Di sedsala 21’ê de rêxistibûn, çalakî û têkoşîna jinê bi her awayî xurt bû, lê tevî vê yekê qirkirinên li dijî jinan dewam dikin. Lê di dîrokê de mêr serweriya xwe li ser dijberî û tûndiya jinê ava kiriye. Hişmendiya ku jinê weke kole, mêr jî weke zayenda serdest pênase dike, bîrdoziya destpêkê ya desthilatdariyê ye.
Ji ber vê yekê pênaseya têgîna qirkirina jinê dide xuyakirin ku polîtîkayên qirkirina jinê ne takekesî yan jî îstîsnayî ne, polîtîk e. Bi vê re girêdayî di her pêvajoyê de dema jin têkoşîna maf û azadiyê dimeşîne rastî astengî û tundiya mêr jî tê. Ya îro bi destê pergala kapîtalîst, desthilatdarên netew dewletan tê kirin jî ev e. Ji ber li dijî berjewendiyên wan e ji têkoşîna jinê ditirsin û bi rêbazên cûda dixwazin pêşî lê bigirin.
Di her qadê de tundî heye
Her ku rêxistinbûna azadiya jinê pêş dikeve, nerazîbûn û êrîşên pargalê jî zêde dibin. Kuştin û qirkirinên jinan yên rû didin, di esasê xwe de encama tifaqa kevneşopiya baviksalarî, dewlet, kapîtalîzm û zilamê serdest e. Mekanîzmayên ku vî mafî dide mêran û tundiyê rewa dike, bingeha dewamkirina tundiyê ye. Di gava yekemîn de jin dibe koleya malê. Di ya duyemîn de jin dibe amûra zayendî. Ya sêyemîn keda jinê ji nedîtî ve tê, dest dideynin ser û mêtingeriya xwe dimeşinin. Ya çaremîn jî weke metayeke zirav tê bikaranîn. Di pergala kapîtalîst de amûra sereke ya bazirganî û kelûpelan jin e. Têkiliya ku jin tê de neyê pêşkêşkirin, qada ku jin bi vê armancê tê de neyê bikaranîne nîne.
Pergala qirkirina jinê
Di pergala serdest a mêr de, koletiya malê di têkiliyên zewacê yan jî di pratîkên hevjîniyê de tê birêxistinkirin. Bi vê yekê ev çerxa koledariyê bê navber xwe dubare dike. Di nava vê pergalê de ji temenê biçûk heta pîrbûnê statûya xwedîtiyê tê misogerkirin. Li gorî pîvanên vê pergalê jin ne xwedî wî mafî ye ku derbarê jiyana xwe de biryarên weke çûna dibistanê, kar, zewicandin, telaqkirin, li kû û bi kê re û çawa bijî bide. Di hemû mijaran de pergala desthilatdariya mêr biryarê dide û dema jin li dijî van pîvanan derbikeve rastî tundiyê te, an jî tê kuştin. Herî zêde jî ji aliyê xizmên xwe ve tê kuştin. Ji ber ku mêr naxwazin dev ji vê kolekirina pirr alî berdin. Berî demekê kuştina rojnamevan Mehsa Gulîstanî ya bi destê hevjînê xwe jî encama vê hişmendiyê ye. Ew pergala ku em jê re dibêjin çanda destavêtinê, di esasê xwe de jinan di nava xeleka tunekirinê ya mayînde de dihêle. Têgîna destavêtinê tenê bi tundiya zayendî re sînordar namîne. Esas divê di çarçoveya destavêtinê de rêbaza şikandina îradeyê, binpêkirina sînorên kes, civak, çand û baweriyê were nirxandin. Di vê nuqteyê de divê em têgîna qirkirina jinê ji tundiya fîzîkî û kuştinê zêdetir binirxînin.
Nikarin pêşî li vê têkoşînê bigirin
Rejîma Îranê jî dixwaze vê pergala qirkirina jinê mayînde bike. Rêbazên ku li hemberî jin û civakê dimeşîne, bi temamî li ser bingeha qirkirin û tunekirine ye. Cezayê darvekirinê jî xizmetî vê hişmendiyê dike. Li gorî daneyên fermî par herî kêm 384 kes hatin darvekirin û dibe ku hêjmara îsal wê vê jî derbas bike. Bi taybet jî piştî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” ev weke kiryarekî rojane xiste dewre. Pirraniya kesên ku tên darvekirin Kurd û muxalîf in. Îsal jî li gelek jinan cezayê darvekirinê hate birrîn. Ji ber ku serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî“ tevî nerazîbûnên li hemberî polîtîkayên rejîmê, asta zanebûn û rêxistinbûna jinan jî bilind kir. Rejîma Îranê bi êriş û girtina jinên têkoşer dixwaze pêşî li azadiya hemû jinan û civakê bigire. Bi vê armancê zextên xwe yên li hemberî KJAR’ê jî zêde dike. Ji ber ku tevgera jinan KJAR û jinên weke Zeynep Celaliyan, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ji bo hişyarkirin û zanekirina jinan dixebitin, jinan çalak dikin, bi rêxistin dikin, parastina jinê mîsoger dikin. Ev têkoşîna jinan ti astengiyan nas neke û berdelê wê giranbin jî wê dewam bike. Weke Jîna Emînî, wê tim li hemberî kiryarên rejîma Îranê serî netewînin. Mînaka vê ya dawî jî Aho Deryaeî ye. Aho careke din nîşan da ku jin wê van zextên rejîmê nas nekin. Lê Aho tenê yek kes nîne; tevgera jinê ya birêxistinkirî ye, hêza jinê ya di girtîgehê de ye, nasnameya siyasî ye û gotina ‘ez ne namûsa ti kesî me, namûsa min azadiya min e’ temsîl dike. Ew jin xwedî nasname ne û nasnameya wan jî yekîtî û birêxistinbûna wan e ku li her derê bi ideolojiya azadiya jinê têdikoşin û şer dikin. Navê wê jî KJAR e. Rejîma sêdare ya Îranê lewma bi taybetî jî hemû jinên xwandekar ku hêza dînamîk a jinê pênase dike, kiriye armanca êrişên xwe. Ji ber ku di nerazîbûna wan de fikir û bîrdoziya jina azad û ya KJAR’ê dibîne. Lê Werişê Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nameya xwe de careke din bê jin wê çawa bersîvê bidin van êrîşan destnîşan dikin: “Jin wê dîroka vî welatî diyar bikin û felsefeye “Jin, Jiyan, Azadî” li hemû cihanê belav bikin… Yên di rêya heqîqat û azadiyê de dimeşin, wateyeke cuda didin jiyan û mirinê. Em ne ji mirinê, ji jiyaneke kole û bê rûmet ditirsin.’’