gihiştina Hevpeymana Civakî ya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2024’an de destpêkirin, xwedî wateyekî stratejîk in. Heger di encama vê pêvajoyê de jinên ji hemû pêkhateyên netewî û civakî bikarin azadiya xwe di azadiya tevahî jinan û civakê de bibînin û li ser vê bingehê ax, jiyan û yekîtiya xwe biparêzin, em ê bikarin pirsa “An jiyan an jî barbartî” ya sedsala 21’an bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serketina Şoreşa Jinê bibersivînin.